logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Îklîm û Çandinî Çemên Kurdistan Çiyayên Kurdistan Bajarên Kurdistan Sînorên Kurdistan Erdnîgariya Dîrokî
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Nisêbîn(Navçeya Mêrdîn)

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

NISÊBÎN

ERDNÎGARÎ

Nisêbîn, navçeyeke mezin ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ye, di sînorê Tirkî û Sûrî de ye; di navenda Kurdistanê de ye; bi gotineke din, li Mezopotamyaya Jorîn cih digre. Navçe ji rojava ve cîranê Qoserê ye, ji rojavayê bakur ve yê Mêrdîn û Mehsertê, ji bakur ve yê Midyadê, ji rojhilat ve yê Cizîrê, ji rojhilatê bakur ve yê Hezexê û ji başûr ve jî cîranê navçeya Qamişlo ya li Sûrî ye. Navbera Qamişlo û Nisêbînê bi qasî kîlometreyekê ye. Bilindahiya Nisêbînê ji deryayê 500 metro ye. Ji 3 behra 2yê erda wê deşt e, ya mayî jî çiya ye. Çiyayê Bagokê ku cihê wê yê herî bilind e, bilindahîya wê ji deryayê 1275 metro ye.

Ji çiyayên ku bakurê navçeyê seranser radipêçin yek jê ji hêla bakur û rojavayê bakur ve qelaçê Mêrdînê ye û yê din jî ji hêla rojhilatê bakur ve Çiyayên Bagokê ye. Deştên Qoser, Mêrdîn, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyê ku berdewama Mezopotamyayê ne, tevahiyekê pêk tînin û li ser erdên berfireh dirêj dibin. Li ser van erdên bi xêr û bêr, hîn salên BZ(Berî Zayînê) 8000an cotkarî û ajeldarîyê (xwedîkirina heywên) dest pê kirîye.

Heyamên berê, hemû riyên ku Asya bi Derya Spî alîyê Rojhilat ve û Mezopotamya bi Rojhilatê Anatoliyê ve gire didan di vir re derbas dibûn. Nisêbîn li ser wan erdan cih digre ku Firat û Dîcle can didinê û wek buhuşta ser rûyê erdê tê nasîn. Nisêbîn çi ji hêla pozîsyona xwe ya stratejîk ve, çi ji hêla rewşa xwe ya aborî ve ji heyamên berê de bûye cih û war ji mirovan re.

Nisêbîn, li ser “Riya Hevrêşim”a navdar e. Digel vê, stesyona dawî ya li ser axa Tirkiyeyê ya xeta trênê ya Haydarpaşa-Bexdadê ku dema Osmanîyan di navbera salên 1892-1917an de hatîye çêkirin jî li navçeyê ye.

Bajarê Nisêbînê bi tevahî li ser erdeke rast hatîye avakirin. Beşeke mezin ji bajêr li başûrê Riya Hevrêşim cih digre. Li bakurê bajêr topografya pêl bi pêl bilind dibe, Di “Nexşeya Herêmên Zelzeleyê yên Tirkiyeyê” de ku sala 1996an ji aliyê Wezareta Avadanî û Îskanê ve hatîye weşandin, navçe li ser xeta zelzeleyê ya dereceya sêyem tê xuyakirin.

Navçe xwedî du çemên girîng e. Ji van a herî girîng û mezin Çemê Bûnisra (Çaxçax-Cex Cex-heyamê berê jî digotin Mygdonîos) ye ku kanîya wê Çiyayê Bagokê ye. Çemê ku ji Avaspî û Avareş pêk tê, xwe berdide Deşta Nisêbînê. Çemê Bûnisra ku erda bajêr dike du şiq û tê re derbas dibe û girîngiyekê dide vê derdorê, li Sûrî tevli Çemê Xabûrê dibe. Bi qenalên avdanê li deştê çandinî bi avê tê kirin. Di vî warî de, bêhtir pembo tê çandin ku îro ew nîşana navçeyê ye. Çemê girîng a duwem jî ji gundê Hebîsê dertê û di Stîlîlê re derbas dibe. Ev çem tenê ji bo avdana baxçeyan tê bikaranîn. Digel van li navçeyê du avên din jî hene, yek ji wan Ava Borengê ye ku ji navbera Bazarê û Qolika dertê û zevîyên gundên Qolika û Kinikê av dide; ya din jî Ava Serê Kanîyê ye.

DÎROK

Nisêbîn di navenda kevaneka çiyayên Toros-Zagros de, bi gotina dîroknasan li “Heyvika Zêrîn” cih digre. Li dinyayê cara ewil li vê herêmê çandinî, kedîkirina ajalan û avakirina gundên mayînde dest pê kirîye û insanetî ber bi pêşketinê ve çûye. Li gor bermayîyên Girnewas ya li bakurê Nisêbînê ku di kolandinên arkeolojîk de hatine bidestxistin, avabûna Nisêbîn bi kêmanî dire heya bi hezarsala 4emîn ya BZ (Berî Zayînê). Kolandin di beşeke biçûk de hatine kirin, hîn tebeqeyên jêrîn derneketîne holê, dibe ku Nisêbîn hîn zûtir jî hatibe avakirin. Ji ber ku xebatên li cihê weke Kerborana Mêrdînê, dide xuyakirin ku berî 12 hezar salan niştecihbûn û avakirina gundan ya li herêmê dest pê kirîye.

Kolanên arkeolojîk ên ku vê sedsala dawî li Mezopotamyayê hatine kirin, gelek agahîyên nû bi dîroka cîhanê dane qezenckirin. Di arşîva Marî ya heyama Babîla Kevn de, deştên Xabûrê bi maneya “Welatê Jorîn” bi têgeha Sûbartû tê binavkirin. Til Xelef(Girê Xelef), ya bi mîlekê li rojavayê başûrê Serêkanîyê(Resûlaynê) ye û bi 114 kîlometreyan dûrî Nisêbînê ye, wekî paytextê Sûbarîyan tê zanîn. Sûbarûyên ku hezarsalên 5emîn û 4emîn ên BZ serdest in, li herêmê şaristanîyeke mezin ava kirine. Til Xelef a ku di nîvê herêmeke avdar û bixêr û bêr de cî digirt, bajarekî bêhempa bû; bi qesrên şêrîn ên ku hekîm tê de rûdiniştin û bi peykerên ku her yek berhemeke hunerî ye, dagirtî bû. Ev şaristanîya ku Sûbarîyan ava kir, hema hema hemû derdor xistibû bin tesîra xwe. Li tebeqeyên jêr ên avahîyên Sumer û Babîlîyan, qiremîtên ku dişibin ên li Til Xelefê hatine dîtin. Ev tê wê maneyê ku şaristanîya Mezopotamyaya Jorîn ber bi başûr çûye. Vê şaristanîyê paşê li Sumer û Misrê pêşveçûnên mezin nîşan daye. 

Xelkê ewil li herêmê jiyane yê em navê wan zanin Sûbarî, Hurrî-Mîtanî û Gûtî ne ku ew pêşîyê Kurdan in. Hin dema desthilatdarî ketîye destê Sumerî, Akadî, Babîlî û Asûrîyan. Sedsalên 9emîn û 8emîn yê BZ Ûrartûyî hukum li herêmê dikin. Serê sedsala 7an ya BZ jî dewra Medan dest pê dike û dewleteke mezin ava dikin. Bi derbeyek di hundirê Dewleta Medan de, bi guhertina xanedana rêveber dûra dewlet ketibe destê Persîyan jî ev dewlet demeke dirêj weke Dewleta Med û Persan dihat binavkirin. Wekî din, heya bi dora salê 1000î yê PZ jî navên Med û Kurd di şuna hev de dihatin bikaranîn. Weke mînak, hin bûyernivîsan Merwanîyên Kurd weke Med bi nav kirine.

Bi êrîşên Îskender herêm kete destê Helenîyan(Yûnanî). Piştî wan, dîsa desthilatdarî kete destê xelkê herêmê û bi navê Partan, Sasanîyan dewlet hatin avakirin. Bi dû de êrîşên Ereban dest pê kir, herêm û derdorek berfireh kete destê dewleta Îslamê. Piştî demeke kin gelek dewletên Kurdan hatin avakirin weke Dewleta Buweyhîyan, Dewleta Merwanîyan, Dewleta Eyyûbîyan… Hin ji wan xelîfe jî xistibûn bin bandora xwe. Di vê demê de herêm bi pêş ket, gelek xan, sûr, keleh, pir û avahî hatin avakirin. Bi saya qedirdayîna ilm û aliman yê rêvebirên van dewletê Kurdan, di vê demê de di warê zanistîyê de gelek pêşketin çêbûne û gelek alimên ku li dinyayê bûne xwedî nav û deng gihiştine.

Di van hemû deman de Nisêbîn bajarekî mezin e û gelek caran bûye payîtextê herêma xwe.  Di heman demê de navenda bazirganîyê bû. Axilbe dema ku Akademîya Nisêbîn hate avakirin(326), nav û dengê wê li gelek derên dinyayê belav bûye. Akademîya Nisêbîn wek yek ji zanîngeha ewil ya dinyayê tê qebûlkirin. Li vê zanîngehê ligel perwerdehîya olî, dersên weke felsefe, mantiq, edebîyat, geometrî, astronomî, tib û hiqûqê jî dihat dayîn. Di dawîya sedsala 5an de Nisêbîn navendeke Nastûrîyan e û wek ku tê zanîn Nastûrî jî Kurd in.

Seyyahên sedsalên 12emîn û 13emîn jî, di derbarê Nisêbînê de, behsa xanîyên delal yê nav bexçeyên têr î tije, hemamên bedew, pira li ser çemê Hîrmasê(Cexcexê), nexweşxane, dibistanên wê û sûra dora wê ku 6500 gav bûn dikin.

Piştî êrîşên Moxolîyan(1230) û Tîmûrleng herêm tar û mar dibe. Tîmûr bajarê Nisêbînê tevî hildiweşîne û wêran dike, agir pê dixe. Vê heyamê Kurdistan tevde kete rewşeke xerab û tevlihevî zêde bûn. Nisêbîn jî piştî vê rûdanê careke din bi ser xwe ve nehat û heya roja me nema gihişt asta xwe ya berê.

Di vê navberê de her çiqasî demê kin hukim ketibe destê koçberan jî, di serê sedsala 16an de Dewleta Osmanî û Mîrekîyên Kurdan, ji bo bihevrebûnekê ku Kurd xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin, lê di dema şer de alîkarîyê bidin Dewleta Osmanî peyman bi hev re çêkirin û heya nîvê sedsala 19an bi gelemperî Nisêbîn û herêm tevde di bin hukmê mîrekîyên Kurdan de bû. Piştî vê demê Dewleta Osmanî ne li gora peymanê tev gerîya û bi êrîş û şeran herêm xiste bin destê xwe. Dewleta Osmanî jî dema Herba Yekemîn ya Dinyayê ji hev bela bû; di vê demê de Kurd ji bo azadîya xwe gelek tekoşîn kirin lê di dawîyê de Kurdistan di nav 5 dewletan de hate parvekirin û Nisêbîn di nav tixûbê Tirkîyê de ma. Di vê demê de jî, ji bo azadîyê Nisêbîn her bajarekî berxwedêr e û gelek qehreman û rewşenbîr tê de gihiştine. Yanî bi hezaran salan e bi berdewamî Kurd niştecîh û xwedîyên herêmê ne.

KIŞWER Û FLORA

Nisêbîn havînan germ û ziwa ye, zivistanan tîngerm û bi baran e. Bêhtir baran dibare, pir kêm berf tê. Havînan germahî heta bi 40 dereceyî bilind dibe. Heyvên herî sar berfanbar û rêbendan e, heyvên herî germ jî Tîrmeh û Gelawêj e. Baran herî zêde heyva Nîsanê, herî kêm jî heyva Gelawêjê dibare.

Cihên çiyayî bi daristanên berûyê xemilandî ne. Alîyê deştî yê bajêr bi giştî bi armanca çandinîyê tê bikaranîn. Li Newala Bûnisra û Stilîlê, li Serê Kaniyê û li navenda bajêr baxçeyên sebze û mêweyan hene û di nav van baxçeyan de jî bi hejmareke pir spîndar têne çandin. Li herêmên çiyayî jî rezvanî tê kirin. Li ser axa bajêr di serî de pembo, genim, ceh, nîsk, garis, kuncî û sebze têne çandin. Salên dawî zeytûnvanî jî gelekî pêşve diçe.

Herêm berê ji hêla daristanan ve gelekî dewlemend bû. Heta salên 1900î, bakurê bajêr heta bigihije deştê bi darberûyên sedsalane xemilandî bû. Piştî vê tarîxê Elmanan, wan salên ku Riya Hesin a Haydarpaşa-Bexdadê dihat çêkirin, ji bo ku lokomotîfan bişixulînin ev daristan birîne û ziyaneke mezin dane daristanan. Niha jî aliyê bakur ê bajêr, ji bilî derên rezî, bi tevahî bi darberûyan xemilandî ye. Daristanên heyî, daristanên enerjiyê ne; lê di encama ziyanan û berfirehkirina zevîyan de ku van salên dawî hatine çêkirin, saw û debdebeya xwe winda kirine. Li van daristanên berûyan ku tim tên birîn mirov rastî darbenik, benav, darebî û çinaran jî tê.

Cureyên daran ên vê deverê spîndar, çam, darberû û darmêweyên cur bi cur in. Wekî din fêkîya bi navê ‘teraqîyê’ heye ku li kêm deveran digihe û çêjeke (tameke) wê ya xweş û cuda heye. Kuwark (kumik) bi navê ‘Dûvberan’ jî ku tenê li vê herêma Kurdistanê şîn tê û ji aliyê çêjê ve di nav kuwarkan de li cîhanê ya herî xweş e, sebzeyek ji yên vî bajarî ye. Digel van kuwarkan, fistiqa deştî ku li nav gel wekî ‘şînok-kizwan’ tê binavkirin û di şert û mercên xerab de li gundan di çêkirina sabûnê de dihat bikaranîn, cudahîyeke hêjayî lêkolînê ye. Wekî din giyayê ‘qaparî (şahfel)’ ku li Nisêbînê pir şîn tê û bi taybetîyên xwe yên ku kulîlkên wê gir û spî ne, bi strî û bi giştî bi erdê ve dirêjkirî ye, balê dikşîne; giyayek e ku xunçeyên kulîlkên wê di pîşesazîya (endustrî) derman û kozmetîkê de dikare bê bikaranîn.

DEWLEMENDIYÊN BINERDÊ

Li derdora Nisêbînê bi salan e xebatên lêgerîna petrolê tên kirin. Cara pêşîn Tîrmeha 1975an li meydana Çemerloyê ku li rojhilatê Nisêbînê li herêma sînorê Sûrî cih digre, rezerva petrolê hatîye dîtin. Heta niha bi dehan cihê bîran hatîye tesbîtkirin, di piraya wan de sondaj hatiye kirin û di hin ji wan de gaz, di gelekan de jî petrol hatîye dîtin. Petrola ku tê derxistin tê stasyona danhevê ya Çemerloyê û ji vir bi tankêran neqlî stasyona valakirinê ya Pîrînçlîka Amedê dibe. Herî dawî, TPAO(Şîrketa Petrolê ya Tirkîyê) di 10.12.2021ê de dîtin û derxistina petrolê ji bîra li gundê Merbabê ya li rojavayê Nisêbînê ya di sînorê navbera Sûrî û Tirkî de hişkere kir.

Navçeya Nisêbînê li ser riya E-24ê ye ku bi navê Riya Hevrîşim tê zanîn. Riya E-24ê piştî Nisêbînê di Cizîr û Silopîyê re derbas dibe, ji wir ber bi başûr di derîyê sînor ê Xabûrê ve derbasî nav axa Iraqê dibe. Ev rê, riya sereke ye ku barkêşiya TIRan lê dibe di navbera welatên Ewropayê û Rojhilata Navîn de. Girêdana rê ya bi bajarên li bakurê navçeyê ji ser guzergeha Mêrdîn-Diyarbekir-Elezîz tê pêkanîn.

Nisêbîna ku di dîrokê de her bûye xaçerê, di riya hesin de jî cihê xwe girtiye. Xeta Trênê ya Haydarpaşa-Bexdadê ku dema Osmanîyan şebekeya rê ya herî mezin bû, di Nisêbînê re derbas dibe. Piştî Nisêbînê digihîje Sûrî û Iraqê.

Ji Nisêbînê rêwîtîya bi riya hewayê bi riya Balafirgeha Mêrdînê ku 12ê Çileyê Paşîn a 2000an vebû, pêk tê.

NIFÛS

Di 1927an de nifûsa hundirê Nisêbînê 2851 bû, nifûsa gundan 9571 bû. Di 2000î de nifûsa hundirê Nisêbînê 81858 bû, nifûsa gundan 15798 bû. Nifûsa navçeyê ji ber koça ji gundan bo bajêr, piştî salên 1950î bi awayekî xurt zêde bûye. Wekî din, Nisêbîn yek ji wan navçeyên sereke ye ku koçê dide derve. Van salên dawîyê hejmareke zêde ji gelê vir koçî nav welêt û derveyî welêt kiriye.

Wek Cizîr û Sûra Amedê, Nisêbîn jî bi bûyer û rûxandinên di sala 2015an de derbek mezin xwar û piraya bajêr bû kavil. Di sala 2015an de nifûsa Nisêbîn derdora 116 000î bû, lê piştî bûyerên qewimîn û rûxandina hin mihelên Nisêbînê bi destê dewletê, gelek malbat koçber bûn û hin jî hatin kuştin, loma nifûs pir daketibû. Di 2021ê de jî nifûsa Nisêbîn bi tevayî bûye 113 728 kes.

Sala 2012an statuya gund û bajarokan wek mehelleyan hatine guhertin. Li gor rewşa berê bajarok, gund û mezrayên Nisêbînê ev in(Hin ji wan ji aliyê dewletê ve hatine şewitandin, xerakirin û valakirin): Erbetê, Dala, Dêrzendîq, Gundikê Xêlid, Eferê, Kelehê, Kertwênê, Çola Bekir, Şanîşê, Girêmîra, Badibê, Eznawirê, Geliyê Soran, Girêbiya, Girêmara, Hacilivê, Kengerlî, Hibabê, Qenterê, Qolika, Mişawirê, Marînê, Mendikan, Berhokê, Bazarê, Tilhesenê, Siwêşkê, Stilîlê, Gurik, Bizgûrê, Cibilgrawê, Çalê, Çûva, Hebîsê, Xirabreşik, Xirbeka, Bezekê, Kurikê, Qesra Serçixanê, Talatê, Zivingê, Bawernê, Baqisyan, Girhesin, Gurînê, Xirbezil, Nêrgizokê, Sirîncik, Weysîkê, Erebanê, Binerdka, Efşê, Birgûriya, Girefşê, Têzxerab, Gundikşikro, Çemerlo, Xarabêalê, Xarabêmişka, Kemîna, Kinikê, Fisqînê, Merbabê, Mezramihoka, Mezragelyêpîra, Sêderyê, Tilminarê, Tilyaqûbê, Hatxê, Bamidê, Cibiltînê, Cinatahiso, Cinatamiho, Dêrcemê, Xerabêbaba, Herbê, Xirbêzil, Qûzo, Menderê, Şabanê, Tinatê, Zorava, Serêkanyê, Qesirbelekê, Hesinmeyrem, Grefşê, Xirbêhinarê, Xirbêcelal, Bezekê

REWŞA ABORÎ

Aborîya navçeya Nisêbînê li ser çandinî û bazirganîyê ye. Bi saya çemê Bûnisrayê erdeke heyştê hezar dekarî tê avdan û li erdên nêzîkî çem jî kar û barê çandinîyê yê bi xêr û bêr berdewam dike. Li Deşta Nisêbînê ya ku havînan ziwa û pir germ e, bi piranî dexl û baqil tên çandin. Zadên girîng ên tên çandin genim, ceh, pembû û nîsk e. Hema hema nîvê çandiniya ziwa genim e; piştî wê bi dorê ceh û nîskên sor tên. Wekî din kêm be jî nok, kuncî, fasolîyên şîn, baqil û bamye jî tên çandin. Hilberana fêkî (mêwe) û şînahiyê (sebze) têrî beşeke girîng a pêdivîya navçeyê dike. Seravanîya ku bi armanca ceribandinê hatîye kirin encamên baş dane lê di vî warî de tu pêşveçûn çênebûye.

Li Nisêbînê milê herî girîng ê mêwevanîyê rezvanî ye. Berî bi hezara salan ev herêm wekî “devereke di nav rezên tirî de” dihat binavkirin. Ev taybetî ketîye ser neqşên keviran jî. Li gor bermahîyên hatine dîtin, tê texmînkirin ku berîya bi hezara salan ji bo ava tirî ji Nisêbînê heta bi Mûsilê di bin erdê de qenal hatine raxistin. Rezvanî digel ku îro berhemeke mîna berê ya bi îhtişam nade, hîn jî kanîyeke dahatê ya girîng e.  

Li gor taybetîyên erd û av û hewaya wê, gelek cureyên tirî digihin ku her cureyek yan ji bo şîravê, yan ji bo şerabê, yan ji bo xwarinê ye û yan ji bo ku bikin mewîj e. Hin ji navên van cureyan ev in: Kerkûş, etfî, mezrone, hesenî, qirfok û şapirzên. Ji ber tunebûna karxaneyên tirî û kêmbûna cihên bazarê, rezvanî bi pêş nakeve. Şerabvanîya ku di cîhanê de cara pêşîn li navenda Kurdistan dest pê kiriye, îro hema bibêje tuneye. Mêweyên din ên ku digel tirî li vê deverê digihin ev in: Gwîz, hejîr, hinar, behîv, incas, qeresî, mişmiş, xox, zeytûn, fistiqên entabê, tûşêmî, tûreşk, guhîj, ti’ok, beh û sêvên şîn. Li gor tê zanîn cureyê teraqîya ku bi tenê li Nisêbînê digihe, ji aliyê tama xwe ve balkêş e. Spîndarên ku ji Newala Bûnisra pê de di nav baxçeyan de hatine çandin jî kanîyeke din a dahatê ye.

Li erdên ku şûv tê hiştin jî petîx, zebeş, i’cûr û garis tê çandin. Di warê çandinîya avdar de jî bi giştî pembo tê çandin. Bi saya Beraja Nisêbînê, erdeke 6900 hektarî ya Deşta Nisêbînê tê avdan. Tevrikkirin, danhev, barkirin û valakirin û firotina pembo û karxaneyên çirçirk û preseyê dihêle ku kar ji bo mirovên vê herêmê derkeve û ev yek jî ji bo wan kanîyeke dahatê ya girîng e.

Li Nisêbînê senayî kêm bi pêş ve çûye. Hinek pemboyê ku tê bidestxistin piştî ku li karxaneyên çirçirk û preseyê yên herêmê ji hebikên wê tê veqetandin, tayê wê bo karxaneyên veçinînê yên li Entab û Edeneyê, hebikên wê jî bo karxaneyên rûn û sabûn ên li heman bajaran tê firotin. Hinek jî bi awayê bihebik bo bazirganan tê firotin.

Salên 1970yî gelek mirov ji bo danheva pembo wekî karkerên mewsimî diçûn Çûkûrovayê. Van salên dawiyê jî gelek mirov diçin herêma Marmara û Behra Reş ji bo danheva findiqan.

Piştî cotkarîyê kanîya dahatê ya herî girîng a xelkê li gundan sewalvanî ye. Li zozanên nêzîkî deştan mergên dewlemend û bikêr hene ji bo ajaldariyê. Bêhtir mî, bizin, dewar û mirîşk, elok û dîk tên xwedîkirin. Bizina hît li gor bizinên din girîngiyeke wê ya mezintir heye. Li alîyê çiyê kew, kîvroşkê berrî, rovî, gur, mamiz, wawîk (çeqel), beraz, kûzik û bizinên berrî pir in. Li aliyê deştê jî mirov li rasta sûsik, mirîşk, qaz û werdekan tê. Wekî din mêşvanî jî tê kirin. Koçerên ku bi piranî ji derdora Sêrt, Bedlîs û Colemergê tên çêreyan kirê dikin û lê pez xwedî dikin. Li van erdên ku mirovên li ser jiyane cara pêşîn di cîhanê de hesp kedî kirine û li ser perwerdekirina wan pirtûk nivîsandine, mixabin îro pir kêm hesp hene.

Li Nisêbînê heta salên 1980yî bazirganîya di ser sînor re ya bi qaçaxî gelekî dibû û ev ji bo Nisêbînê kanîyeke girîng a dahatê bû. Lê di heman demê de gelek kes bi mayînê di sînor de û bi êrîşên eskeran dihatin kuştin, yan jî birîndar dibûn. Tedbîrên piştî 1980yî hatin girtin hişt ku ev têkilîyên bazirganî yên wiha ji holê rabe. Lê di demen dawî de jî bazirganî li Nisêbînê bi qewet e, dan û stendina mal bi gelek dewletan re heye.


ÇAVKANİ

 Kaniyek ji Mezopotamyaye NISÊBÎN, Eslîxan Yildirim, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2005

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.


Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr)

Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr) Besnî yek ji navçeya Semsûrê ye. Di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Navçeya ku 41 kîlometre dûrî parêzgeha Semsûrê û li başûrrojavayê wê cih digire, navê xwe ji Hoza bi navê Be(h)êsnî ku berê, li herêma vê navçeyê jiyan dikir distîne. Lê îro ev hoz, taybetiyên xwe ên hozayetiyê wenda kiriye, ji hev de ketiye û belaw bûye. Her çiqas bi navê dewlet û hukimdariyên cuda di dîrokê de cih girtibe jî, herêm bi pirayî di bin desthilatdariya Kurdan û pêşiya wan de maye.


Cêlika/ Çelîkhan(Navçeya Semsûrê)

Cêlika navçeyeke ku li bakurê parêzgeha Semsûrê(Adiyemanê) cih digire. Navê navçeya ku îro navê wê yê fermî Çelikhan e, ji aliyê gel ve bi şêweya Cêlika tê binavkirin. Navçe ji alî Hoza Cêlika ve hatiye damezrandin, lewma navçe bi navê vê hozê tê binavkirin. Hoza Cêlika, şaxek ji hozên Reşiyan e. Weke tê zanîn Hoza Reşiyan xwe bi şêwaza Konfedere bi rêxistin kirîbû. Hoza Cêlika di sedsala 11an de, bi navê Hoza Reşan, di nav tîxûbê Mîrgeha Botan de bû, ji sedsala 12an şûn de ew hoz di nav tîxûbên Mîrgeha Heskîfê de xuya dike. Hoz piştî sedsala 13an koçî herêma Semsûrê dike, tê li derdora gundê ku wê çaxê jê re “Komşîr” dihat gotin datîne.


Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr

Şarî Pirîn(Perre), di nav sînorê Semsûrê de ye, di serdema antîk de şarekî avadan û şên bûye. Weke şarekî Komagene, Roma û Bîzans tê nasandin. Lê belê ew ne nêrîneke rast e, lew ku ew gotineke oryantalîst e ya ku kêfa mêjiyê rêveberiya herêmê jî tîne. Li gorî wan, eleqeya xelkê ku di wê serdemê de heta îro li heremê jiyan dike bi vî şarî tuneye. Belê gelek baş tê zanîn ku navê vî şarî ê bi şêwaza “Pere” bi Kurdî ye, di Kurdî de wateya cihê tê re borînê dihêwirîne. Ew peyv di Kurdiya îro de jî weke “pire” tê bikaranîn.