logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Danasîna pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”

Nivîskar: Seîd Rezvanî

Kurtiyek li ser çapa dûyemîn ya pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”:

Nivîskar:Seîd Rezvanî

Dem û cihê çapkirinê:2014, Duhok

Wek ku ji nav jî diyar e, pertûk di derbarê bajarê Zaxo de ye, ji dîrokê heya bi çandê di gelek waran de agahiyên di derbarê Zaxo de di gel gelek wêneyan tê de cih digre. Herî dawî ev pertûk bi çapa sêyemîn derketiye ber destê xwendevanan.

Zaxo dikeve bakurê rojavayê başûrê Kurdistanê. Di dûratiya bakurê Iraqê de ye. Dûr ji bakurê Mûsil bi qunaxa 114 kilometreyan, ji parêzgeha Dihokê 58 kilometreyan. Sinorê wê digel bakurê Kurdistanê (Tirkiya) di ê girêdan ji aliyê bakur ve. Qeza Amêdiyê ji layê rojhelatê ve herdu rûbarên Dicle û Hîzil ji aliyê rojhelatê ve. Herdu qezayên Sêmêl û Dihok ji layê başurî ve, ji layê felekê ve  li ser hêla 41 û 42 ne. Ji astê deryayî 440 metre bilind e. Zaxo di navbera du çiyan de ye; Xamtûr û Bêxêr. 

Bi kortî pertûk ji 450 laperên a4 pêk hatiye, ji du beşan pêk dihêt û her beşekê wê çend babetên girîng li ser dîroka Zaxo bi xwe ve digrit.

Beşa 1emîn:

Dergehê yekê(Zaxo di nav pertûkên beşek ji dîroknivês, gerok û mubeşran, navên bajêrî û cihên lê hatiye avakirin): Kelha Zaxo (yan mîrgeh, yan qijle), eva bi Mîrgeha Sindiya dihêt niyasîn. Herwesa babetên wekî “Zaxo di serdemê Mîrgeha Badînan de, Zaxo li sala 1544 dibit sanceq, dumahiya çerxê Mîrgeha Badînan” tê de cih digre.

Dergehê duyê: Dîroka deverê ji dema kevna Mîrgeha Badînan ta hatina Brîtaniya bo deverê. Destpêka sedsala 20ê û zaniyariyên wî demî. Wekî din, têda babetên weke; wesfa bajêrî û cihê xelk lê diman, siruştê cihê jiyara welatiyan li destpêka çerxê 20ê, rûydanên deh û bîst salên destpêkî ji çerxê 20ê; ji giringîtirîn rûydanan jî li vî demî: sefer/seferberlîk, vegohaztina giştî, geşta mirinê tê de cih digrin.

Herwesa babetên wekî:

-Xêzanên xwecih li Zaxo

-Xela mezin (alxela alkebîr am, 1917)

-Hatina Ermeniyan. di vê beşê de hene.

Dergehê sêyê: Hikumeta Îraqê û giringîtirîn karên wê. Tê da me navê wan qaymiqam û rêveberên nahiya û xudanpile û postan belav kirîne, evên li serdemê paşatiyê post wergirtîn. Dema Melik Feysel hatî bajêrî. Arîşeya Mûsil û karên lijnan li Zaxo,

Rûdanên arîşa çarê: Herwesa dane niyasîna beşek ji avahiyên diyar di wêneyên kevnên Zaxo, evên dîroka wan bo sala 1931 vedgert. Herwesa bizava guhorîna nasnama bajêrî, hêrşa serbazîya Îraqê dijî herdu bizavên Aşorî.

Rûdanên arîşa pêncê: Rûydanên siyasî, xwepêşandana sala 1948 li Zaxo. Girtinebera hindek rêkara ji layê hikumeta Îraqê ve piştî Îsraîl dewleta xwe ragehandî. Dîmenên bazarê bajêrê Zaxo yên serdemê pêncê ji çerxê bîstê. Herwesa bihayê hindek kel û pela di dema eqda pêncê û şeşê da ji çerxê bîstê. Rûydanên siyasî yên wê serdemî. Rewşa Zaxo di dema Serhildana Şoreşa 1958.

Dergehê çarê: Şoreşa Eylulê-1961 heta rêkevtinnama 11î Adara 1970.

Dergehê pêncê: Hindek ji rûydanên dîrokî bi kurtî yên dever piştî Şoreşa Eylûlê têda derbaz bûyî. Zaxo di serdemê Be'siyan de li sala 1968-1991.

Dergehê şeşê: Navên gundan evên hatîn vegohaztin (t'erîb)kirin, evên li gel şikestina sala 1975. Te'rîbkirina devera silêvaneya, Enfala Kurda û bi taybet ya bajêrê Zaxo.

Dergehê heftê: Azadbûna bajêrê Zaxo û vekêşana hêzên Îraqî û heta dumahiya çerxê bîstê, hatina hevpeymana bo Kurdistanê û diyarkirina sinorekê aram bo Kurdan.

Beşê duyê:

Dergehê êkê:Xêzanên ji destpêka sedsala bîstê li Zaxo xwe cih bûyên. babetên aborî û roşenbîrî û kiltorî ji destpêka çerxê bîstê heta salên 1980yan.

Dergehê dûyê: Dîroka perwerdê li Zaxo. benyasên bajêrî, dîroka dibistana li Zaxo, yaryên werzîşî.

Dergehê sêyê: Ji berniyasên deverê (Hazim Şemdîn Axa, Salih Yusfî, Hemz Ebdullah, Hisnî Hacî Reşîd, Şifîq Mihemed S'dalle).

Dergehê çarê:Rûybarê Xabîrî û pirên li ser hatîn dirustkirin (Pira delal ya şînwarî).

Dergehê pêncê: Kar û pîşe (karên çandinê, karên destî, bazirganî, bazirganiya bi rêka avê).

Dergehê şeşê: Kiltorê kevnarê bajêrî, ciwankarî, merasîmên hevjîniyê, êkem tirombêlên hatîn Zaxo da.

Dergehê heftê: Pêkvejiyana ayînan li Zaxo, paşkoyek ji navê mişextên Ermiyan, lîsta navê beşek ji girtiyên Zaxo.

Lîsta jêdera: Tê da me piştbestin li ser zêdetirî 130 jêderên nivîskî kiriye, herwesa me çavpêkevtin li gel 96 kesên bajêrê Zaxo ji jin û zelaman yên nasnameya wan ji salên 1898 destpê diket û heta salên çila ji çerxê borî.

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Arsemiya (Havîngeha Binemala Keyên Komagene)

Arsemiya (Havîngeha Binemala Keyên Komagene): Ew şarî antîk, di nav tîxûbên parêzgeha Adiyemanê de, li ser girê himber Keleha Gexteya Kevn cih digire. Şarî Antîk ji hêla binemala keyên Komageneye ve weke havîngeh hatiye avakirin, hin dema ji wir rêveberiya welêt meşandine. Ji ber ku avaker û damezirînerê vî şarî keyê Komageneyê yê bi navê Samos bûye, navê xwe daye vî şarî. Navê vî şarî havînî, li ser lat û kîtabeyan, bi zarê Grêkî bi şêwaza “Arsemiya” hatiye nivisîn ku ew nav di zarê Kurdî de tê wateya “warê Semê”.


Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.


Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr

Şarî Pirîn(Perre), di nav sînorê Semsûrê de ye, di serdema antîk de şarekî avadan û şên bûye. Weke şarekî Komagene, Roma û Bîzans tê nasandin. Lê belê ew ne nêrîneke rast e, lew ku ew gotineke oryantalîst e ya ku kêfa mêjiyê rêveberiya herêmê jî tîne. Li gorî wan, eleqeya xelkê ku di wê serdemê de heta îro li heremê jiyan dike bi vî şarî tuneye. Belê gelek baş tê zanîn ku navê vî şarî ê bi şêwaza “Pere” bi Kurdî ye, di Kurdî de wateya cihê tê re borînê dihêwirîne. Ew peyv di Kurdiya îro de jî weke “pire” tê bikaranîn.


Nisêbîn(Navçeya Mêrdîn)

Nisêbîn, navçeyeke mezin ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ye, di navenda Kurdistanê cih digre. Seyyahên sedsalên 12emîn û 13emîn jî, di derbarê Nisêbînê de, behsa xanîyên delal yê nav bexçeyên têr î tije, hemamên bedew, pira li ser çemê Hîrmasê(Cexcexê), nexweşxane, dibistanên wê û sûra dora wê ku 6500 gav bûn dikin.