logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mele Îsmet / Îsmet Kiliçaslan

Mele Îsmet / İsmet Kiliçaslan(1932-2006)

Mele Îsmet di sala 1932yan de li Çorsêna li ser Tetwanê hatîye dinê. Navê bavê wî Hacî Evdirehman û navê diya wî jî Meryem e. Seyda sê bira û du xwuçk bûne. Navê hevjîna Seyda Nîmet e. Çar kur û du keçên Seyda û Nîmetê hene. Kur û keçeke Seyda li Ewropa, kurekî wî li Bursayê, du kur û keçeke wî jî li Îzmîrê dijîn. Seyda ji binemala Qilîçîyan e.

Seyda di zaroktîya xwe de dest bi xwendina medreseyê dike û dibe feqî. Xwendina xwe pêşî li gundê xwe dike. Çendek dû re diçe Ûranis li ba Mele Evdisemed feqîtî dike. Feqitîya xwe 12 salan didomîne hetanî ku di sala 1958 de îcazetê hildide û dibe mela. Li vir ew û hevalê xwe Feqî Huseyn bi hev re dixwînin. Ev ji me re mînakeke gelek balkêş e.

Piştî xwendina xwe diqedîne diçe gundan meletîyê dike. Seyda li gundên Tetwanê Pirûs, Kinasor, Sorp, Avetax, Sûlih, Çorsîn û Axkîsa Golê meletîyê dike. Li Qeregunduza Wanê, li taxeke Xelatê, Qilîçîyan û Morîyana Milazgirê û dawî de jî Melikavaya Elbakê melatîyê dike û di sala 1992yan de teqawit dibe. Piştî ku teqawit dibe koçî Îzmîrê dike û li wir ciwar dibe. Li Îzmîrê 14 salan dimîne û dawî de bi qezaya trafîkê di roja 3’yê tebaxa 2006’an de jiyana xwe ji dest dide û diçe ber dilovanîya Xweda. 5ê Tebaxê li gundê Çorsînê bi girseyeke mezin tête veşartin.

Em bên ser alîyên Seyda ku têkilîya wan bi xebatên Kurdî-Derê ve heye. Ew jî; welatparêzî, hezkirina zimanê Kurdî, hezkirina wêjeya Kurdî, hezkirina çand û dîroka Kurdî ne.

Seyda welatparêz bû û welatparêzîya xwe ji du cihan hildide:

1- Mele Îsmet ji bavê xwe welatparêzîyê hildigire. Bavê Seyda Hacî Evdirehman di serê sedsala 20an de koçî Stenbolê dike û li wir di nava Komeleya Pêşvebirina Kurd (Kûrt Tealî Cemîyetî ) de cih digire. Piştî vedigere Çorsîn jî ramanên xwe yên welatparêzî didomîne. Seyda jî dimîne di bin bandora ramanên bavê xwe de.

2- Mele Îsmet ji seydayê xwe Mele Evdisemed û medreseya wî welatparêzî hildigire. Medreseyên herêmê bi zimanê Kurdî perwerdehîyê didan. Feqîyên ku di xwendina medreseyan re derbas dibûn, ger welatparêz jî nebûna ji xwe dibûne xwedîyê çandeke kurdewarî. Loma di medreseyan de perwerdehî bi zimanê Kurdî dihat dayîn û kesayetên Kurd yên mîna Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran Melayê Cizîrî û hwd dihatin xwendin. Îcar seydayê medresê xwedîyê fikrên kurdewarî buya, feqî yekcar dimane di bin bandora seydayê xwe de. Mele Îsmet jî mîna hevalê xwe Feqî Huseyn welatparêzî û evîna zimanê Kurdî ji seydayê xwe Mele Evdisemed hildigire.

Seyda evînîya xwe ya zimanê Kurdî di jiyana xwe de her tim dide nîşan. Wisan e ku di dema melatîya xwe de, di civat û mizgeftê de waaz û xutbeyên xwe jî bi zimanê Kurdî dide. Piştî ku teqawit dibe yekcar dikeve nav xebatên zimanê Kurdî de.

Xebatên wî yên di derbarê zimanê Kurdî de em dikarin wiha rêz bikin:

  1. Sala 1992yan de di avakirina Enstitûya Kurdî ya Stenbolê de cih digire. Dibe endamê senatoya enstitûyê.
  2. Sala 1993yan de li Îzmirê Navenda Çand û Pîşeya Aryayê de dersên zimanê Kurdî dide û heya ew navend ji alîyê dewletê ve tê girtin ew karê xwe didomîne.
  3. Di nava xebatên avakirina TZP-Kurdî de cih digire û piştî ava dibe wek endamekî meclîsa TZP Kurdî ya Îzmîrê di nava van xebatan de jî cihê xwe digire. Wisane ku TZP Kurdî jî Seyda ji bîr nake û piştî mirinê wî wek 1. şehîdê TZP Kurdî diyar dike.

Kurê Seyda Hozan Bengî di derbarî evînîya bavê xwe ya li ser ziman û welat de wiha dibêje:

“Di hemû jîyana xwe da bi taybetî xizmeta du tiştan kir; welatê xwe û netewa xwe. Hemû jîyan û projeyên wî, bi pirs û pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê ve girêdayî bûn. Hemû axaftinên wî yan li ser van babetan dest pê dikirin, yan jî bi wan kuta dibûn. Bi vî awayî jîyana hemû dor û berê xwe jî bi wan pirsan ve girê dabû.”

Mele Îsmet ne tenê pisporekî zimanê Kurdî bû, wî her wiha Farisî, Erebî û Osmanî jî rind dizanî. Dîsa zaravayê Soranî jî baş dizanîbû. Xebatên xwe jî li ser bingeha zanîna zimanên biyanî ava kiribû. Ji Erebî û Farisî çend pirtûkên giranbiha wergerandine Kurdî. Dîsa hinek pirtûkên Kurdî ku bi tîpên Erebî hatine nivîsîn Seyda ew wergerandine tîpên Latînî.

Seyda bixwe jî di derbarî girîngîya zimanê Kurdî de paş ve gav navêje û dibêje ku bila nivîskarên Kurd tev bi zimanê xwe binivîsin. Di vî warî de wiha dibêje:

“Ez dibêjim, dijminayîya herî mezin ew e ku mirov bi zimanê xelkê berhem binivîse. Lewra ew berhem zimanê mirov dikuje. Wextê ku zimanê mirov kuşt, dêmek ku wî sîlehek çêkirîye ku zimanê mirov bikuje. Niha rexne li Ozgur Gundemê dikin, rojnameyekî me ye. Belê ji me re gelekî tiştên xweş dinivîse, lê belê yên ku wî dixwînin ji Kurdî bi dûr dikevin. Eger ne ew bûna dê Azadîya Welat çêtir bihata xwendin, çêtir biketa zimanê xelkê û çêtir xelk bizanîya ku bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe hîn bibe. Ew dibe sebep ku xelk ji zimanê xwe bi dûr dikeve, ew sebebîyet jî wek sîlehekî ye û bi wê sîlehê me dikujin”

Ziman hêmaneke jiyanê ye û wisan mîna mirovan jî xwedîyê jiyanekê ye. Ger ziman di nava jiyanê de nebe ew dem ziman bixwe jî jiyana xwe winda dike. Seyda vê tiştê rind dizane û li ser vê mijarê jî bi tundî disekine. Divê ku Kurd hemû di malên xwe de bi zarokên xwe re her tim bi Kurdî biaxivin. Ger wiha nebe Seyda dibêje, dê piştî neslekî din Kurdî ji holê rabe. Ango Seyda li ser xwepişaftinê bi giringî radiweste û dixwaze ku Kurd xwe nehelînin û qir nekin. Ji bo vê jî gotina wî wiha ye:

“Li bajarên metrepolên tirkan jî, li bajarên Kurdistanê jî, bi vê rewşê bidome, heya bîst, sî salên din Kurdî xelas dibe, lewra her kesekî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxive. Wexta bi Tirkî diaxivin, zarokên wan jî êdî Kurdî ji bîr dikin, Kurdî nizanin. Piştî 30-40 salên din dema ew jî bimirin dê zarokên wan rabin, zarok jî bi Kurdî nizanin, wê demê Kurdî jî bi wan kesan re dimire, Kurdî namîne, neslek ji holê radibe, qir dibe û sebep jî em in ku bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin. Kesê ku bi zarokê xwe re bi Tirkî diaxive, dibe qatilê zarokê xwe û qatilê neslekî, lewra ew nesla ku mezin dibe, ji Kurdî derbasî Tirkî dibe, ji me re nabe nesil û qir dibe, ew qir bû çû di nezera min de. Qatilên wan jî dê û bavên wan in ku zarokên xwe hînî Kurdî nakin. Ez ji berê ve ji bo vê yekê têdikoşim û di vê têkoşîna xwe de jî hîn bi ser neketime, lê înşaallah ez ê bi ser bikevim.”

Berhemên Seyda ev in:

  1. Pêşewa Qazî Muhamed ( wergera ji Farisî, Weşanên Doz, 2006)
  2. Dîroka Navdarên Kurd (wergera ji Farisî – Mele Îsmet û Mele Reşît)
  3. Mishefa reş (çap nebûye)
  4. Kîtabi cilwe (çap nebûye)
  5. Ol û Neteweya Kurd di Şûna Îslamê de (ji Erebî – çap nebûye)
  6. Dîwana Feqîyê Teyran (tîpguhêzî – Mele Îsmet û Mele Reşît, weşanên Enstîtûya Kurdî Stenbol) 

 

 

ÇAVKANÎ

https://www.xelat.org/salvegera-koca-dawi-ya-mele-ismet-zimanzane-kurd

https://www.bitliskulturrehberi.com/mele-ismet-ismet-kilicaslan-1932-2006/

https://meleismet.blogspot.com/2011/12/pesewa-qazi-muhamed.html

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Samî Tan

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye.


Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Cano Şakir

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Cano Şakir, di 24.12.1974an de li Gundê Til Xatûnê a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya ser bi navçeya Qamişlo ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye diniyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund temam dike û xwendina xwe ya navendî li bajarê Tirbespiyê bi dawî dike. Di despêka salên 1990 de, berê xwe dide Şamê paytexta welatê Sûriyê , li wir çend hevalan nas dike û xebatên wî yên ji bo mûzîk û şanoyê bi rêve diçin heta salên 1997an. Dûra berê xwe dide koçberiyê û li Almaniya bi cî dibe...