logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Şeva Yelda

Şeva Yelda

Cejn û Şeva Yeldayê bi qasî cejn û roja Newrozê mezin, kevnar û Kurdewar e. Cejn û Şeva Yeldayê di bîrûbaweriya Kurdî-Mîtrayî de tê wateya jidayikbûna tav û ronahiyê ku di warê zanistî de dibe ser sala nû ya xorvegerê, ango erdê em lê dijîn doreke nû bi dora xor û tavê dizivire ku ew dor saleke temam dewam dike. Her weha bo roja wê dibe yekem roja zivistanê û 21.12 bi sala zayîn ku dibe dirêjtirîn şeva salê û roja paşî jî dibe kurtirîn roja salê ku tam 14 saetan dibe şev û 10 saetan jî dimîne roja wê. Ji wê şevê û şûnde êdî şev ber bi kurtbûnê û roj ber bi dirêjbûnê ve diçe heta em digihîjin 21.03 bi sala zayînî ku dibe roja Newrozê.

Di roja Newrozê de şev û roj hevîn dibin wekhev 12 saet bi 12 saetê. Kevin di vê şevê de xelk diçûn mêristan û peristgehan bo nimêj û lavayan ku di Zerdeştiyê de jê re dibêjin nimêj û îbadeta NÎYED’ê. Her wiha civatên ku lê kom dibûn li dora hevdu xwarin û sifireyek amade dikirin ku gelek cureyê mêwe û çerez û berhemên daran yên hişkkirî tê de hebûn lê du tiştên taybet teqez divê tê de hebin ku ew jî “mêweya hinarê û çerez” bûn. Ji vê xwarin û sifireyê re digotin “MEYZED” û ji vê çerezê re jî digotin “LORIK”.

Di vê şevê de çandina darê wek qûrbanî û îbadeteke mezin bû bi taybet çandina dara berûyê. Bo roja paşî wê ku dibe yekem roja demsala zivistanê û yek roja rojvegera gerdûnê jî ew roj di nav Kurdan de û di baweriya Mîtrayî de rojeke pîroz bûye, biçûktirîn guneh weke mezintirîn guneh hatiye hesibandin. Heta keyan jî wê rojê hukimdarî û biryardarî nekirine nedibû di vê hukim û biryarê de heqê kesekî bê xwarin. Xelk di vê rojê de çûne serdana hevdu û heqê xwe li hevdu helal kirine û soz û peymana saleke tije xêr û aştî dane hevdu.

Sal çar werz û demsal e, lê berê di nav salname û civaka me de sal du werz û demsalên sereke bûye ku ew jî werz û demsalên serma û germê bûye. Demsala biharê û demsala zivistanê ye, demsala biharê 210 roj bûye, demsala zivistanê jî 150 roj bûye. Her weha sal dabeşî ser du çileyan bûye ku ew jî çileyê tavistan û çileyê zivistanê ye. Her çileyek jî dabeşî du çileyan dibe ew jî çileyê mezin û çileyê biçûk e. Çileyê mezin a germahiyê ji serê meha pûşperê dest pê dike heta 10‘ê meha gelawêjê. Çileyê biçûk jî ji 10‘ê meha gelawêjê dest pê dike heta dawiya meha gelawêjê. Çileyê mezin ê sermayê ji serê meha befranbarê destpê dike heta 10‘ê meha rêbendanê. Çileyê biçûk ê sermayê jî ji 10‘ê meha rêbendanê destpê dike heta dawiya meha rêbendanê. Şeva Yeldayê dikeve nava çileyê zivistanê.

Peyva Yeldayê jî kesên şehreza behs kirine ku peyveke Sûryanî ye ku tê wateya ji dayikbûnê. Dînê Mîtrayî bi dirêjahiya çendîn sedeyan dînê fermî yê hemû Ewropeyiyan bûye, heta hatina Îsa.

Lê piştî hatina dînê Îsa, dînê Mîtrayî hate qedexekirin, lê şûnwar û çanda wê di nav zîhniyet û baweriya civakê de her ma. Her wiha gelek şûnwarên wê jî mane li Kurdistanê ku yek ji wan kelha Zerzewanê ye li bakurê welêt.

Her wiha dabên dînê Mîtrayî muturbeya dîna Îsayî kirin, bo mînak her ew şeva Yeldayê ku derketin û jidêbûna mêhr yan jî nûr û Mîtrayê ye, bû jidêbûna Îsa, ango gotin ji niha û şûnde ew Mîtra nîne ji dayik dibe, ew Îsa û nûra Xweda ye ji dayik dibe. Lê gelek belge hene ku Îsa di vê sar û sermaya zivistana har de ji dayik nebûye. Bo mînak; eger em li Încîla Loqayê binerin, di beşa 2 metna 8‘ê de dibêje: Îsa dema jidayik bûye şivan pez û ajalên xwe dibirin şêvînê, şevên ango şivan, şevên bihar û havînê ajalên xwe dibir deşt û zozanan ji bo çêrandinê.

Ev nîşan dide ku Îsa Mesîh di Şeva Yeldayê de ji dayik nebûye. Lê eger em wê şeva xorveger û rojvegerê yan jî şev û cejna Mîtrayî û ronahiyê qebûl bikin weke jidêbûna Îsa Mesîh, ev deh rojên di navbera Şeva Yeldayê û sersala Îsayî û zayîniyê de deh roj piştî ji dayikbûna wî ye. Ji bo deh rojan piştî jidayikbûna Îsa, dibêjin rojên ji bo sunetkirinê. Em dizanin di Xiristiyaniyê de heta niha jî deh rojan piştî jidayikbûnê ew zarokê kur tê sunetkirin û wê rojê dikin bone û şadiyê.

Helbet vê şevê di çand û baweriya gelek neteweyên din de jî cihê xwe girtiye û heye. Di adetên fîrewniyên Misirê de jî ev çend hebûye lê bi cudahiya çend rojan ku di 7‘ê meha yekê de bi sala zayinî ya îroyin de ev şev hatiye pîrozkirin. Di nav Qiptiyên Arsîdoksê de ev şev tê pîrozkirin, li Japonyayê di çerxa 7‘emîn a zayinê de ev çand bû nerîteke salane. Çawa di çanda me ya Mîtrayî de Moxên Mîtrayî diçûn şikeftên tarî û îbadet û spasguzariya xwe dikirin ku jê re gotine “A Mîtra So”, li welatê Çînê jî di vê şevê de xwarineke taybet çêdikin, bi navê Tangyonê ku hêmaya şadî, xêr û bereketa saleke nû ye. Kurdê me yên Xorasanê bi çandên taybet vê şevê pîroz dikin, li Rojhelatê Kurdistanê û bi taybetî li Loristanê bi gelek awayên taybet vê şevê pîroz dikin.

Mîtrayî yan jî mêhr û ronahî zagona xweza û xwezaperweriyê ye. Pîrozweriyên wê hetanî îroj dî di çand û ruhê me de mane weke “roj ango pîroziya roj û tavê di mejî û sembol û ala me de, Newroz, Yelda, Hêkarengîne, tenbûr, mar, hinar”ê. Her wiha pîroziya her çar axşîgên “As, Ax, Ar, Av”ê ango çar elementên gerdûnî û hwd…

Hem mijara Mîtrayê û hem Şeva Yeldayê  pir berîn û fireh e, mijar bi berfirehi pirtûka min ya bi navê “Şeva Yeldayê” de cih digire.

Şeva Yeldayê şeva dil e, şeva axaftina dil û dîtina dil û tevgera dilî ye, şeva xwezayê û hevşadiya ruh û dil û mejî ye. Li bakur û rojavayê welêt ev roj hatibû jibîrkirin, lê van salên dawî ji bo geşkirinê tevger dest pê kirine. Giring e ev şeva kevnar û pîroz li her derê welêt jînde û mayînde be û her sal bi coş û fehmên kûr bê pîrozkirin.


ÇAVKANİ

https://xwebun.org/cejn-u-seva-yelda/

Şeva Yelda-Şev Çile, Qendîl Şeyxbizinî, Weşanxaneya Sîtav, 2021

 

Nivîsén tékildar

Mervan Serhildan

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...


Leylana Sidîq

Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne...


Azad Zal

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan,  ji Mala Qolê ye.  Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.