logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Cewad Mella

Nivîskar: Dr. Cewad Mella

Dr. Cewad Mella

Ez li Şamê di sal 1946 de ji dayik bûme, ji malbateke kurdperwer û têkoşer im, ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ew ji Bakurê Kurdistanê "Kurdistana Tirkiyê" koçberî Sûriyê bûne. Bapîrê min î mezin Mella Mihemed misilmanekî dîndar û welatparêz bû û heta roja îro ew mizgefta ku wî avakirî li gundê Beydewanê li navçeya Diyarbekirê (Amedê) sekiniye.

Bavê min hevalê nêzîk û xweşewîst ê Mîr Celadet Bedirxan û endamê tevgera Xoybûn (Serxwebûn) bû. Piştî têkçûna şoreşa Partiya Xoybûn ya Kurd di Çiyayên Araratê de 1927-1930, wan du caran bihevre hewl dan ku Dewleta Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihînin, cara yekem di dema desthilata Fransa li Sûriyê, jixwe hingê biryareke Fransa peyda bibû ji bo dabeşkirina Sûriyê û damezrandina dewletên nûh, di nav de jî dewleteke Kurd û cara duyem bi rêya înqilaba (serhildana) General Hosnî el-Zeîm di sala 1949 de.

Ji alîkî din ve tevkariya bavê min di xebata çandî ya Kurdî de hebû, ew beşdarî damezrandina klûb û derxistina rojnameyên Kurdî bibû li bajarê Şamê û herwiha gotar, helbest û çîrokên Kurdî bi şêweyekî wêjeyî û hêja dinivîsî di rojnameya Hawarê de, di 1933 de û di pirtûka profesor Stack Weekender profesorê zimanê Kurdî li Zanîngeha Uppsala li Swêdê yê bi navê "Nivîsên Kurmancî" di 1959 de.

Di vê atmosfera welatparêzî û şoreşê de ez mezin bûm û min pirtûkên kurdî û nivîsên bavê xwe li dora xwe dîtin, ev ji bo min motîvasyona herî mezin bû ku ez zû tevlî karê neteweyî bibim. Ji bo xatirê tekoşîna min îstîxbarata Sûrîyê ez cara yekem binçav kirim û îşkenceyên giran li min kirin. Ev heqîqet yek ji pir sedeman bû ku ez her bi edaleta pirsa Kurdîtîyê bawer bikim û parastina wê berdewam bikim.

Min li Şamê di lîseyan de dixwend, lê ji ber ku îstîxbarata Sûriyê navê min xist lîsteya reş min nekarî xwendina xwe li Şamê bidomînim, lewma min li zanîngehên Beyrûd û Londonê xwendinên xwe dewam kir û doktoraya zanistên siyasî qedand. Xizmeta nihênî ya Sûrî her wiha ferman da hemû daîreyan ku karekî nedin min û tê bîra min ku min karek bi dizî ji bo mamosteyê seretayî li dibistana seretayî ya Ruşdî Berekat li taxa Kurdan ya Şamê di sala 1977 de stend; ji ber ku ev kar karekî demekî bû ew ne hewceyî erêkirina alîyên ewlekarî bû, lê piştî çend hefteyan desteya perwerde ya Şamê peyamek bi rê kir ji rêveberê dibistanê Xelîl Agliqîn re da ku min ji kar bavêje.

Min bi dehan xwepêşandan ji bo parastina azadiya gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê organîze kirin û dema ku di sala 1984 an de gihêştime Ewropayê jî min ala Kurdistanê û dirûşma serxwebûna Kurdistanê di hemû xwepêşandanan de daliqandiye. Herwiha min bi sedan gotar, lêkolîn, bîranîn û bi dehan pirtûk bi Kurdî, Erebî û Inglîzî nivîsand. Ev çend ji çalakiyên min in:

Di sala 1958an de min Komela Serxwebûna Kurdistanê li taxa Kurdan li Şamê damezrand û ez ji bo serokatiya wê hatim hilbijartin. Me belavok çap kirin û mal bi mal li miletê taxê belav kirin. Me ev kar bi şehîd Ismet Berazî û Qusay Alreşî yê rehmetî re pêk anî.

Di sala 1961ê de apê Osman Sebrî gazî min û hevalên min kir û dersên fêrbûna nivîsandin û xwendina bi zimanê Kurdî da me. Di sala 1962yan de li Şamê, me û komeleyeka Kurdî yê li taxa El-Ekrad a Şamê biryar da ku em herdu komeleyan bikin yek; di nav wan de Mihemed Xêr Wanlî (bavê Cengîz), Ebdulkerîm El-Eyûbî (bavê Înad) û hin din hebûn. Min tekoşîna xwe di komela yekgirtî de berdewam kir ta ku ez bi serokatiya Apê Osman Sebrî, di sala 1964an de tevlî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bûm û piştre bûm berpirsê şaxê Şamê.

Di sala 1967 de saloxgerîya Sûriyê bi taybetî alîyê siyasî yê li Cisir El-Ebyad ez girtim û li girtîgeha wan a li qereqola Şêx Hesen li taxa El-Mîdan îşkenceyên herî xirab li min kirin.

Di sala 1968 an de ez beşdarî konferansa heftemîn a Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bûm, a ku li bajarê Amûdê ji bo berxwedana li hemberî projeya Kembera Erebî hate lidarxistin. Di sala 1969an de ez ji Sûriyê çûm Ewropayê, li wê derê min bexşeke xwendinê wergirt ji bo xwendina wêjeya Kurdî li gel profesor Qanatê Kurdo li Zanîngeha Lenîngradê û herwiha jî bûrsa xwendina almanî li Berlînê.

Ez tevlî konferansa Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê bûm, ya ku li Swêdê bi rê ve çû. Ji komîteya karger ya ku tê de ji hemî partiyên Kurd yê li Ewropa û ji hemî perçeyên Kurdistanê hevkar hebûn, min Mihemed Bekir, Husên Barzanî û Ebdulrehman Ewnî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê nas kirin, min Hemreşê Reşo nas kir. Dûra min ramangêrê Kurd Cemal Nebez nas kir ku sohbete wî her li ser pêwîstiya pejirandina ramana netewperestiya Kurdan û ragihandina dewleta Kurd bû. Piştî ku Dr. Cemal Nebez ez di nav KAJYK(Komela Azadî û Vejîn û Yekîtiya Kurdan) de birêxistin kirim a ku nihênî û di sala 1959 de li Silêmanîyê hatibû damezrandin, û ji bo belavkirina hizra neteweyî û serxwebûna Kurdistanê, min dev ji xwendin û jîyana li Ewropa berda û ez vegeriyam welat.

Di sala 1970 de, ez li Beyrûdê bi cih bûm da ku berxwedarî azadiyê bibim, wir min re bû navendeke ji bo belavkirina rêbaza KAJYK li bakur û rojavayê Kurdistanê. Heman deme min li Zanîngeha Beyrûdê xwendina xwe berdewam kir. Wek damezrîner û serokê Yekîtiya Niştimanî ya Xwendekarên Kurd li Sûriyê û yê KAJYK li bakur û rojavayê Kurdistanê ez bi gelek çalakiyên cûrbecûr rabûm; wek weşandina agahiyan û birêkirina nameyan bo welatên hêzdar ji bo serxwebûna Kurdistanê û damezrandina dewleta Kurd, derxistina kovara Hawarê.

Li Beyrûdê jî min dibistanek vekir, ji bo hînkirina zimanê Kurdî li yaneya werzîşê ya El-Erz. Li ser daxwaza profesor Elî Seydo Goranî li Emmanê-Urdin dibistaneke duyemîn ji bo hînkirina zimanê Kurdî li Komelgeha Selah El-Dîn El-Eyûbî hate vekirin.

Di salên 1970-1973yan de ez li Beyrûdê dijîyam, lê min bê pasaport sînorên welatên Rojhilata Navîn derbas dikir, dûrî xalên kontrolê(venêrînê) ji ber ku saloxgerîya Sûriyê li dû min digeriya û dixwest min bigire. Di 1972 de ez beşdarî konferansa Yekîtiya Xwendekarên Başûrê Kurdistanê bûm, ku di Nîsana 1972yan de li bajarê Silêmaniyê pêk hat. Wek Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Libnanê, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê gelek rêxistin beşdarî konferansê bûn. Piştî ku konferans bi dawî bû, General Mistefa Barzanî pêşwazî li nûnerên rêxistinên xwendekarên Kurd ên ku ji derveyî Başûrê Kurdistanê hatibûn kir, ev hevdîtina dîrokî li baregeha wî ya li gundê Dîlmanê li quntara bakurî yê çiyayên Qendîlê pêk hat û em heta derengê şevê ligel hev peyivîn.

Piştî vegera min ji hevdîtina bi General Mistefa Barzanî re, saloxgerîya (îstîxbarata) Sûriyê ji ewlekariya Libnanê daxwaz kir ku min binçav bikin û radestî Sûriyê bikin. Ez çend carî dihatim girtin jî, lê di her carê de berî ku bihatame darizandin diya min pismamê xwe Ehmed Bekir Axa Alusî dişand da ku pereyên kefaletê bi rêya parêzger re bidê ta heta roja dadgerînê serbest bim, bêguman ez ji zîndana Zehle derketim û navnîşana xwe guherand û li dadgehê peyda nedibûm... Lê piştî çend heyvan hêzek Libnanî ez radestî istixbarata Sûriyê kirim û dûra ez têgihiştim ku ew hêza ez girtime ne libnanî bûn, ema ji saloxgerîya Sûriyê bûn lê bi cilên libnanîyan bûn. Di sala 1973 de ez radestî artêşa Sûriyê kirim ji bo leşkerîya mecbûrî, û bi vî hawî piştrast bûn ku ez li Sûriyê û di bin çavdêriya wan de bimînim. Wekî din, dixwestin min bi dizî bikujin,ji bo wê gelek caran hewl jî dan.

Di salên 1976-1984-an de, piştî têkçûna şoreşa Îlonê di 1975 de, partiyên Kurdî zêde dibûn, ji ber vê yekê çend endamên partiya KAJYK Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) damezrandin û ji ber ku ez di serokatiya KAJYK de bûm, PASOK biryar da ku ez ê bi wan re di rêveberiya wê de jî bim.

1982-1984 ez beşdarî Şoreşa Gulanê li Başûrê Kurdistanê bûm wek fermandarekî meydanî yê pêşmergan, serkirdeyê siyasî û endamê polîtburoya Partiya PASOK û min nûnertiya wê di pêşengiya eniya jodê de kir û ez beşdarî civînên wê yên li çiyayê Qendîlê dibûm... Herwiha ez beşdarî çend cengan bûm, ku ya herî navdar şerê Piştaşan, Aşqolke û Qernaqeyê bû ya di 1-5-1983 an de li çîyayên Qendîlê ku me di wê cengê de nêzîkî 100 şehîd dan.

1982-1984 ez rastî gelek hewldanên kuştinê hatim, ku yek ji wan li bajarê Kerec ê nêzîkî paytexta Îranê Tehranê bû û ez birîndar bibûm. Di dawiya sala 1984an de min xwe gihand Londonê û bi Cemal Alimdar, Dr. Şefîq Qezzaz û Dr. Feryad Hiweyzî re Komîteya Azadîxwazên Kurdistanê (KAK) ava kir.

Di sala 1985an de min Komîsyona Mafên Mirovan a Kurd damezrand, ji bo eşkerekirina çarenûsa Kurdên windayî û yên girtî werine berdan bi hezaran name me ji rêxistin û dadgehên navneteweyî re şandin, di derbarê sûîqestên ku Sûrîyê, Îraq, Tirk û Îranî li dijî gelê Kurd pêk tînin de gilîname bo dadgehan hinartin.

Di sala 1985an de bi Dr. Cemal Nebez, General Ezîz Eqrawî, Dr. Mihemed Salih Kabûrî, Profesor Selah Cemûr, Şêx Letîf Merîwanî, Dr. Mûzefer Bartoma, Endezyar Brûska Îbrahîm, şêxê êzîdîya Derwêş Heso û bi hindek kesên din ji seranserê Kurdistanê, me Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê damezirand.

Di sala 1986an de me rojnameya Kurdnameyê derxist û paşê me navê wê guherand bo rojnameya kongreyê berdevkê Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê.

Di sala 1987 an de ez li gel kesayetiyên akademîk û zanistî yên hemû parçeyên Kurdistanê wek Dr. Kamal Fûad, Dr. Fûad Husên, Hemreş Reşo û yên din beşdarî konferansa damezrandina Akademiya Kurdî li Ewropayê bûm.

Di sala 1988an de, ji serokeşîrê Barzanîyan şêx Mihemed Xalid Barzanî ve min nameyek wergirt û tê de ez raspartim ji bo ku zordarîya îraqê bi revandina 8000 Barzanîyên Kurd ji sala 1982 ve û setemkêşîya wan bigihînim Neteweyên Yekbûyî. Piştî çend pêwendiyan, Navenda Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê vexwendnameyeke fermî arasteyî min kir; bi Dr Ehmed Osman, Dr. Vîre Seîd Bor û Dr. Esfandiyar re ez amade civînên wê bûm.

Di sala 1989an de, min konferansa yekemîn a Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Londonê li dar xist û General Ezîz Eqrawî wek serokê Kongreyê hat hilbijartin. Di sala 1989an de, ji boyî qurbaniyên bajarê Helebçeyê, operasyonên Enfalê û binçavkirina 5000 Kurdên Feylî li Iraqê, min gelek semînar û komcivîn pêk anîn.

Di sala 1990î de, ji bo çareseriyeke dadmend ji pirsgirêka Kurdî re, ez beşdarî gelek konferansên navneteweyî yên li ser wê mijarê bûm.

Di sala 1991an de, di dema koçberîya komî ya mîlyonî yê Kurdên li Başûrê welêt de, min roleke mezin lîst, da ku hêzên navneteweyî rola xwe bileyîzin bi rizgarkirina gelê Kurd. Heman salê li Londonê, konferansa duyemîn a Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin. Her wiha ez beşdarî kiryarên Kongreya Taybet a qurbaniyên Marzabotto û Helebçeyê bûm, ya ku li Îtalyayê pêk hat.

Di salên 1992-1994an de, min gelek peyam arasteyî serkirdeyên Kurd yên Başûrê Kurdistanê kir, ku ji rewşa nû ya li Başûrê welêt sûdê werbigirin.

Di salên 1995-1997an de, ez bûm endamê Parlementoya Kurdistanê a li sirgûnê, ya ku ji aliyê parlamenterên Bakurê Kurdistan li Belçîka hatibû avakirin û li civînên wê yê li Hollanda, Belçîka, Îtalya, Rûsya, Danîmark û Norwêcê amade bûm.

Di sala 1996an de, li Parîsê, konferansa sêyemîn a Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin.

Di sala 1997 an de, li Londonê, bi komek welatparêzan re me Komîna Rojavayê Kurdistanê damezİrand. Heman salê, li Tirablûsê ez bi serokê Lîbyayê Mûemer Qezafî re civîyam û min ala Kurdistanê diyarî wî kir.

Di 1998an de, min ji kesayetiyên civakî û rûsipî li cîhanê 2000 îmze berev kirin, ji bo ku di navenda BBC ya navdewletî de radyoyeke bi zimanê Kurdî ligel 29 zimanên din di radyoyê Birîtanî de bê weşandin.

Di 1998an de, kiryarên konferansa çaremîn a Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê li Londonê hate sazkirin û min rojnameya kongirê bi zaravayên soranî, kurmancî û bi zimanên îngilîzî û Erebî weşand.

Di 1999an de, min ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistanê vexwendnameyên fermî wergirtin, ku serdana başûrî Kurdistanê bikim û rewşa wê ji nêz ve bişopînim.

Di 21.07.1999an de, me konferansek bo bijîşkên Kurd yên li Brîtanyayê li dar xist, ji bo damezrandina Komeleya Bijîşkî ya Kurd li Brîtanyayê û Dr. Aza Celal Ebdullah weke serokê komeleyê hat hilbijartin.

Di 2001an de, ji bo peydakirina lobiyeke Kurdî li şûna lobiyên partîzanî, me rêxistina Dostên Serxwebûna Kurdistanê ya Navneteweyî damezrand, ku tê de gelek kesayetiyên Ewropî û Emerîkî hebûn.

Di sala 2002yan de, bi hezaran îmze ji kesayetiyên qedirbilind û rûspîyên cîhanê min top kirin, da ku Kurd weke çavdêr li Neteweyên Yekbûyî(NY) bên nûnertîkirin, ji ber ku dema endamên NY dixwazin li ser Kurdan agahîyan bizanibin, ew wan ji devê dujminên Kurdan werdigirin.

Di salên 2003-2004an de ji bo amadekirina referandûmekê li Başûrê Kurdistanê da ku serbixwe bibin min çend konferans bi rê ve birin û deh hezar îmze ji Kurdên li Brîtanya bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê min berhev kirin û radestî Neteweyên Yekbûyî kir.

Di 07.11.2004an de, min konferansek ji bo ciwanên Kurd li dar xist û komîteyek ji ciwanên hemû parçeyên Kurdistanê hate hilbijartin. Di salên 2001-2004an de, bi dehan konferans min li dar xistin, ku hemû partiyên rojavayê Kurdistanê hatibûn vexwendin, ji bo amadekirina konferanseke giştî ya hêzên Kurdan ji bo ragihandina hikûmeta rojavayê Kurdistanê li sirgûnê. Konferansa herî dawî di 25.04.2004 li Almanyayê bajarê Herne bû û tê de hikûmeta rojavayê Kurdistanê li sirgûnê bi serokatiya min hate ragihandin.

Di sala 2005an de, min çend caran bi serkirdeyên Brîtanî re hevdîtin çêkirin, ya herî girîng bi birêz serokwezîr Tony Blair re di 25.04.2005an de bû, ku min ala Kurdistanê û peyamek tê de pirsgirêka Kurd bi giştî û ya rojavayê Kurdistanê bi taybetî û serencamên serhildana 12ê Adarê 2004an şirove kiribû, pêşkêşî wî kir.

Di 30.07.2005an de, min konferansa pêncemîn a Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê li dar xist. Di sala 2005an de, min televîzyon û radyoya satelîtî ya rojavayê Kurdistanê vekir û piştre min ew veguheztin înternetê.

Di sala 2006 de, ez beşdarî Konferansa Waşîngtonê bûm û min serxwebûna rojavayê Kurdistanê di nava Kongreya Emerîkayê de daxwaz kir. Heman salê ez beşdarî konferansa Bruksêlê bûm û ji hundirê Parlementa Ewropî de min doza serxwebûna rojavayê Kurdistanê kir.

Di 2008 de, li Londonê, min Muze, Pirtûkxane û Arşîva Kurdistanê bo kevneşopiya Kurdî vekir. Di sala 2009 de, min konferansa şeşemîn a Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê pêk anî. Di sala 2009 de li Londonê, min akademiya Apê Osman Sebrî bo fêrkirina zarokên Kurd bi zimanê Kurdî vekir.

Di sala 2010 de, piştî demeke dirêj, nêzî çaryekeke sedsalê, min serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Di sala 2011 de, ji destpêka şoreşa Sûriyê û heya îro, min gelek hevdîtin bi welatên mezin re kirin li Londonê û Parlementoya Ewropî li Brukselê û hin li welatên din ...Û bi sedan peyam ji serokên cîhanê û kesayetiyên desthilatdar re min şandin ji bo piştgiriya şoreşa Sûriyê û gelên Sûriyê ... Û di hemû bûneyan û bûyerên şoreşê de min bi hezaran gotar li ser înternetê, feysbûkê û yên din nivîsandin ... Û min tekez kir ku televîzyon û radyoya Rojava zêdetir li ser mijara şoreşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê ji pirsgirêkên din ên Kurdan berheman pêşkêş bikin.

Di sala 2012an de, ez beşdarî konferansa Hewlêrê ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûm. Di sala 2013 de, min serdana başûr û rojavayê Kurdistanê kir, û ji bo rojavayê Kurdistanê min bernameyek bo serkirdeyên Kurd pêşkêş kir. Min bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar, Sadî Pîre û Ednan Muftî re hevdîtin kir. Li çiyayên Qendîlê ez bi têkoşerê Zekî Şengalî endamê serkirdayetiya PKK û yên din re civîyam, herwekî min serdana kampên penaberên Kurd li Dihokê kir. Pey de ez çûm Sûriyê û bi taybetî rojavayê Kurdistanê, ku min lê serdanek panavî kir, dema ku şer di navbera hêzên Kurdî û Îslamiyên tundrew de li Serê Kaniyê diqewimî. Dûra min serdana qehremanên Kurd ên birîndar li nexweşxaneyên Qamişlo kir, ez çûm ser goristana şehîdan li Berkevirê û demek dirêj li ber gora Apê Osman Sebrî rawestiyam… Min li Qamişlo bi serokên partiyên Kurd û rêxistinên ciwanên Kurd re hevdîtin kir.

Di dawiya 2013an de ez nexweş ketim û nexweşî her berdewam kir, di 2015 de min niştergeriya dil derbas kir. Loma ji sala 2013an ve ez wek berê ne gelekî çalak im.

 

Berhemên Çapkirî:

Pirtûkên min yê bi Kurdî, Îngilîzî, Erebî, Farisî û Tirkî ev in û hûn dikarin bi lînka binya wan wek PDF jî daxînin.

The Kurdish State (Dewleta Kurdan-Îngilîzî)

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/The-Kurdish-State-1-1-2017-1.pdf

Kurdistan û Kurd-Erebî

http://www.westernkurdistan.org.uk/documents/KurdistanandtheKurdsinArabic20-3-08_000.pdf

A Brief Bibliography of Kurdistan and the Kurds(Bîblografya-Îngilîzî)

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Bibliography-2014-A5-Copy.pdf

Gera Min ya Kurdistan 2009-Tirkî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/My-Travel-to-Kurdistan-in-Turkish.pdf

Gera Min ya Kurdistan 2009-Farisî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/My-Travel-in-Farsi.pdf

Gera Min ya Kurdistan 2009-Kurdî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Kurdistan-16-12-09-to-7-1-10-in-Kurdish.pdf

Gera Min ya Kurdistan 2009-Îngilîzî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Kurdistan-16-12-09-to-7-1-10-in-English.pdf

Gera Min ya Kurdistan 2009-Erebî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Kurdistan-16-12-09-to-7-1-10-in-Arabic.pdf

Siyaseta Kolonyal a Partiya Baas a Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê-wergera Kurdî: Muhamed Reşîd Swahîlî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/The-Colonial-Policy.pdf

The Colonial Policy of the Syrian Ba’ath Party in Western Kurdistan(Siyaseta Kolonyal a Partiya Baas a Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê-Îngilîzî)

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Book-of-Western-Kurdistan-in-English.pdf

Siyaseta Kolonyal a Partiya Baas a Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê-Erebî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Book-Internet.pdf

Barzani, Kissinger and The Kurdish State in English and Arabic(Barzanî, Kissinger û Dewleta Kurdan-Îngilîzî û Erebî) http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Barazani-All-Book.pdf

Cewad Mella-Bîranînên bi Osman Sebrî re-Erebî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/My-Memories-with-Osman-Sabri.pdf

The Missing 8000 Barzanis Report by Jawad Mella 1988(Rapora Windakirina 8000 Barzanî-Cewad Mella 1988-Îngilîzî)

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/8000-Barzanis.pdf

Berhevokên KAJYK(Komela Azadî û Vejîn û Yekîtiya Kurdan)-Erebî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/KAJYK-in-Arabic.pdf

Berhevokên KAJYK(Komela Azadî û Vejîn û Yekîtiya Kurdan)-Wergera Kurdî:Kamil Jîr

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/berhemYky-taze.pdf

Berhevokên KAJYK(Komela Azadî û Vejîn û Yekîtiya Kurdan)-Wergera Kurdî: Hawre Baxawan

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/EdebiyatiKAJYK.pdf

KAJYK and Barzani (KAJYK û Barzanî-Îngilîzî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/KAJYK-and-Barzani.pdf

KAK Aims and Memorandum1986 (Armanc û Memoranduma KAK-Îngilîzî)

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/KAK-Aims-and-Memorandum.pdf

Dewleta Kurdan

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/The-Kurdish-State-in-Kurdish.pdf

Dewleta Kurdan-Erebî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/The-Kurdish-State-in-Arabic-1-9-2009-1.pdf

Doza Rojavayê Kurdistanê-Îngilîzî

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Western-Kurdistan-Book.pdf

Duayên Êzîdîyan- Mîr Celadet Bedirxan- veguhestina tîpên Latînî Dr. Cewad Mella

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/The-Kurdish-Yazidis.pdf

Le Kurdistan

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Le-Kurdistan-1.pdf

http://www.knc.org.uk/wp-content/uploads/2013/01/Le-Kurdistan-2.pdf


ÇAVKANİ

https://www.westernkurdistan.org.uk/publications.html

http://www.knc.org.uk/

Nivîsén tékildar

Mervan Serhildan

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...


Leylana Sidîq

Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne...


Azad Zal

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan,  ji Mala Qolê ye.  Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.