Nivîskar: Abdurrahman Adak
Mela Ehmedê Heyderî, edîbê dewreke gelekî zehmet e; dewra dawîya Osmanîyan ku tê de şer û alozî hebû û destpêka serdema Komara Tirkiyeyê ku tê de înkar û qedexe hebû. Helbestvanê muhbet û xurbetê, stêrka veşartî ya edebîyata Kurdî Mela Ehmedê Heyderî di sala 1887an de li nahiyeya Dedeliyê ku niha li ser Patnosê ye û dikevê navbera Patnos û Erdîşê hatîye dinyayê. Mela Ehmed, kurê Salih, ew jî kurê Reşîd, ew jî kurê Hemze, ew jî kurê Elî, ew jî kurê Imadeddîn e. Ev malbat, ji eşîra Heyderîyan, ji bavikê Asîyan e. Eşîra Heyderîyan ku zehftir li herêma Serhedê belav bûye, her weha li herêma Dêrsimê û Başûrê Kurdistanê jî xuya dibe.
Mela Ehmedê Heyderî yê ku asta wî ya bilind ya ilmî ji berhemên wî û jiyana wî ya dersdarîyê hişkere xuya dibe, bêguman di medreseyan de perwerdeyeke baş dîtiye. Tişta ku di vî warî de tê zanîn ew e ku wî xwendina xwe ya medreseyê li Hîzanê li cem Şêx Şehabeddîn kiriye. Ev Şêx Şehabeddîn kurê Şêx Nûr Mihemed, ew jî kurê Seyid Sibxetullahê Erwasî ye. Wate: Mela Ehmed di medreseyeke baş de perwerde bûye.
Li gor agahiyên ku malbata Mela Ehmed ji Mela Ebdullahê Sergelya (Sergelya, gundê Bismila Diyarbekirê ye.) stendine, Mela Ebdullahê Sergelya, Bedîuzzeman Se’îdê Nûrsî û Mela Ehmed demekê di medreseyekê de bi hev re xwendine. Wê demê Bedî’uzzeman di ilmê tefsîrê de, Mela Ebdullah di ilmê tesewwufê de û Mela Ehmed jî di ilmê şi’r û Erûzê de jêhatî û zîrek bûne. Li ser teqdîra ku ev agahî rast be, pêwist e ku ev medrese, medreseya Hîzanê ye. Lewre Bedî’uzzeman jî di medreseya Hîzanê de li cem Şêx Nûr Mihemed xwendîye. Wate seydayê Bedî’uzzeman Şêx Nûr Mihemed, bavê seydayê Mela Ehmed Şêx Şehabeddîn e. Ji bilî medreseya Hîzanê jî, tu medreseyên ku herdu kesan bi hev re tê de xwendibin em nizanin.
Mela Ehmedê Heyderî ji bilî xwendina medreseyên Kurdan yên klasîk, her weha li Tebrîzê mekteba sen’et û hunerê jî xwendiye. Ji ber vê yekê di karên destan û zeneetkariyê de gelekî jêhatî bûye. Di vê çarçoweyê de Sobeyên xwe wî bi destê xwe çêkirine.
Mela Ehmed di dîwana xwe de jî behsa Tebrîzê kiriye:
Di semtê xurbetê bend im li Tewrîz û Hemawend im
Birûska hicretê jendim biqîmê hel kirim Hellac
Hemawenda ku di vê beytê de derbas dibe, navê eşîreke li herêma Kîrmanşahê ye. Ev jî dide nîşan ku helbestvanê me demekê li Îranê maye û li bajarên Tebrîz û Hemawendê jiyaye. Jixwe li gor agahiyên ku malbat dide, Mela Ehmed bi Farisî jî dizanî. Ev taybetiya wî û mana wî ya li Îranê hev temam dikin. Serdema perwerdehîya Mela Ehmed, heta bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Dema em sala jidayîkbûna wî (1887) bînin ber çavan, di wextê wî şerî de (1914) dibe 28 salî. Piştî vê demê serdemeke nû di jiyana wî de destpê kirîye.
Şerê Cîhanê yê Yekem û koça Nisêbînê
Şerê Cîhanê yê Yekem, jiyana Mela Ehmed bi tevahî guherandiye. Çawa ku me li jor jî got, Mela Ehmed di 28 salîya xwe de beşdarîya vî şerî kiriye û wekî encam tê de birîndar bûye. Birayê wî jî di heman şerî de şehîd ketîye. Heçî bavê wî ye, ew hêj berî şer çûye ber dilovanîya Xwedê. Dema ku di vî şerî de Rûsan herêma Serhedê dagir kirine, xelkê herêmê ji bêgavî koç kirine. Mela Ehmed jî bi qafîleyekê re koçî herêma Nisêbînê kirîye û li Newala Bûnisra bi cih bûye.
Mela Ehmedê ku hêj li Serhedê xwendina xwe xilas kiribû, li wir dest bi melatîyê kirîye. Mela Ehmed heta ku ecelê wî hatiye li wê herêmê maye û zehftir li gundên Kelehê û Bawernê û her weha li gundên Gurînê û Baqisyanê jî melatî kirîye. Ji aliyê tesewwufî ve, intisabî Şêx Ehmedê Xiznayê ku ew bixwe li Sûrî bû, lê li herêma Nisêbînê xwedî bandor bû kiriye û li ser wî medhiyeyek jî nivîsandiye. Ji xwe piştre kurê wî yê mezin Mihemed Emîn dê bibe xelîfeyê vê malbatê.
Mela Ehmedê Heyderî piştî koça xwe bi 23 salan, di sala 1937an de 50 salî li gundê Bawernê wefat kiriye û li wir hatîye defnkirin.
Dema em li zar û iyalên wî dinêrin rewşa wan weha ye: Piştî koça wî bi demeke hindik, xanima wî ya yekem wefat kiriye. Piştre bi keça Mela Eliyê Koçer ku ew jî weke wî bibû mihacirê Şerê Cîhanê yê Yekem û berya şer li Melazgirdê melatî dikir re zewicîye. Ji vê xanima wî bi navê Hemîde keçek û bi navê Mihemed Emîn, Mihemed Salih û Mihemed Seîd sê kur hatine dinyayê.
Dema Mela Ehmed wefat kiriye kurê wî yê herî mezin Mihemed Emîn deh salî bûye. Li ser wesîyeta wî xanima wî zarokên xwe şandîye medreseyan û ew dane xwendin. Helbet medreseyeke herî girîng ji bo malbatê medreseya Xeznayê ya li Sûriyê ye. Zarokê mezin Mihemed Emîn jî ji bo perwerdehîyê bo vê medreseyê hatîye şandin.
Mihemed Emînê ku perwerdehîyeke baş dîtiye, piştî bavê xwe derketîye pêş û wekî şexsîyetekî navdar malbata xwe temsîl kirîye. Wî hem melatî, hem şêxîtî kiriye û di sala 2003an de wefat kiriye. Şêx Mihemed Emînê ku di herêmê de zehf dihate naskirin, bi Kurmancî gelek berhemên edebî nivîsandine. Bi taybet mewlûda wî ya bi zimanê xelkê hatiye nivîsandin gelek belav bûye. Ji bilî Mewlûda Kurdî, wî Mewlûda Erebî, Eqîda Îmanê, Werdu’l-Etfal, û Dîwan jî nivîsandine. Piştî wefata Şêx Mihemed Emîn, kurê wî Mela Ehmed niha wezîfeya postnişînîyê dike.
Dîwana muhbet û xurbetê
Mela Ehmed dîwanake gelekî girîng nivîsandiye. Wî jî li pey rêça helbestvanên klasîk di helbestên xwe de adeta bikaranîna mexlesê domandiye. Wî wekî mexles carna Ehmed, carna Heyderî, carna jî Ehmed Heyderî bi hev re bikar anîye:
Tûtiyê şêrîn-zeban im Ehmedê şeker dehan im
Her seher şahê cîhan im Heyderê mîrane va
Ey Heyderiyê dil-keîb perwaneê şem’a hebîb
Xemrê binûş hilgir selîb ger sadiqî ya Ehmeda
Mislê te Ehmed Heyderî ka şehdê peyxamê xerîb
Neqşê seraser cewherî geş kir dilê ‘amê xerîb
Mela Ehmedê Heyderî helbestvanekî tebî’et nezm bûye. Ji vê beyta wî ya jêrîn tê fêhmkirin ku wî di ciwaniya xwe de hêj dema li Tebrîzê xwendiye dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Di semtê xurbetê bend im li Tewrîz û Hemawend im
Birûska hicretê jendim biqîmê hel kirim Hellac
Şerê Cîhanê yê Yekem û koç û hicreta wî, wusa xuyaye, bandoreke mezin li ser Mela Ehmed kirîye û wî derûniya xwe bi riya helbestê aniyê zimên. Ji vê benda jêrîn tê fehmkirin ku Mela Ehmed piştî koça xwe bi demeke hindik ev helbesta xwe nivîsandîye. Lewre ev helbest di sîh salîya wî de, wate piştî koça xwe bi du salan hatîye nivîsandin:
Min nema ismê heyatê fanîyê sîh sale me
Nam û nîşanê tebatê qet nema dîwane me
Sa’eta badê seba tê pir bi ah û nale me
Çi dema reqs û sema tê serxweş û wîrane me
Can-fidaê şehdê xendan im exisnî ya xiyas
Di helbestên Mela Ehmed de temaya xurbet, firqet û hicretê zehf heye. Ev temayên ku aîdê jiyana wî ya şexsî ne, bi temaya eşq û muhebbetê ve yên ku malê hemû helbestvanan e, gihiştine hev û helbestvan ketîye nav renc û derdekî mezin de. Di wê pileyê de ku helbestvan dikare wekî “helbestvanê muhbet û xurbetê” bê binavkirin.
Ji dîwana wî tê fêhmkirin ku wî jî wekî hemû melayên medreseyan dîwana Melayê Cizîrî xwendiye û di bin bandora wî de maye:
Ela ya eyyuhe’s-saqî ji zatê te ricakar im
Werîn camek meya baqî ji hicrê mest û xemdar im
Melûl im bê qeder saqî muferreh bim bi camê ra
Nûra te girî yekser rûyê cîhan lebaleb
Heft asîman beraber hûr û cinan lebaleb
Qedehên abê heyatê ne dî şî’ra me labaleb
Berhemên wî yên Edebiyata Dînî
Ji bilî dîwana ku li pey rêça dîwanên klasîk hatiye nivîsandin, Mela Ehmedê Heyderî her weha di edebiyata dînî de jî du berhemên hêja li pey xwe hiştine. Yek ji van Eqîdeya Îmanê, ya dî jî Munacatê Heyderî ye. Ji bilî aliyê wî yê edebî ji van berheman tê fêhmkirin ku ew zanayekî baş yên medreseyan bûye. Eqîdeya Îmanê li ser terzekî klasîk hatibe nivîsandin jî, Munacatê Heyderî wekî cûreyekî edebî di warê munacatê de di edebiyata Kurdî de berhemeke gelekî girîng û orjînal e. Bi taybet naveroka wê, çanda nivîskar ya fireh û çavkaniyên wî yên dînî, tesewwufî û edebî bi me dide nîşandan.
Teqwîmnameya wî
Teqwîmname yekane berhema wî ya pexşan e. Ev berhem ber’eksê berhemên wî yên edebî bi Erebî ye. Heyderî jî wekî gelek zana û nivîskarên berî xwe, Kurdî hew di helbestê de bikar anîye. Dema ku xwestîye li ser mijareke cuda raweste, wê demê berê xwe daye zimanê Erebî. Teqwîmname jî bi sebeb ku ne edebî ye bi Erebî hatiye nivîsandin. Mijara vê berhema wî li gor zanista klasik ya astronomîyê nîşandana wextan e.
Encam
Mela Ehmedê Heyderî, alim û edîbê dewreke gelekî zehmet e. Ew dewra ku hemû medrese ketibûne binê erdê û edebiyata Kurdî ya klasîk jî di nav wan şert û mercên zehmet de hebûna xwe berdewam kiribû. Çawa ku tê zanîn bi avakirina komara Tirkiyeyê (1923) û bi qanûna esasî ya sala 1924an hebûna Kurdan hatibû redkirin, zimanê Kurdî hatibû qedexekirin û medreseyên Kurdan jî bi qanûna “Tevhida Tedrisatê” hatibûn girtin. Piştre bûyera Şêx Se’îd qewimî bû. Ji ber vê rewşa giran gelek edîb û çalakvanên Kurd koçî Sûriyeyê kiribûn û li Sûriyeyê di nav azadiyekê de xebatên xwe domandibûn. Heçî welat e, di vê dewrê de li wir medreseyên Kurdî ketibûn binerdê, lê heyîna xwe bi dizî û zehmetî jî be berdewam kiribûn. Îcar di van şert û mercên dijwar de jî hinek berhemên Kurdî yên edebî hatine dayîn.
Bêguman Mela Ehmed di nav wan kesan de cihekî gelek mezin digire. Mela Ehmed jî ji wê nifşa edebî ye ku di dawiya dewleta Osmaniyan de mezin bûne û qedexeyên Komara Tirkiyeyê bi ser wan de girtine, lê digel vê dîsa li ser piyên xwe mane. Helbet Mela Ehmedê Heyderî bi çar berhemên xwe, cihê xwe yê gelekî taybet di nav edîbên Kurdan yên medreseyên wê demê de yên wekî Mela Nesreddinê Zoqî (1930), Mela Reşîdê Comânî (berya 1950) û Seydayê Xasî (1862-1951) hwd. heye. Hêviya me ew e ku di demeke gelekî nêz de xebateke akademîk li ser vî helbestvanî bê kirin û cihê wî di ferheng û edeba Kurdî de bê tesbîtkirin.
https://www.nubihar.com/behter/47-helbestvane-muhbet-u-xurbete-mela-ehmede-heyderi
Nivîsén tékildar