Eslîxan Yildirim
Di sala 1960’î de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisebînê xwendiye. Dûra li Erziromê, li Lîseya Mamostetiyê ya Keçikan a Nenehatûnê û dîsa di heman dibistanê de Enstîtuya Perwerdeyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostetî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkolînê dike. Berî dest bi weşangeriyê bike, bi hin weşanxaneyan re bi hevkarî dest bi çapkirina berhemên li ser çand û tarîxa Kurdistan kiriye. Sala 2012’an li London ‘Weşanxaneya Azad’ 2013’an de jî li Tirkî ‘Azad Yayınevi’ vekiriye. Heta niha 5 berhemên wê hatine çapkirin, yek jê ji bilî Kurdî bi du zimanê din jî hatiye weşandin
Eslîxan Yildirim
21 Tebax 2021
Mûrad Ciwan
Mûrad Ciwan nivîskar û siyasetmedarê Kurd e. Ciwan di sala 1956’an de li Amed’ê hatiye dinyayê. Xwendingeha Mamostetîyê li Amedê xwendiye, lê destûrnameya xwe ya mamostetîyê ji Xwendingeha Mamostetîyê ya Akşehîr-Konya wergirtiye. Salekê li Amedê mamostetiya Zimanê Îngilîzî û salekê jî li Zanîngehe Stembol dad xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî xwendina xwe temam nekirîye. Di kovara wêjeyî ya Kurdî ya bi navê Tîrêj de bûye koordînatorê giştî. Di Avrêla 1980’yî de derketîye derveyî welêt. Li Dibistana Teknîkî ya Bilind a Kraliyeta Swêdê 3 salan endezyariya kompîturê xwendiye.
Koma Berhevkariyê
20 Çirîya Paşî 2022
Musadiq Tovî
Lêkolîner, nivîskar, Musadiq Tovî di sala 1955an de li gundê dîrokî yê bi navê Bamernê ji dayîk bûye ku bi ser navçeya Amêdîyê ve ye. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Tovê yê Colemêrgê ne yê li quntara Çiyayê Cîlo ye ku niha wêran bûye, paşnavê xwe jî ji wir girtîye. Şerê ku di sala 1961ê de li başûrê Kurdistan dest pê kir û bi taybetî li Amêdîye û derdora wê giran bû, bandor li malbata wî jî kir û di sala 1963yan de koçî Silêmanîyê kirin.
Koma Berhevkariyê
17 Hezîran 2023
Dilawer Zeraq
Nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq, di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbûye. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkarîya biwêjên Kurdî dike, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse.
Dilawer Zeraq
16 Tîrmeh 2023
Xecê Şen
Nivîskar Xecê Şen, di sala 1980an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî, Lîlan Be Dil-helbest û Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye.
Xecê Şen
8 Tebax 2023
Alî Gurdilî
Civaknas û felsefevanê Kurd Alî Gurdilî, di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatîye dinyayê. Piştî ku di sala 1980yan de bi hemû malbata xwe ve koçî bajarê Îzmîrê dike, dikeve Zanîngeha Ege, Beşa Civaknasîyê û piştî çend salan zanîngehê diqedîne. Bi salan e di hinek warên zanistî û felsefî de dixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Felsefevan, Xwenas, Tîroj û Ajda de hatine çapkirin...
Koma Berhevkariyê
30 Tebax 2024