logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Menaf Osman

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Menaf Osman, di sala 1965an de li Hesekê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîse li wir qedandiye. Piştre li Zanîngeha Şamê, Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993yan de li Tirkiyeyê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Niha jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsar/Manîsa (T-Tipi Kapalı C. Evi-C/20 Akhisar/Manisa) de ye. Ji Frensî û Erebî wergerên wî hene, 7 roman û 2 kitêbê wî yê çîrokan hatine çapkirin; bi tevayî 13 berhemên wı hene. Romana wî ya bi navê Girê Şêran di 2017’an de hatiye qedexekirin. Wek piraya zarokên Serxetî û Binxetî, gelek çîrok di derbarê sînorê di hundirê welatê xwe de bihîstine û ev di berhemên wî de xwe didin der. Xebatên wî yê neçapkirî jî pir in. Heman demê hunermend e, wêneya jî xêz dike. Berga kitêba wî ya bi navê “Sînor” mînakek ji van xebata ye.

Berhemên Menaf Osman

Girê Şêran (roman), Weşanxaneya Aramê, 2003

Şînok (çîrok), Weşanxaneya Lîsê, 2011

Namûsname (roman), Weşanxaneya Aramê, 2012

Silava Bajariyan (çîrok), Weşanxaneya Azad, 2013

Helbestên Xezeblêhatî-Nizar Qebannî (Werger ji Erebî-helbest), Weşanxaneya Azad, 2013

Mîrê Monte Krîsto-Alexandre Dumas(Wergera ji Frensizî-roman), Weşanxaneya Azad, 2014

Piling-Şoreşname-1 (roman), Weşanxaneya Arê, 2015

Sînor (roman) Weşanxaneya Aryenê, 2018

Hezar û Yek Şev-cild 1,2,3,4, (Werger ji Erebî-çîrok) Weşanxaneya Azad, 2018

Lênûska Leyla (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2018

Cuhû - Sêbareya Zindane 1 (roman), Weşanxaneya Sîtav, 2019

Sol (roman), Weşanxaneya Aryen, 2021

Hezar û Yek Şev-cild 5,6,7,8 (Werger ji Erebî-çîrok), Weşanxaneya Azad, 2022

 

Hin berhemên ku li bende çapê ne

Antolojiya Ehmed Hilmî El-Qoxî El-Diyarbekirî, Tîpguhêzî û berhevkirin

Baskên Şikestî(roman-Cubran Xelîl Cubran), werger ji Erebî

Sêwî(Hektor Malot), werger ji Frensî

Belqîz, (helbest-Nizar Qebbanî),Werger ji Erebî

Hezar û Yek Şev-cild 9,10,11,12, Werger ji Erebî

Çûkên Bêbask (helbestên Mahmûd Derwîş), Werger ji Erebî

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...