logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Fata Kurd(Fata Reş)

Nivîskar: Jîn Aryen

Kesayeteke Efsanewî: Fata Kurd

Fata Kurd bi tevlîbûna Şerê Qirimê yê ku Împaratorîya Osmanî di navbera salên 1853-56an de bi navê ‘Cîhad-ı Mukaddes’ anku ‘Şerê Pîroz’ dabû destpêkirin hate nasîn û ji wê demê heta niha wek bi navê ‘Fata Reş’ di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt û bû kesayeteke efsanewî.

Em ê navê Fata Reş, a ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê heta niha di dîrokê de têra xwe cih negirtîye û navê wê bi sedemên cuda li hin kesên din jî hatine kirin û tune hatîye hesibandin, wek ‘Fata Kurd’ bi lêv bikin. Lewre dagirker û desthilatdaran, li ser navê vê jina gernas, ku di quncikên tarîtîya dîrokê de hatîye hiştin û hewl hatîye dayîn ku ew li ber herikîna dîrokê winda bibe, gelek rê û rêbazên cuda pêk anîne. Kiryara herî mezin a qirêj di serdema Komara Tirkîyeyê de pêk hatîye. Pêşeng û ‘dîroksaz’ên komarê navê ‘Fata Reş’ di encama şêlûkirin û tunehesibandina nasnameya wê ya Kurd û elewîtîyê, dane hin jinên ku di ‘Şerê Rizgarîyê’ de cih girtine.

Di serdema Komara Tirkîyeyê de nasnameya gelê Kurd û bawerîya elewîtîyê çawa hatibe reşkirin û berovajîkirin; navê Fata Reş jî bi heman awayî ji rastîya wê hatîye dûrxistin û ji cewhera xwe hatîye qutkirin. Helbet ne tenê nasnameya wê ya Kurdbûn û elewîtîyê; nasnameya wê ya zayendî jî her dem rastî êrîşên hişmendîya nêrza hatîye û gelek caran ji jinên pêşeng, wêrek û jîr re pênaseya ‘Fata Mêr’ layiq dîtine. Hinek caran ev pênase ji bo biçûkdîtin û biçûkxistina jinê hatîye bikaranîn û rastîyên dîrokê li bin guhê hev xistine. Ji ber van sedeman xwedîlêderketina navê ‘Fata Kurd’ girîng e, ku em bi awayekî zelal û xurt dikarin bibêjin ew rêbereke jin a Kurd û elewî bû û di serdema xwe de wek ‘Jina Amazon’ û ‘Dotmîra Kurd’ hatîye binavkirin.

Jiyana Fata Kurd

Fata Kurd di dîrokê de wek kesayeteke efsanewî tê zanîn û ji ber vê heta niha di derbarê jiyana wê de zêde agahîyên zelal nehatine parvekirin û teqezkirin. Agahîya ku heta niha hatîye teqezkirin ew e ku Fata Kurd, ji navçeya Pazarcix a Mereşê ye û ji eşîra Sînemîlî ye ku zêdetir li derdora Çiyayê Engîzekê bi cih bûne; lê baş nayê zanîn ku ew kengî ji dayik bûye yan jî kengî çûye ser dilovanîya xwe.

Eşîreta Sînemîlî ji Kurdên elewî pêk tê û malbata Fata Kurd jî malbateke nasdar e û di nava rêvebirîya eşîretê de xwedî erk e. Xuya ye ku vê rewşa malbatê li ser teşegirtina kesayeta Fata Kurd jî bandoreke girîng kirîye û bûye sedem ku ew hê di temenê xwe yê biçûk de hînî kar û barên birêvebirinê bibe û pêşengîyê bike. Herwiha çanda Kurdewar û ya elewîtîyê jî bi awayekî erênî li ser wê bandor kirîye û rê li ber vekirîye ku ew bi awayekî jixwebawer, xweser û azad tevbigere.  Ji ber vê yekê xuyaye ku Fata Kurd, di nava eşira xwe de her tim bi fikr û ramanên xwe, bi sekn û nêzîkatîya xwe giranîya xwe daye hîskirin û xwedî qedr û qimeteke rêzdar bûye. 

Fata Kurd, berîya ku dest bi rêvebirîya eşîretê bike birayê wê yê mezin ê bi navê Bîlalê Reş sermîyanê eşîrê bûye, kar û barê eşîrê wî bi rê ve birîye. Fata Kurd di wan salan de (1820-30) zewicîye û li gundê Emîranê bi cih bûye. Dema ku birayê wê Bîlalê Reş, di sala 1840an de çûye ser dilovanîya xwe li dewsa wî kesê bi navê Beko Axa ji bo rêvebirîyê hatîye hilbijartin.   

Beko Axa kesayetekî dadperwer û zana nebû û di nava eşîretê de bi kirinên xwe yên nebaş, bi neheqî û zordarîyên xwe dihat nasîn. Niştecih û mezinên eşîra Sînemilî ji vê rewşa Beko Axa gelek aciz bûn û ji bo ku pêşî li vê rewşê bê girtin li dewsa wî kurê Bîlalê Reş ê bi navê Elî Axa anîn rêvebirîyê. Elî Axa di rêvebirîyê de zêde nema û piştî 5 salan dema ku jiyana xwe ji dest da serkêşên eşîretê xwestin ku ji nava eşîrê keseke/î herî zana, kamil û pêşketî bînin ser rêvebirîyê. Fata Kurd li ser vê bingehê hate hilbijartin û bû rêbera nû ya eşîretê.

Ev rewş bi xwe jî dide diyarkirin ku di nava eşîretê de pergaleke hevgirtî ya nêzî demokrasîyê hebûye û bêedaletî nehatîye pejirandin. Herwiha serkêş û endamên eşîretê girîngî dane serborî û azmûnên civakê û hilbijartinên xwe bi nirxdayina aqilmendî, zanatî, jîrbûn, ked û berkarîyê pêk anîne. Ya herî girîng jî ew e ku hişmendîya paşverû û zayendperest zêde pêş neketîye. Ev taybetmendîyên eşîretê pêşîya Fata Kurd jî vekirîye ku di demên pêş de ew pêşengî û fermandarîya artêşa xwe bike û tevlî Şerê Qirimê ya Osmanîyan bibe. 

Destpêka Şerê Qirimê

Împaratorîya Osmanî di vî şerî de cara ewil bi dewletên wek Ingilîstan û Fransayê re tifaqa xwe kir yek û li dijî Ûrisyayê tevî vê tifaqê kete şer. Rêvebirîya Osmanî berîya Şerê Qirimê bi taybetî dixwest ku hemû derdorên olî, mezhebî û neteweyên cuda yên ku di nava sînorên Osmanî de dijîyan tevlî şer bike. Ji bo vê bi beralîkirina herdu dewletên Ewropayî jî pêşîyê Fermana Tanzîmatê, piştî şer jî Fermana Islahatê îlan kir. Ev herdu ferman herçiqas pêşîya hilweşîna Osmanîyan negirtibe jî bandoreke êrenî li ser ol û neteweyên wek Kurd, Tirk, Ereb, Cihû, Ermen, Rûm û gelên Balkanan pêk anî û hemû arasteyî vê ‘armanca pîroz’ kirin. Şerê Qirimê ji bo Osmanîyan di dîrokê de wek şerê herî dawî bû ku bi gelek derdorên cuda yên wek olî, mezhebî û neteweyî bi ruhê seferberîyê anîbûn ba hev û bi awayekî serketî bi rê ve biribûn, cihê xwe girt.

Di Şerê Qirimê de li alîyêkî Împaratorîya Osmanî hebû li alîyê din jî Dewleta Ûrisyayê hebû ku herdu alîyan jî bi hêz û têkilîyên xwe yên bi rêvebirên Kurdan re bandoreke zêde li ser erdnîgarîya Kurdistanê dikirin. Fata Kurd û eşîra wê jî ji ber vê sedemê wek gelek eşîrên din ên Kurdan, nikaribûn xwe ji vê rastîya şer ku li hêrêmê rû dabû dûr bixin.  Lewre eşîra Fata Kurd ji ber şert û mercên wê demê tevlî pêvajoya şer bûn û bi biryarên xwe li ser eşîrên din ên Kurdan jî bandoreke girîng kirin.

Di Şerê Qirimê De Eşîrên Kurdan

Di tevlîbûna Şerê Qirimê ya eşîra Fata Kurd û hinek eşîrên din ên Kurdan de, ji xeynî bandora îlankirina Fermana Tanzîmatê, daxwaza parastina herêmên xweser û mafên Kurdan pêşdetir bû. Lewre Dewleta Osmanî dixwest ku çokan bi pismîrtîyên Kurdan ku payeya xwe ya nîv-xweser diparastin bide danîn, wan radest bigire û pewistîya xwe ya leşkeran û bacê ji wan hilde. Ji ber vê li hinek herêmên ku hêza wê têrê nedikir biajo ser, bi ‘polîtikayên bicihkirinê’ hin eşîrên nêzîkî xwe û yên şirîkên wê ne li wir bi cîh dikir û rêvebirîya wê herêmê hem dida gelê Ermen hem jî dida gelê Kurd ku nakokîyên di navbera wan de kûr bike, wan bîne dijî hev û lawaz bixe.

Di encama vê de hin eşîrên Kurdan xwe nêzîkî Ûrisyayê dikirin û hin eşîrên din jî yan bi fikarên olî yan jî bi bandora ‘polîtîkayên bicihkirinê’ ya bi salan, xwe nêzîkî Osmanîyan dikirin.

Gelê Kurd di vê pêvajoyê de pêşengîya gelek serhildanan jî kirîye û li dijî polîtîkayên Osmanîyan ku xweserîya pismîrtîya Kurdan nas nedikir û dixwest wan bi xwe ve girê bide derketîye. Fata Kurd û serkêşên din ên eşîrên Kurdan jî dixwestin ku bayê vê pêvajoya alozî û qeyranê ber bi xwe ve vegerînin û hewl didan ku ji lihevnekirina Osmanîyan û Ûrisyayê sûd wergirin.

Mereşalê Alman Helmuth von Moltke rewşa wê demê ya Kurdan wiha vedigot “Gelê Kurd li dijî serdestîya Hikûmeta Osmanî (Babialî) derdiket, xwe ji dayina bacê dida paş, destûr nedida ji bo komkirina leşkeran û ji bo stargehan, vedikişîya kelehên xwe yên ku li çiyayên asê çêkiribûn.”

Hatina Fata Kurd a Stenbolê

Fata Kurd li gor agahîyên ku wê demê ji alîyê çapemenîyên biyanî ve hatine qeydkirin, tevî yekîneya xwe ya siwarîyan a ku ji 300 kesan pêk dihat bi awayekî girseyî û biheybet ketîye payîtexta Osmanî Stenbolê û ji alîyê gel ve jî bi awayekî bicoş hatîye pêşwazîkirin. Tê diyarkirin ku di yekîneyê de gelek jinên ku ji herêma Mereşê û Edeneyê jî bi awayekî dildarî tevlê bûne hebûn.

Generalê Hêzên Deryayî yê Îngilîzî Slade, ku di artêşa Osmanîyan de wek efserê şêwirmend peywir digirt, şahidîya vê kêlîya dîrokî kiribû, Fata Kurd û ev yekîneya ku ji bo şerkirinê hatibû wiha dişayesand: “Ew hemû bi cil û bergên dîrokî ên gel, bi şaşik û şûtik bûn. Bi demançe, qame û şûrên xwe gelek narîn bûn, çek û rextên xwe wisa girê dabûn ku hêjayî dîtinê bûn. Hinekan ji wan, rimên ku di serê wan de al û direfş hebûn bi xwe re digerandin. Ew yekîneya siwarîyan li bin fermandarîya jina bi navê ‘Fata Reş’ bû ku ew jineke navsere bû û rûyê wê ji ber hewa û tava rojê qemitî bû. Vî rû û mirûzî derbarê wê de çavdêrîyeke wisa derxistibû holê ku ew xwedî taybetmendîyeke serwer e, fermandareke demdirêj, kamil û serwext e.”

Slade behsa bandora Fata Reş û yekîneya wê ya siwarî ku hatibû Stenbolê jî dikir û şahidîya xwe bi van gotinan vedigot: “Ji saeta ku ew hatibûn Uskudarê heta niha li hemû qehwexane û meclîsên Stenbolê ji bilî Fata Reş behsa tiştekî din nedihat kirin, hemû axaftin li ser wê bûn. Gel ji bo ku wê bibîne li ser hemû riyên ku dibe ew tê re derbas bûbûya kom dibû. Ji bilî demên ku hêştirên Sûreyê yên xemilî, ku her sal xelatên ku ji Mekeyê re dihatin şandin hildigirtin û bi hejmareke mezin a leşkerî ji Qesra Topkapiyê heta derîyê baxçeyî dihatin, Stenbolîyan tu caran qelebalixeke wiha nedîtibû.”

Amazon û Dotmîreke Kurd

Bi daxwaza ku şahidîya vê dem û rewşa dîrokî bikin, gelek kesên xwecihî û leşker, nivîskar, gerok û wênesazên ku ji Ewropayê hatibûn û gelek rojnamegerên xwecihî û yên biyanî yên ku ji gelek welat û herêmên cuda hatibûn, diyar bû ku bi wate û girîngîya ku cara yekem bû rastî fermandareke jin dihatin hesîyabûn; lewre ji bo ku vê dîrokê binivîsin bi kelecaneke mezin û bêsebr li hêvîyê bûn.

Rojnameya ingilîz ‘The IIustrated London News’ weşanên Frensî ‘IIustration’, ‘Jornal Universel’ û ‘Le Tour du Monde,’ kovara Elmanî ‘ Globus’ û weşana Swêdî ‘Svenska Familj-Journalen’ cih dane gravûrên ku Fata Kurd bi awayekî dîtbarî vegotine û hatina Fata Kurd a Stenbolê ya bi 300 siwarîyan ve kirine mijarên vegotina xwe.

Di nûçeyekê de hatîye ragihandin ku “Fata Reş û êl û eşîra wê ji bilî demên ku Osmanî di xeterê de ye, her dem amade ye ku li gel êl û eşîra xwe ya bitevger li dijî serwerîya sultanê Osmanîyan derkeve.”

Ji bilî van nûçeyan jî Fata Kurd, gelek caran dibe sernûçe û bi pênaseyên wek ‘Dotmîra Kurd’, ‘Amazona Kurd’, ‘Şêra Kurdistanê’ û ‘Lehenga Kurdistanê’… demeke dirêj di rojeva çapemenîya xwecihî û biyanî de cih digire, dikeve nav rûpelên dîroka gelan, navê wê hê jî wek destanekê li her derê digere û di hişê civakê de dibe bîr û bingeh.

Wisa ye ku gerok û lêkolenerê almanî Dr. Mortmann, di xebateke xwe ya ku di derbarê amazonan de amade kirîye de bi taybetî behsa Fata Kurd dike û van xalan destnîşan dike: “Xatûn Fata Reş, li gel siwarîyên xwe çiyayên Kurdistanê li pey xwe hiştibûn û berê xwe dabû Konstantînopolê, ji wê derê jî ji bo ku şer bike ber bi Tûnayê ve ketibû rê. Ew wek Antiope û Penthesileaya ku ji me re her tim wek xwedî bejn û bal û qilafeteke bandorker dihatin vegotin nebû. Berovajî, zêde ciwan nebû, heta mirov dikare bibêje ku jineke pîr bû û ji ber vê hûrik xûya dikir. Lê, di çavên wê de çirûskên agirekî gur û geş vêdiketin. Ev yek ji bo sembolîstan mînakeke gelek bandorker a nirxandinê bû.”

Em bi riya van gotinan dikarin bibêjin ku dema behsa jineke şervan û pêşeng tê kirin Fata Kurd diyar bû ku ne li gor pênasekirina hişmendîya oryantalistan bû. Lê ew ji bendewarîyeke rist û xweşikbûn û bandorkerîya laşî pir wêdetir çûye û bi taybetmendîyên xwe yên wek nasnameya jinê, rêbertî, wêrektî û rêxistinakarîyê muhra xwe li dîrokê daye.

Derketina Pêşberî Sultanê Osmanîyan

Tê ragihandin ku, li gel hatina Fata Kurd a Stenbolê, cihgirtina wê ya di tevahî çapemenîya cîhanê de û ewqas eleqeya ku ji alîye gel ve dîtî bala padîşahê Osmanîyan Evdilmecîd jî dikişine û wê vedixîne seraya xwe. Ji gotûbêja hevdîtina wan a ku Kamuran Bedirxan di pirtûka xwe ya bi navê ‘Şêrê Kurdistanê’ de behs dike, tê fêmkirin ku Fata Kurd sekneke wêrek a xwedîlêderketin û parastina nirxên neteweya Kurd nîşan dide.

Li gor van agahîyan, piştî ku Fata Kurd derdikeve pêşberî Sultan Evdilmecîd, Sultan dixwaze wê nas bike û bi Tirkî pirsan jê dike; lê Fata Kurd diyar dike ku ew Tirkî nizane. Li ser vê yekê Sultan Evdilmecîd ecêbmayî dimîne û dibêje: “Jineke ewqas leheng û hestyar çawa dibe ku Tirkî nizane?” Fata Kurd bersîva sultanê Osmanîyan wiha dide: “Padîşahê min, ger we Kurdî zanîba pêwîstî pê nedima ku we Tirkî zanîba.”

Li gel van hemû pêkeran, li gor hinek rîwayetan hevjînê Fata Kurd di destê Osmanîyan de, di zindana Kandiyeyê (Girît) de dîl hatîye girtin û sedema tevlîbûna şer a Fata Kurd jî ev bûye. Lê axaftina Fata Kurd a bi siltanê Osmanîyan Evdilmecîd re û agahîyên din ên derbarê şerî de rewşeke wiha diyar nakin. Lewre daneyeke ku Fata Kurd di hevdîtina bi sultanî re daxwaza serbestbûna hevjînê xwe kiribe tune ye. Herwiha piştî şer jî rewşa dîlgirtina hevjînê wê zelal nebûye û agahîyeke din a derbarê wî de nehatîye bidestxistin.

Xuyaye ku armanca angaşt û agahîyên bi vî rengî, zêdetir ji bo reşkirin û sivikkirina kesayet û sekna Fata Kurd a dîrokî ye. Herwiha nayê xwestin ku rewş û rista wê ya vê serdemê baş bê lêkolîn û bê zanîn. Ji ber vê sedemê ye ku desthilatdarên Kurdistanê ew her tim li gor nêrinên xwe yên serdest û mêrane nirxandine, gelek caran lehengî û şervanîya wê ji zayenda wê û ji nasnameya wê ya Kurdewar qut kirine û ew kirine xwemalê dîroka xwe. Ev reşkirin û berevajîkirin hê jî didome... 

Enîya Sevastopolê

Li gor agahîyên ku tên zanîn, piştî vê hevdîtina Fata Kurd a bi Sultan Evdilmecîd re, ew ber bi Çemê Tûnayê ve derdikeve rê û li gel yekîneya xwe ya ku birayê wê jî di nav de bû li Enîya Sevastopolê tevlî şer dibe.

Sevastopol li Nîvgirava Qirimê ya girêdayî Ûrisyayê, li perava Deryaya Reş bajarekî benderê ye. Ji ber cih û rewşa wî ya stratejîk a vî bajarî, şerê li vê enîyê gelekî dijwar derbas dibe. Lewre Ûrisya dixwest bi riya vir xwe bigihîne Deryaya Reş û ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne hemû hêza xwe ya Fîloyên Şer ên Deryayê anîbûn li Enîya Sevastopolê berhev kiribûn.

Fata Kurd jî li gel birayê xwe û yekîneya xwe ya 300 siwarîyên şerker, tevlî şerê ku li enîya Sevastopolê tê meşandin dibin. Li gor agahîyên tên zanîn, ew wê demê 65 salî bûye. Taybetmendîya Fata Kurd ew e ku, ew bi wî temenê xwe yê dirêj wek fermandareke serketî û şervaneke leheng mohra xwe hem li qada şer hem jî li rûpelên dîrokê dide.

Ev enîya ku Fata Kurd fermandarîya wê dikir, ji bo rêveçûna şer di asteke diyarker de bû û şerekî dijwar dihat meşandin ku windahîyên herî zêde li vir pêk hatibûn. Fata Kurd, birayê xwe û gelek hevrêyên xwe di vî şerî de dispêre axê û ew bi xwe jî di şer de birîndar dibe. Lê piştî vegera ji qada şer, êdî di rûpelên dîrokê de di derbarê wê de tu agahî nehatine nivîsin.

Li ser encamên şerê li Enîya Sevastopolê ku bi fermandarîya Fata Kurd dihat birêvebirin, gelek helbest, destan, çîrok, stran û sirûd jî hatine nivîsin. Lê tevî destana bi navê ‘Manzume-î Sîvastopol’ a ku Ahmedê Rizaî Trabzonî nivîsîye û ‘Sirûda Sîvastopol’ a ku Rifat Beg nivisîye, ku yên herî bi nav û deng in, nasnameya Fata Kurd a Kurdbûn û elewîtîyê yan hatîye veşartin û berevajîkirin an jî qet behsa wê nehatîye kirin.

Encamên Şerê Qirimê û Peymana Parîsê

Şerê li Enîya Sevastopol tê meşandin, piştî 3 salên Şerê Qirimê bi serketina dewletên hevtifaq a Dewleta Osmanî jî tê de bû bi encam dibe. Lê Împaratorîya Osmanî piştî vî şerî cara ewil dikeve bin deynên giran û neçar dimîne ku pergala ‘Duyun-î Umumîyê’ ya wek ‘Deynê Giştî’ tê zanîn qebûl bike.

Piştî Şerê Qirimê, di 30ê Adara 1856an de, di navbera Osmanî, Fransa, Ingilîstan, Îtalya, Ûrisya, Avûstûrya û Prûsyayê Peymana Parîsê tê destnîşankirin. Berîya destnîşankirina peymanê, Dewleta Osmanî ji bo naskirina mafên mirovî, zagonî û azadîyê ya ji bo ol, bawerî û neteweyên cuda yên li bin serwerîya wê dijîyan, Fermana Islahatê îlan dike û wek xaleke peymanê peşkeşi wan dewletan dike.

Helbet ev yek ji bo Kurdan jî xaleke bikêrhatî bû û di encama têkoşîna wan a bi salan pêk hatibû. Gelê Kurd bi riya vê xalê dê bikarîya doza mafên xwe yên neteweyî û doza xweserîyê bikira û azadîya xwe ya neteweyî bi dest bixista...

Remza Jinxasîyê

Fata Kurd herçiqas ji alîyê dagirker û desthilatdaran ve li ber siya dîrokê hatibe hiştin jî, divê bi taybetî bê diyarkirin ku ew, ji kesayetekê wêdetir remza jinxasî, jîrî, çelengî û pêşengîya jinên Kurd e. Ji ber vê yekê, gelek kes çîrok û serpêhatîyên wê nizanibin jî nav û nîşana wê dizanin, destana wê ya lehengane dibihîsin û bi dengê wê yê ku ji kûrahîya dîrokê bilind dibe dihesin.

Ew ligel hemû êrîş û kiryarên taybet ên bêbîrhiştin û berovajîkirina dagirker û serdestên nêrza û înkarker li dijî çerxa serdemê li ber xwe daye û çîroka xwe ya efsanewî gihandîye heta roja me. Îro em li her bihostek axa ku ew lê jiyayî û di riya wê de şer kirîye rastî navê wê tên. Ew li derdora herêma Mereşê, li milê Çiyayê Engîzekê hê jî bi navê ‘Fata Reş’ an jî ‘Fato Paşa’ tê bibîranîn ku di malbat û eşîreta wê de navê ‘Fata Reş’ hê jî wek paşnav tê bikaranîn. Ji xeynî vê yekê, cihên wek bi awayê ‘Nolê Fata Reşê’, ‘Koynê Fata Reşê’, ‘Pogî Fata Reşê’ û ‘Zaviyê Fata Reşê’ tên zanîn hene.

 

ÇAVKANÎ:

- Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını(Jina Kurd a ku Dorpêç şikand), Mehmet Bayrak, Weşanên Oz-Ge, Ankara, 2015

- Jinên Kurd, Rohat Alakom, APEC, Stockholm, 1995

- Kürt Kadını(Jinên Kurd), cilt-1, Kadri Yildirim, Weşanên Avesta, Stenbol, 2021

- Kovara ‘Kürt Tarihi’(Dîroka Kurdan), Hejmar: 46

- Kürdistan Kartalı Yado(Eyloyê Kurdistan Yado), Kamiran Ali Bedirxan / Herbert Oertel, Weşanên Avesta, Stenbol, 2014

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mîna Qazî Xanim

Mîna Xanim, di sala 1908an de, li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Navê bavê wê Ehmed, navê dayika wê Gulendam e. Ji eşîra Hecî Hesen Xan Hecî Beg e. Ev eşîr digihe Şerefxan Bêdlîsiyê ku hem dîrokzan, hem jî rêveberek e. Mîna Xanim, di sala 1928an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin...


Mahşeref Mestûre Erdelanî

Mestûre Kurdistanî, anku Mah Şeref Xanima Kurdistanî di sala 1804an de li bajarê Sineyê ji dayik bûye. Dayika wê Melek Nîsa ji malbata wezîrê Sineyê, bavê wê Hesen Beg jî ji malbata Qadirî bû ku herdu malbat jî li Mîrgeha Erdelanê bi serwerî û ronakbîrîya xwe xwedî qedr û qîmet bûn. Mestûre Kurdistanî bi piştgirîya dayik û bavê xwe li parêzgeha Sineyê dest bi xwendinê dike û li gel zimanê Kurdî hînî zimanê Erebî û Farisî jî dibe. Herwiha li gel perwerdehîya zanistî û dînî, perwerdehîya wêjeya Kurdî, Farisî û Erebî jî digire...