Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Şoreşger û hunermend Merzîye Rezazî(Ferîqî), di 18ê Gulanê sala 1958an de li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Malbata wan bi esilê xwe ji bajarê Sine ne. Di temenekî biçûk de eleqeya wê ya muzîkê dest pê dike. Di biçûkatîya xwe de bi xweşikbûyîna dengê xwe kesên derdorê xwe dixe bin bandora xwe. Ê ku li ser wê bandor kirine jî jinên Kurd ên hunermend yên wekî Meryem Xan, Fetane Welîdî, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan û Gulbihar in.
Dibistanên seretayî û navîn li Merîwanê dixwîne. Dû re ji bo perwerdeya akademîk diçe Sineyê, dibe mamoste. Ji lîstik û şanoyê jî pir hez dikir. Ji ber wê jî di nava mamosta û hevalên xwe da keçeke xoştivî bû. Di cejin û şahîyên ku di dibistanê de çêdibûn, têda beşdar bû. Gund bi gund digere zarokan perwerde dike û bi dengê xwe yê xweş distirê. Di vê demê de dibe şahida zextên li ser gelê Kurd û tunehesibandina jin û keçan. Hewl dide ku jinan bi rêxistin bike. Daxwaz dikir ku jin bi rola pêşengîya civakî rabin.
Merzîye Rezazî ji ber nasnameya xwe ya jin û Kurd di jiyana xwe de pirî caran rastî zehmetîyan tê. Dema mezin bû û dengê wê kemilî, êdî di nava malbatê de kesî qebûl nedikir ku bistire, ji ber ku civakê strangotina jinan neyînî didît. Zehmetîya din di alîyê zimanê dayîkê de ye. Li malê Kurdî qise dike lê wextê ku ji malê derdikeve mecbûr dîmîne Farisî qise dike. Di ciwantîya wê de li Îranê serdestîya Şah Muhammed Pehlevî hebû û li ser Kurdan zilmekî mezin hebû. Li hemberî pêkanîna, biryar dide ku ji viya şûnde bi Farisî stranan nebêje. Bi vê biryarê ber bi nasnameyeke din gavê diavêje; şoreşgertî…
Dema dibihîze ku Fetane Welîdî bi zimanê wê yê zikmakî distirê, stranên wê ezber dike û dixwîne. Ji Radyoya Bexdayê hunermendên Kurd guhdarî dike. Bi deng û hunerên wan xwe perwerde dike. Di demeke kin de li herêma ku lê dijî, dibe stranbêjeke xurt û jêhatî.
Di sala 1977an de tev li Korî Musîqay Sineyê dibe û çend caran li pêşberî gel stranan dibêje. Di sala 1978an de bi hunermend û nivîskar Nasir Rezazî re dizewice. Di heman salê de tev li çalakîyên ku li dijî serdestîya rejîma Şah hatîye lidarxistin dibe û ji alîyê polîsan ve tê girtin. Çalakîyên ku tev lê bûye dikin hincet, wê ji mamostetîyê diavêjin.
Bi Nasir Rezazî û Necmedîn Xulamî re komekê ava dikin. Hunera xwe û naveroka stranên xwe bi armanca xizmeta şoreşê bike saz dike. Bi stranên xwe hewl dide hestên şoreşê di nava gel de pêş bixe. Di sala 1979an de li Îranê rejîma Şah têk diçe lê di bin desthilatîya Humeynî de rejîmeke nû ava dibe û rejîma wî ji rejîma Şah xerabtir e. Humeynî wekî rêveberîyên din êrîşî Kurdan û hêzên şoreşger dike. Li hemberî van erîşan Merzîye Rezazî û hevjînê wê tev li Pêşmergeyên Komel dibin û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Merzîye edî hunera xwe li çiyayan pêk tîne û li dijî dagirkeran jî wek pêşmerge têdikoşe. Di wan salên li ser çiyayan de bi hevalên xwe yên pêşmerge re koroyeke bi navê Korî Bangewaz ava dikin. Gelek stran û sirûdên şoreşgerî çêdikin û dibêjin. Ji bo wê dem û dever girîng nîne. Bi her awayî hunera xwe pêk tîne. Bi rêya radyoyê stran û sirûdên wê ji kuçe û kolanan heta deşt û zozanên Kurdistanê belav dibe. Li Îranê bi sirûda “Silav Ji Pêşmerge Re” dibe yekem jina Kurd ku deng daye sirûdekê. Stranên “Giyanekem be asmanî şîn(ku straneke mamosta Ezîz Şarox e û Merzîyê Rezazî bi hinek guherandinên ku di helbesta wê da çêkirine, ew xistiye qalibê marşeke şoreşgerî)”, “Maçî Xudayî û Payîz” jî tev stranên serdema pêşmergetîyê ne ku bi îmkanên herî kêm di çaxê şoreşgerîyê da xwendibûn.
Di sala 1985an de weke penaber bi kufletê xwe re diçe Swêdê. Merzîye Rezazî li Ewrûpa xebitî ku bi awayekî profesyonal dest bi kar û xebata xwe ya hunerî bike. Lê zarokê wê hê biçûk bûn, loma çend salên din jî bê çalakî dimîne. Sala 1994an bi mamosta Nasir Rezazî re ‘cd’yeke hevpar belav dikin ku bi germî ji alîyê muzîkhezên Kurd ve tê pêşwazîkirin. Piştre geşteke hunerî li Amerîka û piranîya welatên Ewropa didin destpêkirin. Bi vî awayî di huner û evîna xwe ya ji strana Kurdî re pêngaveke din ber bi pêş ve diavêje.
Piştî ku yekem qenala televizyona Kurd MED TV dest bi wêşanê dike ew jî hunera xwe berfirehtir digihîne gelê Kurd û di nav gel de pir tê heskirin. Bi girtina MED TV re jî navber nade xebatên xwe. Li kanala Medya TV bi bernameya Jîlemo ku di derbarê maf û pirsgirêkên jinan de bû, xebatên xwe didomîne. Merzîye Rezazî hertim li dijî dagirkerî û pergala feodal wekî jineke Kurd li ber xwe dide. Ji alîyên din ve bi berhemên xwe li çar alîyê Kurdistanê pêşengîya bîrdozîya neteweyî dike. Ew û hevjînê xwe Nasir Rezazî di kar û hunera xwe da hemû perçên Kurdistanê û diyalêktên zimanê Kurdî li ber çavan girtine, stranên xwe ji hemû zaravayên zimanê Kurdî hildibijartine. Hertim beşdarî çalakîyên welatparêzîyê bûye. Sala 1998 ji bo piştgîriya xebata siyasî ya Kurdên bakurê Kurdistanê çûye akademîya Kurdî li bajarê Nuess(Almanya).
Jineke xêrxwaz û xweşsohbet bû û ji pêşkevftina mirovan hez dikir. Armanca wê ya herî mezin ew bû ku rojekê Kurdistaneke serbixwe bibîne. Lê di 18ê Îlona 2005an de li Swêdê, li welatekî xerîb û ji Kurdistanê dûr koça dawî kir. Keçek û du lawên wê hene. Merzîye Rezazî, li dû xwe gelek berhem hiştin ku ji bo jin û hunermendên Kurd çavkanîyeke hunerî ya hêja ye.
https://xwebun1.org/bejing-jiyana-Merzîye-rezazi/
https://www.last.fm/tr/music/Merz%C3%AEye+Rezaz%C3%AE/+wiki
https://www.youtube.com/watch?v=GO6MMIGQKzA&t=2s
https://www.youtube.com/watch?v=l8sATa6HHkc
https://www.youtube.com/watch?v=lWvgyKXK3wM
Nivîsén tékildar