logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Medenî Ferho

Nivîskar: Medenî Ferho

Medenî Ferho di sala 1947 de li gundê Mizîzexê; piştî têkçûna serhildana Bagokê ku bi malbatî koçberî Rojavayê Kurdistanê dibin û cardin vedigerin ser cih û warên têr gorî, Xwedê ew daye. Dibistana serete, navendî, dibistana mamostayan û lîse li heremên Kurdistanê qedandine. Di dema mamostetiyê de, di nava damezrênerên Sendikaya Mamostayên Tirkiyê (TÖS) de cih girt, rêvebiriya karên rêxistiniyê kir. Di salên 1963-1964an de di rojnameyên herêmê, Amed –Diyarbakirin Sesî(Dengê Diyarbekir) û Mucadele(Tekoşîn) de;  li Mêrdinê di rojnameya Mardînîn Sesî(Dengê Mêrdînê), li Midyadê Turan Şehîr de dinîsî. Di salên 1970-1971ê de nivîs û helbestên wî di rojname û kovarên Stembolê wek Cumhuriyet, Demokrat, kovar Varlik de hatin weşandin.

 

Di heft sal mamostetiyê de, heşt caran  hate sirgunkirin. Di sala 1970yî di zindana cunteya eskerî de li Amedê hate girtin. Di 1972an de ji mamostetiyê hate avêtin. Di sala 1973an de li Stembolê, di rojnameya Cumhuriyetê de dest bi rojnamevaniyê kir. Di sala  1973an de pirtûkên wî Kaytan Osman û Topragin Turkusu  hatin weşandin. Di heman salê de, li Stembolê, xelata heypeyvinê ji Komela Arîkarî û Desteka Gundên Tirkiyê stand. Di nava damezrandina Sendîkeya Nivîskarên Tirkiyê de TYS de cih girt. Bi rojnamevantiyê re dest bi xwendina Zanîngeha Aborî kir û Weşanxaneya ABeCe damezrand. Di darbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980î de hate girtin, şeş sal û nîvan girtî ma. Di sala 1992an de mecburî reva derveyî welat bû. Li Belçîka bi cih bû. Di sala 1995an de di MED TV de cardin dest bi rojnamevaniyê kir. Nûnertiya Azadiya Welat ya Belçîka kir. Rojnamevaniya xwe li Belçîka di Radyoya Dengê Kurdistanê de didomîne. Gelek berhemên wî hene; weke roman, helbest, çîrok, destan, werger û hwd.

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf