Amadekarîya
Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Di Pirtûka Pîroz de Med
”DI PIRTÛKA PÎROZ DE MED” navê pirtûka nivîskarê Kurd Ender Peker e ya ku em ê danasîna wê bikin. Ender Peker, peywirdarê olî yê Dêra Protestan e li Mêrdînê. Bi salan e lêkolînan li ser pirtukên pîroz ên wek Încîl, Zebûr û Terwatê dike. Dibîne ku di Tewratê de gelek behsa Împeretorîya Medan(pêşîyê Kurdan) tê kirin. Li ser vê yekê di derbarê agahîyên li ser Medan dest bi lêkolînên berfireh kirîye û piştî salên dûdirêj ev pirtûk amade kirîye. Ev pirtûka ku ji 147 rûpelan pêk tê, ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Li Stockholmê hatîye weşandin. Nivîskar pirtûk bi Tirkî nivîsîye, Bêcirman Bêcirmanî ew wergerandîye Kurdî/Kurmancî û bi herdu zimanan jî hatîye çapkirin. Kurdekî ji Wanê yê Xirîstîyan, Pastorê Dêra Wanê Vahît Yildiz jî pêşgotin ji bo pirtûkê nivîsîye.
Pirtûk ji 17 beşan pêk te. Di derbarê her mijarê de lêkolîn û çavkanî hene. Çima di pirtûka pîroz de behsa Medan heye, li ser wê disekine. Damezrandina Împaratorîya Medan, bav û kalên wan, zagonên Medan û di pirtûkên pîroz de Med bi çi awayî derbas dibe bi berferehî vedibêje. Ji ber ku Împeretorîya Medan mezin, xurt û xwedî gelek taybetmendîyan e di dîroka Kurdan de pir cihekî girîng digre. Lê têra xwe xebat di vî warî de nehatine kirin û ji bo zêde ev mijar berbiçav nebe hewldanên taybet hene. Wek ku tê zanîn, dîroka Kurdan di sedsalên dawî de ji alîyê serdestan ve hatîye tunekirin, berovajîkirin û berhemên ku mane roja me jî bi pirayî di qorzîyan de hatine veşartin da ku Kurd bi dîroka xwe ya bêhempa nizanibin, qewetê jê nestînin. Wek ku Ender Peker dide zanîn, heta niha di derbarê cihgirtina dîroka Medan di pirtûkên pîroz de qet xebatek an jî berhemek nehatiye çapkirin, loma ev xebat pir hêja ye.
Ender Peker
Pastor Ender Peker bi salan lêkolîn kirîye heya ev derketîye holê. Ji ber ku mijar ne tenê ji pirtûkên pîroz stendine, heman demê ji berhemin din jî danhev kirîye û dane ber hev, bingeheke xurt ava kirîye. Weke mînak, mijarên di derbarê Medan de yê di pirtûkên pîroz de û vegotinên Herodotos, Ksenofon û hin bidestketîyên ji kolandinên arkeolojîk tîne ba hev û hin rastîyan berbiçav dike. Helbet hin mijarên dînî yên ku mirov nikare weke dîroka rastî qebûl bikin jî hene, lê di gel hin rastîyên bi belge, cîhgirtina Medan di pirtûkên pîroz de bi serê xwe pir girîng e.
Di pirtûkê de agahîyên cuda hene, behsa bajarê Şirnexê, çiyayê Cudî, tofana Nuh Pêxember çawa di pirtûkên olî de derbas dibe, wek mêr û mêrxasan Medan dewleta zalim ya Asûrî û Babîlîyan çawa hilweşandine, çawa Cihû ji bindestîyê xelas kirine û ew şandine welatê wan dike; behsa Magîyan hene, yên ku beşek ji Medan in û rêberên Zerdeştîyê ne, zana û stêrnas in, ew in yê ku cara ewil ji bo Îsa Pêximber ketine tevgerê...
Peker, piştî ev pirtûk qedandîye jî xebatên xwe berdewam kirîye û bi ser hin belgeyên Kurdên Xirîstîyan vebûye. Di hin bernameyên ku di youtube de hatine belavkirin Peker behsa van mijaran jî dike, behsa Kurdên Nastûrî û dêrê wan yê li Kurdistan, behsa Kurdên ku bûne Xirîstîyan û weke Ermenî yan Suryanî têne naskirin dike, yê agahîyên berfireh bixwazin dikarin ji lînkên jêr wan bişopînin.
ÇAVKANÎ
https://www.rupelanu.com/di-tewrat-zebur-u-incile-de-medkurd-1058yy.htm
https://candname.com/pirtukek-bi-nave-di-pirtuka-piroz-de-med-hat-capkirin/
https://www.youtube.com/watch?v=aHJDF49Qelk
https://www.rudaw.net/turkish/middleeast/turkey/2512202213
Nivîsén tékildar