logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Feratê Dengizî

Nivîskar: Feratê Dengizî

Navê Feratê Dengizî di nasnameyê de Mehmet Aydin Alokmen e. Di 30ê Kewçêra 1949an de(Di nasnameyê de 2yê Pûşpera 1950 derbas dibe) li gundê Dengiza ya girêdayî Stewrê ya bi ser Mêrdînê ve ji dayik bûye. Di sala 1971ê de dibe mamosteyê matematîkê û demek dirêj li gelek cîhan mamostetiyê dike. Ji biçûkatiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser Zimanê Kurdî hebû.

 Cara yekemîn di sala 1989an de ya duyemîn jî di sala 1995an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKKê bi tevahî 10 salan di girtîgehên cur be cur de dimîne. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk ji Tirkî wergerandinê Kurmancî, lê ev wergerên wî hê nehatinê çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantiqa zimên e. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyên wekî Kovara W, Zend, Çirûsk, Azadiya Welat, Şopa Rojê, Amîdakurd, Diyarname de hatine weşandin. Demek dirêj nivîskariya Azadiya Welat kiriye. Xwedî, berpirsiyar û yek ji edîtorê Kovara Wyê ye. Di salên 1991-1992yan de jserokatiya NÇM-MKM Şaxa Amedê û Gerînendetiya Belavkariya Ozgur Gundem û Welatê Me bi cîh aniye.

 Dîsa ji 2005an heta 2012an çend caran berdevk û xebatkarê Enstîtuya Kurdî ya Amedê, endam û rêvebertiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê, aktivîstê Tevgera Ziman û mamosteyê Zimanê Kurdî bû. Endamê Kurdî-Der Navend e. Di sala 2014an de wek Hevserokê Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê hat hilbijartin, di 24e Reşemiya 2017an de hat girtin, qayim hat dewsa wî. 6 meha di Girtîgeha Mêrdînê de ma, 10 sal û 6 meh ceze wek endamê rêxîstînê lê hat birîn, darizandin didome… Li gundê xwe, li Delavê Dengiza ku mezra Dengiza ye, dijî… Zewiciye, 4 zarokên wî hene.

Niha rêveber û endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye, di Rojnameya Xwebûn û Mardîn Roj de dinivîse. Tenê bi Kurdî dinivîse.

Berhemên Feratê Dengizî:

1. Zimanê Zimên; Ceribîn, Weşanên Belkî, Reşemî 2009

2. Kêzê û Mişko; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009

3. Tisê; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009

4. Zîzanê; Berhevkarî, Weşanên Şaredariya Peyasê, Gelawêj 2009

5. Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê; Werger(Ji Tirkî), Weşanên Aram, 2012

6. Bi Heft Dengan Gazî Dikim; Çîrok, Weşanên Lîs, Rêbendan 2013

7. Qêrîna Dilê Min; Helbest, Weşanên J&J, Rezber 2014

8. Metelokên Kurdî; Zargotin, Weşanên J&J, Rezber 2014

9. Zarê Dilî; Çîrok, Weşanên J&J, Rezber 2014

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf