logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Leylana Sidîq

Nivîskar: Azad Zal

Leylana Sidîq

Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne. Beşa civaknasîyê diqedîne û li dibistaneke dewletê, berpirsiyarîya pirtûkxaneyekê dike. Li ser xwendina bi lez lêkolîn dike û piştî demekê ji bo ku karibe xwendina pirtûkan bi kesên der û dora xwe bide hezkirin, perwerdeyîya mamostetîya xwendina bi lez jî digire û di pirtûkxaneyan de xwendina bi lez dide kesên ku bixwazin hîn bibin. Ji 2002yan û vir ve bi komele û rêxistinên civata sîvîl re di gelek projeyan de wek xwebexş kar dike. Ji xeynî van karên edebî bi profesyonelî şêwirmendîya jîyanê û ya perwerdeyîyê jî dike.

 

Berhemên Leylana Sidîq:

- Tut Elimi Dediğim An(Dema Min Got Destê Min Bigre), Anadolu Baskı, 2010

- Xwendina Bi Lez, Lîs, 2017

- Nalîna Dil, helbest, Red, 2020

- Pratîka Xwendina Bi Lez, Red, 2022 ; wergera Tirkî: Hızlı Okuma Pratiği, Red, 2022

- Sarûm, roman, Red, 2022

- Bîra Hêviyê | Umudun Hafızası, Anı-Anlatı(Bîranîn-Vegotin), J&J, 2023

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Roza Metîna

Roza Metîna, li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li Jin Tv’yê bernameya Teşiya Wêjeyê pêşkeş dike. Di 2016an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017an de di 25emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt


Bro Omerî

Nivîskar û helbestvan Operator Dr. Îbrahîm Yildirim ku wek Bro Omerî tê naskirin, 28ê Tebaxa 1942yan li Nisêbînê, li gundê Çalê ji dayîk bû. Gava salên 1944-48an malbata wî hate koçberkirin, Brahîm û hin kesên din ên ji malbatê ji bo neyên koçberkirin çûn Sûrî. Piştî ku sala 1948an malbat ji koçberiye vegeriya, zarokên ku çûbûn Sûrî vegeriyan û gihîştin malbata xwe...


Dilşa Yûsûf

Helbestvan, rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di 10ê Hezîrana 1968de li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandiniyê ya Hesekê ye. Niha li welatê Swêd niştecî ye. Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek kovar û rojnaman de hatine weşandin. Wergerê ji sê zimanan dike (Kurdî - Turkî- Erebî). Endama gelek sazî, rêxistin û komaleyan e, yên wekî: Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêd, Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurd, Navenda PEN a Navnetewî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Cîhanê, Seroka Rêkxirawa Harîkariya Zarokên Penaber...