logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mahşeref Mestûre Erdelanî

Nivîskar: Jîn Aryen

Mahşeref Mestûre Erdelanî(1804 -1848)

“Heyf ku ez mam Mestûr û nediyar

Wek genca Qarûn nepen û navdar

Çawa nenalim her wekî neyê

Çima negirîm wek şûşa meyê?”

 

Banû Mestûre Kurdistanî, anku Mahşeref Xanima Kurdistanî di sala 1804an de li bajarê Sineyê ji dayik bûye. Dayika wê Melek Nîsa ji malbata wezîrê Sineyê, bavê wê Hesen Beg jî ji malbata Qadirî bû ku herdu malbat jî li Mîrgeha Erdelanê bi serwerî û ronakbîrîya xwe xwedî qedr û qîmet bûn. 

Mestûre Kurdistanî bi piştgirîya dayik û bavê xwe li parêzgeha Sineyê dest bi xwendinê dike û li gel zimanê Kurdî hînî zimanê Erebî û Farisî jî dibe. Herwiha li gel perwerdehîya zanistî û dînî, perwerdehîya wêjeya Kurdî, Farisî û Erebî jî digire. Mestûre berîya biçe dibistanê hînî xwendinê bûbû û ji lîstikê zêdetir ji xwendinê hez dikir. Dema di pirtûkxaneya mamosteyên xwe de rastî pirtûkên helbestan hatibû, bibû kurpekurpa dilê wê û wek ku gihîştibe asoyên dûr bi per û bask bibû. Wê bi şev û roj li ser hev pirtûkê helbestê dixwendin û gelek helbest jî ji ber dikirin. Piştî ku hînî zimanên Farisî û Erebî jî bûbû, cîhana hestên wê û yên helbestê hê kûrtir û geştir bûbû.

Ew li gor dema ku tê de dijî perwerdehîyeke pir baş dibîne, lewre di wê serdemê de çûyina zarokên keçik a dibistanê baş nedihat dîtin û gelek zarokên keçik ji ber vê nêzîkatî û hişmendîyê, ji mafê xwe yên bingehîn ê xwendin û nivîsandinê bêpar dihatin hiştin. Mestûre ligel perwerdehîya ku dîtîye bi kesayet jî gelek jîr û jêhatî bû ku mamosteyên wê jî gelek caran li ber vê zîrekbûn û jîrbûna wê şaş diman. Wê bi meraqa xwe ya xwendinê xwe gelekî bi pêş xistibû û li gor zarokên ku di heman temenê de bûn pêşdetir bû. Gelek caran li pêş mamosteyên xwe bû jî û bi eleqeya li ser mijarên cuda, bi sekn û hewldanên xwe bala hemû mamosteyên xwe dikişand ser xwe.

Mestûre Kurdistanî bi taybetî ji xwendina helbestan gelekî hez dikir û di vê heyamê de dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Wê helbestên xwe herî zêde bi zaravayê Goranî yê Kurdî dihonand. Xwendina helbestan cîhaneke nû û bêsînor jê re vedikir û wê dixwest di nava vê cîhana nû de bi awayekî bêsînor têkeve nav hizr û xeyalan de. Herwiha ew bi gelek helbestên xwe di wêjeya Kurdî de jî cihekî taybet digire ku helbestên wê hê jî di asteke bilind de tê nirxandin û navê wê bi gelek helbestkarên qedirbilind re derbas dibe. Mestûre jî hay ji vê asta xwe ya têgihîştî hebû lê di heman demê de hay ji rewşa heyî jî hebû ku wek jineke Kurd a li Rojhilata Navîn dijî dizanibû ku cihgirtina wê ya di nav wêjeya dîrokê de ne tişteke hêsan bû û divîyabû ji hemdemên xwe yên mêr zêdetir hewl bida, zêdetir têbikoşîya. Wê ev rewşa bêsiûd di helbesteke xwe de wiha anîye zimên:

Ez ew jin im ku ji hêla pakîyê ve li ser her kesî me

Di nava koma jinan de kes di asta min de nîn e

Li bin serpoşa min serek heye ku hêjayî tacê ye

Lê çi bikim ku qederê ez wiha biçûk xistime

Stêrka Jîrbûn û Zanabûnê 

Mestûreyê jî dizanî ku malbata wê malbateke qedirzan û pêşketî bû ku di gihandina wê de bandora vê yekê pir hebû. Ji ber vê sedemê Mestûreyê dê piştre derbarê malbata xwe de ev gotin bianîna zimên: “Ez bi dadwerî û kerema Xwedayê dilovan, ji roja ku ji dayika xwe bûm ketim bin wesayeta dayik û bavê xwe. Ez bi perwerdehîyeke bi saya wan -ku wek stêrkên jîrbûnê yên li lûtkeyên esmanan bi awayekî xwezayî û bi hezkirineke rasteqîn nêzîkî perwerdehîya zarokan dibûn- mezin bûm û gihîştim. Bi taybetî jî wek kulilka ewil a ku li vî baxçeyî şîn bûbûm û mezin bûbûm, bi saya perwerdehîyê û bi gihandina vîneke ji pola derfet çêbûn ku destên min hînî nivîsê, çavên min jî hînî xwendinê bibin.” Jinên ku di nav malbatên esîl û di nava civakê de jî dihatin nasîn mezin dibûn, bi gelemperî perwerdehîya xwendina helbestan didîtin; stranbêjî hunereke taybet bû ku her yek ji wê perwerdehîyê derbas dibûn û di heman demê de hînî reqsê jî dibûn. Perwerdehî û hunera siwarîyê jî taybetmendîyeke herî berbiçav bû ku gelek jinên Kurd ji vî alî ve xwedî tecrûbeyên girîng bûn û bi vê hunera xwe derdiketin pêş. 

Dîroknasa Yekemîn a Jin

Dayika Mestûreyê Melek Nîsa û bavê wê Hesen Beg jî ligel van kevneşopîyên di nava malbatên Kurdan de binecih bûne eleqeyek mezintir nîşanî perwerdehîya Mestûreyê dibûn û dixwestin ew ji alîyê ronakbîrîyê ve jî bi pêş bikeve. Ji ber vê sedemê dayika wê Melek Nîsa, bi taybetî jê re behsa gelek çîrok, serpêhatî û efsaneyên Kurdan dikir. Hesen Beg jî gelek caran ji dîroka kevn a Kurdan bigire heta dîroka mîrîtîyên Erdelanê -ku kelehên wan ên qedîm ji alîyê hikumdarên Tirk û Farisan hatibûn hilweşandin- dikir. Mestûreyê bi awayekî micîd û bi baldarîyek kur guhdarîya dê û bavê xwe û mamosteyên xwe dikir û gelek diwanên helbestan û pirtûkên cuda yên li ser dîrok, wêje û çanda Kurdan hatibûn nivîsin jî dixwendin. Mestûre ji biçûkahîya xwe heta ciwanîya xwe dê turikên dil û mêjîyê xwe bi van agahî û serpêhatîyên girîng dagirtibana û di demên pêş de dê pirtûka bi navê ‘Dîroka Erdelanê’ binivisanda. Mestûre Xanim, pêvajoya nivîsandina vê pirtûkê wiha vedibêje: “Dema min pirtûkên wan kesayetên qedîm dixwend di hiş û ruhê min de nivîsandina dîroka Erdelanê jî geş dibû. Pêwist bû ku ev dîroka qedîm a Erdelanê û gelê wê yê ku çarenûsa wan a girêdayî vê dîrokê bû bihata nivîsin. Ez dibinim ku gelek axaftin û şîrove li ser bûyerên ku qewimîne hatine kirin û gelek nivîs jî li ser hatine nivîsin lê ji van hemû agahîyan pir kêm tişt mane ku gihîştine ber destên me. Ez dîroka Kurdistanê hê wek dureke ku nehatibe nexşandin dibînim.”

Mestûre Kurdistanî bi vê pirtûka xwe ya lêkolînê ku li ser dîroka Mîrîtîya Erdelanê nivisîye û bi berhemên xwe yên cudatir hê jî wek çavkanîyeke bingehîn tê dîtin. Herwiha ew bi van xebatên xwe yên qedirbilind li Rojhilata Navîn dibe dîroknasa yekemîn a jin.  

Dîlgirtina Hesen Beg

Li gor agahîyên ku heta dema me jî gihîştîye, bavê Mestûreyê Hesen Beg, mam û pismamên wê dema ku Dewleta Ûris (Rûsya) ji bo dagirkirinê berê xwe dide ser axa Ezerbaycanê ya ku li ser Îranê bû, ji ber feq û fitneyên xwarzîyê Hesen Begî yê bi navê Huseyn Qulî Xanî dîl tên girtin. Huseyn Qulî Xan ji ber berjewendîyên xwe xwestîye li gel Dewleta Ûris tev bigere, lê Hesen Beg û birayên wî li pêşîya xwe wek asteng dibîne her tim. Lewre Hesen Beg û malbata wî li bajarê Sîneyê xwedî qedr û qimet bûn û dihatin nasîn. Di heman demê de wî bi Mîrîtîya Erdelanê re jî têkilîyên xurt danîbûn û malbateke dewlemend bûn.

Huseyn Qulî Xan di wê bawerîyê de bû ku heke malbata Hesen Beg bihata bêbandorkirin wî dê bi rihetî bi Dewleta Ûris re têkilî danîya û li gel serketina Ûrisan dê bûbûya xwedî erk. Ji ber vê, li ser Hesen Beg planek çêkirîye û ji mîr re gotîye ku malbata Hesen Beg dê alîkarîya Ûrisan bike. Ji bo ku ev plana wî bi rêk û pêk bibe û mîr jî îkna bike, xwestîye şevekê hemû civatê kom bike û sohbeta ku di civatê de pêk tê bi mîr bide guhdarkirin. Li ser vê plana xwe bangî Hesen Beg, bira û birazîyên wî dike. Mîrê Erdelanê jî li pişt perdeyekê guhdarîya civata wan dike, ku di vê civatê de planên Huseyn Qulî Xan pêk hatine. Wê şevê civateke wisa hatîye danîn ku dagirkerîya Dewleta Ûris bi awayekî berfireh hatîye nîqaşkirin. Li vê derê mijar bi awayekî veguherîye ser Hesen Beg û ew li gel bira û birazîyên xwe wek aligirên Dewleta Ûris hatine destnîşankirin. Mîrê Erdelanê piştî guhdarkirina van nîqaşan fermana girtina Hesen Beg, bira û birazîyên wî daye û ew avêtine zindanê.

Ligel dîlgirtina bav û mamên Mestûreyê çend kesên din ku têkilîya wan û Dewleta Ûris aşkere bûbûn jî hatibûn darvekirin. Vê rewşê Mestûreyê û malbatê zêdetir xistibû nava tirs û fikaran û hewldanên wan zêdetir kiribûn. Vê hewldan û helwesta malbatê piştî demekê encam dabû û Mîrê Erdelanê Xusrew Xan, biryara berdana Hesen Beg û malbata wî dabû. Lê di berdêla vê serbestberdanê de li gel cezayê pere, ji bo lihevhatina herdu malbatan jî daxwaza zewacê ya bi keça Hesen Beg a mezin Mestûre Xanimê jî kiribû.

Zewaca Mestûre Kurdistanî û Xusrew Xan

Li gor hinek agahîyên ku hatine parvekirin tê diyarkirin ku Hesen Beg, ji bedêla cezayê pera, zewaca Mestûreyê qebûl kirîye, lê dema ku em li nêzîkatî û feraseta malbatê ya derbarê jinê û bi taybetî ya derbarê Mestûreyê de dinihêrin em dikarin bibêjin ku ev rewş pir ne gengaz e. Lewre Nîsa Xanim jî Hesen Beg jî qedr û qîmeteke giranbûha didin keça xwe û dîsa li gor serdema ku tê de dijîn û hemû hişmendîyên paşverû ya li dijî jinê ji bo pêşketin û perwerdehîya Mestûreyê bi her awayî fedakarî kirine.

Malbateke wisa ku di asta rewşenbîrîyê de pêşîya keça xwe vedikin û wê bi awayekî serbixwe mezin dikin ne gengaze ku keçika xwe li şûna pereyan bizewicînin, ku Mestûre jî ne keseke nezan û neçar bû; ew jineke serbixwe, zana û têgihiştî bû. Dema ku em li serdema ku ev bûyer qewimîne dinihêrin, li gor kevneşopîyên Kurdan zewacên ji bo aştî û lihevhatinê gelek caran pêk hatine. Herçiqas ev rewş neyê pejirandin jî di serdema me de jî hê berdewam dike. Mestûre Xanim jî li gel zanebûn û jîrbûna xwe, di heman demê de jineke hestyar û dilzîz bû; dilsozê malbata xwe bû. Niha jî li pêşîya wê riyek hebû. Helbet, di dilê wê de çi derbas dibû û biryara zewacê li ser kîjan bingehê dabû em bi kûrahî nizanin, lê li gor rewşê diyar e ku riyeke din a Mestûre hilbijêre jî tunebû. 

Dema em li gotinên Mestûreyê yê ku di derbarê zewaca xwe û Xusrew Xanî de bi lêv kirine dinihêrin, em dikarin bibêjin ku ew bi evîndarî nebe jî bi awayekî rêzdarî nêzîkî daxwaza Xusrew Xan bûye û li ser biryara xwe sekinîye. Mestûre di pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîroka Erdelanê’ de di derbarê vê mijarê de wiha dibêje: “Bav û mamên min ji ber ku bêtawan bûn ji zindanê tên berdan û gelek rêz ji wan re tê girtin… Di dawîyê de jî gelek bi rêzdarî çûme mala Xanî û bûme hevjîna wî.”

Mestûre dema bi Xusrew Xan re dizewice 24 salî bûye. Di derbarê vê mijarê de angaştên cuda jî hene, lê dema ku em li dîroka bûyeran dinihêrin ev dîrok ya herî rast e. Zewaca Mestûreyê ya bi Xusrew Xan re herçiqas destpêkê ne li ser evîndarîyê be jî di demên pêş de bi nêzîkatî û hezkirina Xusrew Xan hestên Mestûreyê jî guherine û bûye evîndara wî. Herwiha gelek helbestên Mestûre jî vê rastîyê bi rengekî şênber radixin ber çavan. Bi taybetî piştî mirina Xusrew Xan Mestûre di helbestê de digihîje merheleyeke cudatir û bi kûrahîya helbestên xwe teşe û şêweyeke xweser jî saz dike.

Xusrew Xan jî wek Mestûre Xanim xemxurê helbestê bû û vê taybetmendîya wî Mestûre Xanim gelekî kêfxweş dikir, ku wê dikaribû li ser hest û helbest û nivîsên xwe û di gelek mijarên cuda de pê re biaxive. Di heman demê de piştî zewaca xwe dest bi nivîsandina pirtûka ‘Dîroka Erdelanê’ dike. Ew di pirtûka xwe de pir caran cih daye Xusrew Xan jî û derbarê wî de ev agahî dane: 

“Xusrew Xan gelekî ji xweşî û şahîyê hez dikir. Ji alîyê mêvanperwerîyê bi navûdeng bû û di nava gel de xwedî rêz û rûmetê bû. Ew bi jêhatîbûn û comerdîya xwe dihat nasîn ku ji alîyê hikumdarîyê ve ji yên berîya xwe pir pêşdetir bû. Di heyama desthilatdarîya wî de xezalê ji memikên şêrê şîr dimêt û bazî kew di bin siha perên xwe de diparast. Di dema Xusrew a duyem de li tu deran zilm û zordarî nemabûn.”

Koça Dawî ya Xusrew Xan

Ev bextewarî û hezkirina Mestûre Xanimê bi nexweşîya Xusrew Xan serobin dibe û ji bo Mestûreyê rojên reş û tarî dest pê dikin. Xusrew Xan, di meha Nîsanê sala 1834an de bi nexweşîya cergê dikeve. Mestûre bi dilêşî û xemgînîyeke mezin wan rojan wiha tîne zimên: 

“Ez ku wê demê hevjîna wî bûm û şanazîya min ew bû ku bi şev û roj pê re bim. Di pêvajoya du mehên dawî de min neşîya bi rehetî razêm; ku di dawîyê de jî ew hat serê min a ku ez jê ditirsîyam! Nexweşîya Xan roj bi roj girantir dibû û tu dermanan lê bandor nedikir.”

Xusrew Xan ku bi xwe jî ji hêla helbestkarîyê ve xwedî pênûseke bihêz bû û bi Kurdî û Farisî helbest dinivîsî, di dema nexweşîya xwe de ev çarîn honandine.

“Xesro dilê te ji xeman du nîv e

Netirse wek canê berxikê tirs û xof e

Heke ji hesabên axiretê ditirsî

Li wir hesab cem kerîm e netirse”

Xusrew Xan di meha Tîrmehê sala 1834an de jiyana xwe ji dest dide. Mestûre Xanim bi mirina wî pir xemgîn dibe û vê xemgînî û dilêşîya xwe di gelek helbestên xwe de tîne zimên:

Ey Xusrew!

Ya Xweda!..

Bila îsal bihar neyê û dar û ber nebişkivin

Bilbil li mêrg û çîmenan nexwînîn 

û li ser gulan rûnenên

Lilûper heta roja dawî û exretê 

ji nava avê dernekeve

Binevş, nesrîn û şewbo hersê jî şîn nebin

Ji gula sor gulav neyê girtin 

Bila leşker û sipayê gulan pest û birçûl bin 

û di nava çin û laleyê de jî bila her tim reng zer bin

Û dilê wan tijî xwîn bin

Bila wizîna bayê bakur ji nava çîmen dernekeve 

û neweze û gulên ceîferî, semen, lêhan û beydax şîn nebin.

Ey mezin û gewreyê min!

Bila piştî te û piştî ku te çavên xwe ji vê cîhanê re girt

Ey Xweda! 

Bila tu kes nikaribe nêrgîzê bêhn bike

Bila her kesek destegulekê bigire destê xwe  

û di dilê xwe de daçikilîne

Bila dengê qebeqeba kewan ji çiyan neyê 

Û bila ne gul reng bide û ne jî gulzar rengîn be

Ji bo çi Xusrew di nava gulgoyê de bend bûye 

Û Mestûre jî ji temaşekirin û dîtina biharê nerihet û bêzar bûye?

Koçkirina Mestûreyê ya ji Erdelanê

Mirina Xusrew Xan ji bo Mestûreyê gelek giran bû, lê ev rewş ji bo helbestkarî û nivîskarîya wê jî bûbû merheleyeke nû. Wê êdî helbestên xwe di kanîya êş û elemên evîndarîyê de dişûşt, li hemû laşên xwe belav dikir û dawîyê diherikand ser kaxizê. Vê taybetmendîya helbestên wê, ew kiribû Mestûre; evîndarîya wê ya ji bo ax û welatê wê jî ew kiribû Mestûre Kurdistanî…

Piştî mirina Xusrew Xan kurê wî Riza Qulî Xan hat ser mîrîtîyê, lê ew hê 11 salî bû. Ji ber ku temenê wî biçûk bû dayika wî Husncîhan Xanimê kar û barên mîrîtîyê bi rê ve dibir.

Mestûre Xanim herçiqas tiştên ji dilê wê derbas dibûn zêde nedabe der jî, di helbestên xwe de bandora rewşa neyînî ya mîrîtîyê jî dianî zimên û acizîya xwe ya derbarê dek û dolabên deshilatdarîyê, hesûdî û gengeşîyên li qesrê diqewimîn de diyar kirîye. Lewre rewşa mîrîtîyê jî her ku diçû xirabtir dibû û herî dawîyê Mestûre Xanim biryara derketina ji Erdelanê digire. Ew bi çend kesên din re pêşî diçe bajarê Hewramanê û ji wir jî derbasî Silêmanîyê dibe. Mestûre li Silêmanîyê diçe ba kurmetê xwe Huseyn Qulî Xan, ku wê demê alîkarîya Mestûre Xanim û hinek kesên din ên ku ji bajarê Erdelanê derketibûn dikir.

Mestûre piştî demeke dirêj li gel Huseyn Qulî Xan careke din hatibû ser hemdê xwe û careke din dest bi xwendin û nivîsandinê kiribû. Lê piştî demeke kurt kurmetê wê Huseyn Qulî Xan bi nexweşîyeke giran dikeve û jiyana xwe ji dest dide.

Mestûre Xanim piştî mirina kurmetê xwe gelek xemgîn bû û êdî jiyan li ber çavên wê reş bû. Her roja ku çû vê xemgînîyê di laşê wê de bandoreke giran pêk anî û ew jî bi nexweşîyê ket. Gotina wê ya dawî ku di pirtûka xwe ya ‘Dîroka Erdelanê’ de nivisîbû wiha bû: “Ez jî ji xema dûrîya wî ev du sê roj in nexweş im û ta ketîye canê min. Ka em bizanin dê qedera Xweda çi be!”

Ev xemgînî û dilêşîya Mestûreyê ji vê helbesta wê ya ku bi hestên kûr û bi zimanekî zelal nivisîye jî diyar dibe.

“Karê min tev dilêş e û şîn e bê te

Bûye nîşangeha belayê laş bê te

Cana bi safîya dostîya di dilê min de

Cîhan di çavên min de derzi ye bê te

Xweşîya min tev serhildan û matem e bê te…”

Piştî vê nexweşîyê Mestûre Xanim di sala 1848an de diçe ser dilovanîya xwe. Mestûre li pey xwe gelek berhemên hêja jî dihêle, lê gelek helbestên wê nagihîjin dema me. Ew dîsa jî di pêşketina helbesta Kurdî de wek stêrkekê derket pêş, di heman demê de wek nivîskar û lêkolînereke pêşeng a navdar deng veda. Ew wek jineke pêşeng bi jîrbûn, zanîn û welatperwerîya xwe hê jî wek stêrkeke geş di wêjeya Kurdî de dibiriqe.

Berhemên Mestûre Kurdistanî:

- Dîwan-î Masturah Kurdistanî

- Mêjûy Erdelan / Dîroka Erdelan

- Mucemu’l Udeba

- Bawerîya Îslamê û Rîsaleya Îbadetê

Nivîsén tékildar

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...