logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Cegerxwîn

Helbestvan û siyasetmedarê mezin ê netewî Cegerxwîn, di sala 1903yan de li gundê Hesara li ser navçeya Kercosê ku wê demê giredayî Mêrdînê bû, ji dayik bû. Cegerxwîn ji dê û bavekî gundî, cotkar hatîye dinyayê, ji yazdeh xwişk û birayan tenê sê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya. Bi kok û ezbeta xwe, ji Bêkendê ye. Gundê Bêkend li quntara çiyayê Gurdilan li başûrê Misircê (Kûrtalan) cî digire. Navê bavê wî Hesen, navê bapîrê wî Mihemed e, kurê Mehmûdê kurê Elî ye. Navê diya wî jî Eyşanê ye.

Navê wî yê rastî Şexmûsê Hesen e û wî li bin gelek rist û nivîsarên xwe jî, "Mûsahesen-Cîgerxwîn, Mûsa Hesen Cegerxwîn" nivîsîye. Di nav xelkê de, ew bi navê "Cegerxwîn" navdar e. Lê di nav mele û feqeyan de jî, bi navê "Seydayê Cegerxwîn" hatiye binavkirin û xelkê Kurdistanê jî, jê re tenê "Cegerxwîn" yan jî "Seyda" dibêjin.

Di dema Şerê Cihanê yê Pêşî de, malbata Cegerxwîn ji Hesarê çûye Binxetê û li Amûdê bi cîh bûye; wî wextî sêzde salî ye. Piştî ne bi gelekî bavê wî dire rehmetê(1918), salek bi dû de jî diya wî jiyana xwe ji dest dide û îca li nik xweha xwe Asya dimîne. Di vê demê de Cegerxwîn pir şerpeze bûye, rêncberî, şivantî û gavantî kirîye. Piştre dest bi xwendina olî kiriye û ji bo xwendinê li her çar perçeyên Kurdistanê geriyaye, xwe bi kûrayî bera nav civatê daye. Dema Cegerxwîn li gelek cihên Kurdistanê xwendina xwe ya medreseyê didomand, êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin. Rewşa jiyana Kurdan û zor û zehmetiyên jiyana wî bixwe ew xistine nav nakokîyên hundirîn û lêpirsînê. Ji alîye din ve xwendina wî ya medreseyê bû bingeheke xurt ji bo berhemên wî yên ku bêhna berhemên wêjeya klasîk a Kurdan jê tê. Di vê demê de xwendina berhemên yên weke Feqîye Teyran, Melaye Cizîrî û Ehmedê Xanê bandoreke mezin lê kiriye.

Cegerxwîn heft-heyşt salan xwendina xwe ya medreseyê berdewam kir û îcazeya xwe wergirt. Di 1927an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji Hesarê veguhest û pê re zewicî. Dest bi meletîyê jî kir, heya 1936an li Hazda Jor meletîya xwe dom kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Şexmûs lê hate kirin. Derz didan feqeyan û îcaze dida meleyan. Lê dev ji meletiyê berda, cuppe û şaşika xwe li aliyekî danî û bi her awayî dest bi xebatê welatparêzîyê kir.

Cegerxwîn ji dema feqetiyê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Piştî têkçûna serhildana Şex Seîd, hestên neteweyî yên Cegerxwîn gurr bûne û ew bûye endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîr û rêberên Kurd ve li Sûriyê hatibû damezirandin. Dema kovara Hawarê derket, helbestên wî tê de hatin weşandin.

Piştî demeke kurt Cegerxwîn berê xwe da civata feodal, di helbestên xwe de bi tundî kesên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wan rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn.

Piştî gundê Çêlek û Xirbê Nazo, li Amûdê bi cih bû. Di sala 1937an de li Amûdê komeleyek vekir û li vê komeleyê dersên Kurdî dan xortan; lê piştî demeke kin ji alîyê rêveberên Frensî ve hate girtin. Li gorî ku ew dibêje, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Cizîrê komeleya bi navê Yekîtî û Aşîtiya Kurdan hat damezirandin. Serokatîya komeleyê Dr. Ehmed Nafîz, sekreteriya wê jî Cegerxwîn kiriye.

Cegerxwîn, di navbera salên 1949 û 1957an de bi Partiya Komûnîst a Sûriyeyê re xebitî. Di sala 1951an de xwest ku beşdarî Festîwala Xort û Şagirtan ya Dinyayê ku li Berlîna Rojhilat çêbibû bibe lê ji ber ku pasaport nedanê beşdarî festîwalê nebû. Lê helbestek bi navê Festîwala Berlînê nivîsand û bi dostekî xwe re şand Berlînê.

Li Sûrîyeyê di sala 1957an de Partî Demokratî Kurdistan(PDK-S) hat damezrandin û Cegerxwîn jî di komîteya navendî ya partiyê de cîh girt. Dûvre vê partiyê nav guhert û navê wê bû “Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûrîyeyê”. Cegerxwîn heta dawîya jiyana xwe jî di komîteya navendî ya vê partîyê de bû û dema ji welêt derketibû berpirsyarîya wê li Ewrûpayê dikir.

Cegerxwîn hertim ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê xebitîye, bi dil û can hewl daye piştgirîya têkoşîna azadîya gelê Kurd bike. Wek mînak, dema otonomîya sala 1961ê li başûrê Kurdistanê, li Zanîngeha Bexdayê Beşa Kurdîya Jorîn derzên Kurdî didan û ji bilî vê, bernameya Çanda Kurd di Radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959an heta sala 1963yan Cegerxwîn li Bexdayê dima. Tev kufletê xwe li Bexdê bû, dûra vegerîyane Qamişlo/Rojava, di kongreya 1967an de ketîye Komîteya Navendê ya PDK-Sûrî. Di 1969an de dîsa dire nav şoreşa başûrê Kurdistanê, derdora salekê dimîne û dîsa vedigere Sûriyeyê. Di 1973yan de ji ber zextên Dewleta Sûriyê direve Lubnanê, li wir bi cih dibe û dîwana xwe ya sisêyan ya bi navê “Kî Me Ez” û çîroka “Salar û Mîdya” li wir çap dike; piştî demekê li wir jî dimîne vedigere. Di van deman de ji alî Dewleta Sûrîyê ve gelek caran hatiye girtin û îşkence dîtiye, bûye koçber, mecbûr maye demên dirêj jiyaneke veşartî bijî. Dawîyê mecbûr maye di 1979an de dev ji welatê xwe berde û here Swêdê. Li wir jî beşdarî meş û civînên sîyasî yê Kurdan dibû, li ser serxwebûna Kurdıstanê dipeyivî.

Hozanê mezin Cegerxwîn, helbestvanê Kurd yê herî mezin yê sedsala 20an tê qebûlkirin. Hîn jî dema behsa helbestvanê Kurd tê kirin, yek ji navê ku herî zêde tê bîra mirovan Cegerxwîn e. Bi nivîsê xwe di warê edebîyat, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke gelek mezin kirîye, li ser mijarên cûr be cûr nivîsîye. Di nivîs û helbestê wî de welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn û pêşketinê, wekhevîyê hene. Helbestên li ser jiyan û çanda Kurdan; diroka şerê serxwebûna Kurdan; rewşa aborî, polîtîk, siyasî ya Kurdistan; li ser zana, hozan û helbestvanên Kurdan; li ser axa, beg û şêxên Kurdan; li ser evîndarîyê; li ser şerên gelên bindest ên ji bo serxwebûn û azadîyê û hwd nivîsîne. Loma helbestên Seydaye mezin ji roja pêşî de gelekî hate hezkirin, li çar alîyê Kurdistan, di nav mirovên welatparêz, demokrat ên xwende û şîyar de têne xwendin, têne jiberkirin.  Ji ber ku vê demê Kurdî û Kurdewarî di bin zexteke mezin de bûn û ne bi dizî bûya nikarîbûn berhemên Kurdî bêne belavkirin, bi jiberkirinê helbestên Cegerxwîn xwe digihandin hemû qorzîyên welêt. Loma mirov kare bêje di dinyayê de yek ji yê ku helbestên wî herî zêde hatine jiberkirin Cegerxwîn e. Di medreseyan de feqeyên ku helbestê wî nizanîbûn tune bû.

Gelek Kurdên welatparêz bi helbestê wî mezin bûne. Axilbe helbestê wî yê ku bûne stran tesîreke mezin li hestên welatparêziyê kirine. Wezn û ahenga helbestên Cegerxwîn kiriye ku bêhtir balê bikşîne. Gelek stranbêjên Kurd yê weke Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Şivan Perwer, Aram Tîgran, Koma Azadî, Xelîl Xemgîn, Nîzamettîn Ariç, Mehmet Atli, Berfîn Aktay, Gulîstan, Peyman Arjen, Rûken Yilmaz, Bûrhan Berken û bi dehan hunermendên din helbestê wî kirine stran û xelk pê hişyar kirine, rakirine ser pîyan. Hin ji wan ev in:

Mihemed Şêxo: Ay Lê Gulê

Şivan Perwer: Kî Ne Em?, Ey Ferat, Kurdistana Min Ka, Gelê Şoreşvan

Nîzamettîn Ariç: Jîn û Hebûn

Ciwan Haco: Pir Xweş e

Gulîstan-Şivan Perwer: Kurdistan Bexçê Gulan

Aram Tîgran: Lêv Şêrîna Min 

Mehmet Atli: Pismamo 

Koma Azadî: Herne Pêş

Bûrhan Berken: Gulfiroş

Yûnûs Dîşkaya: Yar ko ne Mêvanê te bî

Berfîn Aktay: Mem û Zîn

Rûken Yilmaz: Dîlbera Nazik

Cegerxwîn li welatekî pir dûr, li Stockholmê di 22yê Cotmeha sala 1984an de jiyana xwe ji dest da. Li ser wesîyeta wî bixwe, Federesyona Kurd a li Swêdê laşê wî yê giranbiha bir bajarê Qamîşlo û bi merasîmeke pir giran, bi qerebalixeke pir zêde, di nav baxçeyê xaniyê wî de veşartin. 5 qiz û 2 kurê wî hene. Her sal gelek kes tirba wî ziyaret dikin. Gelek nivîskar û rewşenbîr li ser wî gotar nivîsîne. Li Amedê di sala 2012an de “Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan ya Cegerxwîn” hat vekirin, lê hikûmeta Tirkî di 2017an de navê wê guhert û kir “15 Temmûz Mîllet Kultur Merkezî(Navenda Çand û Hunerê ya 15ê Temmûzê”.

Zeynelabîdîn Zinar di pirtûka xwe ya bi navê “Nimûne” (1991) de behsa derdora 50 pirtûkên Cegerxwîn dike û dibêje heya 1988an 18 heb hatine çapkirin, li dor 25 heban jî hê neçapkirî mane û hinek pirtûkên wî jî wenda ne. Bi dû wê demê re hin pirtûkên wî yê din hatin çapkirin, hin ji wan ji alî weşanxaneyên cuda ve dubare hatine çapkirin.

Berhemên Cegerxwîn yên çapkirî:

1- Dîwana Yekem, Agir û Pirûsk, Sûrîya, 1945

2- Cîm û Gulperî, Çîroka Yekem, Sûrîya, 1948

3- Dîwana Duwem, Sewra Azadî, Sûrîya, 1954

4- Reşoyê Darê, Çîroka Duwem, Sûrîya, 1956

5- Gotinên Pêşîyan, Sûrîya, 1957

6- Destûra Zimanê Kurdî, Iraq, 1961

7- Ferheng-Perçê Yekem, Iraq, 1962

8- Ferheng-Perçê Duwem, Iraq, 1962

9- Dîwana Sêyem, Kî Me Ez, Beyrûd, 1973

10- Salar û Mîdya, Beyrûd, 1973

11- Dîwana Çaran, Ronak, Swêd, 1980

12- Dîwana Pêncan, Zend Avista, Swêd, 1981

13- Dîwana Şeşan, Şefaq, Swêd, 1982

14- Dîwana Heftan, Hêvî, Swêd, 1983

15- Tarîxa Kurdistan-1, Swêd, 1985

16- Dîwana Heştan, Aşîtî, Swêd, 1986

17- Tarîxa Kurdistan-2, Swêd, 1987

18- Folklora Kurdî, Swêd, 1988

19- Jînenîgarîya Min, Swêd, 1995

20-Nivîsarek li Ser Dîbaca Ehmedê Xanî, Swêd, 1995

21-Şerefnameya Menzûm, Weşanên Avesta, Stenbol, 2000

 

Hin ji xebatên ku hîn nehatine çapkirin ev in:

1- Ta­rî­xa Kur­dis­tan (cilt 3, 4)
2- Awa û Destûra Zi­manê Kur­dî(nûkirî)
3- Fer­han­ga Kur­dî (1, 2- nûkirî)
4- Folk­lo­ra Kur­dî (cilt 2, 3)
5- Hozan û Navdarên Kur­distan
6- Şerha Dî­wa­na Melayê Ci­zî­rî
7- Hespê Ristvanên Kurdistanê
8- Kuştina Xortekî Îranî Li Berlînê(werger)
9- Goti­nên Pêşîyan (cilt 2)
10- He­se­nê Mû­sê (çî­rok)
11- Pir­tûka Mi­nors­kî -“Kurd”(werger)
12- Dewle­ta Me­ha­ba­dê (werger)
13- Tarîxa Xa­ne­da­na Şeda­d (werger)
14- Tarîxa Kur­da li Ye­menê (werger)
15- Çî­ro­ka Şo­fo­rê Qemyona Sor
16- Çîroka Xecê û Sîya­mend
17- Şo­re­sa Kur­dis­ta­na Iraq
18- Tarîxa Şoreşa Kurdistana Iraq (wendabûyî)

19- Dîwana Nehem

20-Kurd û Kur­distan-Nîkîtîn (werger)
21-Ra­po­ra Mi­fe­ti­şê Ûmûmî li Tirkîyê
 


ÇAVKANİ

https://www.youtube.com/watch?v=GZ4N6e2Socc

Hevpeyvîna dîrokî ya Cigerxwîn-1983

 

https://bnk.institutkurde.org/catalogue/result.php?rech=liste

 

NIMÛNE-Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî, Zeynelabîdîn Zinar, 1991

 

https://www.youtube.com/watch?v=Zt9lPgtCw74

Bonîye Cegerxwîn - Rû Bi Rû

Nivîsén tékildar

Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...


Mahşeref Mestûre Erdelanî

Mestûre Kurdistanî, anku Mah Şeref Xanima Kurdistanî di sala 1804an de li bajarê Sineyê ji dayik bûye. Dayika wê Melek Nîsa ji malbata wezîrê Sineyê, bavê wê Hesen Beg jî ji malbata Qadirî bû ku herdu malbat jî li Mîrgeha Erdelanê bi serwerî û ronakbîrîya xwe xwedî qedr û qîmet bûn. Mestûre Kurdistanî bi piştgirîya dayik û bavê xwe li parêzgeha Sineyê dest bi xwendinê dike û li gel zimanê Kurdî hînî zimanê Erebî û Farisî jî dibe. Herwiha li gel perwerdehîya zanistî û dînî, perwerdehîya wêjeya Kurdî, Farisî û Erebî jî digire...