logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mela Mihemedê Palo

Nivîskar: Roşan Lezgîn

Mela Mihemedê Palo

Ji Kurdên Zaza gelek kesî di têkoşîna neteweyî ya Kurd de wek pêşeng yan jî di sefên pêşî de cih girtîye. Di serî de em dikarin navê kesayetên wekî Mela Selîm Efendî, Seyîd Riza, Kurdîzade Ehmed Ramîz, Xelîl Xeyalî, Dr. Nûredin Zaza, Faîq Bûcak, Seîd Elçî, Necmedîn Buyukkaya bihejmêrin. Lêbelê yên ku zêde nayên zanîn yan jî em pê nehisîyane jî gelek in. Bo nimûne, şaîr Mela Ehmedê Palo divê di nav edebîyata netewî ya Kurdan de cihekî wî yê girîng hebe, herwisa Mehdî Ozsoy û Xal Sebrî jî wisa ne. [1] Ji derveyî vana jî lehengên gelek mezin hene ku zêde nayên zanîn. Mesela, Mela Mihemedê Palo heye ku Mela Mistefa Barzanî pileya generalîyê daye wî û divê navê wî di nav kesayetên girîng ên têkoşîna neteweyî ya Kurd de cih bigire. [2] Em ê di vê nivîsê de behsa Mela Mihemedê Palo bikin.

Mela Mihemedê Palo di sala 1926an de ji gundên Paloyê li Zuvêra Piçûk hatîye dinyayê, li roja 7ê Nîsana 2007an li Zaxoyê çûye rehmetê. Qebra wî li Ziyareta Zaxoyê, li Ebasîkê ye

 

Ji Devê Gundîyên Wî Mela Mihemedê Palo

Navê wî esas Mehmûd e. Navê babê wî Mihemed e, navê bapîrê wî jî Îsa ye. Li Sêraçûrê jê re dibêjin Mehmê Mihê Îsî. Di nifûsa Dewleta Tirkan de paşnavê malbata wan Kaymaz e. Di xortanîyê de navê wî tevlî bûyerekê dibe, hevalên wî li ser îfade didin. Tê girtin lê demek paşê bi awayek kilîta derîyê hepisxaneyê dikeve dest û ji hepisxaneyê direve tê gundê xwe. Ji tehqîbata dewletê ku heta gund li dû wî tê bi awayek difilite. Ji bo ku rêça xwe bide windakirin diçe navçeya Diyarbekir Hêneyê, li wir di medreseya Şêx Ehmedê Hêneyê de dest bi feqîtîyê dike. Lê bi navê Mela Îsmaîl gundîyekî wî li wir rastê wî tê û rewşa wî eşkera dike. Li ser vê yekê terka wir dike diçe Diyarbekir. Demeka kurt li Diyarbekir dimînê lê bala xwe dide ku nikare debara xwe bike, berê xwe dide gundan, diçe di medreseyan de li feqîtîyê dewam dike. Bi vî awayî diçe heta alîyê Botanê. Ji ber ku dema wî ya çûna leşkerîyê tê û rewşa wî ya firarê jî heye, ji bo ku rêça xwe bi tevayî bide windakirin, texmînen di dawîya salên 1940î de derbasî Başûr dibe. Bi vî awayî li Paloyê tê jibîrkirin. Li gundê wan, bi navê Hesen Kaymaz tenê birayekî wî yê jê mezintir hebûye. Ew jî hîç nezewicîye, wisa bêkes di nav feqîrîyê de jîyaye heta ku di sala 2006an de çûye rehmetê. [3]

Derheqê wî de tiştên ku wisa piçik û parik di bîra çend salmezinên gundîyên wî de mane hemî ev in. Lê Şerafedîn Elçîyê rehmetî derheqê wî de dibêje “Gelek menşûr, di pozîsyona lîdertîyê de Mela Mihemedê Palo hebû…”[4]

 

Ji Devê Kurê Wî Mela Zekî Mela Mihemedê Palo

Kurê Mela Mihemedê Palo yê mezin Mela Zekî derheqê bavê xwe Mela Mihemedê Palo de ev agahî dan:

“Sala ku Şêx Seîd Efendî li Diyarbekir hatîye dardekirin, babê min bihara sala pey wî hatîye dinê. Ev jî dibe bihara sala 1926an. Navê wî Mehmûd e. Bûyerek diqewime. Dewlet wî digire dike Hepisxaneya Bîngolê. Lê bi awayekî firsendê dibîne û ji hepisxaneyê bi lingên xwas direve. Di rê de lingên wî hemî dibin birîn. Rastî şivanekî tê, parçeyên kulavî didiyê, ji xwe re dike pêlav, wisa diçe heta gundê xwe Zuvêrê. Li gund jî dikevin tehqîbata wî lê xwe vedişêre, nakeve dest. Diçe Hêneyê, ji bo ku neyê nasîn, navê babê xwe Mihemedî li xwe dike. Li medreseya Şêx Ehmedê Hêneyê dixwîne. Lê li wir, yekî nasê wî derdikeve, rewşa wî eşkera dike. Hingê mecbûr dimîne cihê xwe diguhere, ji wir diçe Diyarbekir. Li wir jî zêde namîne. Diçe li medreseyên gundan feqîtîyê dike, medrese bi medrese digere, diçe heta alîyê Botanê. Dinihêre ku wisa bi qaçaxî nikare xwe veşêre, derbasî Başûr dibe, diçe li ber Şêx Ehmedê Barzanî dixwîne. Teqrîben sal 1947 e. Li wir gelekî dimîne. Paşê vedigere tê Bakur, xwendina xwe dewam dike. Lê dîsa mecbûr dibe, ji ber qaçaxîyê diçe Îranê. Li pişta Şinoyê, di navbera Şino û Mihabadê de gundek bi navê Geldîyan heye, li wir, li nik Mela Salihê Geldîyanî dixwîne. Pişt re, dîsa vedigere Bakur. Li gelek cihên din digere. Axir li alîyê Silopya, li ber Seyîd Hesenê Girikî xwendina duwazdeh îlman temam dike. Îcazeya xwe digire tê gundê Biligan. Ev gund li quntara Çiyayê Cudî gundekî mezin e. Li wê derê bi Meryema keça Hecî Salih re dizewice. Hecî Salih kurê Mela Elîyê Besna yê navdar e, Şirnexî ne. Li wir keçek bi navê Sefûre ji wan re dibe lê dimire. Zarokê wan ê duyem ez im, ez li sala 1961ê çêbûme. Çend sal li Biligan dimîne, lê ji ber dewletê mecbûr dibe diçe Başûr.

Ji vir pê ve, êdî tê bîra min. Pêşî em çûn Nihala Silêmanî, ev gund li rûberê Çiyayê Cudî yê alîyê başûr, di dolekê de ye. Em midetek li wir man. Ji wir em çûn Dehlika Melek, wê demê gundekî gelek mezin bû, 170 mal bû, niha ji ber şer xirabe ye. Hingê wê demê Mela Mistefa Barzanî hereketa Kurdî dewam dikir. Jixwe babê min ji berê de endamê Partî Demokrata Kurdistana Îraqê bû. Lewma ji ber wezîfeya Partîyê bi gelek kesan re nasîna wî hebû. Mela Mistefayî qîmeteka mezin didayê. Çû ber Mela Mistefayî. Mela Mistefa ew kir reysê Tîpa Helul-Meşakîl, yanî bû qazîyê Mehkemaya Şorişê. Çend melayên din yên wek Mela Behcet, Mela Mehmûdê Nordinî Goyî, Mela Sadînê Salih û hinekên din jî dide ber wî. Heta sala 1970yan ku hukmê zatî werdigirin, wek pêşmerge di vê wezîfeyê de ma. Lê dema Otonomî hat îlankirin hat Zaxoyê.

Li Zaxoyê, min hem ji babê xwe dersa Kurdî û Erebî digirt hem jî ez diçûm mektebê. Pişt re, di sala 1974an de şerê dijwar yê Kurdan û Sedam derket. Wê demê babê min û çar feqîyên xwe yên jêhatî çûn cebheya şer. Cebheya ku babê min têde bû, jê re digotin Hêzên Bêtuwate. Ji ber ku taktîkên şer xweş bikar dianî, hingê bû amirî batalyon, yanî qumandanê alayîyê. Ya rast, batalyon di navbera alayî û tabûrê de yekîneyeka leşkerî ye. Nêzîkî hezar pêşmerge di bin emrê wî de bûn. Ji ber ku di taktîkên şer de gelek zîrek bû, Mela Mistefa Barzanî pileya generalîyê dayê û navê wî bû ‘General Paloyî’. Bi rastî jî di taktîkên şerî de wisa zîrek bû, wî di çu şerekî de jî şikestin nexwar. Şerê wî yê herî muhim şerê Çiyayê Şîşarê[5] ye, ev çiya di navbera herêma Xoşnaw û Balîsanê de dikeve navbera Qesirmakus û Erbîlê. Çi hêzeka dijmin çûye serde, îlla kuştin û girtineka mezin xwarîye û paş ve vegerîyaye. Babê min digot, me êvarê hevalekî xwe yê pêşmerge dişand ku here ji kanîya li newalê ji me re avê bîne, êvarê bi meşkê diçû heta dihat serê çiyê, êdî roj hildihat.

Berxwedana gundê Berdereşê ku di tarîxa berxwedana Barzanîyan de gelek muhîm e, cardin General Paloyî bi batalyona xwe ve berxwedaneke gelek mezin da, hîç nehêla dişmin çeper bişikîne û pêş ve were, heta ku pêşmerge û malbat ber bi alîyê Îranê ve çûn. Berdereş li herêma Bêtuwate li qûntara Çiyayê Şîşarê niha qeza ye. Tam pêncî û çar roj di wî şerî de ma. Di bin erdê de tunel kolabûn, wexta dişmin bi tank û topan gule diavêt, yan ji firokeyan bombarduman dikir, wan xwe di bin erdê da vedişart. Lê dema şer dîsa derdiketin û çu rê nedidan dujmin. Di van pêncî û çar rojan de tenê şehîdek dan, navê wî Ferman Jîrikî bû.

Piştî Peymana Cezayîrê[6] gelek Kurd teslîm bûn, hinek hatin Bakur, gelek [180 hezar kes] jî çûn alîyê Îranê. Lêbelê General Paloyî bi qasî sed pêşmergeyî ve şerê berxwedanê dewam kir. Hingê Mela Mistefa jê re xeber şand ku şer rawestîne, eger na, dê Bizava wan pûç bibît. Mecbûr ma, ew û pêşmergeyên xwe ji çiyê hatin xwarê.

Babê min hat. Dayika min, ez û birayên min Mihemed Tahir û xwuşka min Bihar bi hinek kelûpelên hûr ve hilda, em û du pêşmergeyên din li Landrowereka piçûk suwar kirin, em çûn alîyê Îranê. Em di qapîyê Hacîumranê re derbas bûn. Pêşî em çûn gundê bi navê Işnewîye, gundek li tenişta bajarê Şino ye. Em li wir heyvekê man. Pişt re, dewletê em xistin wesaîtên leşkerî, hin bi hin, em di şeş rojan de birin Kirmanşanê.[7] Li Kirmanşanê em şeş-heft heyvan li kampeke fermî man. Ji wê derê jî em neqil kirin ser kampeke polîsan. Paşê, Dewleta Îranê em Kurd hemî bi ser şeş malbatan ve teqsîm kirin û li her dera Îranê belav kirin. Hingê mala me di nav yên ku dibirin alîyê Deryaya Xezerê, hidûdê Rûsyayê, bajarê Şeftê ku bi ser Gîlanê ve bû. Min mekteba navîn li wir bi Farisî xwend. Lê me nekarî li wir jî îdare bikin, babê min got ez neşêm nanê vira bixwum, me berê xwe da alîyê Tirkan, em di sala 1978an de ji Îranê vegerîyan. Ji ber ku babê min dê li Palo bihata nasîn, em neçûn wê derê, em çûn Şemizînan. Babê min li wir qeyda xwe di nifûsa Dewleta Tirkan de çêkir, bi navê Mehmet Kocabaş nasnameyeka nuh wergirt. Em man li gundekî piçûk yê Şemizînan bi navê Masîrê (bi Tirkî Balikli). Ev gund li tenişta Çiyayê Masîrê ye. Paşê em hatin gundê Gare, babê min çend salan jî li wir ders da feqîyan. Li herêma Şemizînan çu melayek tune ye ku şeş heyv yan salekê li ber babê min nexwendibe. Ez li wir zewicîm.

Piştî derbeya eskerî ya 12 eylul 1980 êdî dewletê rê neda ku li medreseyan dersê bide, dewlet nizanibû ew Mela Mihemedê Palo ye, digot qey normal melayekî Şemzînî ye. Babê min bala xwe dayê ku çu îmkanek tune li wir bimîne, cihê xwe guherand çû gundê Helanê. Ev gund li herêma Hekarya dikeve hidûdê Îranê, li derekî averê ye, lê gundekî gelek mezin û xweş e. Salekê ma li wê derê. Dewletê cardin rê neda ders bide, hingê mala xwe bire alîyê Îranê, çû Mêrgeverê gundê Girikê ku bi navê Girika Seyîd Ezîz menşûr e. Heşt-neh sal li wê derê ma. Li wê derê jî hem melayê gund bû hem ders dida. Ji ber ku ez li Şemizînan zewicîbûm, ez mabûm li wir, li ber malxezûranê xwe.

Wexta li Başûr dîsa Otonomîya Kurdan çêbû û hukmê zatî wergirtin, di sala 1992yan de ji Mêrgeverê diçe Başûr. Pêşî diçe Meznê, ev gund li herêma Soran nêzîkî Deyana ye. Midetek li wê derê dimîne. Hingê Mesûd Barzanî wî wek serokê Diyanetê bo Erbîlê tayin dike. Lê ji ber ku li alîyê Zaxoyê nasên wî zêde bûn, ji Mesûd Barzanî dixwaze ku neqla wî bidin Zaxoyê. Hingê Diyaneta Başûr wî bo Zaxoyê tayin dike. Ji sala 1995an heta sala 2001an wezîfeya reysîtîya Ulemayê Dînî yên Zaxoyê dewam kir. Piştî ku îstîfa kir Mela Ehmedê Şirnexî dan şûna wî. Axir li Zaxoyê, di roja 7 Nîsan 2007an de emrê Xwedê kir. Qebra wî li Ziyareta Zaxoyê li Ebasîkê ye.”

 

Ji Devê Kurê Wî Mihemed Tahirî Mela Mihemedê Palo

Kurê Mela Mihemedê Palo yê piçûk Mihemed Tahir ku li Zaxoyê dimîne jî ev agahî dan:

“Dema ku di sala 1953yan de li Bexdayê kongreya Partîyê çêdibe, beyannameya Kongreyê dihinêrin bo Qamişlo. Ji Qamişlo dihinêrin bo Qiziltepeya Mêrdînê, li wêrê teslîmê Mela Mihemedê Paloyî dikin. Melayê Palo beyanemaya Kongreyê dike nav fotêrek û dide serê xwe. Bi peyatî û bi şev diçe heta Agirîyê, li wêrê teslîmî Xurşîd Axa dike. Ew jî dişîne Rûsyayê, digihîne ber destê Mela Mistefa ku wê demê li Sovyetan dima. Lewre mirov têdigihê ku ji berîya sala 1953yan endamê Partî Demokartî Kurdistan bûye.

Xebatên wî yên siyasî ku em jê xeberdar in, piranîya wan piştî ji Rûsyayê vegera Mela Mistafa Barzanî ne. Piştî ku Barzanî di sala 1958an de ji Rûsyayê vedigere û tê li Barzan akincî dibe, hingê nameyek bo Mela Mihemedê Paloyî dihinêre gundê Berzûrê. Ev name bi destê Mela Hemdî Ebdulmecîd Îsmaîl hatîye nivîsandin. Ev zelam alimekî giran bûye, xelkê Duhokê ye, lê bi eslê xwe ji devera Wanê, ji gundê Xavesorê ye. Ji ber ku insanekî xwenda û şareza bûye, Mela Mistefa Barzanî nameyên xwe bi destê wî dane nivîsandin.

Salih Yûsifê ku serokê Licneya Partî yê devera Zaxo bûye, ligel hevalên xwe yên Licneyê yên wê demê, di sala 1958an de diçin nik Melayê Palo. Di wê Licneyê de Mela Salihê Barqosî ku alimekî gelek giran û mirovekî xebatkar bûye, Mela Ebdulxenî Sindî, herwisa feqîhên Melayê Palo, Mela Ebdureqîbê Zivingî ku kurê Mela Yûsif e û welatparêzekî mezin e, nika li Silêmanîyê dîroknivîsekî Kurdistanê ye, herwisa Remezan Îsa, Emer Hesen Bamernî û Bavê Ebdulselam Deştmasekî. Ev welatparêzên mezin pêk ve diçin gundê Berzûrê, serdana seyda Mela Mihemedê Paloyî. Li wêrê di dîwana gundîyan de nameya Mela Mistefa Barzanî bo Mela Mihemedî dixwînin. Mela Mihemed bi hurmeteka mezin wê nameyê qebûl dike û maçî dike. Mela Mistefa Berzanî di nameya xwe de jê dixwaze ku ew li Botanê wekî nûnerê Partîyê dest bi xebatê bike. Dibêje ‘Li Kurdistana Bakur mirov û kom û kutleyên xebatkar û welatparêz hene, lê bêserpereşt in. Her yek ji milê xwe ve peywendî û eleqetê li gel me girêdidin, gel me dixebitin, çimkû ji hev belav in û gotina wan yek nîne, lewma em jî neşên li gel wan danûstendinê bikin û qiseya xwe bo wan bibêjin. Tu li ser navê me li bajar û gundên Kurdistanê li gel van kom û kutleyên belav kombûnan bike, wan bigihîne hev, bila serkirdeyek bo xwe rakin, ku wextê Şorişa Başûr bikeve tengavê bişên bo me harîkar bin.

Li ser vê nameyê, Mela Mihemedê Palo bi hevalekî kurdperwer re ku navê wî Mîrza Şehbaz Berzûrî bûye, ji sala 1958an heta sala 1964an li Bakur xebatê dikin. Dora pênc hezar însanan tenzîm dikin û rêk dixin. Heft licneyan çêdikin: Licneya Silopya, ya Hekarya, ya Şirnexê, ya Goyan, ya Xerzan, ya Batmanê, ya Diyarbekirê û hinek şaxên dî. Ev mirovên hanê, eger lazim be, her dem amade bûne ku bi malê xwe, bi ruhê xwe di xizmeta Şoreşa Barzanî de bin. Her wisa Mela Mihemedê Paloyî li gel merivên navdar yên Bakur jî peywendî danîne, em bibêjin kesên wek nevîyê Bişarê Çeto, Mûsa Anter, Mistê Şewqî û hîn gelek kesên dî.

Mela Mihemedê Palo bi rêka vê rêkxistina veşartî ku wî li Bakur tenzîm kirîye, li Kurdistana Bakur bêşê dike û ji bo harîkarîyê gelek tiştî dide komkirin. Ew harîkarîya ku tête komkirin, li gundê Biligan digihîne hev. Ji wir jî bi mihafeze dihinêre bo devera Zaxoyê, teslîmê general Îsa Suwar Barzanî dike ku hingê mezinê Partî yê devera Zaxoyê bû. Ew jî dişîne bo Eshed Xoşewî ku generalê devera Duhokê bû. Ew jî dişîne bo Mela Mistefa Barzanî û li wêrê ji her devera ku pêwistî pê hebûye bo şoreşê teqsîm dike. Hevalên bavê min behs dikirin, bo nimûne, carekê bîst barên hêstiran cil, pêlav, şûtik, şal û şapik ku Mela Mihemed berhev kiribûn û hinartibûn. Carekê bîst û pênc hezar paket fişekên Bruno û panzdeh hezar paket fîşekên reşêşan û klaşnîkovan hinartibûn. Dîsa carekê nîv mîlyon pereyê wê demê yê Tirkan kom kiribû û teslîmî Îsê Suwarî kiribû. Wê demê buhayê gayekî deh lîra, nextê jinekê bîst lîra bûye. Ev tenê meblaxên carekê ne. Lê Melayê Palo bi defaet harîkarîyên wisa kom kirine û anîne Başûr, êxistine xizmeta Şoreşê.

Carekê, di sala 1959an de, Dewleta Îraqê şebekeyekê tenzîm dike ku Mela Mistefa Barzanî bi destê Kurdan bide kuştin. Hêzên îstîxbaratên çend dewletan bi hev re vê komployê rêk dixin. Lê Mela Mihemedê Palo bi awayek ji vê komployê xeberdar dibe û nameyekê dinivîsê dide Uzêrê Pîrozê ku merivekî zor fedaî bû, xelkê gundê Hevşinê ye. Name dikeve destê Mela Mistefa. Mela Mistefa Barzanî hingê li Qesra Nûrî Seîd dima. Mela Mistefa çawa vê nameyê dixwîne, dest bi tehqîqatê dike ku bi rastî jî komployek amade kirine û dê wî bi destê Kurdan bidine kuştin. Hingê derhal vedigere çiyayên Kurdistanê û careke dî naçe Bexdayê.

Li sala 1961ê, Mela Mistefa Barzanî bi rêka seyda Salih Yûsifê Zaxoyî nameyeke dî ji Melayê Palo re dihinêre. Têde dibêje Şoreş muhtacê îzgehekî radyoyê ye, bo me îzgehek peyda bike. Vê daxwaza hanê ji Mela Mihemedê Palo dike ku wê demê peydakirina îzgehekî radyoyê karê dewletan e. Mela Mihemedê Palo digel ku qaçax bû jî dîsa Mistê Şewqî digire bal xwe diçe Diyarbekir nik Mûsa Anter. Nameya Barzanî teslîmî Mûsa Anter dikin. Mûsa Anter wê nameyê digire maçî dike. Mûsa Anter diçe Îstanbulê nik generalekî teqawutbûyî ku dostekî wî yê kevin yê berê bûye û bi eslê xwe Kurd bûye. Ev meriv îzgehekê peyde dike. Mûsa Anter wî îzgehî tîne Diyarbekir. Bi Mistê Şewqî re dihinêrite Şirnexê, gundê Biligan. Mela Mihemedê Palo wî îzgehî li gel mirovên muxlis û feqihên xwe ku yek ji wan Mela Bedrîyê Mela Yûsif bû û birayê wî Mela Behcet ku ji Gundikê Melê bûn, muxtarê gund Ehmedê Hesenê Biligî, herwisa hinek camêrên dîtir yên wek Zubêrê Feqî, Uzêrê Pîrozê yê Hevşinî û digel deh mirovên çekhilgir wî îzgehî ber bi Başûr tînin. Uzêrê Mihemedê Melê ku Goyî bû û yekî gelek dirêj û xurt bû, vî îzgehî digire pişta xwe, di maweya heft saetan de ji gundê Biligan tînin Deşta Taxê, gundê Şeranişê. Li wir bi awayekî resmî, bi îmza teslîmê Îsê Suwar dikin. Sebrî Botanî, Şehban Seîd, Usman Qazî, Mela Salih Balûsî, Mela Ebdulxenî Sindî, Mela Tahir Deştmasekî jî li wêrê amade bûne û ew protokol îmza kirine. Her wisa dora heftê mirovên dî ku pêşmergeyên devera Zaxoyê bûn jî di vê dewr û teslîmkirinê de li wêrê hazir bûne û şahidê vê yekê ne. Ew jî dibin teslîmê mam Eshed Xoşewî dikin. A bi vî awayî, Radyoya Dengê Kurdistanê dikeve xizmeta Şoreşê.

Li sala 1963yan tengavîyek çêdibe. Li devera Duhokê, li alîyê Dostikîyan bizava çeteyan xurt dibe. Mela Mistefa Barzanî ji Mela Mihemedê Palo dixwaze ku hinek zilamên çekdar werin vê deverê mihafezeya xelkê xwecihî ji destê çeteyan bikin. Mela Mihemedê Palo hêzek ji 72 çekdarên bijare rêk dixîne ku duwazde jê Biligî bûne, serkirdeyê wan Ehmedê Hesen bû. Yên dî ji Şirnexê, ji Goyan û ji Silopya bûn, Nasirê Ripinî berpirsê wan bû. Melayê Paloyî ev hêz hinart devera Dostikîyan. Ev hêza hanê bi çekên xwe, ji kîsê xwe sê heyv li wêrê ma. Piştî sê heyvan ku dinya sehil bû, dîsa bi fermana Mela Mistefa Barzanî vegerîyan bo Bakur.

Li Bakur, ev kesên ku Mela Mihemedê Palo ew rêk xistibûn û tenzîm kiribûn, hinek jê eşkera dibin û Dewleta Tirkan dikeve tehqîbata wan. Hinek jê têne girtin, yên ku ji destê dewletê xwe xilas dikin, têne nik Mela Mihemedê Palo. Ew jî wan dibe nik Îsê Suwarî, nik Eshed Xoşewî û nik Elîyê Xelîl ku fermandeyên girîng yên Başûr bûn. Bi vî awayî, wî pirtir ji sed zelamî kirine pêşmerge ku xelkê Bakur bûn û hukmata Tirk li wan digerîya lê neşîya wan bigire. Dîsa, pitir ji sed û pêncî malbatên ku zelamên wan hatibûn girtin yan jî dewlet li wan digerîya, ji vê çendê mişextî û perîşan bibûn, ew anîn li devera Behdînan, li Zaxo û Duhokê û deverên dî bicih kirin.

Ev hemî xebat berîya ku bibe serokê Helul-Meşakîl çêbûne. Dîsa ev hinek xebatên wisa ne ku bi şahid têne behskirin. Lê gelek xebatên wî hene ku bi nihênî bûne, lewma em baş nizanin.

Îcar, li şerê Bêtuwate, hêzên Mela Mihemedê Palo li 35 deverî sîngê hêzên Dewleta Îraqê digirin. Hinek ji van deveran ev in: Şerê Çiyayê Makûkê ku li pişta Bêtuwate ye, şerê Dola Alamê, şerê Çiyayê Şîşarê, şerê Çiyayê Kurekê, şerê Dola Duava binîya Bêtuwate û li sê şerên li Çiyayê Zînetîrê hêzên hukmata Îraqê dişkênin. Her wisa, şerê Dolereqê ku li tenişta Bêtuwate ye. Dastanek li devera Berdereşê, dastanek li Gelîyê Suwêrê, dastanek li Çiyayê Kebkê Mehmed Axayî, dastanek li Çiyayê Hesen Begê, dastanek li devera gundê Zêwe, dastanek li devera Balîsanê, dastanek li Gelîyê Sîsewa, dastanek li devera Qeladizê, dastanek li Çiyayê Xanzadê, dastanek li Çiyayê Hertelê, dastanek li Gelîyê Baweya Xerbetanê dinivisînin. Dastana navdar ku 52 roj bi sîngê hukmata Îraqî ve girtibûn, ku bi roj dever dihat bombardumankirin û rojane bi hezaran top li wan diketin, yanî ew şerê Kanîberdê yê li devera Bêtuwate, li Çiyayê Şîşarê. Hukmata Îraqê hemî qeweta xwe 52 rojan berdewam dide ser wan, bi hemî tank û top û teyareyên xwe ve, bi hemî hêz û çeteyên xwe ve tê ser wan de. Lê neşê pêş de here. Hingê dora hezar pêşmerge di bin fermandarîya General Palo de bûne. Esas divê bê gotin, berî ku Mela Mihemedê Palo here wê cebheyê, pênc hêz li wir bûn ku her yek ji çar hezar heta pênc hezar çekdarî pêk dihat. Lê neşîyan li wêrê bisekinin. Bo nimûne, Hêza Helgurd li wêrê bû, lê di saetekê de 75 kuştî û birîndar dabûn. Bi kurtî, kes neşîya li wê cebheyê bisekine û li ber xwe bide. Li ser vê, Mela Mistefa Barzanî ferman dike dibêje bila General Paloyî here cebheya Bêtuwate. Di nav hêzên wî de xelkê Sindî hebûn, xelkê Bakur gelek bûn, heta ku qasî sed zelamên mesîhî jî di bin fermana wî de bûn. Hezar zelamên ku soza fedaîbûnê didin Mela Mihemedê Palo, di bin fermandarîya wî de 52 rojan şerekî mezin encam didin. Di bin tehtan de xendeqan dikolin, ev xendeqên lewlebî bûne. Li tenişta zinaran mewzîyan çêdikin. Di wî şerî de tenê şehîdek didin, ew jî şarapnelekî guleya topê lê dikeve, navê wî Fermanê Hemîdê Jîrikî bûye…”

 

Ji Devê Meta Salîha Mela Mihemedê Palo

Min hinek agahî ji devê meta Salîha ku jina Mela Mehmûdê Nordînî Goyî ye, ku li jor navê wî derbas dibe berhev kirin:

“Me nedigot Mela Mihemedê Palo, wê demê bi navê ‘Melayê Palo’ dihat nasîn. Rehmetî Melayê Palo weke yekî ji mala me bû, tim dihat mala me. Her carê rojek, du yan sê roj li mala me dima. Hem heval hem jî dostê zilamê min Mela Mehmûd bû. Zilamê min Mela Mehmûd hakimê Helulmişkîlat bû. Me dizanîya ku Melayê Palo kadirekî Partî ye, li gel zilamê min hakim bû. Gelek caran Melayê Palo, Elî Halo, Emerê Lealê, Osman Qazî, Sadîn Saleh û Emer Saleh dihatin mala me, xwarin dixwarin û bi zilamê min re derdiketin diçûn.

Rehmetî Melayê Palo hindî tu bêjî zilamek rehet, mêşine bû. Ji alîyê aborî ve halê wî gelek baş nebû, feqîr bû. Wê demê rewşa me hemîyan ne gelekî baş bû. Melayê Palo gelek yarîker anku henekçî bû, gelek caran bi henekên xwe rexne dikir û hevalê xwe hişyar dikir. Gelek caran jî hin henek dikir, mirov bi henekên wî ji kenan ji hal de diket.

Piştî têkçûna şoreşa Kurdistanê ya sala 1975an em çûn Bakurê Kurdistanê. Min qet hizir nedikir ku rojeke din ez ê Melayê Palo bibînim, yan jî dê wefadar derbikeve û were serdana me. Sala 1994an, em careka din ji Bakur hatîn mala xwe ya li Zaxoyê, belkî ji deh carî zêdetir Melayê Palo serdana me kir. Min wê demê zanî ew zilamekî biwefa ye.

Me jîyanek gelek xweş bi hev re derbas kir, gelek serborî û bîranînên me jî çêbûn. Carekê, şer bû, ez jî rabûm, min hindek nohk ji gundê me Nordînan rêkirin Zaxoyê, bi pereyê wan rûlihêf û rûdoşek û pembo kirîn, du dest nivîn çêkirin. Min berê xwe dayê Mela Mehmûdê me û Melayê Palo ji derîyê me ve ketin hundir. Nesrîna keça min çû ew doşek û lihêf anîn, raxistin û got ‘Bavo, dayika min ev ji me re çêkirine.’ Hingê şer bû, kes nedikarî ji mala xwe derbikeve, her gavê firoke dihatin ser gundê me û bombarduman dikirin. Mela Mehmûdê zilamê min ji Melayê Palo re got ‘Tu dibînî, Salîha çi kirîye? Dinya di çi rewşê de ye, em nizanin ka serê me li ber çi ye, ev çi çêdike! Ka tu mehkema min û Salîhayê bike.’ Melayê Palo got ‘Seyda, xwezî jinkên me hemî weke xwişka Salîha bûna, ma heqê wê dê çi be? Heqê wê ev e ku mirov wê teqdîr bike. Aha ev e, ez îşev mêhvanê we me. Eger ev lihêf û doşekên hanê çênekira, we dê çi raxista? Ev ji bo te rûspîtîyek e.’ Mele Mehmûd berê xwe da Melayê Palo got ‘Tu xweş hakim î, tu xweş dost î. Min got ka dê mehkeme bigihînî min. De ka berê xwe bide, te çikir…’ Em bi têra xwe kenîyan.”

 

Ji Devê Lezgînê Giravî Mela Mihemedê Palo

Nivîskar û şaîr Lezgînê Giravî ku niha li Zaxoyê dimîne, ku di sala 1992yan de Mela Mihemedê Palo naskirîye û bi hev re dostanî danîne, derheqê wî de ev agahî dan:

“Min bi rêya dostê xwe Hacî Jîrikî ew naskir. Xanîyê wî li Zaxo, li taxa Şehbanîkê bû. Tim cilkên Kurdî li xwe dikirin, şaşikeka reş li serî bû. Me ew bi navê Mela Palo dizanî. Welatparêzekî mezin bû. Demeka dirêj li alîyê Bakur nûnerê Partî Demokrat bûye. Hevalê Mela Mistefa Barzanî bûye. Di dema Şorişa Eylulê de wî li Bakur gelek pere û yarmetî kom kirine û ji bo Başûr hinartine. Herwisa li Bakur gelek mirov kirine endamê Partî Demokrat. Mela li Başûr jî gelek zehmetî kêşaye, li dijî hikûmeta Bexdayê berxwedaneka mezin encam daye. Lê wî tu car heqê zehmeta xwe ji alîyê ku wî ji bo wan zehmet kêşabû wernegirt! Ji vê çendê, gelek dilşikestî bû. Ya rast, Mela ji hemî partîyên Kurdan aciz bû ku di Kurdayetîyê de sistîyê dikin û di nav xwe de jî rîayetê edaletê nakin. Gelek hejar bû. Ji ber ku di nav hejarîyê de bû, carekê serdana Mam Celal kir. Hingê Mam Celal hinek pere bo wî kiribû diyarî.” [8]

 

Ji Devê Şakir Epozdemir Mela Mihemedê Palo

Ji ber ku zêdetir li Zaxoyê maye lewre gelek kesên ku ji Bakur derbasî Başûr bûne bi awayek rastî Mela Mihemedê Palo hatine û hevûdin naskirine. Yek ji vana Şakir Epozdemir e ku di nivîsên xwe yên derbarê Bûyera Seîdan[9] de behsa wî dike. Ji vê çendê, min ji Mam Şakir xwest ku ji kerema xwe renbo min bi berfirehî behsa Mela Mihemedê Palo bike. Wî jî zehmet kir, di roja 09.12.2019 de bi nivîskî derheqê Mela Mihemedê Palo de ev agahî dan:

“Di sala 1971ê de min seyda Mela Mihemedê Palo li navenda Zaxoyê sê carî ziyaret kir. Cara yekem, ez dibêjim di manga Nîsanê de bû. Li ser daxwaza Seîd Elçî ez çûm Başûr, ji bo bi Dr. Şivan re li ser gengeşîya navbera her du Seîdan nermayîyek çêkim. Roja ji Tetwanê derketim ku biçime Amedê kek Seîd bibînim, di wê rojê de ji radyoya destan min bihîst ku biryara îdareya urfî li Amed, Şirnex û Sêrtê hatîye stendin. Seîd Elçî xwest ez biçim Dr. Şivan nerm bikim bila di navbera me de dijwarî û dubendî çênebî. Ji min re got ‘Here Cizîrê, bal Şerefedîn Elçî, ew ê ji te re bibêje ka tu yê çewa derbas bibî.’ Ez çûm Cizîrê, pîqabek ji Silopya hat, ez birim mala Hacî Qado. Piştî ku bi pîqabê min birin Deşta Silopya, li nêzî hidûd min li ba Çeko [Hîkmet Buluttekin] peya kirin. Çeko bi bejna xwe ya bilind li bende min bû. Pîqab vegerîya, ez û Çeko qederek bi piya çûn nava daristanê. Gava tarîtî kete erdê, çar heb cendirme hatin, serê meriv du banqnot standin. Wê rojê çi kesê ku gumrika xwe dan cendirmeyan di ava Hêzilê re derbasî alîyê Zaxoyê bû. Çeko ez birim gundekî nava darên mazî ku navê wî Bêgova bû. Wê şevê em li wî gundî razan, sibehê em çûn Zaxoyê, em çûn ber Pira Delalê. Ew der dereka xweş bû, min li ber pirê, li qehwexaneyê Mela Mihemed bi çend hevalên wî ve naskirin. Çeko em bi hev dan naskirin. Ev cara yekem bû ku min Mela Mihemedê Palo naskir. Me bi hev re çayek vexwar. Çeko rabû, got ‘Kek Şakir, em biçin Licneya Osman Qazî, hê ku nehatîye.’ Em çûn Licneya PDK ya Zaxoyê. Osman Qazî hat, me bi hev re çayek vexwar û em li pîqaba Partîyê suwar bûn, me berê xwe da gundê Dişêşê meqera Dr. Şivan.

Cara duyem jî, di roja 23 Hezîranê de ez û Derwêşê Sado li Mûsilê ji hev veqetîyan. Derwêş çû Gilala, min û Mela Ûnis berê xwe da Zaxoyê. Gava em li Zaxoyê peya bûn, em çûn ber Pira Delalê ku seyda Mela Mihemedê Palo li wir e. Min jê pirsî ka ez ê çawa bikarim xwe bighêjînim Dr. Şivan. Wî got ‘Bi gumana min Dr. Şivan li Gilala ye, here cem Osman Qazî, ew baştir dizane.’ Kurê xwe bi min re rêkir, ez çûm Licneyê. Gotin Osman li mala xwe ye. Kurê Seydayî ez birim ber mala wî. Me hev dît. Osman tiştên xerîb gotin, her weka nebihîstîye ku Seîd Elçî hatîye Zaxoyê. Kêfa min ji xeberdana wî re nehat. Min bi israr xwest ku min bişeyne meqera Dr. Şivan. Min wisa têderxist, riya silametîyê ew e ku ez xwe bighêjînime Dr. Şivan. Got ‘Baş e.’ Min got ‘Hevalekî min li sûkê ye, ez ê biçim bînim Licneyê û em ê wisa biçin meqera Dr. Şivan.’

Ez hatim bal Mela Mihemedê Palo, ji min re got ‘Te çawa kir?’ Min got ‘Osman dibêje bi serê Kurdistanê [keça wî ye] min Seîd nedîtîye. Eger bihata Licneyê, bibûya mêhvan, wê xebera min jê çêbibûya.’ Seyda Mela Mihemedê Palo hêrs bû, sor bû, xebereka nexweş jê re got û ji min re got ‘Çawa xebera wî ji Seîd tune ye?’

Min got ‘Nuha bi têl yan bêtêlê, têlgiraf yan telefonê çawa dikarim xwe bighêjînime Derwêşê Sado ku li Gilala ye?’ Got ‘Ji te welê ye ku ev der Tirkîye ye! Bi tu awayî tu nikarî xwe bighêjînî Derwêş.’ Min got ‘Divê tu rêyek ji min re bibînî.’ Hinekî ponijî, got ‘Eger pereyê te hebe, heqê rêya kurê min bide, ez ê kurê xwe rêkim.’ Min nameyek ji Derwêş re nivîsand, heqê rê derxist da kurê Seyda. Û min û Mela Ûnisê Tetwanî xatirê xwe jê xwest.

Cara sêyê, di wan bîst rojên ku ez li meqera Dr. Şivan bûm, min du caran Mela Mihemed dît ku her carê bi du-sê hevalan ve hat meqerê û di eynî rojê de vegerîya Zaxoyê. Ji min pirs nedikir ka netîce bû çi, nedixwest têkilîyên me bizanin. Min carekê firsend dît, pirsa nameyê jê kir, ji min re bi îşaretê çavan erê kir.

Seyda Mela Mihemedê Palo însanekî xwedan tecrûbe bû. Bi dengekî bilind xeber dida û zêde hesabê kesî nedikir. Digot ‘Çi partî, çi hal? Eger hûn bixwazin Kurdan bidin dora xwe, derkevin çiyê, çend tifingan biteqînin, wê Kurd li dora we kom bibin. Ji xeyrî teqereqê, xeber di guhê Kurdan de naçe.

Cara çaran, hevdîtina me balkêş bû. Roja 9 eylul 1971ê li Bamernê min xatir ji Mam Eshed Xoşewî xwest. Ez bi minîbusê hatim Zaxoyê ku derbasî Bakur bibim. Mam Eshedî ji min re got ‘Tu Mela Mihemedê Palo bibînî, hinek şîretan lê bike. Di eleyhê me de gelekî diaxife. Heyfa me lê tê, însanekî emegdar e, em naxwazin dilê wî bişkênin. Ka çi dixwaze, em jê re texsîr nakin. Eger bixwaze, em ê pozîsyonek [meqamek] bidinê.

Gava ku ez li Zaxoyê ji mînîbusê peya bûm, min mêze kir seyda Mela Mihemedê Palo wa li wir e. Me kêfxweşî li hev da. Min pirsî ku diçe kîderê. Seyda got ‘Ez diçim Bamernê, Eshed şandîye pey min.’ Min got ‘Meçe, tenbîya te li min kir, ez ê bi te re bipeyvim.’ Û min xeberdana xwe dewam kir got ‘Ez nuha diçim Licneyê, wê ji min re bêjin ka ez ê çewa derbasî Bakur bibim. Pişt re, ka tu çawa divêyî, em hev bibînin.’ Seyda xwest ez herime mala wî. Kurê xwe bi min re danî û vegerîya çû malê. Min jî karê xwe li Licneyê qedand, ez bi kurê wî re çûm mala wan.

Mala Seyda maleka yekçavî bû. Li rûyê erdê bû. Odeyeka fireh bû, kel û pel tune bûn, xanî rût û tazî bû. Balgîyeke kilpikê di bin Seyda de, kevçî di dest de, bi destekî xwarin dixwar, bi destê din dergûşa zarokekî dihejand. Mal zêde ronî nebû, di quncekî xanî de xanima wî di teştê de cil dişûşt. Seyda nikaribû rabe, ji kurê xwe re got ‘Balgîyek jê re bîne.’ Balgîyeke kepekê ji min re anî, ez li ba Seyda rûniştim. Teklîfa xwarinê kir, min nexwest di wî halî de tiştek bixwum.

Hê min xeber nedabû, ji min re got ‘Tu halê min dibînî? Roja ku şerê azadîyê dest pê kirîye heta îro ev yanzdeh sal in halê min tu car ji vê menzereya ku tu dibînî xweştir nebûye. Ev bû sih sal ez di nav xebata Partîyê de me. Yek roj min xwe ji xebatê nedaye paş, em li Kurdistanê ne û em têkoşîna rizgarîya Kurdistanê dikin. Ev sih sal in min xwe bi van kurê camêran nedaye qebûlkirin, hê jî navê min Mela Mihemedê Macir e!’ Min got ‘Seyda, Kurd bi hezar salan ji hev cuda mane. Anuha ev Çemê Hêzilê û Xabûrê, Zaxo û Silopya wisa ji hev dûr xistine ku bi hezar salan alîyê Behdînan yê Sindîyan e, alîyê Cizîrê yê Botîyan e. Hafizaya Kurdan di vê nuqtayê de qalibê xwe girtîye. Deh sal ez li Amedê bi malîtî mam, di seferberlikê de, di Herba 93yan [Şerrê Usmanîyan û Rûsan yê di sala 1877] de, di Şerê Cîhanê yê yekem de, miletê ku ji Serhedê hatine Amedê, ji wan re dibêjin ‘macir’. Dilê xwe ji bo tiştên waha teng meke. Mam Eshed Xoşewî xwest van tiştan ji te re bibêjim; ka eger tu wezîfeyek di qedemeyê Partîyê de dixwazî, wê bidine te.’ Lê Seyda bi van gotinên min nerm nebû, bêhna xwe teng kir, da nava melûyan! Min jê re got ‘Seyda! Tu van tiştên ku ji min re dibêjî, li derva jî dibêjî?’ Got ‘Ez li her derê dibêjim.’ Min got ‘Tu xwedanê van gotinan bî, tu yê belayekê bînî serê xwe. Derbasî Bakur bibe, were welatê xwe. Eger Tirk te bigirin jî, tu yê midetek bikevî hepsê, pişt re serbest bibî.’

Seyda ji min re got ‘Meçe. Îhtîyacê min bi katibekî heye. Ez ê derkevim çiyê. Were bibe katibê min.’ Ez kenîyam. Seyda turre bû. Go ‘Bo çi dikenî? Rêya rizgarîyê şer e! Mela Mistefa bi çend merivan û çend tifingan derket çiyê, ev e tu dibînî, dijmin serê xwe li ber wî tewand…’ Min got ‘Seyda, ez li şans û talih û qedera xwe dikenim. Wek mucîzeyek ez ji destê Dr. Şivan xilas bûm. Ez çûm Hacîumranê ketim dafika Mistefa Begê Mala Cemîlpaşa. Nuha min xwe xilas kirîye ku bi silametî derbasî Bakur bibim, îcar dora te ye! Nuha Licneyê ji min re gotin, tu yê herî Xelîl Îbrahîm, mala Elî Elî, wê Elî Elî te derbas bike. Ka bêje min, ez ê çawa xwe bighêjînim bal mala Elî Elî?’ Seyda rê şanî min da. Me xatir ji hev xwest. Piştî midetek tê de çû, min bihîst ku seyda Mela Mihemedê Palo derketîyê çiyê. Şerafedîn Elçî di xatiratên xwe de qala vê yekê dike.

Sala 2001ê bû, rojek ji rojên payizê, ez û Hecî Ebdulqadirê Qiziltepeyî em ji Hewlêrê derketin, em ê derbasî Bakur bibin. Em hatin Zaxoyê, Hecî xwest wê şevê em li Zaxoyê herine mala merivekî wî û sibehê zû di derî re derbas bibin. Em çûn maleka mêhvandar, li serê banî şîv dan me. Piştî şîvê dengek hat, behsa Mela Mihemed kete guhê min. Min pirsî ka ev Mela Mihemed kî ye. Gotin ‘Mela Mihemedê Palo ye.’ Min texmîn nedikir ku hê sax e. Min xwest, eger mala wî nêzik be û ji wan re ne zehmet be, min bibine bal Seyda. Wan jî camêrî kirin, ez birim balê. Mal nêzîk bû, weka du sed metreyî, mala wan ewqas ji hev dûr bû. Gava em di derî re ketin mala wan, Seyda di nava cîyan de dirêjkirî bû. Bi milê wî girtin, piçek bilind kirin. Seydayî pal da û uzrê xwe xwest ku nikare rabe piyan. Derhal ez nas kirim, min pirsa halê wî kir ka bi vê dema ku serbest in memnûn e yan na. Seydayî dest bi gilî û gazindan kir, gelek bi tengezarî, çawa ku di binê îşkenceyê de be, wisa bû. Min jî got ‘Seyda! Te emrê xwe di ber rizgarîya welat de xerc kir anî dawîyê. Tu ji halê vêga baştir halekî din nabînî. Hema dilê xwe xweş bike û bêje xwîna şehîdan di tewşê de neçû û dev ji gilî û gazindan berde. Tu bixwazî, ez ê li Anqarayê ji Sefîn Dizayî re bibêjim bila li te bibine xweyî, heqê te heye.’ Hasilê kelam, me tiştek bi serê hev nexist. Em rabûn, me xatir xwest. Min pêlavên xwe wergirtin û ez derketim derve. Hevalê min derneket. Hebû çarîkek ez mam li hêvîya wî. Axir derket hat. Got ‘Li qisûrê min mêze meke. Piştî tu derketî, Seyda gazind kir, got wê Şakir nuha here îxbara min bike! Te ji bo çi ew anî mala min? Wê belayê wan bixe pêsîra min!’ Heta min ew îqna kir ku vî camêrî tenê xwest te bibînê, tu armanceka wî ya din nîne, ez helak bûm.’

Çîroka min û seyda Mela Mihemedê Palo ev e.” [10]

 

Ji Devê Şerafedîn Elçî Mela Mihemedê Palo

Herî dawîyê jî em gotinên Şerafedîn Elçîyê rehmetî yên derheqê Mela Mihemedê Palo de veguhêzin ku min ji kitêba wî ya bi Tirkî wergerandin:

“Li alîyê Silopya xwedanê gundê Daderê Xurşîd Onuk hebû. Bi eslê xwe ji axayên Şirnexê ye, ji malbata Axayê Sor e. Merivekî durist, di xeta PDK de bû. Rojekê Xurşîd Axa hate bal min got ‘Ez hatim bi te bişêwirim. Grûbek meriv hatine, Mela Mihemedê Palo serekê wan e. Dibêjin heta îro me ji bizava Barzanî re xizmet kir. Êdî ew gihan heqê xwe. Em ê ji vir pê ve ji bo rizgarîya gelê herêma xwe têbikoşin. Em ê dest bi şorişa çekdarîyê bikin. Divê hûn jî arîkarîya me bikin, destek bidin me. Min ji wan re got, divê ez herim bi Şerafedîn Elçî bişêwirim, heta ez fikrê wî nepirsim, di vê meseleyê de ez neşêm tu biryarek bidim. Ji bo vê ez hatim bal te.’

Min Mela Mihemedê Palo dizanî. Ji ber ku demekê li gundên alîyê Silopya melatî kiribû, me ew nasdikir. Hîn ji wê demê ve behsa wî dikirin ku kesayetekî cesûr, bêperwa û alîyê wî yê neteweyî xurt e. Paşê, ji ber meseleya Seîd Elçî min ew li Zaxoyê naskiribû. Tim li gel me bû, ji nêzîk ve bi me re eleqedar bibû. Min got ‘Baş e. Xurşîd Axa, tu ji vî karî re amade yî?’ Got ‘Nexêr, ez amade nînim.’ Min got ‘Gel amade ye?’ Got ‘Nexêr, gel amade nîne.’ Min got ‘Hûn ê bişên vî barî rakin?’ Got ‘Nexêr, em neşên rakin.’ Hingê dawîya vê dê felaket be. Ev e tu ji vî karî razî nînî. Ez jî herêmê dizanim. Rewş jî minasib nîne. Jixwe piştî bûyera Seîd derûnîya gel nemaye.’ Xurşîd Axa got ‘Ez ê çi bikim, ev hatine?’ Min got ‘Tu here, ez ê nêzîkî nîvê şevê werim gund. Bila ew jî dakevin quntara Çiyayê Cûdî, ez ê li wir bi wan re biaxifim.’

Xwedanê cîbek hebû ku min bawerîya xwe pê dianî, min jê re got ‘Îşev li pêşîya mala me raweste em ê herin derekê.’ Hat, em li cîbê suwar bûn, ji Cizîrê bi qasî nîv saetek yan jî çil deqîqe em gihan wî gundî. Xurşîd Axa li bende min bû. Ji wan re jî xeber şandibû, li dereka Çiyayê Cûdî civan dabûn hev. Ez û Xurşîd Axa em çûn. Hema bibêjin em nîvê şevê gihan cihê civînê.

Yanzdeh kes hatibûn. Di nav wan de Emer Bezek jî hebû, eşqîyayekî wisa bû ku demekê li herêma me, li alîyê Dihê û Şirnexê, li Çiyayê Botanê yê Cizîrê çiya dihejand. Lêbelê paşê çû wek pêşmerge beşdarî bizava Mela Mistefa bû. Gelek jî xizmet kir. Ez wî jî ji Zaxoyê nas dikim. Di nav wan de ez Zubeyir Yıldırım jî nas dikim. Zubeyir Yıldırım ji eşîra Omerîyan ji malbata Axa, nevîyê Silêman, kurê Ebdulah Axa ye. Merivekî welatparêz, cesûr û dilpola ye. Min ev her sê nas dikirin, ez nizanim yên din kî bûn.

Piştî ku me pirsa hev kir, wan jî got ‘Em pêşmergeyên xwebexş yên gelê xwe ne. Me bi salan li wî rexî xizmeta bizava Barzanî kir. Niha jî dor hate van deran. Em dixwazin bizava çekdarî ya gel bidin destpêkirin, em hatine dest bi şorişê bikin. Li wî rexî gelek pêşmerge hene li bende me ne. Li ser xebera me dê ew jî werin.’ Plana di serê xwe de jî wisa îfade kirin: ‘Em ê biavêjin ser qereqolan. Piştî ku me avêt ser qereqolan, dewlet dê zorê li gel bike. Hingê gel neçar, dê ji dewletê bireve xwe bispêre me, eynî wek kevira ku meriv biavêje nava avê, roj bi roj wisa pêl bi pêl dê belav bibe. Mînaka Fîdel Castro jî dan. Fîdel Castro bi duwanzdeh kesan şoriş daye destpêkirin û bi ser ketîye.’

Min got ‘Ev qiyas û ew qiyas hev nagirin. Divê meriv ji şert û mercan îstîfade bike. Niha li vê herêmê baştirîn merivê pêbawer Xurşîd Axa ye. Lê Xurşîd Axa dibêje ez ji vî karî re amade nînim, milet amade nîne. Eger hûn li derekê piştgirî negirin, hûn ê bibin sedemê felaketa gelî, hûn ê bikevin bin webalekî giran. Ne ez dixwazim bikevim bin webalekî wisa ne jî ez destûrê didim Xurşîd Axa bikeve. Tiştê herî rast ku divê hûn bikin ev e, bêyî ku tu çekek biteqînin û navê we li van deran bête bihîstin, vegerin.’

Welhasil îqna bûn lê şertekî wan hebû. Gotin ‘Baş e. Tu niha ji me re dibêjî vegerin, eger hûn piştgirîya me nekin em neşên bi tena serê xwe li vir tiştek bikin. Temam. Em ê vegerin lê metirsîya me ya jîyanî heye. Eger em vegerin, serkirdeyê Zaxoyê Îsa Suwar dê me bikuje. Eger tu bikaribî derheqê metirsîya jîyana me de ji Îsa temînatekê bigirî hingê wê demê soz, em ê vegerin.’ Min got ‘Baş e, ez ê vê bikim.’ Wê şevê ez vegerîyam Cizîrê.

Roja din, min merivekî xwe yê gelek pêbawer şand Zaxoyê bal Îsa Suwarî. Hevalê ku min şand kesek gelek pêbawer bû. Kesî îhtîmal nedida ku ew dikeve nav karên wisa. Bêdeng, sakîn, devê wî pêt, li tu derî xeber nedida. Merivekî dilpola û cesûr bû. Min jê re got ‘Here silavên min li Îsa bike û jê re bibêje ev merivên hanê bi biryara destpêkirina têkoşina çekdarî hatibûn. Lê min ew îqna kirin ku bizava wan bêwext e, niha cihê wî nîne. Lêbelê newêrin paş ve vegerin, eger tu sozê bidî ku tu yê têkilî wan nebî, dê ev meriv paş ve vegerin.’ Merivê min çû, roja din vegerîya û got ‘Temam e. Îsa gotîye bila vegerin, ez sozê didim ku ez ê eleqeya wan nekim.

Welhasil min pêşî li destpêkirina wî bizavî girt. Gelo min rast kir yan xeletî kir, niha zehmet e ku ez bişêm mihasebeya wê bikim. Lê ez dibêjim li gorî qenaeta wijdanê min, pêşîlêgirtin baştir bû. Çimkî dê gelek xwîn bihata rijandin û yek jî dê negiha tu encamekê. Dema wê nebû, zemîn amade nebû. Ji bilî çend merivan, kes vê bûyerê nizane. Li tu derê nehatîye behskirin û nivîsandin. Du sê sal berê, carekê dema ez çûm herêma Kurdistanê, hingê min pirsa Mela Mihemedê Palo kir, hîn jî li jîyanê ye. Zubeyir Yıldırım di dema cûntaya 12 eylul 1980 de li zindana Diyarbekirê di netîceya îşkenceyên ku dîtin de wefat kir. Umer Bezek hê li jîyanê ye yan nîne, ez wî nizanim.” [11]

Wek gotina dawîn, kesayetên wisa ji bo her miletek di têkoşîna hebûnê de stûnên bingehîn in. Ji vî alîyî ve jîyan û têkoşîna Mela Mihemedê Palo jî bi awayekî giştî ji bo neteweya Kurd cihê şanazî û serbilindîyê ye. Hê ku rêça wî di tarîtîya dîrokê de winda nebûye, eger kêm be jî, ez gelek kêfxweş im ku min karî xwe bigihînim hinek agahîyan û wî bidim nasîn.

 

Diyarbekir, 15.04.2020

 

 

Têbinî

[1]Mela Ehmedê Palo, Dewr û Gera Kurdistanê, Weşanxaneya Nûbihar, Îstanbul, 2018

-Mehdî Ozsoy, Dîwan (Mem û Zîne, Şîîrî), Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2014

-Xal Sebrî, Ez Kirdon rê Vona, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2019

[2]Cara pêşî ez di nivîsên derheqê Bûyera Seîdan de rastî navê Mela Mihemedê Palo hatim. Lê di hinek nivîsan de navê wî bi navê Mela Ehmedê Palo ku li Kurdistana Rojavayê dima re dihat tevlihevkirin. Lêbelê dema ez lê hayî bûm ku ev du kesên cihê ne, hingê pêşî ez ketim dû çîroka jiyana Mela Ehmedê Palo û min biyografîya wî ji serçavîyên sehîh amade kir û bi nivîsekê weşand (Binihêrin li: http://www.zazaki.net/haber/kayip-bir-kurd-aydini-mela-ehmed-palo-1902.htm) Pişt re jî min da ser rêça Mela Mihemedê Palo.

[3]Beşeka van agahîyan gundîyê wî Mela Nûrî ji devê Mela Resûl girtin û ji min rê gotin, beşeka din jî min ji devê gundîyê wî Mela Ebdulayî bi rêya telefonê girtin. Ji bo peywendîyê bo mamosta Ebdusemedî gelek sipas.

[4]Hasan Kaya, Doğunun Elçisinden Yüce Divan’a Şerafettin Elçi, Fanos Yayınları, Ankara, 2012, r. 145

[5]Mesûd Barzanî di kitêba xwe Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi(Barzani û Tevgera Azadiya Neteweyî ya Kurdan) – II, Doz Yayınları, İstanbul, 2005, r. 331’de dibêje “… hêzên rejîmê ber bi çiyayên Makuk û Şîşarê pêş ve hatin lê li hemberî êrîşa pêşmergeyan neçar bûn ku paş ve vegerin.” Ev şer di mehên eylul û teşrîna pêşîn ya sala 1974an de çêbûne lê şerên giran yên li Kurdistana Başûr di sala 1975an de jî her dewam kirine.

[6]Ji ber meseleya sînor ya Şetulereb ya di navbera Îran û Îraqê de, Şahê Îranê li dijî dewleta Îraqê piştgirîya Kurdên Başûr dikir. Îraq jî, ji bo ku Kurdan rawestîne, rabû wek taktîk bi Kurdan re roja 11 Adar 1970yan de Peymana Otonomîyê îmze kir. Lê ji ber ku ji dil nebû, her wisa, bi teşwîqa dewletên din ku bi Kurdan re kêşeyên wan hene, di roja 6 Adar 1975an de bi Îranê re peymanek îmza kir ku di dîrokê de bi navê Peymana Cezayîrê tê nasîn. Bi vî awayî Dewleta Îraqê mafên hukmê zatî ku ji bo Kurdan qebûl kiribûn bi awayê yekalî xirakir û êrîşên ku her ji sala 1974an dabûn destpêkirin gurtir kirin. Piştî paymanê jixwe Îranê piştgirîya ku dida Kurdan betal kir, hingê xwe paş ve kişandineka mezin hat meydanê.

[7]Mesûd Barzanî jî, di kitêba xwe Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi – II, Doz Yayınları, İstanbul, 2005, r. 390’de dibêje “Kampa Kirmanşahê bi taybetî ji bo pêşmergeyan û çekdaran hatibû terxankirin.”

[8] Agahîyên ku her du kurên Melayê Paloyî Mela Zekî û Mihemed Tahirî dan, dîsa agahîyên ku nivîskar Lezgîn Giravî dan, min bi riya telefonê wergirtin. Ji bo peywendîyê ji mamostayên Zankoya Zaxoyê bo kek Macid Muhamed Yûnus, herwisa ji Hewlêrê bo Karwan Ehmedî gelek sipas. Agahîyên ku jina Mela Mihemedê Nordînî meta Salîheyê dan jî, min bi riya telefonê wergirtin. Ji bo peywendîyê gelek sipas bo hevalên min Seyda Goyan û Ednan Goyanî.

[9] Seîd Elçi (1925-1971) sekreterê “Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê” ye ku li Diyarbekir di sala 1965an de hatibû damezirandin. Îcar Dr. Said Kırmızıtoprakê (1935-1971) ku bi navê Dr. Şivan tê zanîn û bêhtir xwedanê fikrekî çepgîr e, di havîna 1970yan de li Anqarayê bi navê “Partîya Demokrata Kurdistana li Tirkîyê’ partîyek dadimezirîne. Bi vî awayî navê partîya Seîd Elçî bikar diîne û li Kurdistana Başûr ku hîn nuh mafê hukmê zatî wergirtîye meqerek ava dike û plan dike ku li Bakur şerê gerîlatîyê bide destpêkirin. Seîd Elçî ji bo ku gengeşîyên di navbera herdu partîyan de çareser bibin dixwaze bi Dr. Şivan re rû bi rû biaxife, diçe meqera wî ku li gundê Dişêşê ya herêma Berwarîyan e. Lê ew û xortek bi navê Mihemedê Begê ku gel wî bûye li wir têne kuştin. Paşê, merivek bi navê Ebduletîf Savaş ku tu peywendîya wî bi siyasetê re nîne ji bo ku pirsa Seîd Elçî bike, diçe Dişêşê, ew jî tê kuştin. Demek şûn de, bûyer eşkera dibe, hingê li ser daxwaza endamên hevalên Seîd Elçî û wan, Seîd Kırmızıtoprak (Dr. Şivan), Hîkmet Buluttekin (Çeko) û Hesen Yıkmış (Brusk) têne girtin û ji alîyê Dadgeha Şorişê ya Rêvebirîya Başûr ya wê demê ve têne dadgehkirin û cezaya kuştinê digirin. Ev bûyera hanê di dîroka nêzîk ya kurdan de wek “Bûyera Seîdan” tê behskirin.

[10] Mam Şakir Epozdemir niha li Anqarayê dimîne. Yek ji pênc damezrînerên PDKT ye. Min pirsa derbarê Mela Mihemedê Palo de jê re bi nivîskî şand, mala wî ava, wî jî bi nivîskî ev agahî ji min re şandin.

[11] Hasan Kaya, Dogûnûn Elçîsînden Yuce Dîvan’a Şerafettîn Elçî(Ji Qasidîya Rojhilat ber bi Dadgeha Bilind ve), Fanos Yayınları, Ankara, 2012, s. 150-151
Şerafedîn Elçî (1938-2012) bîranînên xwe di sibata sala 2012 de li Anqarayê ji Hesen Kaya re qiset kirine, wî jî paşê wek kitêb weşandine.

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...


Mela Ehmedê Palo

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...


Mela Selîm Efendî

Mela Selîm Efendî yek ji şêxên mezin ên Hîzanê bû, ji ber ku li gor wexta xwe gelekî têgihîştî û zana bû, bibû cihnişînê Şêx Sibxetullahê Hîzanî yê ku di heman demê de şêxê Hîzanê bû. Ji ber ku Mela Selîm Efendî doza kurdayetîyê jî dikir û ji bo serxwebûna Kurdistanê hewl dida, bi fermanek, ku ji aliyê Siltan Evdilhemîd ve derçûbû, ew û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendîyê Şemzînanî di sala 1894an de surgunî bajarê Medîneya Munewere bûbûn...