logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Bro Omerî

Nivîskar: Bro Omerî

Nivîskar û helbestvan Operator Dr. Îbrahîm Yildirim ku wek Bro Omerî tê naskirin, 28ê Tebaxa 1942yan li Nisêbînê, li gundê Çalê ji dayîk bû. Gava salên 1944-48an malbata wî hate koçberkirin, Brahîm û hin kesên din ên ji malbatê ji bo neyên koçberkirin çûn Sûrî. Piştî ku sala 1948an malbat ji koçberiye vegeriya, zarokên ku çûbûn Sûrî vegeriyan û gihîştin malbata xwe. Salên 1952-53yan li gundê Cibilgirawê dest bi dibistanê kir. Sala 1957-58an jî dest bi dibistana navîn a Nisêbînê kir. Piştî ku li Lîseya Mêrdînê polê 1. û 2. xwend, pola 3. li Lîseya Lawan a Edeneyê xwend. 21ê Hezîrana 1969an ji Zanîngeha Stembolê Fakulteya Tibê mezûn bû.

 

Îbrahîm Yildirim ê ku bijîşkê ewil e ji Nisêbînê derketiye, midurtiya tenduristxaneya 3. a Meraşê û cîgiriya midurtiya tendûristiyê ya wilayetê kir. Sala 1974an li Nexweşxaneya Şişli Etfal a Stembolê li beşa Cerahiya Giştî dest bi perwerdehiya pisporiye kir. Sala 1978an mezun bû û heman salê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dest bi wezîfeyê kir. Heta sala 1980yî Serbijîşkiya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Midurtiya Tendirustiya Wilayetê ya Mêrdînê kir.

 

Di derba lêşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de hat binçavkirin, paşê jî sirgûnî Nexweşxaneya Dewletê ya Sînopê bû. Piştî ku 2 mehan kar kir ji wezîfeya xwe îstifa kir û li Qoser û Mêrdînê wekî bijîşkê serbest karê xwe berdewam kir. Sala 1991ê dîsa bi awayekî fermî li Nexweşxaneya Qoserê dest bi kar kir. Sala 1996an çû Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê. Îlona 2002ya teqawîd bû û li Nisêbîne bi cîh bû.

Operator Dr. Îbrahîm Yildirim di xortaniya xwe de dest bi nivîsandina Kurdî kir, li aliyekî şi’r dinivîsandin, li aliyê din ji nav xelkê, dema derfet didît carna ji nexweşên xwe çîrok, pêkenîn, gotinên pêşiyan, berhemên din ên folklora Kurdî, berhev dikirin û ji bo winda nebin, ji nû ve dinivîsandin. Di gelek rojname û kovaran (Rewşen, Welat, Nûbihar, Dengê Azadî, Ronahî, Nûdem, Avaşîn, Jiyana Rewşen, Welatê Me, Azadiya Welat) de bi navê Bro Omerî helbest û nivîsên wî hatin weşandin. Sin’etkaran hin helbestê wî kirine stran. Gelek xebatê wî yê wek kitêb hene lê tevde nehatine çapkirin. Di stîl û mijara xwe de Bro Omerî weke helbestvanekî klasîk tevdigere, huner û perwerdebûnê bi hevdû re dihûne û li ber xwendevanan datîne. Peyamên wîna carna dibin helbest, carna gotarên siyasî, carna dibin çîrok, carna dibin fabl, carna dibin qerf… Formên edebî li ba Bro Omerî ne yek tenê ye. Ew di xebatên xwe de formên cûrbecûr bikartine. Form çiqasî ji bona wîna girîng be jî, form hergav di xizmeta peyamê de ye.

Omerî di 02.09.2006an de bû endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê. Bro Omerî di 4ê çileya 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil çû ser dilovaniya xwe.

Berhemên Bro Omerî yê Çapbûyî:

Carekê ji Caran, Weşanên Avesta,2005, Stenbol

Rewşa Welêt, Weşanên Avesta, 2013, Stenbol

Pira Navbera Axreşkê û Şêxan, Weşanên Avesta, 2014, Stenbol


ÇAVKANİ

https://www.avestakitap.com/bro-omeri#

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...