logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Roza Metîna

Nivîskar: Roza Metîna

 

Roza Metîna

Roza Metîna, li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li Jin Tv’yê bernameya Teşiya Wêjeyê pêşkeş dike. Di 2016an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017an de di 25emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt. Di 2018an de di 4emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênegiriyê ya Denîz Firat de di beşa çîrokên Kurdî de  bi çîroka xwe ya ‘Mizgînxêrên Derbiharan’ xelata yekemîn girt. Di 2019’an de di 8emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Guliyên Ji Bêhna Şemamokan’ xelata yekemîn girt. Di sala 2020an de di Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênegiriyê ya Denîz Firat de di beşa çîrok û helbestê de jurîtî kir. Di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û PENa Kurd de cihê xwe digire.  Di heman demê de endama Koma Helbestê ya Amedê ye. Niha li Amedê li Ajansa Jinê ya Nûçeyan ya JINNEWS’ê dixebite.

 

Berhemên Roza Metîna:

Bilindahiyên Xwedanwend, Helbest, Weşanên Tevn, 2014

Hêviyên Dilazad, Helbest, Weşanên J&J, 2015

Sêgoşe û Çargoşe, Çîroka Zarokan, Weşanên Hîva, 2017

Tilîya Qereqûçkê, Helbest, Weşanên J&J, 2019

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf