logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr

Nivîskar: Mehmet Oncu

Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr

Şarî Pirîn(Perre), di nav sînorê Semsûrê de ye, di serdema antîk de şarekî avadan û şên bûye. Weke şarekî Komagene, Roma û Bîzans tê nasandin. Lê belê ew ne nêrîneke rast e, lew ku ew gotineke oryantalîst e ya ku kêfa mêjiyê rêveberiya herêmê jî tîne. Li gorî wan, eleqeya xelkê ku di wê serdemê de heta îro li heremê jiyan dike bi vî şarî tuneye. Belê gelek baş tê zanîn ku navê vî şarî ê bi şêwaza “Pere” bi Kurdî ye, di Kurdî de wateya cihê tê re borînê dihêwirîne. Ew peyv di Kurdiya îro de jî weke “pire” tê bikaranîn.

Kavil û pagên Şarî Perre, di bin taxa ku berê jê re “Pirîn” dihate gotin de maye ku paşê navê wê bi şêwaza “Orenlî” hatiye guherîn. Îro kavilên wî şarê kevn û qedîm ji hêla defînekarên diz û daberiz ve bi awayekî hov tên şelandin û talankirin. Taxa ku li ser vî şarê qedîm hatiye pêkanîn, ji gelek avahiyên mişemir û beredayî pêk tê. Îro ji ew şarê qedîm, bi tenê çend berhemên ku ne li gel hev in di destê me de hene. Di van salên dawî de, ji hêla xebatkarên mûzexaneya parêzgehê ve hin qebatên paqijiyê li goristana vî şarî ya ku bi şeklê “nekrapol” tê binavkirin hatin kirin. Piştî vê paqijiya hindik, tiştê ku derketî holê bala xelkê heremê û geştiyaran kişande ser xwe.

Ew şarê ku îro dîroka wî ji bo me sir e, lê belê dibe ku di belgeyên Roma ên wê serdemê de derbarê wî de gelek agahî hene, 3 kîlometre dûr, li bakûrê parêzgehê cih digre. Şar, li ser riya navçeya Cêlikan û parêzgeha Meletiyê li hêla çepê ye, li heman xaçerêyê lewhayeke ku navê wê li ser hatiye nivisîn heye. Ew rê ya ku gorên wê goristanê tê re xuya dikin, di ber palê Qeredaxê re dirêj dibe û diçe. Dema goristana Pereyê xilas dibe, di berdewama wê de taxa bi navê Pîrîn ku li ser bajarê Pere cih digire xuya dibe. Îro li parêzgehê di derbarê vî şarî kevn û qedîm de, ji bilî çend gotinên ber arikan, agahiyên wek ew şar kîngê û ji aliyê kê ve hatiye avakirin tune ne. Bêguman tunebûna van agahiyan ji hêla aqilê ku vê parêzgehê bi rê ve dibe ve ne xem e; dibe ku bi zanebûn bi ser de narin, ji ber ku bi Kurdan ve eleqedar e.

Helbet di gelek çavkaniyên ku îro ji me dûrin, di derbarê vî şarî razbar de agahî hene. Zanayê bi navê Ptolemaîos ê ku piştî zayînê di sedsala 2yan de jiyayî, ji bo vî şarî navê “Antakya ya Torosan” bi kar tîne. Li gorî wî ew şar Berî Zayînê di sedsala 2yan an jî di sedsala 3yan de, ji hêla Komageniyan ve hatiye damezirandin û navê xwe jî ji navê Keyê Komagene ê bi navê Antîkos girtiye. Di vê serdemê de ew bajar weke pireyeke ku Kapadokyayê bi Sûrî ve gire dide hatiye nasandin. Di nexşeyên rê ên ku di serdema Romayan mayî de Şarî Perre, li ser gûzergahê Meletî û Semsatê weke rawestgaha dawî hatiye nîşandan. Şik nîne ku Şarî Perre, şarekî Komageniyên ku 1800 sal berî niha pireyên wek Cenderê û Sayî ava kirine.

 Dîsa di gelek çavkaniyan de ew şar weke navendeke pîskoposiyê hatiye nîşandan. Pîskoposên vî şarî beşdarî konsûlên  ku li şarên wek Nîkaea(İznik) û Khalkedonê pêk hatiye bûne an jî nûner şandine van konsulan. Hieroklesê ku Piştî Zayînê di sedsala 6an de jiyayî ji bo vî şarî weke şarekî Eyaleta Ferêt qal kiriye.

Piştî hatina ‘Ereban a vê herêmê di vî şarî de rûxîn û kavilbûnekê ku sedema wê nayê zanîn dest pê kiriye. Di serdema Abasiyên ‘Ereb de li şûna Perreyê wekî navend navê şarê Hisnimansûr derdikeve pêş. Weke ku min li jor jî gotî, di derbarî vî şarê qedîm de agahiyên di destê me de kêm in.

Yek ji avahî û berhemên vî bajarî yê heta roja me hatiye, kaniya ku îro bi navê “Kaniya Roma” tê binavkirin e, lê di rastiya xwe de ne kaniyek ji kaniyên Roma ye, kaniyek ji kaniya şaristaniya Komageneyê ye. Kanî beşek ji avahiyeke mezin e ku aliyê wê aviyê ê mezin di bin erdê de ye. Ji devê kaniyê ber bi rojava, diyareke avahiya hemamekê heye. Kanî kaniyek bi kemer e û bi kevirên rast hatine birîn ava bûye. Ji xwe tê zanîn ku ew kanî karêzek e. Xezneya vê kaniyê avahiyeke perginandî ye. Di devê vê kaniyê de arixeke ku bi gumbetekê tê parastin heye, kanî weke parçeyek ji avahiyeke mezin di bin erdê de berdewam dike. Ji ber ku rûxuyaye yan jî di bin erdê de maye, berdewamiya vê avsaziyê nayê zanîn. Îro jî xelkê wê taxê ava xwe ya vexwarinê ji wê kaniyê digire û wespa vê avê pir bilind e. Gelek av û kaniyên şirîn li wî şarî hebûne, lew ku şarî Perre bi avên xwe ên şirîn navdar bûye.

Ji tişt û berhemên ji serdema şarî Perre gihayî roja me yek jî devê bîrekê ye ku di dawiya taxê de cih digire. Ew devbîr dişibe kaniyeke ku ava wê di wê bixwe de dertê. Devê vê kanzêya ku berê bi keviran hatîbû lêkirin, ji hêla aqilê rêveberiya ku nirx û rûmetên di destê xwe de nas nake ve bi betonê hatiye nixumandin. Ew kanzêye ku di dawiya taxa Pirînê de cih digire, xwedî aveke sar, şirîn û gelek zelal e. Ew ava ku berê diherikî, bi coyekê dihat şarî Semsûrê, di riya xwe de bax û baxçeyên li derdora xwe av didan. Piştî ku diket bajêr jî bax û baxçeyên li semta bi navê Xarxarê av didan. Li derdora Taxa Pirînê gelek kavil û avahiyên xirabe ku ji serdemên kevn de mayî hene. Yek ji van pireya ku li ser Çemê Ziyaretê (Çemê Pirînê) hatiye avakirin bû. Belê kevir û nehîtên ku di van avahiyan de derketî, ji aliyê hin kesan ve di avahiyên ku nû hatine çêkirin de hatine bikaranîn. Li vî şarê qedîm heta îro kar û xebatên şûnwarnasiyê nehatine kirin. Bi tenê ji hêla mûdûriyeta mûzexaneyê ve hin xebatên sondajî hatine kirin. Di encama van xebatên sondajî de hatiye famkirin ku li rojavayî vê taxê, gelek mozayîkên ku ji serdema Komageneyê mayî û aîde malîkxaneyên dewletiyên serdemê ne derketine holê. Li başûrê şarî Perre, goristana ku ji heman serdemê mayî û kanên keviran ên ku ji bo avahiyên bajêr hatine vekirin hene.

Weke tê zanîn xelkê Komageneyê, gorên xwe di jûrên ji latan hatî qewilandin de, ji keviran çêdikirin. Goristanên malbatan hebûn ew weke galeriyan çavî bi çavî bûn. Mirov di deriyekî ku weke stargehan hatine necîrandin re dikeve galeriyekê. Deriyê gelek jûran li wê galeriyê dinêre û di her jûrekê de sê çar heb gor hene. Ji ber ku li gor kevneşopiyên xelkê Kurd, mirî tevî tiştên wan ên bi rûmet dihatin veşartin, ew gor îro ji hêla dizên defîneger ku ji aliyê hin hêzên nepen ve tên parastin ve hatine şelandin. Bi vê helwestê ew dizên defîneger gelek avahiyên dîrokî jî xira kirine û bûne sedema kavilbûna wan. 

Piştî salên 2000î, ji aliyê mûzexaneya parêzgehê ve paqijiyek li vê nekrapolê hate kirin. Di van xebatan de gelek berhemên dîrokî ji van goran hatin bidestxistin. Di heman xebatan de gelek kitabeyên ku ji hêla xebatkarên mûzexaneyê ve li vê herêmê hatine dîtin rakirin mûzexaneya bajêr. Ji bilî van tiştan di encama van xebatan de sarinceke ku ava vexwarinê jê dihate pêkanîn, firin, rûnxane û şerabxane derketin holê. Di xebatên sala 2009a de jî bazîlîkayeke Xiristiyanan derkete holê. Di dîwarên wê bazîlikayê de wêneyên xezal û kurt ku bi necîrandinê hatîbûn çêkirin derketin holê.


ÇAVKANİ

Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022

Bajarê Antîk Pirîn- foto- Wikipedia

https://tr.wikipedia.org/wiki/Perre_(antik_kent)#/media/Dosya:PerreAntikKenti_09.jpg

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Kelaha Nû (ya li Kolik/Gexte-Semsûr)

Avahiya jê re “Keleha Nû” tê gotin, di nav gundê Gexteya Kevn(Kocahîsar) de cih digire ku berê nîveka navçeya Gexteyê bû(dûra ev navçe veguherandin kirin gund). Gexteya Kevn, 60 kîlometre dûr, li bakurrojavayê parêzgeha Semsûrê cih digire. Tê texmînkirin ku ev avahî cara pêşin di serdema êl û hozên Huriyan de hatiye çêkirin. Lew ku li herêmê gelek kavilên bajardewlet an kelehdewletên ku ji serdema Huriyan mane hene.


Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.


Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr)

Besnî/Behisnî (Navçeya Semsûr) Besnî yek ji navçeya Semsûrê ye. Di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Navçeya ku 41 kîlometre dûrî parêzgeha Semsûrê û li başûrrojavayê wê cih digire, navê xwe ji Hoza bi navê Be(h)êsnî ku berê, li herêma vê navçeyê jiyan dikir distîne. Lê îro ev hoz, taybetiyên xwe ên hozayetiyê wenda kiriye, ji hev de ketiye û belaw bûye. Her çiqas bi navê dewlet û hukimdariyên cuda di dîrokê de cih girtibe jî, herêm bi pirayî di bin desthilatdariya Kurdan û pêşiya wan de maye.


Cêlika/ Çelîkhan(Navçeya Semsûrê)

Cêlika navçeyeke ku li bakurê parêzgeha Semsûrê(Adiyemanê) cih digire. Navê navçeya ku îro navê wê yê fermî Çelikhan e, ji aliyê gel ve bi şêweya Cêlika tê binavkirin. Navçe ji alî Hoza Cêlika ve hatiye damezrandin, lewma navçe bi navê vê hozê tê binavkirin. Hoza Cêlika, şaxek ji hozên Reşiyan e. Weke tê zanîn Hoza Reşiyan xwe bi şêwaza Konfedere bi rêxistin kirîbû. Hoza Cêlika di sedsala 11an de, bi navê Hoza Reşan, di nav tîxûbê Mîrgeha Botan de bû, ji sedsala 12an şûn de ew hoz di nav tîxûbên Mîrgeha Heskîfê de xuya dike. Hoz piştî sedsala 13an koçî herêma Semsûrê dike, tê li derdora gundê ku wê çaxê jê re “Komşîr” dihat gotin datîne.