logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mervan Serhildan

Nivîskar: Azad Zal

Mervan Serhildan

Mervan Serhildan di sala 1958an de, li bajarê Mêrdînê, li navçeya Şemrexê ji dayik bûye. Diya wî Bedrêya Sêlîmê Emer e (ji gundê Şewaşî), bavê wî jî Felîtê Mhemed Husênê Simoyê Fato ye. Navê wî yê fermî, Besalet Yaray e.

Dibîstana seretayî li Şemrexê, lîse jî li bajarê Edeneyê xwendiye. Di serdema lîseyê de bi mijarên civakî, siyasî û neteweyî re hevrû bûye. Di nava salên 1970yî de ji aliyekî ve berxwedana başûrê Kurdistanê bi hestiyarî şopandîye, ji aliyê din ve jî li ser mijarên siyasî û neteweyî ku her tim rû bi rû maye, hiziriye. Bûyer û geşedanên ku di jiyanê de bûye şahid, ew bi ber xeta azadî, demokrasî û serxwebûna miletê Kurd ve beralî kiriye...

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê).

Di serdema karmendiya xwe de, pirtûka bi navê 'Berxwedana Elektropola' nivîsîye. Di sala 2008an de malpera webê ya takekesî bi navê “www.mervanserhildan.com” vekirîye. Bi Tirkî û piranî jî bi Kurdî, li ser rojevê û mijarên girîng nêzî 600 makale, dosya û perspektîf nivîsîye. Ji van makaleyan, li derdora 300 nivîsên wî di rojnameya Azadîya Welat de weşîyane. Di 2009an de sertîfîkaya Mamostetîya Zimanê Kurdî wergirtîye. Di navbera 2010 û 2018an de li Rojnameya Azadîya Welat 3 salan karê sererastkirinê (redaksîyon) kirîye, 3 salan di rûpela Forumê de nivîskarî û 3 salan jî di rûpela Aktuelê de qunciknivîsî kirîye. Niha karên nivîskarî, çavdêrî û çalakgerîya zimanê Kurdî didomîne.

 

Berhemên Mervan Serhildan:

- Berxwedana Elektropola, roman, Weşanên Berbang, 2015 – Stenbol; çapa 2yemîn Weşanên       J&J 2023 - Amed

- Gerîneka Hestan, helbest, Weşanên J&J, 2019 – Amed

- Paradîgmanin Înfazi, analîz- bi Tirkî, Weşanên J&J, 2019 – Amed  

- Sosinê, roman, Weşanên J&J, 2023 – Amed

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Eyyup Guven

Di sala 1963yan de li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Eyyup Guven di sala 1979an de di Zankoya Dîcleyê, Beşa Zimanê Fransizî de dest bi xwendinê kir; ji ber derbeya leşkerî ya sala 1980yî  nikarîbû zankoyê kuta bike. Di sala 1990î de bi derfetên xwe dest bi lêkolînerîyê kir. Ji 1990î ve di nav xebatên siyasetê de jî cih girtiye. Berhema wî ya pêşî di sala 2008an de hatiye weşandin. Nûnertiya şaxê Mêrdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd kiriye. Dema Komeleya Niviskarên Kurd ji alî dadgehê ve hat girtin di komeleyê de sekreterê giştî bû. Niha hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamya ye. Damezrînerê sazîya ziman MEDİ-DER e û revebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamaya ye


Hesen Huseyin Denîz

Hesen Huseyin Denîz, li Stilîla Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendegehên xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stenbol û li Nîgdeyê qedandiye. Ji ber xebatên şoreşgerî di dema cûntaya leşkerî ya salên heyştêyî de li zindana Amedê maye, piştî hatiye berdan têkoşîna xwe bi awayên cuda domandiye...