logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Alî Gurdilî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Alî Gurdilî

Civaknas û felsefevanê Kurd Alî Gurdilî, di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatîye dinyayê. Piştî ku di sala 1980yan de bi hemû malbata xwe ve koçî bajarê Îzmîrê dike, dikeve Zanîngeha Ege, Beşa Civaknasîyê û piştî çend salan zanîngehê diqedîne. Bi salan e di hinek warên zanistî û felsefî de dixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Felsefevan, Xwenas, Tîroj û Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetîya beşa felsefeyê dike. Bavê du zaroka ye. Berê, xwedî û berpirsiyarîya malpera felsefevan.org ê û edîtorîya Kovara Felsefevan kiriye. Bi qasî 10 salan weşana malperê berdewam kir. Hîn jî nivîsê wî di malperên weke Riataza, Rewanbêj, Rewşenbîr û hin din de derdikevin.

 

Berhemên Alî Gurdilî

- Dengê Felsefeyê, Weşanên Doz, 2006

- Rewîtîyeke Zanistî, Weşanên Doz, 2007

- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’, Weşanxaneya Evrenselê, 2015

- Destpêka Felsefeyê, Weşanên Soran, 2015

- Antolojîya Feylesofan I, Weşanên Soran, 2015

- Ferhenga Felsefeyê, Weşanên Na, 2021

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://gurdili.blogspot.com/

https://ali-gurdili.niviskar.org/hevpeyvin-bi-ali-gurdili-re-ferid-mitan.html

https://www.youtube.com/watch?v=l7NOO5PgGoE

 

Hin nivîsên têkildar

Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate


Yekta Ûzûnoglû

Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran


Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk