logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Îzedîn Naso

Nivîskar: Îzedîn Naso

Nivîskar Îzedîn Naso (Izzeldin Nasso) di 15.11.1948an de li gundê Bênê, navçeya Robariya ser bi qezaya Efrînê, Çiyayê Kurmênc / Rojavaya Kurdistanê hatiye dinê.

Di sala 1970yî de li Helebê bawernameya Bakaloriya wergirtîye. Ji bo xwendinê di Çirîya Pêşî(Kewçêr) 1971ê de çûye Berlîna Rojava / Almanya.  Xwendina bakaloriyus û mastera xwe ya di warê Teknologîya Kompûter û Îdareya Zaniyarîyan de li Almanya qedandîye.

Wekî din, bawernameya “Wergêrê Giştî yê Sondxwarî” bo zimanên Kurdî, Erebî û Almanî jî ji Dadgeha Wîlayeta Berlînê wergirtîye. Doktora di beşa Rêveberîya Karsazîyê / Business Administration ji United College LTD ya Londonê wergirtiye. Beşdarî qursên lîngwîstîk (bingehên zanistên zimanî) li Kolêja Gelêrî ya Bala li Berlîn – Spandau bûye, ji bo bikaranîna wan bingehan bo standardkirina zaravaya Kurmancî.

Dr. Îzedîn Naso di maweya 45 salan de, li dervayî welat hem li gel xwendinê û hem piştî xwendinê hewl daye, di nava rêzên Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa, dezgehên zanistî, dezgehên civaka medenî û hêzên siyasî de xebata siyasî, çandî, wêjeyî, perwerdeyî û zimanî bo gel, netew û welatê xwe pêşkeş bike.

Ҫend nimûne li ser nivîsandina pirtûkên zanistîya zimanî, matêmatîk û amadebûn di pirtûkên perwedeyî û çîrokan de:

Di sala 1997an de, piştî vekolîneke zanistî li ser têrmên matêmatîkê, pirtûkek bi navê “Matêmatîk – I / Cîhana Jimaran” bi Kurdî, alfabêta Latînî û li ser asta perwerdeya Ewropa Rojava pêkhanîye. Paşkoyek jî ji bo mamostayên Kurd ligel pirtûkê amade kirîye, ku çawan yeksaneyên matêmatîkê û beşên wan bi Kurdîyeke sade û bi zimanê matêmatîk dihên xwendin.

Di 2003yî de, piştî vekolîneke zanistî ya dûr û dirêj li ser yasa û rêsayên zimanê Kurdî (zaraveya Kurmancî), pirtûkek bi navê “Şîrovekirina Gramêra Kurdî” pêk hanîye. Ew hewlek bû ji bo standardkirina zaraveya Kurmancî bo hemû perçeyên Kurdistanê di biwarên xwendin, perwerde û îdareya Kurdî de.

Beşdarî di amadekirin, pişkinînkirin û rêdaksiyona 12 pertûkên zarokan de, yên bi Kurdî bûye, wek: “Xwendin Ronahî ye”, “Binêre, Benivîse, Birengîne”, “Xewna Şîlanê-Newroz”, “Kurmê Çavbirçî”, “Gencîneya Peyvan 1”, “Gencîneya Peyvan 2”, “Şêr, Mîh û Gur”, “Ker û Heft Gur”, “Rovîyê Terîqut”, “Şêr û Rovî”, “Çiwîk û Pîrejin”, “Rovî û Zembîl”

Di salên 1998 û 2001ê de ligel mamosta Mehmet Şeker 2 pirtûkên ji bo zarokên 6-14 salî, bi Kurdî amade kirine; bi navê “Zimanê Minê Tayebetî”, bo Zanîngeha Tilburg / Holanda. Ew projêkteke navnetewî bû ji bo zarokên Bakurê Afrîka, Tirkiyê û Kurdistanê.

Di sala 2020an de pirtûka Izedîn Naso ya bi navê “Zanistên Zimanî Derbarî Standardkirina Zaravaya Kurmancî” ya ku nemaze li ser zanista avakirina peyvên Kurdî û tiștên din nivîsandîye, ya bi alfabêta Kurdî-Latînî, li Sêntera Beșîkçî bo Vekolînên Merovayetî / Zankoya Duhokê hatîye weșandin. Sê pirtûkên bi mijarên taybet jî li ser zanistîya zimanî weşandine. 

Di sala 2021ê de jî pirtûka ku ji Almanî wergerandîye Kurdî bi alfabêta Kurdî-Latînî, bi navê “Bi Pançê Bawer Be / Șêro! Kesên Pakiyane Neșên Harîkarîya Te Bikin” hatîye çapkirin. Ev pirtûk wek dokûmêntasyoneke wêneyî ye, ku tîmeke Almanî di salên 1963 – 1966 de li ser Șoreșa Kurdan û Serok Mistefa Barzanî yê nemir amade kiribû û wek belgenameyek di Konfêrênsa Nêvnetewî de li ser 60 salîya Șoreșa Êlûlê hate weșandin.

Di gel van xebatan, li dehan konfêrênsên zanistî amade bûye, gotar pêşkeş kirine û li dora 300 gotarî li ser zanistên zimanî û mijarên sîyasî, dîrokî, civakî û olî di govarên Kurdistanî û li ser torên civakî weşandine.

Ji sala 2017an ve li Sêntera Beşîkçî bo Vekolînên Merovayetî / Zankoya Duhokê wek vekolerê zanistî, şîrovekar û sêmînarder dixebite. Xêzandar e û 5 zarokê wî hene: Evîn, Narîn, Hêlan, Mîtan û Rojan.

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Samî Tan

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye.


Dr. Zerdeşt Haco

Zerdeşt Haco lawê Mihyedînê Usivê Haco û Şefîqa Elîyê Hisên e. Di roja 10.03.1950î de li gundê Ala Reşa ji dayik bûye. Di sala 1955an de mala wan ji Ala Reşa tê Tirbespîyê. Di malek ku pirtûkên Weşanên Xoybûnê, pirtûkên Mir Celadet û Mîr Kamiran Bedirxan û yên Cegerxwîn, yên ku di Xoybûnê de rêhevalên bapîrê wî Haco bûn dihatin parastin û xwendin mezin bûye. Li hin gundên Mala Haco, weke li gundê Kêlhesenakê şagirtan sibehê berî ku derbasî xwendegehê bibin, bi dengekî bilind helbesta Cegerxwîn “Her Bjîn Al û Keyî” dixwendin. Kesayetiya Zerdeşt Haco li ser vê bingehê şikil ştendiye. Hê di zarokatîya wî de bavê wî hin helbestên Cegerxwîn pê dabûn jiberkirin û gava mêvan dihatin, ji wan re dixwendin.


Hesen Huseyin Denîz

Hesen Huseyin Denîz, li Stilîla Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendegehên xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stenbol û li Nîgdeyê qedandiye. Ji ber xebatên şoreşgerî di dema cûntaya leşkerî ya salên heyştêyî de li zindana Amedê maye, piştî hatiye berdan têkoşîna xwe bi awayên cuda domandiye...