logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dengbêj Mehmûdê Hesê

Mehmûdê Hesê yek ji dengbêjên mezin ên Kurdistanê ye. Weke dengbêjek xwedîyê edebîyateke berfireh, honakîyek xurt, bîreke kûr, temsîlkarê serdema xwe ye. Mehmûdê Hesê kevneşopîya dengbêjîyê di dema dengbêjîya xwe de di asteke bilinde de berdewam dike. Hem di mala xwe de û hem jî di mal û dawetên gundan û herêmên din de dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û dengbêjîya xwe berpêşî gel dike. Li herêm û bajarên wek Mêrdîn, Riha, Amed, Qamîşlo, Hesekê, Dirbesîyê, Serêkanîyê de heta dawîya temenê xwe gelek caran dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û kilaman distirê.

Mehmûdê Hesê di sala 1938an de li gundê Selmê ya li ser navçeya Dêrikê (Mêrdîn) tê dinyayê. Ji eşîra Xaltî ye. Navê bavê wî Hesê û navê dêya wî Medîne (jê re Medo dibêjin) ye. Malbata wî ku di pêş de niştecîhê navçeya Wêranşahr a bajarê Rihayê bûne, bar kirine û li gundê Selmê bi cîh bûne. Di temenê wî yê deh salî de malabata wî ji gundê Selmê koç dikin, diçin li gundê Baxcax (Til Edes) ya girêdayê navçeya Qoser a li ser bajarê Mêrdînê bi cîh dibin.

Mehmûdê Hesê cara ewil bi Zekîyeyê re dizewice û ji wan çar keç û lawek tên dinyê. Li gorî temen navê wan: Fedîle, Nîzama, Siûd, Enîse û Fadîme ye. Di sala 1966an de ji bo seyahetê diçe Almanyayê. Hê du mehê wî li Almanyayê diqede xanima wî Zekîye wefat dike û ew jî şûnve vedigere welatê xwe. Li dûv wefata xanima xwe ya Zekîye demeke şûnve cara duduyan bi Cemîlayê re dizewice û ji wan du law û keçek tên dinyê. Navê zarokê wan: Ebrû, Yaqûb û Îshaq e. 

Meyl û hewesa Mehmûdê Hesê ya dengbêjîyê di zaroktîya wî de, bi dengbêjîya dêya wî dest pê dike. Dêya wî Medo hakimê çanda dengbêjîyê bûye û di nava malê de kilamên dengbêjîyê gotîye. Wekî hemû dengbêjên jin dab û nêrîtên civakî destûr nedaye wê ku ew jî weke dengbêjên mêr di civatan de dengbêjîyê bike. Ango îcrakirina hunera dengbêjîyê ya di dîwan û civatan de mîna dengbêjên jin ên din ji wê re jî zêde pêkan nebûye. Ji ber van sedeman dêya Mehmûdê Hesê Medo dengbêjîya xwe tenê di nava malê de pêk tîne û hestê lawê xwe yê dengbêjîyê hişyar dike. Serwerîya dêya wî ya çanda dengbêjîyê li ser Mehmûdê Hesê hê di zarokatîya wî de bandorek mezin dihêle û bala wî dikşîne ser edebîyata dengbêjîyê. Mehmûdê Hesê ji dêya xwe kilaman hîn dibe û di temenê xwe yê 9-10 salî de dest bi gotina kilaman dike. Hê zaroktîya xwe de bi dengê xwe û vegotina kilaman bala malbata xwe û kesên derdora xwe dikşîne ser xwe.

Di malbata Mehmûdê Hesê de digel dengbêjîya dêya wî, dengbêjîya apê wî yê Osê Salih jî bandorek mezin li ser wî dihêle. Dengbêj Osê Salihê ku dengbêjeke hoste ye, tecrûbeyên xwe bi birazîyê xwe re parve dike û pê kilaman dide gotin. Dengbêj Osê Salihê wî bi xwe re li dîwanên dengbêjîyê digerîne û wî hînê usûl û rêgezên dîwanê dengbêjîyê dike. Mehmûdê Hesê ku xwedî bîrekî xurt e, di demeke kin de ji apê xwe destanên direj ku vegotina wan bi saetan dikudînin jiber dike û dest bi stranên destanan dike.

Mehmûdê Hesê li dûv perwerdeya dengbêjîyê ya ji apê xwe werdigire, di temenê xwe yê 16-17 salî de bi mebesta peresandina dengbêjîya xwe dikeve şopa dengbêjên hemdemên xwe. Ji bajarê Ruhayê Dengbêj Mihemedê Fatkoçê û ji Wêranşahrê Dengbêj Emê Xêlit nas dike û ji wan herdû dengbêjên hoste û navdar kilaman hîn dibe û perwerdeya dengbêjîyê werdigire. Bi hevnasîna herdu dengbêjên hoste re, Mehmûdê Hesê bi hûnera xwe ya edebî di afirînerî û teşedayîna kilaman de digihêje astekî bilind û kemilî. Ango hevnasîna herdu dengbajan ji bo gihîştina asta dengbêjîya kemilî ya Mehmûdê Hesê di jiyana wî ya dengbêjîyê de dibe faktora herî mezin. Kilamên ji dengbêjan dibîhîse û ji ber dike li gor xwe ji nûve dihûne û saz dike. Kilamên di demê pêşîya wî de afirîne bi qalib û têgehên nû dihûne, lê kêm û zêde dike. Bi gotina wî ji wê demê pêkve di nava civakê de wek dengbêjeke hoste tê ecibandin. Wekû di heyamên pêşî de dengbêjan di her qadên jiyana civakî de cihê îcrakirina dengbêjîya xwe ava dikirin, dîwanê dengbêjîyê li dar dixistin û icrakirin û perwerdeya çanda dengbêjîyê di wan dîwanan de pêk dianîn, Mehmûdê Hesê jî wê kevneşopîya dengbêjîyê di dema dengbêjîya xwe de berdewam dike.

Mehmûdê Hesê dilsozîya xwe ya gel û welatê xwe di kilamên serhildanî de bi dengekî coş û bi dilek şewat distirê. Şerên serhildanî de qehremanîyên serhildêran dipesinîne û lehengîyên wan wek serfirazîyeke tevahîya gelê Kurd nîşan dide. Xemgînî û trajedîyên malbat û eşîrên Kurdan bi dengê xwe yê heznî bi guhdêran dide jiyîn û bîra civakî zindî dihêle. Kilamên serhildanîyê weke bi xwe jî di nava qewamê de be, bi coşeke herikbar bandorek mezin li ser guhdêran dihêle.  Mehmûdê Hesê vê rewşê weha tîne ziman; dema min li ser şeran kilam digot gelek caran guhdêran sîlehên xwe derdixistin û berra hewa didan.

Dengbêjî ji bo civakê navgînîya ragihandina bûyerên dîrokî û trajediyên bav û kalên wan in. Eşq û evînî, mêrxasî û qehremanîyên wan pê didan zanîn û di derbarê neheqî û şaşîtîyên derveyî rêbazên civakî de misyonekî şîretkirinê jî bi cîh tîne. Wexta ku dîwana dengbêjîye li cîhek li dar biketa her kesek kar û mijûlayê xwe radiwestandin, li dengbêjan kom dibûn û kerraker guh didanê. Qîz û kevanîyê malê ji bo kêlîyek dengbêjan guhdar bikin bi boneya çay û qehwê diketin dîwanê û derdiketin. Derî û şibakê dîwanê ji bo kesên li derve guhdar dikirin her dem vekirî dihatin hîştin. Gotinê mîran, şêxan, axayan û giregirê eşîran radiwestîya û di wan kêlîyan de gotin dibû ya dengbêjan. Ji ber vê yekê jî dengbêj di her serdemî de di nava civakê de bi qedir û qîmet bûne. Mehmûdê Hesê jî wek dengbêjek di cavakê de bi rûmet û hezkirî bûye. Di dîwana wî de heta ku wî gotina xwe neqedanda ti kesek dîwana wî nediterikand. Lawê wî Siûd di derbarê bandora dengbêjîya bavê xwe ya li ser civakê serborîyek xwe ya bi bavê xwe re weha tîne ziman: "Ez hê 10-12 salî bûm bavê min ji bo dengbêjîyê vexwendî malekê dawetê bûbû. Ez jî bi bavê xwe re, bûm mêvanê mala xwedîyê dawetê. Di dema evarê de, li odeya malê dîwana dengbêjîyê li dar ket û bavê min dest bi kilaman kir. Hemû kesên li derve di dîlanê de bûn govend terikandin û hatin li bavê min guhdar kirin. Talîyê sazbendê dîlanê jî terikand hat dîwana bavê min. Sazbend ji bavê min re got "Te mala min xirab kir. Ez hatim min got belkî ji xwe re hinek şabaşê tob bikim, lê te hemû kes li xwe kom kir, te nehîşt ez ji xwe re hinek şabaşê bigirim. Tu bû maniyê rizqê min."

Mehmûdê Hesê heta dawîya temenê xwe li dûv dengbêjên hemdemê xwe digere û bi wan re kilaman dibêje, li ser usûla vegotina kilaman û teşedayîna kilaman mişêwre dike. Dengbêjên herêma Mêrdînê Dengbêj Evdê Husênê Çavlihewa, Dengbêj Fadilê Kufragê, Dengbêj Rifatê Darê û Dengbêj Ezedîno nas dike û bi wan re gelek caran kilaman dibêje. Di sala 1978an de li Amedê di qehweya dengbêjan de bi dengbêj Şakiro re dikeve lecê û bi hevra kilaman dibêjin. Dîsa bi dengbêjên din ên navdar re weke Evdilhadî, Huseynê Farê re dikeve lecê û bi hev re distirên. Mehmûdê Hesê di gelek axaftinên xwe yên ketine binê qeydan de rêzdarîa xwe ji dengbêjan re tîne ziman û wan wek veguhezêrên dîroka Kurdan dibîne û dipesinîne.

Dengbêj Mehmûdê Hesê ji sala 1992yan pêve sê caran qeyrana dil derbas dike. Di meha hezîrana 2016an de di mala xwe ya li gundê Baxcaxê de cara çarem qeyrana dil derbas dike û diçe ser dilovanîya xwe.


ÇAVKANİ

1. Roportaj, bi Siûd ê (Suud Demir) lawê Dengbêj Mehmûdê Hesê re, 07.04.2019 Qoser

2. Roportaj, bi Îbrahîm Gokdemir re, bi Skype, 11.03.2023  Qoser, Hidêdê

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Ûsîvê Çelebî

Dengbêj û hunermend Ûsîvê Çelebî, di sala 1922yan de li gundê Cibilgirawê ya bi ser navçeya Nisêbînê ve ji dayîk bûye. Ji ber ku bavê wî jî li tembûrê dixist, hîn 10 salî ye dest bi tembûrê dike. Ûsivê Çelebî esas li ber destê hunermendê navdar ‘Eliyê Silêman lêxistina tembûrê li pêş xistiye. Piştî bûye 15-16 salî, bûye tembûrvanekî hoste. 16 salî mala wan dire Beyrûdê. Li wir di dawet û şahîyan de li tembûrê dixist.


Dengbêj Reso

Dengbêj Reso di 1902yan de li Îdirê gundê Kerîmbeyliyê ji dayik bûye. Ji eşîreta Bekirî, ji qebîla Şolika ye. Navê bavê wî Welo, dêya wî Hefsê ye. Bi tevahî şeş xwûşk û bira ne: Ehmed, Mihemed, Reso, Hemîd, Ûsiv, Hezê, Cewahir. Mala bavê Reso pêşiya jidayikbûna Reso ji Rewanê hatine Kerîmbeyliyê. Li Rewanê bi navê Sehatûlî û Varansofka gundê bera wan hebûne. Mala apekî Dengbêj Reso li wir dimîne.


Dengbêj Huseyno

Dengbêj Huseyno di sala 1936an de li gundê Mabûba yê girêdayî navçeya Motka ji dayîk bûye. Ji êşîra Sasonî ye. Navê bavê wî Şakir û navê diya wî Huzna ye. Dê û bavê wî di çarsaliya wî de (1940) li gundê Orginosê yê girêdayê bajarê Mûşê bi cîh bûne. Dengbêj Huseyno di cîwanîya xwe de gelek di bin bandora Dengbêj Sidîqoyê Resûla û Fêrîgê Borîzan de dimîne.