logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Fetane Welîdî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Fetane Welîdî di sala 1914an de li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Sine tê dinyayê. Ew yek ji stranbêja bi nav û deng a Sine û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bavê wê Mohemmed Şerîf Welîdî stranbêjê serşinas yê Sine ye.

Fetane hîn di temenê xwe yê biçûk de xwedî hunerek jêhatî ya stran gotinê bû. Ew dema ku hîn diçû dibistana seretayî, di heft salîya xwe de û ji alîyê mamosteyên xwe we tê keşfkirin, gelek caran jî di şahîyên dibistanê de stran û helbestan dixwîne. Ji bo wê jî mamosteyên wê bi malbata wê re dikevin nav danûstandinê û dixwazin ku li ser pêşeroja hunerî ya Fetane nîqaş bikin.

Ew bi rastî jî bê hempa ye û ev alîyê wê yê hunerî ji alîyê mamoste û derdorê wê ve pir zû tê dîtin. Ji bo wê jî, ji bav û diya wê re tê gotin ku keça wan ji vê hêlê de jêhatî ye û hewceyî bi arîkarîyê heye. Ji ber vê çendê jî lazime bi Fetaneyê re bibin arîkar û di her kêlîyê de li cem bin. Ev yek jî ji ber vê bû ku di wan deman de û ji ber kevneşopîyên civakî pir kêm malbatan rê dida ku zarokên wan ên keç di kar û xebatên hunerî de, nemaze stranan bêjin. Helbet di salên dûvre wê rejîma Îranê jî bandorek neyînî li ser rewşa wê û stran gotina wê bikira. Lê ew ji her kesekê cihê bû, deng û awaza wê bi ruh û heskirin barkirî bû!..

Ew hîn di nûciwanîya xwe de û bi alîkarîya hunermend û radyoya Sine, dest bi strangotinê dike, gelek berhemên hêja û mezin distirê. Bi vî rengî jî dengê vê jina hunermend di demek kin de li gelek cihên welat belav dibe, di nav gelê Kurd de hîna jî ev deng û huner xwedî giringî û cihek cuda ye. Stranên wê stranên xweş û mandêgar tên hesibandin.

Fetane Welîdî li konservatuara bilind ya muzîkê dixwîne û perwerdeya xwe di beşa hunerê de, li Tehranê diqedîne. Ew her wiha lêdana tar jî, li cem mamoste Elîzadeh fêr dibe. 

Fetane her wiha bi qasî sê salan li radyoya Tehranê wek pêşkêşvana bernameya zarokan dixebite û ji gelek hunermendên nas ên wê demê re jî dibe arîkar. Lê piştî demekê nexweş dikeve û vedigere gundê xwe Hesen Abad a ser bi bajarê Sine û li wir dijî. Ew xwedî dengek zelal, xweş û geş bû. Her wekî ku di temenê xwe yê nûciwan de bala gelek hunermend û mamosteyên muzîkê kêşabû ser xwe, di salên pişt re jî wê gelek kes heyranê stran gotin û muzîka wê ban, gelek kes wê ji vê jêhatîbûna wê matmayî bimana.

Wê gelek stran gotin, lê çend stranên wê yên herî bi nav û deng wiha ne; “Sebrî gul firoş”, “Aman şîrîn giyan”, “Ey yarê nazdarî”, “Dîdeye giryan”, “Li ser kanî”, “Layê layê”. Bê guman wê ne tenê ev stran xwendin. Bi demê re Fetane Welîdî dê gelek stranên bêhejmar bixwenda û mohra xwe li muzîka rojhelatê welat bixista.

Helbet girîng e ku mirov bêje, wê bi strana “Sebrî gul firoş” gav avêt nav cîhana muzîkê. Stranên vê jina Kurd a hunermend piştî salên dûr û dirêj îro jî, hîn pir tên guhdarkirin û ji wan strananên ku tu caran wê ji bîr neçin. Ew stran bi ruh û giyana jinê barkirî ne, bi hestên wê ku rengek din dide stran û awaza Kurdî. Xweşikahîyekê pê dide û mirov bi her awazekê ber bi deryayek hestan ve dibe. Hin ji van strana ev in: Şirîn Giyan, Şikofe, Bulbul, Gule Giyan, Bê Qerare, Omîdî Dilim, Ey Yarî Nazdarim…

Fetane di 21 salîya xwe de dizewice û ev zewac rê li şikestinek cidî di ruhê wê de vedike. Ew ê ji bo wê jî demekê şûnde ber bi çemê tenêtiyê ve hespê xwe bibezîne û xwe li peravên behran aram bike, xwe di çarikên stranên nîvco de bişû û keseran di sînga xwe de bikemilîne.

Salên xwe yê dawî li gundê Hesen Abad a girêdayî Sine, di nav rewşeke xerab û bi xêzanî de derbas kir. Di roja 15.09.2023yan de koça dawî kir.

 

Nîşe: Piraya vê nivîsê ji gotara Berjin Tekoşer hatîye stendin. Ji bo tevaya gotarê link ev e:

https://www.newayajin.net/fetane-welidi-deng-u-awaza-tenetiyan/


ÇAVKANİ

https://www.youtube.com/watch?v=eSc75pc5KY8&list=OLAK5uy_m7uz1GI8fcIiAeEEgrJtjSE4zSCHDWIg0

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Dengbêj Reso

Dengbêj Reso di 1902yan de li Îdirê gundê Kerîmbeyliyê ji dayik bûye. Ji eşîreta Bekirî, ji qebîla Şolika ye. Navê bavê wî Welo, dêya wî Hefsê ye. Bi tevahî şeş xwûşk û bira ne: Ehmed, Mihemed, Reso, Hemîd, Ûsiv, Hezê, Cewahir. Mala bavê Reso pêşiya jidayikbûna Reso ji Rewanê hatine Kerîmbeyliyê. Li Rewanê bi navê Sehatûlî û Varansofka gundê bera wan hebûne. Mala apekî Dengbêj Reso li wir dimîne.


Dengbêj Huseyno

Dengbêj Huseyno di sala 1936an de li gundê Mabûba yê girêdayî navçeya Motka ji dayîk bûye. Ji êşîra Sasonî ye. Navê bavê wî Şakir û navê diya wî Huzna ye. Dê û bavê wî di çarsaliya wî de (1940) li gundê Orginosê yê girêdayê bajarê Mûşê bi cîh bûne. Dengbêj Huseyno di cîwanîya xwe de gelek di bin bandora Dengbêj Sidîqoyê Resûla û Fêrîgê Borîzan de dimîne.


Dengbêj Mehmûdê Hesê

Mehmûdê Hesê yek ji dengbêjên mezin ên Kurdistanê ye. Weke dengbêjek xwedîyê edebîyateke berfireh, honakîyek xurt, bîreke kûr, temsîlkarê serdema xwe ye. Mehmûdê Hesê kevneşopîya dengbêjîyê di dema dengbêjîya xwe de di asteke bilinde de berdewam dike. Hem di mala xwe de û hem jî di mal û dawetên gundan û herêmên din de dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û dengbêjîya xwe berpêşî gel dike. Li herêm û bajarên wek Mêrdîn, Riha, Amed, Qamîşlo, Hesekê, Dirbesîyê, Serêkanîyê de heta dawîya temenê xwe gelek caran dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û kilaman distirê.