logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Gernas Koçer

Nivîskar: Gernas Koçer

R. Yilmaz ango, Gernas Koçer, ji federasyona eşîra koçerên Dudêran Şemsikî ye.
Bihara sala 1968an, êla koçeran dema ber bi zozanê Şax û Miksê ve diçe, Gernas Koçer li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşeta Berê sipî tê dinyayê.


Malbata wî sala 1973an dev ji koçeriyê berdide û li bajarê Êlihê bi cî dibe. Digel dibistana bi zimanê Tirkî li ser daxwaziya bavê xwe li medreseyên Kurdistanê bi Kurdî û Erebî jî dest bi xwendin û perwerdeyê dike. Heta asta bilind bi piranî di beşa ol, felsefe, dîrok û wêjeyê de li cem alimên Bohta yên payebilind perwerdeyê dibîne.


Di 18 saliya wî de hestên wêjevanîyê lê diyar dibin û dest bi nivîsê dike. Bi despêka tevgera neteweyî re weke her welatperwer û dildarên azadiyê, ew jî li gorî hêza xwe di nava tevgera pêlên tekoşînê de cihê xwe digire. Sala 1992an tê binçavkirin  işkenceyeke pir giran lê tê kirin.
Demekê li zîndana Amedê dimîne. Di wan salên dijwar de Gernas Koçer û malbata xwe jî weke gelek malbatên kurdperwer di riya têkoşînê de berdêlên gelek giran didin. Lê bi dayîna van berdêlan ti carî poşman nebûye û herdem serbilind û serfiraz e. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, di demek kurt de dîsa fermana girtina wî derdikeve. Li aliyekî Dewleta Tirk lê digere, li aliyekî jî dibe hedefa Hizbûlkontra.


Piştî gelek dem û dewranan sala 2007an derbasî Swîsre dibe û bi malbata xwe ve li wir bi cih dibe. Heta niha ji bilî gotar û nivîsan çar  berhemên wî yên wêjeyî yên bi navê "Destana Şerê Kund û Qijakan", “Destana Kawayê Hesinkar" "dîwana zarok û ciwanan" bi navê “Kulîlk" û "Serhatîyek li gundê Midihê" hatine çapkirin. Herwiha çend berhem û destanên wî yên din jî li ber çapê ne.

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf