logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Serdar Roşan

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Nivîskar, wergêr, helbestvan, çîroknivîs Serdar Roşan di sala 1958an de li Licê ji dayik bûye. Li Diyarbekir di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî, Beşa Zanînên Civakî qedandîye. Piştî derbeya eskerî ya 12ê Îlonê ji welêt derketîye û di sala 1982yan de çûye Swêdê. Ji wê salê û vir de li Stokholmê dijî. Demekê siyaseta aktîf kiriye û dû re destê xwe ji karên siyasî kişandiye. Di sala 1987an de dibistana berz ya mamosteyan li Stokholmê qedandîye û dest bi karê mamostetîyê (mamostetîya zimanê Kurdî) kirîye. Ji sala 1994an û vir de bi edebiyatê mijûl e. Gelek klasîkên dinyayê wergerî Kurdî kirine. Him çîrokan û him jî helbestan dinivîse, lê di warê wergerê de pir xebat kirîye. Di hin malperan de qunciknivîsî kirîye. Di gelek kovaran de nivîsê wî yê li ser çand, wêje û sîyasetê hatine weşandin.

Berhemên Serdar Roşan yê çapbûyî

Çîrokên Hezar û Şevekê (çîrok-anonîm), werger, Weşanên Nûdem, Stokholm, 1998

Bi Xatirê Sîlehan (E. Hemîngway), werger, Weşanên Nûdem, Stokholm, 2000

Mircana Qelew (Guy de Maupassant), çîrok, werger, Weşanên Nûdem, Stokholm, 2000

Novelên Cîhanê, werger Serdar Roşan û Reşo Zîlan, ji gelek nivîskarên cuda novelin bijarte, Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stokholmê, 2004

Destanên Kurdî, Amadekar: Reşo Zîlan û Serdar Roşan, Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stokholmê, 2004

Dara Gûzê, hîkayeyê kurmanckî û kirdkî, Weşanên Doz, Stenbol, 2005

Bazên Welat, helbest, Weşanên Doz, Stenbol, 2005

Xencer, helbest, Weşanên Doz,Stenbol, 2005

Don Kîşot (Cervantes), roman,  werger, Weşanên Doz, Stenbol, 2007

Banga Wehşetê(Jack London), roman, werger, Weşanên Azad, London, 2014

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf