logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Xecê Şen

Nivîskar: Xecê Şen

Nivîskar Xecê Şen, di sala 1980an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin.  Ew di zarokatîya xwe de helwesteke polîtîk datînê û naçe dibistanên serdestan naxwîne. Ew bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê dibe û zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanci, Soranî, Tirki dizane. Ew ji salên 1996an û heta niha di gelek xebatên wekî komîsyona jinan a HADEPê, rojnameya Azadiya Welat, sazîya çand û hûnerê NÇM, Tevgera Jinan a  DOKHê, Berdevkîya Giştî ya TZPKurdî, DBP,  KJA de cih girtîye û niha jî aktivîsta Tevgera Jinên Azad TJAyê ye. Ew nêzî  5 salan li girtîgehên Mêrdîn, Midyad, Riha, Enqere, Sîncan û Edene Karataşê dimîne. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Wê du xelatên li ser xebatên  ziman û nivîskariya Kurdî wergirtiye. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî,  Lîlan Be Dil-helbest û Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye. Xecê Şen, xebatên xwe yên li ser jinperwerî, felsefeya Mêhrî-Mîtrayî, zimanê Kurdî û zayendîya civakî ya di wêjeya Kurdî de nivîsbariyê didomîne. Li ser mijarên felsefeya ziman û wêjeyê, di wêjeyê de zayendiya civakî-zayenperestî û jineolojî  û wêje weku rêze nivîs di Kovara Destarê Kurdî û rojnameya Ronahiyê de tên weşandin.

Berhemên Xecê Şen:

Lîlan Be Dil, helbest, Weşanên J&J, 2017, Amed

Di Goristana Tarî de Stêrkên AzadIyê, hevpeyvîn, çapa 1emîn, Weşanên J&J, 2017, Amed

çapa 2yemîn, Weşanên J&J, 2018, Amed

Hûmîrta (Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî), Weşanên Aram 2021 Amed

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Eyyup Guven

Di sala 1963yan de li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Eyyup Guven di sala 1979an de di Zankoya Dîcleyê, Beşa Zimanê Fransizî de dest bi xwendinê kir; ji ber derbeya leşkerî ya sala 1980yî  nikarîbû zankoyê kuta bike. Di sala 1990î de bi derfetên xwe dest bi lêkolînerîyê kir. Ji 1990î ve di nav xebatên siyasetê de jî cih girtiye. Berhema wî ya pêşî di sala 2008an de hatiye weşandin. Nûnertiya şaxê Mêrdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd kiriye. Dema Komeleya Niviskarên Kurd ji alî dadgehê ve hat girtin di komeleyê de sekreterê giştî bû. Niha hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamya ye. Damezrînerê sazîya ziman MEDİ-DER e û revebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamaya ye


Roza Metîna

Roza Metîna, li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li Jin Tv’yê bernameya Teşiya Wêjeyê pêşkeş dike. Di 2016an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017an de di 25emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt


Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir


Gernas Koçer

R. Yilmaz ango, Gernas Koçer, ji federasyona eşîra koçerên Dudêran Şemsikî ye.Bihara sala 1968an, êla koçeran dema ber bi zozanê Şax û Miksê ve diçe, Gernas Koçer li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşeta Berê sipî tê dinyayê