logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Zana Farqînî

Nivîskar: Zana Farqînî

Zimannas Zana Farqînî, di sala 1967’an de li gundê Baqûza Farqînê ya Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li bajarê Farqînê qedandine. Dibistana amadehiyê (lîseyê) û zanîngeh li Stenbolê xwendine: Derçûyê Beşa Civaknasiyê (sosyolojiyê) ye. Di sala 2018’an de jî li ser ziman û çanda Kurdî master kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya Muzîkê ye ku di dawiya sala 1990’î de hatiye avakirin û di gel komê jî kaseta pêşîn a bi navê "Rozerîn" derxistiye. Ji ber ku di kongreya HEP’ê ya sala 1992’yan de, li Enqereyê  li ser navê komê axaftin kiriye û ji ber stranên ku di heman kongreyê de tevî komê straye, ceza xwariye.

Piştî ku di meha îlona 1991’ê de li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê vedibe, tevî komê beşdarî nav xebatên vê saziyê dibe. Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya Kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê, li dawiya sala 1992’yan de dev ji xebatên muzîkê berdaye û piştre di heman salê de di rojnameya hefteyî ya bi navê Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştî ku rojnameya Welat tê girtin, bi dorê di Welatê Me û Azadiya Welat de erk û peywirên cuda digire ser xwe.

Zana Farqînî ku di rojnameya "Welat" de bi giranî karê redaksiyonê kiriye, di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn ê vê rojnameya hefteyî. Dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê heman rojnameyê. Ji ber nivîs û nûçeyên ku di vê rojnameyê de hatine weşandin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Stenbolê hatiye darizandin û ceza xwariye. Her wiha li heman dadgehê parêziya xwe jî bi zimanê Kurdî kiriye, ji ber vê helwesta xwe jî hatiye girtin û demekê li Girtîgeha Bayrampaşayê ya Stenbolê raketiye.

Farqînî piştî girtina Welatê Me di gel hevalên xwe lê xebitiye rojnameya hefteyî ya bi navê "Azadiya Welat" derxistiye û gerînendeyê pêşîn ê weşanê jî dîsan ew e. Piştî ku ji ber neçariyê dev ji karê rojnamegeriyê berdaye, li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê berdewamî bi karên xwe yên li ser zimanê Kurdî daye ku heman xebat û lêkolînên xwe yên der barê ziman de jixwe didomandin. Piştî ku dev ji karê rojnamegeriyê berdide, êdî hemû giraniya xwe dide ser xebat û vekolînên li ser zimanê Kurdî.

Farqînî çendî wan salan bi awayekî çalak di nav karên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih negirtibe jî, lê ji roja avakirina wê heta sala 1997’an her têkiliya wî bi vê saziyê re hebûye, endamê wê bûye û çend caran jî di lîsteya yêdek a rêveberiya wê de cih girtiye. Ji sala 1997’an bi şûn de êdî ew bûye yek ji endamê Desteya Birêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Çend dewran jî serokatiya Beşa Ziman a Enstîtuyê kiriye. Farqînî di sala 2011’an de dewrekê serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kiriye.

Her wiha Zana Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e, ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve cara pêşîn di sala 2005'an de hatiye lidarxistin.

Gotarên wî ku bi piranî li ser zimanê Kurdî, çand, zargotin û muzîka Kurdî ne, di weşanên wekî rojnameyên "Welat", "Welatê Me", "Azadiya Welat", Tûrik (ku vesera Azadiya Welat bû), kovarên "Rewşen", "Jiyana Rewşen", "Zend", "Zembîlfiroş", "Tîroj", "Avaşîn" “Peyv”, “Kovara W” û malperên li ser înternetê yên wekî "Rojev", "Gerdûn”, “Amidakurd”,Amûdê" û hwd. de hatine weşandin.

Zana Farqînî zewiciye û bavê du zarokên kurîn e û ji sala 1984’an ve li Stenbolê dijî
 

Berhemên Zana Farqînî:

1-Ferhenga Tirkî-Kurdî; Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1278 rûpel, Stenbol, 2000

2-Ferhenga Kurdî-Tirkî; Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2132 rûpel, Stenbol, 2004

3-Ferhenga Kurdî Tirkî- Tirkî Kurdî;  Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê,1504  rûpel, Stenbol 2007

4-Lêker û Ratnivîsna Wana (Ji aliye binyatî ve), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2019

Xebatên kolektîf:

1-Em Zimanê Kurdî Binasin

2-Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî Rêbera Rastnivîsînê

Werger(ji Tirkî)

1-Mamosteyê Sêyemîn Xanî

2-Rastiyên Destana Memê Alan

3- Xanî û Newroz

4-Xanî û Memzayên Wî

Nivîsén tékildar

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...