logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Dilşa Yûsûf

Helbestvan, rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di 10ê Hezîrana 1968de li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandiniyê ya Hesekê ye. Niha li welatê Swêd niştecî ye. Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek kovar û rojnaman de hatine weşandin. Wergerê ji sê zimanan dike (Kurdî - Turkî- Erebî). Endama gelek sazî, rêxistin û komaleyan e, yên wekî: Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêd, Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurd, Navenda PEN a Navnetewî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Cîhanê, Seroka Rêkxirawa Harîkariya Zarokên Penaber.

Dilşa Yûsûf, sernivîskarî û rêveberiya çend rojname û kovar û radyoyan kiriye; wek mînak: Mîdya (Suleymanî 1993), Jiyana Azad ya taybet bi jinan (Suleymanî 1997), Dengê Kurdistana Serbixwe (1998), Sorgul Lubnan (Beyrût 2000-2002), Ajansa Mezopotamya ya Nûçeyan (Bexdad 2003), Rojnama Aso (2006-2007), Rûdaw (Hewlêr 2012-2013), Rojnama War (Dihok 2012-2014), Rojnama Kurdistanê Niwê (beşê Kurmanciya jorî), Rojnama Kurdİstanê Niwê (beşê Kurmanciya xwarê - Soranî 2005-2014), Kovara Işraqat Kurdiya (Misir-Qahîre), Radyo Newa (Înya Rojava - Suleymanî), Ofîsa Yekîtiya Nîştamaniya Kurdistan (werger) û her weha di Kenala Gelê Kurdistan GK.TV de jî xebat kiriye. Wekî din ji festîvalên wêjeyî û rewşenbîrî bi dehan xelatên rêzgirtinê wergirtye.

 

Berhemên Dilşa Yûsûf - berhevokên helbestan:

1- Zenglên Hevgihînê, Berhevoka helbestan, Weşanxaneya Amêrda, Beyrût, 2002

2- Bakurê Dil, Berhevoka helbestan, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Dihok, 2006

Berhemên Wergerandine:

1- Mirina Rojê, Jîla Huseynî, werger, Rêze Pirtûkên Helbestên Jinan, Avesta, 2006-2007, Stembol

2- Qehweyek di Gel Wî Kejal Ehmed, Rêze Pirtûkên Helbestên Jinan, Avesta, 2006-2007, Stembol

3- Gunehên Ciwan, Vînos Fayiq, Rêze Pirtûkên Helbestên Jinan, Avesta, 2006-2007, Stembol

4- Piyalek di Gel Şeytan, Nahid Huseynî, Rêze Pirtûkên Helbestên Jinan, Avesta, 2006-2007, Stembol

5- Rola Malbata Cemîl Paşayê Diyarbekrî di Tevgera Rêzgariya Kurdî de, Profesor. D. Malmîsanij, wergerandin ji zimanê Turkî bo zimanê Erebî, ji Weşanên Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê 2007

6- Bi Pê Şopa Azadiya Xwe Dikevim, werger ji zimanê Erebî bo Kurdî. berhevoka helbestan, Luqman Mehmûd, ji Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Duhok, 2013

7- Ji Leylanê bo Avê, werger ji zimanê Erebî bo Kurdî, berhevoka helbestan, Luqman Mehmûd, ji Weşanên Navenda Margirît ya Kulturî, Silêmanî, 2013

8- Jana Gel, roman, Ibrahîm Ehmed, werger ji zarava Kurmanciya xwarê (Soranî) ji bo Kurmanciya jorî, ji Weşanên dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî, Silêmanî, 2015

9- Qîzên Enfal, “Lêkolînek li ser Keçên Enfal yên hatine firoştin", Mihemmed Reûf, werger ji zarava Kurmanciya xwarê (Soranî) ji bo Kurmanciya jorî, ji Weşanên Dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî, Silêmanî, 2015

10- Cînosîd- Kurd wek Nimûne, lêkolîn, nivîsîn Dr. Salar Basîre, werger ji zarava Kurmanciya xwarê (Soranî) ji bo Kurmanciya jorî, ji Weşanên Dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî, Silêmanî, 2015

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf