logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Hesen Huseyin Denîz

Hesen Huseyin Denîz, li Stilîla Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendegehên xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stenbol û li Nîgdeyê qedandiye. Ji ber xebatên şoreşgerî di dema cûntaya leşkerî ya salên heyştêyî de li zindana Amedê maye, piştî hatiye berdan têkoşîna xwe bi awayên cuda domandiye.

Piştî salên du hezarî li Başûrê Kurdistanê û li wargeha penaberên Kurd demekê dersên Kurdî dide, şûnre derbasî Swîsre dibe. Ji wê demê ve li Swîsre mamosteyiya zimanê Kurdî dike û bi xebatên xwe hîndekariya Kurdî li vî welatî daye fermîkirin.

Derveyî mamostetiyê ew karê wergerê û nivîskariyê dike. Endamê PENa Kurd û endamê saziya nivîskarên Swîsre ye. Yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Zurîhê ye.

Herî dawî, ji bo 11 salên bingehîn ên destpêka hîndekariya Kurdî bi rêkûpêk werin meşandin 21 pirtûkên dersdanê nivîsîye, redaksiyon û mizanpaja wan jî kiriye û bi weşana Instîtuta Kurdî a li Swîsreyê hatine çapkirin. Ev pirtûk bi piştgirî û hevkariya Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê, Wezareta Çandê ya Swîsre BAKê û bi xebata 5 salan a Instîtuta Kurdî ya li Swîsreyê, bi beşdarbûn û piştgiriya Komeleya Hîndekariya Kurdî ya li Swîsreyê, PENa KURD û Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Ewrûpayê ji bo hîndekariya Kurdî wek pirtûkên dersdanê hatine amadekirin û çapkirin. 21 pirtûkên li pey hev rêz dibin ji asta temenê zarokê 5 salî heta bigihe 15 saliya xwe, dikare li ser van pirtûkan hînî ziman, çand, kevneşopî, dîrok, erdnîgarî, huner, jiyana civakî û gelek zanînên girîng ên welatê lê dijî û welatê jê hatiye, yan welatê dê û bavê zarok jê hatiye -ku ev ji bo piraniya zarokên Kurdan Kurdistan û zimanê Kurdî-Kurmancî ye- bibe. Di nivîsîna van pirtûkan de ji kesên pispor ên wek şarezayê ziman, dîdaktîk, metodîk û pedagogik komisyon hatina sazkirin û pirtûk bi erêkirina van komisyonan gihiştine asta çapê. Di heman deme de, di naveroka pirtûkan de sazûmana perwerdeyiyê ya zimanê dayikê û çanda welêt a li Swîsre û li Almanya wek bingeh hatiye girtin.

 

Ev pirtûk wiha ne:

Ji bo asta berî xwendegehê 2 pirtûk

Ji bo hînbûna Kurdî wek zimanê duyem pirtûkek

Ji bo sê salên asta jêrîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 1,2,3

Ji bo sê salên asta navîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 4,5,6

Ji bo sê salên asta jorîn 6 pirtûk, her saleke hîndekariyê du pirtûk, pola 7,8,9 

 

Ji bilî kitêbên dersdanê pirtûkên Hesen Huseyîn Denîz ev in:

1-Hêvî Her Dem Heye I - Roman

2-Hêvî Her Dem Heye II - Roman

3-Rênîşanêra Vegotina Kurdî – Rêziman û kompozîsyon

4-Canê Hez Dike – Çîroka ji bo zarokan

5-Ro û Zê – Ji çîrokên gelêrî

6-Mirovê Bê Derd – Ji çîrokên gelêrî

7-Serpêhatiyên Penabertiyê-Serboriya penaberên Wargeha Mexmûr

8-Can Huseyîn – Biyografiya şehîd Huseyîn Denîz - bi Tirkî

9-Huseyîncan – Biyografiya şehîd Huseyîn Denîz - bi Kurdî

10- Ji çîrok û çîvanokên Kurdan- Ji çîrokên klasîkî yên Kurdan

11-Pêngava Yekem – Pirtûka hînbûna Kurdî

12-Fêrbûna Hêsan – Pirtûka hînbûna nivîsa Kurdî

13- Pêkenokên Kurdî

14-Dilo û Canê-Çîvanok

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...