logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Eslîxan Yildirim

Nivîskar: Eslîxan Yildirim

Di sala 1960’î de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisebînê xwendiye. Dûra li Erziromê, li Lîseya Mamostetiyê ya Keçikan a Nenehatûnê û dîsa di heman dibistanê de Enstîtuya Perwerdeyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostetî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkolînê dike. Berî dest bi weşangeriyê bike, bi hin weşanxaneyan re bi hevkarî dest bi çapkirina berhemên li ser çand û tarîxa Kurdistan kiriye. Sala 2012’an li London ‘Weşanxaneya Azad’ 2013’an de jî li Tirkî ‘Azad Yayınevi’ vekiriye. Heta niha 5 berhemên wê hatine çapkirin, yek jê ji bilî Kurdî bi du zimanê din jî hatiye weşandin. Berhama bi navê “Di Sedsala 20’an de KURDISTAN û SÎNOR –Cild I(Diroka Sînorê Di Kurdistana Bêsînor de)” di sala 2013’an de bi Tirkî bi navê “20. Yüzyılda KÜRDİSTAN ve SINIRLAR- Cild I-(Sınırsız Kürdistan’ın İçindeki Sınırların Tarihi)” hat çapkirin. Herdu cildê heman berhemê Brahîm Mehmûd wergerandiyê Erebî û ji aliyê Akademiya Kurdî ya Hewlêr ve di sala 2016’an de hatiye weşandin. Di kongreya 10’emîn ya PENa KURD de(22.06.2019-Oldenburg/Almanya) wek hevseroka PENa KURD hatiye hilbijartin. Sê zarokên wê hene. Bi Kurmancî, Tirkî û hinekî jî Erebî û İngilîzî zane.

 

Berhemên Eslîxan Yildirim:

Tarihin Tanığı Nusaybin (Nisêbîna Şahida Dîrokê), Şaredariya Nisêbîn, 2001

Kaniyek ji Mezopotamyayê/NISÊBÎN, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê , 2005

Herdemciwanê (Çîrokên Gelêrî), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê,  2009

ÇîrokênZarokan-(PîrêûDîk,GayêCot,Herdemciwanê,PîrêûRovî, Rovîû Şêr)- Hin çîrok ji berhema Herdemciwanê-bi wêne,  Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009

Di Sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor –Cild I(Diroka Sînorê Di Kurdistana Bêsînor de), Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009

Di Sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor / Cild I-II, Weşanên Azad/London 2013

Nivîsén tékildar

Alî Gurdilî

Civaknas û felsefevanê Kurd Alî Gurdilî, di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatîye dinyayê. Piştî ku di sala 1980yan de bi hemû malbata xwe ve koçî bajarê Îzmîrê dike, dikeve Zanîngeha Ege, Beşa Civaknasîyê û piştî çend salan zanîngehê diqedîne. Bi salan e di hinek warên zanistî û felsefî de dixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Felsefevan, Xwenas, Tîroj û Ajda de hatine çapkirin...


Xecê Şen

Nivîskar Xecê Şen, di sala 1980an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî,  Lîlan Be Dil-helbest û Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye.


Dilawer Zeraq

Nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq, di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbûye. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkarîya biwêjên Kurdî dike, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse.