Nivîskar: Jîn Aryen
Jîn Aryen
Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye.
Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne.
Wek edîtor û mûhabîr a beşa Kurmancî di JINHA’yê de rojnamegerî kirîye û di rêveberîya cemîyeta rojnamegeran de cih girtîye. Di heman demê de wek aktivîst xebatên ‘zayenda civakî’ meşandîye.
Niha hevgerînendeya kovara Destar e. Di heman demê de nivîskara rojnameya Xwebûnê ye û edîtora beşa Kurdî a kovara Ekolojîyê ye. Ligel mamostetîya zaraveyê Kurmancî, wek aktîvîsteke pêşeng xebatên xwe yên Kurdî û wêjeyê jî dimeşîne.
Nivîsén tékildar