Nivîskar: Koma Berhevkarîyê
Gulîstan Kavak
Nivîskar, civaknas û rojnamevana Kurd Gulîstan Kavak, di sala 1990î de li Swêd ji dayik bûye û niha li wê derê dijî. Malbata wê sala 1989an ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê koçî Swêdê kirîye. Ji ber ku dê û bavê wê li malê hertim bi Kurdî diaxivîn, fêrî Kurdî bûye, heman demê li muzîka Kurdî guhdarî kirîye û heftê carekê dersa Kurdî stendîye. Di malbatê de şeş zarok hene û hemû xwedî bawernameyên zanîngehê ne, ev jî dide xuyakirin ku dê û bavên wan giringîyê didin xwendinê.
Bi hatina Swêdê, malbat pêşberî hin pirsgirêkan dibin, ji ber ku bav û dayika wê nexwendevan bûn, zehmetî kişandine di jiyana rojana û tevlêbûna civaka Swêdî de. Gulîstan di temenê 5 salî de neçar maye ji bav û dayika xwe re karê wergerê bike li dibistanê û li dezgehên dewletê.
Gulîstan Kavak piştî ku mezin dibe li Stockholmê, paytexta Swêdê wek şêwirmenda dibistanê xebitîye. Di vê demê de li dibistanan, rojane li karê xwe, bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Gelek şagirdên wê yên biyanî, ji dayik û bavên xwe yên nexwendevan re karê wergêrîyê dikin. Ji ber van Gulîstan Kavak pirsgirêka nexwendevanîyê, wek kêmendamîyeke(seqetîyeke) nedîtbar dike mijara pirtûka xwe ya yekemîn ku bi navê “Analfabetism-det osynliga funktionshindret (Nexwendevanî-ew kêmendamîya ne dîtbar” di sala 2022yan de li Weşanxaneya Lava li Swêd hat weşandin. Di pirtûkê de Gulîstan behsa serpêhatîyên jiyana xwe û ya malbata xwe dike û gelek lêkolîn û statîstîkên girîng di derbarê mesela nexwendevanîyê de li Swêdê di pirtûka xwe de bi cih dike. Tê de diyar kirîye ku nêzîkî 780 hezar kes li Swêd nikarin bixwînin û binivîsin. Ev jî tê wateya nêzîkî %13 nifûsa mirovên di navbera 16 û 65 salî de yê Swêdî nexwende ne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan fikarên xwe jî dide xuyakirin. Gulîstan Kavak di pirtûka xwe de hevpeyvîn bi kesên cihêreng ên ku nexwendevan in kirîye. Her weha li ser rewşa welat û mînakên hînkirinê radiweste. Ew xweşik rave dike bê nexwendevanî çi ye û mirov dikare çi amûran bikar bîne dema ku mirov bi kesên nexwendevan re hevdîtinê bike, hem ji bo kesên ku bi nexwendeyan re dixebitin û hem jî ji bo kesên ku tenê têkildarin.
Gulîstan Kavak ji ber xebatên xwe yên ji bo hişyarkirina nexwendewarî û dîsleksiyê hêjayî Xelata Dîsleksîyê ya 2023yan hat dîtin. Çalakvana Kurd 6ê Çiriya Pêşîn 2023yan li Stockholmê, bi merasîmeke taybet xelat ji destê Mîrê Swêdê Prens Carl Philip wergirt. Ew xelat ji hêla Komeleya Dîsleksîyê û Oribiyê ve bi hevbeşî tê dayîn. Mîrê Swêdê Prens Carl Philip damezrînerê Komeleya Dîsleksîyê ye.
Komîteya serpereştîya Xelata Dîsleksîyê, ji nav zêdetirî sed kesî Gulîstan Kavak ji bo vê xelatê hilbijartîye. Dîsleksî ango zehmetîya fêrbûnê, pirsgirêkeke tenduristîyê ye. Zekaya wan temam e lê di fêrbûna zimanan, xwendin û nivîsandinê de zehmetîyê dibînin; ji bo serkeftinê gerek hay ji xwe hebin û baş bixebitin. Têkilîya Dîsleksîyê bi jêhatîbûn an jîrbûnê re tune ye, ku di demê pêşî de piştgirî û alîkarî çêbibe, di jiyanê de nabe astengî. Gulîstan Kavak jî yek ji wan e lê ew keseke gelekî çalak e. Di karê rojnamegerîyê de di kenala fermî ya dewletê de jî xebitîye.
Gulîstan Kavak di 2022yan de pirtûkek taybet ji bo zarokan jî weşand bi navê “Min mamma kan inke läs and scriar(Diya min nizane bixwîne û binivîsîne)”. Mijara pirtûka wê çîroka dayikek Kurd e ku nizane bixwîne û binivîsîne, kurê wê (Zagros) yê biçûk alîkarîya wê dike ji bo birêvebirina karûbarên jiyanê û bazarê.
Li gel Xelata Dîsleksîyê ya 2023an her wiha xelatek diravî ji bo betlaneyê wergirt. Lêbelê, Kavak gotibû ku li şûna betlaneyê, ew ê pirtûka sêyemîn binivîse: “Ev pirtûk li ser zerarên tundîya fizîkî û derûnî ye ya ku li dijî zarokan tê bikaranîn. Ev pirtûk dê li dibistanan wekî ders bê xwendin."
ÇAVKANÎ
https://xelat.org/gulistan-kavak-hilgira-xelata-dyslixia-ya-2023an-a-swede-ye
https://www.youtube.com/watch?v=gYuxBToY_XQ
https://www.youtube.com/watch?v=NKRtQoHEvtQ
Nivîsén tékildar