Amadekarîya
Nivîskar: Komîteya Dîrokê
Manî Pêxember (216-276)
Yek ji dînên girîng yê dîroka dînên dinyayê Manîyî ye, Manîyî ji alîyê pêxember(peyamber) Manî ve hatîye belavkirin. Manîyî dîneke gerdûnî ye, yanî ji hemû insanan re ye, armanca vî dînî insana ji xerabîyê dûr bixe û wan biparêze. Manî yê weke Peyamnêrê Ronahîyê jî hatîye binavkirin, di derbarê felsefe û ramanê xwe de pirtûk nivîsandine, wêne çêkirine, ji bo belavkirina vî dînî alîgêrên xwe şandîne gelek welatan; pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan; loma di demeke kin de li çar alîyê dinyayê şopdarên wî zêde bûne, her çiqas ji bo wê ji holê rakin hin caran ferman hatibin derxistin jî, ev dînê ku hem weke Ola Aştîya Rastî, hem weke Ola Şewqê jî tê binavkirin zêdeyî 1000 salî jiyaye. Felsefeya vî dînî bandor li gelek welat û xelkan kirîye, ji ber ku Manî pir girîngî daye nivîsandinê di vê derbarê de gelek çavkanî hene, di xebatên îro de bi pirayî weke ‘Manîheîzm’ê tê binavkirin. Navê Manî û Manîyî li gor zimanan pir tê guhertin, weke Manes, Monî, Manichaios … Navê bavê wî Patîg jî di hin çavkanîyan de weke Fettek, Fatak, Batek, Babak, Pataka yan jî Patecius derbas dibe.
Di vî warî de hin fikarên cuda hebin jî, bi piranî tê qebûlkirin ku feylesofe Kurd ê mezin Manî di 14ê Nîsana 216an de li Mêrdînê hatîye dinyayê. Bavê Manî, Patîgê kurê Berzam e, ji malbateke esilzade ya paytexta Medan Yekbatanê (Hamedanê) ye û ji êla Xaskanî ye. Navê dayika Manî, Marmarcan e, ji êla Kamargan e û ji malbateke esilzadeyên Împartorîya Partan e. Ev êl hê hebûna xwe li Kurdistanê berdewan dike. Lêkolînvan îşaret dikin ku malbata Patîgê bavê Manî bi erkê leşkerî ji bajarê Yekbatanê hatîye bajarê Mêrdînê û Manî li wir çêbûye. Di wê demê de di navbera Part û Romayîyan de li wê herêmê hazirîya şer hebû, dibe ku ji bo wan şeran hatibe. Di şerê ku di 217an de li derdora Nisêbînê qewimî, Partî bi ser ketin û Romayî mecbûrî bacê kirin.
Dema Manî tê dinyayê, bawerîya serdest a wê demê ola Zerdeştî ye. Lê bavê Manî dev ji bawerîya Ahura Mazda berdide û beşdarî civata Menaqede dibe yê li derûdora Babîlê dihat zanîn ku ji wan re Koma Cilspîyan dihat gotin. Manî hêj yek salî ye bavê wî terka malê dike û bi dû bawerîya cilspîyan dikeve. Piştî Manî dibe çar salî, bavê wî vedigere malê, vê carê kurê xwe jî bi xwe re dibe û dîsa vedigere Wargeha Cilspîyan. Yanî perwerdeya Manî 4-5 salî dest pê dike, mamosteyê wî yê sereke bavê wî ye. Heya 24 salîya xwe di nav van mirovan de dimîne, fêrî dîrok, ol û çandên kevin dibe.
Manî difikire ku peyamên pêxemberê berî wî yê weke Zerdeşt, Bûda, Îsa bi demê re ji alîyê şopdarên wan ve xelit hatine şîrovekirin, yan xelit hatine fêmkirin û ew gihiştîye cewhera rastîyê ya paqij, dibêje ku ew pêximberê dawî ye. Ji bo fikar û rêya wî jî bi demê re nekeve heman xetereyan, fikarên wî baş bên fêmkirin, pir li ser nivîsandina pirtûkên xwe sekinîye û ji şagirtên xwe jî xwestîye ku çi jê bibihîzin derbasî nivîsê bikin, ji bo weke belge bimînin û şaşitî çênebin. Ev pêşxistina nivîs û wêjeyê jî bi xwe re anîye, piştî mirina Manî pêximber ev hewldan berdewam kirine, loma kullîyatek bi gelek zimanan ya berbiçav ya dînê Manîyî çêbûye.
Heke em bên ser destpêka tevgera dînê Manîyî, ew bixwe dibêje ku hîn di 12 salîya xwe de ferîşteyek pê re ketîye têkilîyê de, lê jê re hatîye gotin ku wê demê gerek ev veşartî bimîne. Di bîst û çar salîya xwe de dîsa heman ferîşte ji Manî re dibêje, ji Xwedê ferman hatîye ku tu bang li xelkê bike û tu bawerîya xwe bela bike, rastîyê ji mirovan re bêje û bela aştî bi te be. Manî li ser vê fermanê di sala 241ê de dest bi xebata xwe ya olî dike. Serdema ku Manî xwest fikarên xwe bela bike, Dewleta Roma û ya Sasanîyan di pêxêla hev de bûn û ji alîyekî ve jî Zerdeştî, Mîtrayî û Xiristîyanîya ku nû bela dibû di nav tekoşînê de bûn. Manî ev tevde himbêz dikir û xweşbînîya li himber hev derdixist pêş. Lê ew jî weke gelek pêxemberan, di dema destpêkê de li welatê xwe bi ser nakeve û derdikeve rêwîtîyekê; li bakurê rojavayê Hîndistanê û gelek welatên din digere. Manî di derbarê wan deman de wiha dibêje: “Di dawîya keyatîya Key Ardeşêr de, ji bo ku ez bawerîya dînê xwe di nav mirovan de belav bikim, derketim gerê û ez bi keştiyekê çûm Hîndistanê. Ez li wir bi mirovan re ketim têkilîyê de û min alîgirên baş qezenc kirin. Lê piştî mirina Key Ardeşêr, kurê wî Şapûr ket şûna bavê xwe(242) û qasidek şand pey min, ez ji Hindistanê vegerîyam welêt . Ez ji wir jî çûme Babîlê, ez derketim pêşberî Key Şapûr. Wî bi dêlindêzeke mezin ez pêşwazî kirim. Key Şapûr bawer dikir ku her cih û welatê wî yê ku ez lê gerîyame, jiyana mirovên ku li ser wî cih û welatî bi gera min pîroz bûne. Key Şapûrê 1emîn xwest ku ez wekî mirovekî dîndar xebatên xwe bidomînim, her wiha ji bo belavbûna bawerîya dînê min, hin mirovên dîndar jî dane rex min, ew jî di vê hêlê de ji min re bûne alîkar, bi vê sebaretê bandora bawerîya min li ser gel di maweyekî kurt de pir zêde belav bû. Min li welatê Farsan, li welatê Partan û di tixûbê herêmên Roman de gelek sal bihurandin, ji bo ku ez bawerîya dînê xwe belay bikim min ji gelek welatan re gelek nivîsên cihê şandin.”(Nezîr Ocek, Dîn û Mitolojî, r, 109)
Tu dîn, yan îdeolojî ji nişkê ve dernakeve holê, tevde xwedî bingeheke tevgerên berê ne û li gor pêdivîyên demê hin guhertin bi xwe re anîne. Bingeha fikar û kirinên Manî jî ji yeqînîyên, ji dînên berî wî tên, bi demê re hin guhertin yan jî lêzêdekirin çêbûne. Bêguman Mîtraîzm, Zerdeştî, Xiristîyanî... bandor li bawerîya nû ya Manî kirîye û ev bingeh hişê mirovan ji bo pêşwaziya wê amade kirîye, loma di demeke kin de zêde belav bûye. Bandora xelitî, zordarî û kemanîyên rêberên dînên berî jî heye.
Keyayê Sasanîyan Şapûr rê li ber Manî Pêxember vekirîye, pê re bûye alîkar; ji alîyekî ve jî dema hewce kirîye weke şêwirmendekî û hekîmekî xwestîye li gel wî be. Damezrînerê Manîheîzmê arif e, hunermend e, şêwekar e, hekîm e, astrolog e, xwedî felsefe ye. Manî pêxember, ji bo fikarên wî ber bi xelit fêmkirinan de neçe wî bixwe di derbarê doktrînê xwe de, bi zimanekî vekirî û rehet, pirtûk nivîsîne, bi vê mebestê alfabeyeke taybet saz kirîye. Gerek em di bîr bînin ku Gundêşapûr di van deman de ava bûye, gelo di avêtina bingeha dibistana vir ya navdar de çiqasî bandora Manî çêbûye. Bêgûman bingeha ku Manî gihand wê astê jî heye, yanî rewş ne bi Manî tenê ve girêdayî ye. Dibistanên perwerdehîyê yên Gundêşapûr, ku di wêje, zanist û felsefeyê de serdemeke pêşketî nîşan dan, herêm kir navenda zanistî ya herî girîng a cîhanê di sedsalên 5 û 6an de. Di nav van dibistanan de sazîya zanistî ya herî girîng dibistana bijîşkîyê bû. Em karin bêjin zanîngeha ewil ya dinyayê bû. Gelek bijîşkên serekên Emewî û Ebbasîyan, li vir perwerdehî dîtibûn.
Nezîr Ocek, Dîn û Mitolojî, Weşanên Sîtav, Wan, 2021
https://xwebun2.org/felsefeya-mani-pexember/
https://xwebun2.org/jiyana-mani-pexember-ii/
https://ku.wikipedia.org/wiki/Man%C3%AE_(p%C3%AAxember)
https://www.ekremsevil.com/FileUpload/bs568116/File/mehmet_aydin_ansiklopedik_dinler_sozlugu_dinler_tarihi_yayinlari.pdf
https://diyarname.com/news.php?Idx=9858
https://www.lalishduhok.com/gotar/post/88706/?lang=ku
https://kurtedebiyati.blogspot.com/2013/11/kurt-filozoflar-mani-kimdir.html
Hin nivîsên têkildar