Nivîskar: Ebûbekir ÇELEBÎ
Zarokatî û keseyatiya Qedrî Cemîl Paşa
Qedrî Cemîl Paşa(Zinnar Silopî), di sala 1890, li Amedê ji dayik bû. Kurê Fuad Begê Cemîl Paşa ye. Xeynî Fûad Beg 10 kurên Cemîl Paşa yên din jî hebûn. Di nav maleke qalabalix û dewlemend de mezin bû.
Zarokatîya xwe li Qonaxa Cemîl Paşa û bi perwerdeyeke têr û tesel derbas kiribû. Bi tevî heval û hemsalên xwe havînan li gundê Enbarê, zivistanê jî li nav Amedê diman. Di zarokatîya xwe de hem fêrî xwendin û nivîsandinê hem jî fêrî suwarîtîyê û leşkerîyê bû. Lê eleqeya wî zêde li ser pêwendîyên komelayetî bû. Apê wî Qasim Begî her çiqas qedexe dikir ku nerin nav odeya mezinan jî, wî tim hewl dida ku here odê û guhdarî li sohbetên mezinan bike. Van sohbetan pêşîyê gelek bala wî dikişand. Lê paşê hêdî hêdî wek tiştên vala didît. Heta 15-16 salîya xwe li Amedê jiya û xwendina xwe ya seretayî û navendî li vî bajarî temam kir. Bingeha kesayatîya Qedrî Beg li Amedê li nav vê jiyanê xwe girt.
Qonaxa Cemîl Paşa-Amed
Qedrî Cemîl Paşa rewşenbîrekî Kurd e. Kesekî dilsoz û kurdperwer e. Li Stenbolê di nav ‘Cemîyeta Hêvî’ de, li Suriyê di nav ‘Cemîyeta Xoybun’ de xebatên xwe yên siyasî dike. Di her serhildaneke Kurd de bi awayekî agahdar û pêwendîdar e. Lê bi min xizmetê xwe yê mezintirîn bo miletî Kurd nivîsandina kitêba Doza Kurdistan e. Çunke di Doza Kurdistan de rewşa siyasî ya miletê Kurd ya di destpêka sedsala 20an de û heta 1960î radixe ber çav. Mirov di Doza Kurdistan de dikare sebebên serneketinên Kurdan bibîne. Dîsa di kitêba xwe de behsa dewletên din jî dike û mirov dikare dengeya hêzên navnetewî yên wê wextê jî bibîne ku Kurdan çawan xeta kirine, çawan nikarîne berjewendîyên xwe tesbît bikin û gorî wê jî hereket bikin. Bo wê jî mirov dikare bibêje ku Doza Kurdistan têgihîştina rewş û jiyana miletê Kurd ê wê demê ye, li wê serdemê çavkanîyeke girîng e.
Qedrî Cemîl Paşa dema ku diçe Stenbolê, derbarê jiyana rewşenbîrî û komalgayî ya wê wextê bi rewşeke nû re rûbirû dibe. Dibîne ku hinek mîr, beg û paşayên kurdan ku hukûmetê meaş û hatina wan jê girtiye, gelekê wan di nav cemiyet û grubên kurdperwer de cî girtine. Lê nakokîyên di navbera wan de li wê derê jî berdewam in, ev rewş di nav cemiyetan de jî xwe nîşan dide. Digel vê rewşa ne bi dilê wan, ew û pismamên wî jî di nav xebata rêxistinbûna di cemyetên kurdî de ciyê xwe digrin.
Qedrî Cemîl Paşa bo xwendina navîn diçe Stenbolê
Qedrî Cemîl Paşa di 16 salîya xwe de ji bo xwendina lîseyê diçe Stenbolê. Bi tevî 9-10 kesên mirov û hemşerîyên xwe dikeve ‘Mektebî Numûne-i Teraqî’. Li vê dibistanê ferqa di navbera Kurd û Tirkan de dibîne û hestên wî yên kurdperwerî geş dibin. Çunke wê wextê li nav xwendekaran grûbên hemşerîtî û netewayetî hebûn. Arnawud (elban) grûbek xwe hebûn, Ereb grûbek xwe hebûn, Kurd grûbek xwe hebûn. Rojên tatîlê Qedrî Cemîl Paşa jî wek xwendekarên Kurd ên din diçû li cem hemşerîyên xwe li qehwexaneyên Kurdan wextê xwe diborand. Li van qehwexaneyan bi kesên wek Xelîl Xeyalî yê Modkî, Mele Seîdê Kurdî (Seîdê Nursî), Mîrî Katipzade Cemîl Amedî… hev nasîn. Bi van ronakbîrên Kurd re li ser mêjû û komelnasîya Kurd sohbet dikir. Van ronakbîran tesîreke mezin li ser Qedrî Cemîl Paşa kir. Çunke van ronakbîran hem pêwendîyên xwe bi ‘Cemîyeta Teraqî û Teawunî Kurd’ û dibistana wan û rojnameya wan bi navê ‘Kurdistan’ hebûn hem jî di warê niştimanperwerîyê de zana bûn. Qedrî Cemîl Paşa di kitêba xwe ya bi navê Doza Kurdistan de gelek pesnên Xelîl Xeyalî û Mele Seîdê Kurdî dide.
Qedrî Cemîl Paşa wextekê li Stenbolê dibe şahidê hereketa turkperweran jî. Damezrandina ‘Îttîhad we Teraqî’ û yên din dibîne. Ku dewleta Osmanî çawan têkdiçe hemûyan dibîne. Rewşa siyasî ya dewleta Osmanî ku çawan tesîra xwe li ser gel û xwendekaran dike, ronakbîr ku dikevin nav hewleke çawan, li rojna- meyên tirkan çi tê nivîsandin, hemûyan taqîb dike.
Qedrî Cemîl Paşa di sala 1911an de dikeve ‘Halkalı Yüksek Ziraat Mektebi’ li wir bi alîkarîya Xelîl Xeyalî û bi tevlî hindek xwendkarên kurd ên din Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd dadimezrînin. Bi damezrandina Hêvî hestên netewperwerî yên xwendekarên kurd her roj zêdetir dibûn.
Qedrî Cemî Paşa ji bo xwendina bala diçe Ewropayê
Qedrî Cemîl Paşa di sala 1913an de ji bo xwendina bala çû Swîsreyê. Li Lozan-Swisre bi tevî Ekrem û Şemsedîn Cemîl Paşazadeyan, Babanzade Recayî Nuzhet, Selîm Sabit Dêrsimî şaxeke Hêvîyê li Lozanê damezrandin. Bi saya Hêvî hem hestê netewperwerî geş dikirin li nav Kurdên Ewropayê û hem jî bo Kurdên ku nû werin Ewropa adresek bû. Qedrî Cemîl Paşa li wir hem xebatên kurdperwerîyê dikir hem rewşa miletên din li Ewropa dinasî, hem jî hewl dida ku Kurdan bi Ewropîyan bide nasandin. Çunke Ewropîyan hîç Kurd nedinasîn, yan jî wek eşîretên paşvemayî ku hê jî nebûne milet dinasîn. Di salên 1914an de ku Şerê Yekem ê Cîhanê dest pêkir û çar meh şûn de vegerîyan hatin Stenbolê. Îcar wextê ku were Stenbolê hin kesên Ewropî jê re dibêjin “Bo çi tu diherî cem Tirkan? Li vir be, xebatên xwe li vir bimeşîne.” Qedrî Beg dibêje “Na, ez ê herim. Çunke piştî şer mumkûn e ku hin guherînên mezin çêbibin, bo wê jî pêwist e ku ez li nav xelkê xwe bim.”
Qedrî Cemîl Paşa di Şerê Yekem de dibe leşker
Qedrî Cemîl Paşa wextê ku ji Swîsreyê tê bo Stenbolê, li ser rê li Awusturyayê rastî yekîneyek leşker tê ku nû ji nav şer derketine, perîşanîya wan dibîne, gelek dikeve bin tesîrê û pêşbîna metirsîya şer jî dike. Ku piştî sê rojan tê Stenbolê li wê jî propagandaya şer dibîne. Li Stenbolê dihere wezareta perwerdeyê, belgeyên xwe yên xwendina bala distîne. Bi wan belgeyan muracatî leşkerîyê dike û bi xwestina xwe dibe topçî. Bi tevî hin hevalên xwe ve diçe artêşa sêyem li Erzîromê. Li wê jî dişînin bo Alayên Hemîdî (ji leşkerên Kurdan pêkdihatin). Di nav leşkerên Kurdan de hin pêwendîyan bi efserên (subay) Kurd re datîne li ser babetên Kurdperwerî, lê mixabin kes tiştêkî jê fam nake. Çunke serbaz û leşkerên Kurd bi bawerî ji Xelîfe û dîn ve girêdayi bûn.
Qedrî Cemîl Paşa, di dema leşkertîya xwe de dibe şahidê koçbarkirina Kurdan a bi zorê. Hukûmeta Îttîhad we Teraqî wê wextê yasayek bi navê ‘Qanûna Tehcîrê’ derxistibû, li gorî wê Kurd her wext ji Rojhelatê ber bi Rojavayê didan koçkirin. Gelek Kurd ji birçîna û di sar û sermayê de dimirin. Yên ku diman jî nedihiştin ku li derêkê bicih bibin, her tim koçber dibûn. Qedrî Beg dîsa di leşkertîya xwe de dibe şahidê qirkirina Pontûsan li dorberê qezaya Çarşamba ya Samsûnê jî. Rojêk di operesyonekê ya li devera ‘Ayý Tepesi’ de 20 xortan li nav gundekî Pontûsan kom dikin ku piranî salên wan 16-17 bûn, li wê derê dikujin.
Piştî ku Rûs hêzên xwe ji nav axa Dewleta Osmanî vedikişînin, Qedrî Cemîl Paşa bi yekîneya xwe re diçe Filîstînê ji bo li hember Îngilizan şer bike. Li Filîstînê di şerekî li hember Îngilîzan de yekîneya Tirkan têkdiçe û Qedrî Beg bi tevî hin leşkerên din wek dîl dikevin destê Îngilîzan. Sal û nîvekê di qampên hêsîran de dimîne û paşê ku leşkerên Ereb têne berdan, ew jî bi wan re tête berdan. Qedrî Beg ji qampê difilite û dihêt Amedê.
Qedrî Cemîl Paşa li Amedê hem dibe şahidê jiyana miletê Kurd û hem jî dibe şahîdê siyaseta hukûmeta Mistafa Kemal a derbarê Kurdan de. Qedrî Beg beşdarî damezrandina ‘Cemîyeta Tealî ya Kurd’ dike ku ew cemîyet çawan têkdiçe, li Amedê wê jî dibîne. Wê wextê rewşa siyaseta Kurdan û helwesta dewletê ya li hemberî Kurdan baştir dinirxîne.
Qedrî Cemîl Paşa di Raperîna Şêx Seîd de tê binçavkirin
Di salên 1922yan de li Erziromê rêxistina Azadî ji layê Mîralay Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî yê Bidlîsî, Mulazim Îsmaîl Heqî Şaweys ê Silêmanî, Xurşîd Vartoyî, Yusif Ziya Beg û hwd. ve hate damezrandin. Îsmaîl Heqî wê wextê tê Amedê pêwendî bi Qedrî, Ekrem û Qasim Cemîlpaşazadeyan re, Doktor Fûad, Mehmed Efendî (Bavê Tûjo) re datîne û şaxêkî Azadî bi navê xwe yê din Komîteya Îstîqlal li Amedê bi van kesan re dadimezirînin. Qedrî Cemîl Paşa dibe şahidê xebatên vê rêxistinê û di nav de jî cî digre. Mixabin hêj ku Azadî rêxistina xwe tamam nekirîye Raperîna Sêx Seîd bê plan û bê amadekarîyek rêkûpêk dest pê dike. Qedrî Beg jî bê agahî li Amedê tê binçavkirin. Ku raperîn qedîya û Sêx Seîd Efendî û hevalên wî hatin girtin, wan dihînin Amedê li Dadgeha Îstîqlal de cezayê darvekirinê didin. Wê wextê Qedrî Beg jî tê dadgehîkirin û berat dike, derdikeve. Qedrî Beg gorî ku li kitêba xwe ya Doza Kurdistan bahs dike, du sal li pêş raperînê Salih Zekî Sahibqiranî yê Silêmanî li Amedê berpirsîyarê daîreya Îstîxbaratê bûye û wê wextê jê re gotiye “min tevayî belgeyên derheqê Cemîlpaşazadeyan berhev kirin û şewitandin.” Wextê dadgehkirinê de bo ku belge nînbûn nikarîn ku ceza bidinê. Bi hezaran zêrên sor dabûn endamên dadgehê û li ser navê mala Cemîl Paşa firokeyek şer kirîbûn ji hukumetê re û bi van ruşwetan tevayî Cemîlpaşazadeyan xeynî Ekrem Cemîl Paşa, berat kirin. Ekrem jî bo 10 salan bi cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
Qedrî Cemîl Paşa û koçberî (surgûn)
Qedrî Beg dema ji girtîgehê derdikeve, ji bo bajarê Bûrdûrê dihête surgûnkirin (nefîkirin). Bûrdûr wê wextê navçeyeke piçûk bû. Dema ku diçe Bûrdûrê li wê derê 300 kesên din ên ku surgûn bûne dibîne. Di nav wan de yek jî Seîdê Kurdî (Bedîuzeman) bû. Pêşîyê nedihiştin ku malbat bêne cem hev. Lê paşê hêdî hêdî sist kirin. Malbatan dikarîn ku werin cem hev. Bi vî hawayî di pênc navçeyan de jimara Kurdan bû 1000 kes. Ji bo ku evên surgûnbûyî zêde roşenbîr di nav wan de hebûn, xelkê Kurd yên li wir zûtir di warê kurdperwerî de hişyar bûn. Piştî vê hişyarbûnê hin kesan bi awayekî xwe digihandin Kurdistanê. Qedrî Beg jî dixwest biçe Kurdistanê lê ji bo ku taqîb li ser hebû nikarî derkeve.
Serokwezîr Îsmet Paşa ji bo ku şervanên raperîna Agirîyê bixapîne efûyekî giştî derxist. Surgûnan jî ji vê efuyê îstîfade kir. Qedrî Beg jî, bo ku here Amedê pêwist dî ku here li Kastamonû Ekremî bibîne û ji wê jî here Stenbolê. Ekrem jî ketibû ber efuyê, lê pêwist bû ku demeke kurt li wê derê be. Qedrî Beg piştî serdana Ekrem çû Stenbolê. Dixwest ku li Stenbolê derheqê yên ku diçine Kurdistanê agahîyan werbigre. Piştî çend mehan ji Stenbol çû Amedê.
Qedrî Beg dema ku hat Amedê pêwendîyên xwe ligel berpirsyarên Xoybûn datîne. Wê wextê ji bo ku agahîyên rast û zêde ji raperîna Agirîyê werbigre, bi navê Z. Egilî havalekî xwe dişîne Agirîyê. Lê ew heval di rê de ji hespê dikeve û birîndar dibe, nikare bigihêje Agirîyê. Piştî ku Ekrem jî dihête Amedê dixwazin pêwendîyên xwe bi navenda Xoybûnê re xurttir bikin. Ji bo wê jî, Cercîszade M. Efendî wezîfedar dikin da ku tuzuknameya Xoybûnê ji wan re bîne Amedê. Ku tuzukname hat, dixwazin gişt havalên kurdperwer li dor Xoybûnê û raperîna Agirîyê tanzîm û bi nîzam bikin. Ew kesên ku pêwendîyên xwe pê re hene zêdetir karmendên hukûmetê bûn û li Amedê bûn. Rêxistina Xoybûnê ji bo ku îlegal bû, nihêrîn ku li Amedê nikarin vê rêxistinê xurttir bikin. Ji bo wê jî, rojekê Qedrî Beg û Ekrem Beg biryar didin ku herin derveyî sînorên Tirkîyê û xebatên Xoybûnê li wê derê berdewam bikin.
Di salên 1929an de Qedrî Beg tevî Ekrem û du pismamên xwe yên din, biryar didin ku herin Sûrîyê. Piştî amadekarîyeke kurt, digel malbatên xwe bi dizî derbasî Binxeta Sûrîyê dibin. Wê wextê Sûrîye di bin kontrola Fransizan de bû. Bo wê jî mafî îltîcakirinê ji berpirsyarên Fransiz dixwazin. Ku îltîcakirina wan tête qebûlkirin, diherin li Şamê û di bin şertên xirab de bicih dibin.
Xebatên Qedrî Cemîl Paşa di nav Xoybûnê de
Qedrî Cemîl Paşa û pismamên xwe, piştî ku tên Sûrîye, pêwendîyên xwe bi navenda Xoybûnê re datînin. Rêveberên Xoybûnê bi tevlîbûna wan a rêxistinê memnûn dibin û bi beşdarîya nûnerên navendî û berpirsyarên mintiqeyan Xoybûn dicivin. Di vê civînê de Ekrem û Qedrî Began dikin nunerên navendê. Di nav xebatên Xoybûnê de carcaran di navbera Cemîlpaşazadeyan û Bedirxanîyan de nakokî derdikevin. Piştî van nakokîyan Bedirxanî ji Xoybûnê vediqetin.
Ji çepê Qedrî Cemîl Paşa, Hemzayê Muksî, Ekrem Cemilpaşa û yê rûniştî Haco Axa
Ji bo ku Xoybûn giranîya xebatên xwe ji raperîna Agirî re vediqetîne, wexta ku Îhsan Nûrî Paşa li Agirîyê alaya raperînê bilind dike, Xoybûn jî biryarê dide ku li alîyê Başûr li hemberî hêzên Tirk cebheyekê veke. Gorî Qedrî Cemîl Paşa ku di pirtûka Doza Kurdistan de dibêje yekîneyeke çekdar di bin kontrola Ekrem Cemîl Paşa de sînorê Sûrîye derbas dike û tê derdora Mêrdînê. Qedrî Cemîl Paşa jî di nav vê hêzê de bûye. Lê wek hêzên ku Xoybûn şandibûn deverên din, wan jî nikarîne tiştekî bikin û dîsa vegerîne Sûrîye.
Hukûmeta Mistefa Kemal di sala 1932yan de ji bona asimîlekirina Kurdan yasayek derxist, Xoybûn jî ji bona hişyarkirina Kurdan û serhildanekê di 16ê Hezîrana 1932an de belavokekê belav dike. Di vê belavokê de xelkê Kurd dê çawan li hemberî vê yasayê rawestin û li hemberî dewletê dê çawan têbikoşin tê de hatibû diyarkirin. Belavok bi îmzaya Navenda Xoybûnê di nav gel de belav bû. Lê belavokê tesîrek girîng jî nekir.
Qedrî Cemîl Paşa Diçe Mehabadê û Serdana Qazî Mihemed Dike
Di sala 1946an de bi yarmetîdana Sovyetê di bin serokatîya Qazî Mihemed li Mehabadê Komara Kurdistanê tête damezirandin. Ev ji bo tevayî Kurdan dibe wek cejnek. Xoybûn jî ji bona pîrozkirin û pêwendîdanîna bi Komara Kurd re, Qedrî Cemîl Paşa wek nûnerê xwe dişîne Mehabadê. Qedrî Beg bi rêwîtîyekî zor û zehmet tê Silêmanîyê û ji wira jî diçe Mehabadê. Li Mehabadê serdana Qazî Mihemed dike û xwenasîn, hest û daxwazên xwe û Xoybûnê di nameyekê de dinivîsîne û pêşkêşî pêşewa Qazî Mihemed dike. Qazî bi germî pêşwazî lê dike û pêwist dibîne ku biçe bi konsolê Dewleta Sovyet re li Azerbaycan hevdîtinek bike.
Qedrî Beg di wê hevdîtinê de daxwazên Xoybûnê û miletê Kurd bi nameyekê pêşkêşî konsolê Sovyetê dike da ku bigihîje berdestê Stalîn. Rojtira dî ji bo dîdarîyekê bi konsolê Sovyetan re diçe Tebrîzê. Li Tebrîzê serdana konsol dike û wê nameyê jî dide konsol. Lê konsol dibêje em nikarin bişînin ji Stalîn re, lê dikarin bişînin ji komîteyekê li Moskov, ewan jî munasib bibînin dikarin bigihîjînin Stalîn. Piştî vê hevdîtinê dîsa vedigere Mehabadê.
Qedrî Cemîl Paşa Serdana Barzanîyê Nemir Dike li Mehabadê
Qedrî Beg heyranekî Barzanî bû. Dema ku çû Mehabadê fersendek derket da ku bikare Barzanî bibîne. Wî berê jî di derheqê Barzanî de gelek tiştên erênî bihîstibû. Barzanîyê nemir wê wextê fermandarê giştî yê hêzên bergirî yê Komara Kurd bû li Mehabad. Qedrî Beg li qerargeha leşkerî serdana Barzanî kir. Barzanî ew bi xoşhalî pêşwazî kir. Qedrî Cemîl Paşa di kitêba xwe ya Doza Kurdistan de ji bo Barzanî weha dibêje:
“Xwedî fikrîyatek kûr û pratîk bû. Pirsgirêkên tên ber çiqas bi zehmet û bi gengeşî bûne jî, wî dikarî çareser bikira. Xwedî bîr û bawerîyeke bi hêz bû di warê stratejîyeta siyasî û pêwendîyên komalgayî de. Min dema ku Barzanî dît hê zêde nasîm û min wê wextê fam kir ku hereketa Barzanî ne hereketeke xwe bi xwe ye. Hereketeke gorî pêwistîyên azadîya miletê Kurd derketîye û bi qabilîyeta Barzanî jî rêkûpêktir bûye. Ji bo wê, min di helwesta Barzanî û hevalên wî de dahatûya azadîya miletê Kurd û serkevtina siyaseta Kurd dît.”
Qedrî Cemîl Paşa li vir tesbîteke rast dike. Çunke wê wextê mixabin di tevayî rêxistinên siyasî yên Kurd de, hereketeke bi nîzam û xwedî stratejî nîn bû. Bo wê jî bi ser neketin. Lê hereketa Barzanî di her hewlekê de gav bi gav pêş de diçû. Eger îro li Kurdistana Başûr serkevtinek heye û destkevtinên mezin hene, ev berdewamîya siyaset û stratejîyet û xebatên Barzanîyê nemir û hevalên wî ye. Qedrî Beg dîsa di kitêba xwe ya navborî de behsê ku Barzanî û hêzên xwe çawan li Mehabadê hildikişîne û bi taktîkekê çawan li nav hêzên Tirkîye û Îranê derbas dike û derbasî Rusyayê dibe. Di vir de jî mirov dikare siyaset û sitratejîyeta Barzanî û taktîkên wî yên bi qabilîyet baştir bibîne.
Di encamê de em dikarin bêjin ku gelek endamên mala Cemîl Paşa di nav rêza tekoşîna rizgarîya netewî ya Kurdistanê de ciyê xwe girtine. Qedrî Cemîl Paşa yek ji wan kadiran e ku jiyana xwe di rêka tekoşîna netewî de borandîye. Wî û Ekrem Begî, qîma xwe tenê di tekoşîna sîyasî û xebata rêxistinî neanîne, her weha di warê xebatên rewşenbîrî de jî berhemên hêja bo me hiştine. Ku di naveroka wan de, derbarê rewşa civakî ya wê demê û gelek bûyerên dîroka me ya nêzîk agadarî û şiroveyên giranbiha pêşkêşî me kirine.
ÇAVKANÎ
Kovara BÎR, Hejmar 7, 27 Mayıs 2010
Nivîsén tékildar