logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
MÎREKTÎYA XÎZANÊ

Nivîskar: Komîteya Dîrokê

Mîrektî rêxistineke sîyasî ya Kurdan e ku binyada wê diçe heta serdema antîk. Mîrektîyên Kurd ji konfederasyona eşîretên hêzdar û qerebalix pêk dihat. Li paytexta van mîrektîyan meclîseke taybet hebû ku di vê meclîsê de ji xêynî serekên eşîretan, alim û zanyarên mezin, şêx, seyyîd û eyanan jî cih digirtin. Reîsên eşîretan di heman demê de wek şêwirmendê mîr wezîfe dikirin û li ser sîyaseta mîrektîyê giranîya wan hebû. Reîsê her eşîretekê kurek yan du kurên xwe dişande qesra mîr û ji van re dihate gotin “xizmeta mîr”. Her wisa li cem mîr grûbeke bijarte ya perekende yanî “ne ji tu eşîretekê” hebû. Ev jî zenaetkar bûn, alim bûn, şêxulîslam bûn. Binemala mîr yanî xanedana hukumdar bi hêza xwe ya çekdarî û burokratîk qontrol û çavdêrîya konfederasyona eşîretan dikir, ew bi rê ve dibirin û diedilandin. Ev sîstema rêvebirîyê gelek nimûneyên pergala dewletbûnê nîşan didin. Ji xwe Dewleta Osmanî jî ji van mîrektîyan re digot “Hukumetê Ekrad” yanî “Hukumetên Kurdan”.

Ev sîstema gelemperî ya rêvebirîya mîrektîyan, bêguman li Mîrektîya Xîzanê jî hebû. Her çiqasî hin deman pirsgirêk çêbûbin, yan êrîşên ji derve hatibin jî, mirov dikare bibêje ku li Mîrektîya Xîzanê ji salên 1200î bigere heta salên 1850yî desthilatdarîyeke bi îstiqrar a mîran berdewam kirîye. Ev jî kêm-zêde dike 650 sal. Ev tecrubeya hukumranîyê ya evqas dirêj û îstiqrareke sîyasî ya evqas berdewam pir girîng e. Ev yeka han, bûye bingeha ekoleke çandê, çêbûna çîneke arîstokrat, peydabûna edebîyateke pêşketî li Mîrektîya Xîzanê.

Navend û paytexta vê mîrektîyê bajarê Xîzanê bû. Xîzana ku paytext bû nêzî Xeydayê ye û êdî bi qasî gundekî ye. Li vî bajarê kevn ê ku aniha xerabe ye, sûreke dîrokî heye û li ser qadeke mezin ava ye. Lewma ji vir re “Nava Sûrê”jî tê gotin. Ednîgarîya Mîrektîya Xîzanê bi der û dora xwe ve ji tixûbê xwe yê niha yê bajarê Xîzan(Hîzan)ê pir firehtir e. Erdnîgarîya vê herêmê ji başûrê Gola Wanê bigre heta tixûbê Cizîra Botan dirêj dibe. Mîrektîya Xîzanê bi çar alîyê xwe ve bi mîrektîyên Kurdan ên din ve cînar bû. Li alîyê wê yê bakûr û rojava, Mîrektîya Bidlîsê hebû. Li alîyê wê yê başûr îrektîya Cizîra Botan, li alîyê wê yê rojhilat Mîrektîya Miksê cih digirt.

Ji qeyd û agahîyên dîrokî derdikeve holê ku Xîzan ji dîroka qedîm vir de cih û warê desthilardarîyê û kanîya hukumdar û rêvebiran e. Navê Xîzanê yê pêşî Arart e. Ev nav muhtemel e ji Ûrartûyan hatîye. Paşê navê vî bajarî dibe Xîzan. Navê Xîzanê di çavkanîyên dîrokî de wek “Xîzan” yan jî “Seherxîzan” derbas dibe. Di hin berheman de jî Hîzan hatîye nivîsandin. Li gor bermamîyên ku bi dest ketine, Xîzan ji salên 2000an ên Berî Mîladê ve bûye war û wargeh ji mirovan re. Ji ber ku lêkolîn û kolandinên arkeolojîk hîn pir qels in, wek herêmê tevdî dibe ku ew jî xwedî dîrokek hîn kevintir be. Xelkê herêmê yên pêşî yên navê wan têne zanîn Hurrî-Mîtannî ne. Herêm demekê ketîye bin desthilatdarîya Hîtîtîyan. Li Xîzanê bermayîyên dîrokî yên ji Asûrîyan mane jî hene. Xîzan piştî salên 1000î yên B. M. dikeve bin desthilatdarîya Ûrartûyan û paşê jî dikeve bin hukumdarîya Medan. Piştî Medan ev herêm digel derdora xwe ya fireh dikeve bin desthilatdarîya Persan. Dûra demeke kin ketîye bin hukmê Îskender û serbazên wî. Bi dû wan de herêm dimîne di navbera du împaratorîyên mezin de, li hêla rojhilat Part û dûra Sasanî, li hêla rojava jî Romî.

Ksenophonê dîrokzan û fermandarê Yûnanîyan yê berê(B. Z. 431-354), herêma Zagrosê ku dikeve başûrê Gola Wanê wek welatê Kardûkan nîşan dide. Xîzan dikeve nav tixûbê vê herêmê. Kurdolog Bazil Nikitin dibêje ku ev herêm piştî wexta, di serdema Dewleta Romayê de wek Moksena tê binavkirin û wek eyaletekê tê avakirin. Navenda vê eyaletê bajarê Xîzanê ye, li nêzî vî bajarî kelhayek heye ku mîmarîya dema Romayê nîşan dide. Heman erdnîgarî ji hêla nivîskarên serdema Romayê ve jî wek Korduene yan Gordyene tê binavkirin. Yanî ev erdnîgarî, herêmeke wek dendika welatê Kurdan a îroyîn e.

Derdora sedsalên 4emîn û 5emîn her çiqas ev herêm bû qada şerê di navbera Sasanî û Romayê de jî, hêz û desthilardarî esas di destê hukumdarên herêmî de bû. Piştî sala 640î, di serdema xelîfetîya Omer bin Affan bi serfermandarîya Îyaz Bîn Xenem, artêşa Îslamê tev herêma Xîzanê, Dîyarbekir, Bidlîs, Xelat xist bin hukmê Dewleta Îslamê û ev heya serê sedsala 10an dom kir. Di vê demê de, rêveberîya Dewleta Îslamê bi saya şêwirmend û alimên Kurd tê meşandin û hêdî hêdî Kurd bi ser xwe ve tên; ber bi nîvê sedsala 10an hukim dîsa dikeve destê Kurdan, li Kurdistan û li axeke berfireh ya derdorê dewlet û mîrekîyên Kurdan tên avakirin. Yek ji vana Dewleta Merwanîyan e, di salên derdora 983yan hatiye avakirin. Li gor nivîskarê “Tarîxûl Meyafarqîn” Îbnû Ezraq El Meyafarqînî, ew hukumdarên ku li Meyafarqînê yanî li Sîlvan / Silîva ya îroyîn ku navçeyeke dîrokî ya Dîyarbekrê ye, dewleteke Kurd a bi navê Merwanî ava kirine, eslê wan ji Xîzanê ne û ji Xîzanê hatine wir. Avakarê vê dewletê Ebû Ebdullah Huseynê lawê Dostkî ye. Leqebê wî Baz e, ji çiyayên Bahesmî hatine û ev der jî li wilayeta Xîzanê ye. Warê wî li hêla Xîzan û Madenê ye. Pêşî Dîyarbekir hildaye bin hukmê xwe û dûra dewleta xwe mezin kirîye.

Di serdema Merwanîyan de gelek qebîle û şaxên eşîreta Humeydî /Xuytî yên Kurd li vê herêmê hatine bicihkirin ji hêla Merwanîyan ve. Piştî şerê Melazgirê Xîzan û herêma Xîzanê ji desthilatdarîya Merwanîyan derdikeve û dikeve destê Selçûkîyan. Piştî demeke kin, piraya herêmên mîrektîyên Kurd digel herêma Xîzanê dikeve bin hukumranîya Dewleta Eyyûbîyên Kurd.

Pêşîyên mîrektîyên Bidlîs û Xîzanê yên berî Îslamê, digihêjin serokne Şêrwan, Teberîstan û Gîlanê. Li gorî Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, ji gotegotên devê ehlê vê herêmê tê fêmkirin ku avakarê bajarê Xîzanê Meraxeya Tebrîzê ye. Şerefxanê Bidlîsî di derbarê mîrên wan de wiha jî dibêje: “Dibêjin ku; eslê fermanrewayên Xîzanê ji nahiya Bilêcan a girêdayê Xinisê ye. Bi qasî ku tê zanîn, bab û bapîrên wan ji binemalên mezin û kesên gelek bi îtîbar bûn; ji ber vê jî karîbûne Kela Bilêcanê têxin destê xwe. Piştî ku demekê li wir man, ji wê neslê sê birayên gelek mêr û zîrek yên navên wan Dil, Bil û Bilêc peyda bûn. Ew, ber bi aliyê Xîzanê ve çûn û vê wilayeta han bi darê zorê girtin û kirin sê beş. Birayê mezin Xîzan, birayê navîn nahiya Miksê û birayê biçûk jî nahiya Isbayerdê (Sipayêrt) girt. Her yek ji wan di ciyê xwe de hukumdarekî serbixwe û xwediyê rêvebirina perçê xwe bû...” Li gorî teorîyeke din jî mîrên Xîzanê ji xanedana Eyyûbîyan in.

Dema Dewleta Eyûbîyan hate avekirin, piraya Kurdan û Kurdistanê tê de cih stend. Piştre, êrîşên Moxolan dest pê dike. Hukumdarên Mîrektîya Xîzanê bi pirayî rêya siyasetê û lihevkirinê meşandine, ji bo xelkê xwe û herêma xwe biparêzin. Lewma di dema êrîş û felaketan de ku carna dihate serê Kurdistanê, welatê wan bi saya van helwest û siyaseta wan, di destê wan de maye. Di dema êrîşên Moxolan de heman rêbaz meşandine. Akkoyûnîyan jî demeke kin hukum li herêmê kirine û dûra êrîşên Safewîyan dest pê dike. Di gel hemû tevlihevîyan, wek gelek mîrektîyên Kurdan, Mîrektîya Xîzanê jî geh bi şer û geh bi dîplomasî, hebûna xwe domandiye. Piştî êrîşên Safewîyan, piraya mîrektîyên Kurdan xwe nêzîkî Dewleta Osmanî kirin û bi hev re li hember wan şer kirin. Bi Peymana Amasyayê ya 1514an ya ku di navbera Dewleta Osmanî û Mîrekîyên Kurdan de hate çêkirin û desthilatdarîya mîrekîyên Kurdan hate qebûlkirin, dewreke nû dest pê kir. Îdrîsê Bedlisî bi navê Siltan Selîm Peymana Hikimdaran girê da, di gel 8 hikumdar û 25 mîrên Kurd ku hin ji van hikimdaran ev bûn: Hakimê Cizîre Şah Elî Beg, Hakimê Heskîfê Melik Xelîlê Eyyûbî, Hakimê Bedlîsê Emîr Şeref, Hakimê Sasonê Elî Beg, Hakimê Xîzanê Emîr Dawûd û Mîrên Diyarbekrê. Bi kurtasî jî ev şert hebûn:

1. Mîrên Kurd dê erdên xwe wekî berê bi “hiqûqê irsî” bi rê vê bibin.

2. Dema şer, bi hêzên xwe ve dê tevlî hêzên Osmanî bibin.

3. Salê carekê bi navê xelatê dê parek bac bidin.

Li gor dabeşkirinên îdarî, hin caran statuya Mîrektîya Xîzanê guherîbe jî, bi gelemperî Xîzan û herêma derdorê, ji hêla mîr û hukumdarên niştecih ve, bi sedan salan wek “hukumet”ekê hate birêvebirin. Desthilatdarîya vê mîrektîyê heta nîveka duduyan a sedsala 19an berdewam kir.

Mîrektîya Xîzanê, wek mîrektîyên Kurdan yên din ji konfederesyona eşîran pêk dihat, Em ji Şerenameyê hîn dibin ku Eşîreta Nemiran di vê konfederasyonê de xwedî roleke girîng bû. Piranîya xelqê vê mîrektîyê wek ehlê eşîretên “Nemiran” têne zanîn, dibe ku ev nav ne tenê ji bo eşîretekê be. Sedemê navlêkirina vî navî ev e ku kesekî xwedan wezîfe yan jî ulûfe, yanî xwedanmeqamekî bilind yê ji ehlê vê eşîr û qebîleyê gava wefat dikir, rêvebir wê ulûfeyê, yanî me’aşê ku distend dîsa bêkêmasî dida zarên wî kesê wefatkirî, çi yên piçûk û çi jî yên mezin. Wihareng ew kesê ku maîşeta wan pêk tîne her wekî ku nemirîye, di rewşa wan a kêmbûn û zêdebûnê de guherînek çênedibû. Lewma ji wan re “nemiran” hatîye gotin, yanî “namirin”. Her wisa di qeydên destxetên kevn û salnameyên Osmanî yên wilayeta Bidlîsê de jî qala Xîzanê û eşîreta “Nemiran” tê kirin. Kifş e ev eşîr yan federasyona eşîran, niştecihên Xîzanê yên qedîm in. Ev nav di heman demê de navê herêm û bajarekî Xîzanê ye. Li ser kêla Feqîyê Teyran a li gundê Şandisa Xîzanê jî hatîye nivîsîn ku ew mîrê Xîzanê yê ku weqf çêkirîye bo tirba Feqî, ji eşîra Nemiran e. Li gorî nivîstekên li ser kêlikên gora Feqî, gor di sala 1705an de piştî wefata Feqî ya bi qasî 76 salî ji alîyê mîrê Xîzanê Mîr Huseyn ve hatîye çêkirin. Mîr Huseyn di heman salê de li Xîzanê ji bo mesrefên gora Feqî weqfek jî saz kirîye. Ji bo mucawirên gorê 50 qurûş ratib tayîn kirîye. Mîr Huseyn ji eşîra Nemiran e û bavê wî Mîr Şeref Beg jî mîrekî navdar bûye. Ji xeynî Eşîra Nemiran navê eşîra Bilîcan jî derbas dibe ku di rêvebirîya Mîrektîya Xîzanê de xwedî rol in.

Wekî din têkilîyên xanedan û hukumdarên Mîrektîya Xîzanê û Mîrektîya Bidlîsê ji berê de bi dostanîyê dimeşîya. Herdu mîrektî wek du dewletên muttefîq di nav hevkarî û hevalbendîyê de bûn. Her çend serdema mîrê Xîzanê Mîr Ehmedê kurê Mîr Dawud de di navbera van herdu mîrektîyên muttefîq ên Kurd de şerekî mezin derket û gelek xûn jî rijîya, lê bi awayekî gelemperî tekilîya mîrên Xîzanê hem bi mîrên Bidlîsê û hem jî bi mîrên Kurd ên din re aştîyane bûne. Xasma bi mîrektîya Muksê re. Lewra di navbera mîrên Xîzanê û mîrên Muksê de digel têkilîyeke lêzimatîyê û dostanîyê, reqabeteke erênî jî hebû. Ev reqabet di derbarê xizmet û xebatên avadanî û ilmî de dibû sedemê pêşveçûnê. Ji ber vê sîyaset û rêvebirîya erênî, li Xîzan û bajar û herêmên girêdayî Xîzanê dezgehên xwendin û perwerdehîyê hatin avakirin. Mîran veberhênerî û fînansorîya karên zanyarî kirin û wihareng Xîzan ji hêla xwendin û tehsîlê ve wek navendeke girîng navdar bû. Karê xêr û xwendinê raxbet dît. Xasma medreseyên Dawudîyeyên ku ji hêla Mîr Dawud ve hatin çêkirin, êdî ji mîrên din re jî bûn wek mînak û nimûne. Li gor agahîyên ku Şerefxanê Bidlîsî dide, ev medrese di dema wî de jî bi zanyarên xwedî xizmetên xêrê û bi feqî û telebeyan tijî ne. Piştî van medreseyan hejmara medreseyan li Xîzanê zêde bûn.

Hîn di dema dewletên Kurdan yên sedsalên 9an û heya sedsala 13an(weke Buweyhî, Şedadî, Rewadî…) çandeke xurt ya qedirdayîna alim û zanînê hebû ku ew jî li ser bingeha çanda hezaran salan hatibû avakirin. Dema mîrekîyan de jî mîran zana û edebiyatnas himaye dikirin. Ev hîmaye jî bi du awayî pêk dihat. Yek, çêkirina sazîyên çandî û perwerdehîyê ya ji alîyê mîr û hukumdaran ve. Ya duduyan, bi awayekî rasterast xwedîderketina mîran a li zanyar û nivîskaran. Ev jî dibû sedem ku nivîskar û edebiyatnas li vê herêmê zêde bibin, ji welat û mîrektîyên din talib û xwendekar werin û li vir perwerdehîyê bibînin. Li ser van bingehan digel zanyarîyeke dînî ya xurt, edebiyateke Kurdî ya nivîskî jî şax vedaye.

Her wiha xwedîderketina rêvebir û mîran a li edîb û zanyaran, dibû sedem ku edîb berhemên xwe pêşkêş û îthafî wan mîr û hukumdaran bikin. Ev pergala ku em jê re dibêjin sîstema patronajê, wuhareng li mîrektîya Xîzanê jî derketîye holê. Em vê rewşê bi awayekî eşkere xasma di navbera Mîrê Xîzanê yê sedsala 18an Mîr Suleyman û Selîmîyê Xîzanî de ku helbestvanê pêşîn ê Xîzanê ye ku helbestên xwe bi Kurdî nivîsîye, dibînin. Her wisa xwedîderketina Mîr Huseyn a li mîras û merqeda Feqîyê Teyran a li gundê Şandisa Xîzanê jî mirov dîsa dikare wek nimûneyeke vê sîstema hîmayeyê ya li Xîzanê nîşan bide.

Di gelek çavkanî û belgeyên dîrokî de qala îstiqrara sîyasî ya serdema mîrektîyên Kurdan tê kirin. Bêguman Xîzan jî wek mîrektîyeke ji wan mîrektîyan, mezherê van taybetmendîyan e. Di serdema mîrektîyên Kurd de herêma di navbera Enqere û rojavayê Îranê de heta tixûbê Erebistanê di bin desthilatdarîya Kurdan de bû. Dîyarbekir, Bitlîs, Xîzan, Hekarî, Cizîr û hwd. bi navçe û gundên xwe yên bi xêr û bereket û bi erd û erazîyê xwe yên bi adan dihatin nasîn. Ev herêm ji hêla hêşînayî, fêkî, dar û ber, çem û kanîyan ve gelekî dewlemend e. Her wisa jî bi çiya û gelîyên xwe yên asê û bilind ve ciyekî stratejîk e ji hêla xweparastinê ve. Mîr û hukumdarên xwemalî yên Kurdan xelkê xwe ji xesp û talan û şêlanê diparastin. Lewra Kurd, di gel hin pirsgirêkan li welatê xwe hertim xwedî desthilatîyeke xurt bûn û bi pirayî di rewşeke aram de dijîyan.

Wek mîrekîyên Kurdan yên din, piranîya gel ya Mîrekîya Xîzanê Kurd bûn lê hinek gelên wek Ermenî, Asûrî, Keldanî, Suryanî û Ereb jî hebûn. Piştî sedsala 11an hinek Tirk jî hatine herêmê. Hejmara Ermenîyên li Xîzanê ji ya Kurdan her çiqas kêmtir be jî li gelek gundan û li qeza û serbajarê Xîzanê nifûseke girîng a Ermenîyan hebû.

Erdnîgarîya Xîzanê jî bi dar û berê xwe, bi cureyên fêkîyên xwe pir dewlemend e.  Şerefxanê Bidlîsî di pirtûka xwe ya bi navê Şerefnameyê de gava bajarên serdema navîn ji hêla aborî û bazirganîyê ve dide ber hev, derheq Xîzanê de jî dibêje; li Xîzanê gelek cureyên fêkîyan yên wek tirî û kişnîşan hene. Ev bajar bi ber û bereketa bax û baxçe û rezên xwe ve dişibihe hin bajarên Îranê yên dewlemend; xasma bajarê Tebrîzê. Hetta cureyekî fêkî heye ku di erdnîgarîya fireh a li der û dorê tenê li herêma Mîrektîya Xîzanê û hinek jî li gelîyên Muksê yên hêla Xîzanê çêdibe, ew jî bindeq e; hin cih jî jê re dibêjin findiq.

Jixwe bi hezaran sala ye, ji ber vê têr û tijîya herêmê, hem zêde êrîş hatine ser hem jî pêşketin û bazirganî jî zêde çêbûye. Di salnameyên aîdê sedsala 19an a Bitlîsê de di derbarê rewşa aborî û bazirganîya Xîzanê de, tê gotin ku hewa û ava wê xayet mutedîl e. Mehsûlatên wek çawdar, gilgil, nîsk, beqle, hejîr, tirî, gûz, hirmî, şambelot, rûn, dims, hingiv, hirî, mazû, tiftîk û hwd. jê tên. Ev mehsûlat ji hewcedarîya herêmê pir û pir zêdetir e. Fêkî û sebzeyên wê jî her wisa di ser îhtiyacê re ye. Li herêmê kinc, gore û hwd. tên hunandin û îmalkirin. Her wisa li herêmê hesinkarî û pîlewerî/qilêkerî jî li pêş e. Di salnameyeke din de jî tê gotin ku aborîya Xîzanê gelekî li pêş e û mehsûlên vî bajarî pir in. Mehsûlên zêde îxracî bajarên wek Wan, Xelat, Mûş, Bulanix û derdora wan dibe, tên firotin û bi zexîre re tê mubadelekirin.

Rewşa aborî ya baş, dewlemendî û avadanîyê zêde dike, di sîyasetê de jî îstiqrarê bi xwe re tîne. Ev tevde li mîrektîya Xîzanê rewşa ewlehîyê baştir dike û her bi her di gelek waran de pêşketin çêdibe. Li ser van hêmanên bingehîn ên civakî rewşeke munbît a ji bo xwendin û perwerdehîyê dihate holê. Mîr û hukumdarên Xîzanê jî weke gelek desthilatdarên mîrektîyên din, dezgehên ilm û îrfanê ava kirine, weqif saz kirine, zanyar û edebiyatnas parastine, keleh ava kirine, gund û bajar îmar kirine. Xirbeyên sûr, xan û hemamê yê li Xîzana kevn, kela Xîzanê nimûneyên bajarvanî û şaristanîyeke xurt in. Di salnameyeke Osmanîyan de jî qala şeş heb kelehên Xîzanê tê kirin.

Di serdema mîran de sazîyên sereke yên ku tê de perwerdehî dihate kirin, jê alim, edebîyatnas, huqûqnas, dîplomat û burokrat derdiketin, medreseyên mîran in. Ev medrese çawa li mîrektîyên Kurd ên din hebûn, her wisa li mîrektîya Xîzanê jî hatibûn avakirin. Bi demê re Xîzan û derdora wê bûye navenda xwendin, ilm û îrfanê. Ji xêynî heft-heyşt medreseyên mezin yê ku bi sedan telebe tê de dixwendin ên mîrî yên navenda serbajarê Xîzanê, bi dehan medreseyên li bajar û beldeyên din ên vê herêmê û heta li gundên derdorê, vê tespîtê îspat dikin. Her wiha gelek zanyarên dîn û helbestvanên Kurdînivîs ji Xîzan û derdora wê derketine. Bi vî rengî Xîzan jî bûye yek ji wan bajar û mîrektîyên serdema navîn yên ku ekola xwe ya çandî û edebî pêk anîne. Ev binesazîya dîrokî- digel şer, wêranî, talan û şêlanên giran- bûne sedemê mayîn û berdewamîya berhemên wêjeyî û dîrokî.

Bajarê Xîzanê heta serê sedsala 20an jî navendeke herêmê ya ilm û çandê ye. Delîlên vê yekê yên herî eşkere ew medrese ne ku bermayîyên wan hê jî li ser piya ne. Medreseyên li vî bajarî yên ku heta niha cih û navên wan tên zanîn şeş heb in, du medreseyên derveyî bajêr jî hene: Medreseya Mîr Dawud, Medreseya Etîq, Medreseya Şahzade, Medreseya Ûsivê Welî, Medreseya Meydanê, Medreseya Sîxalê, Medreseya Taxê, Medreseya Gulpîkê

Agahîyên ku di vê derbarê de li ber dest hene ev in:

Hin zanayên ku li van medreseyan xwendine yan jî ders dane: Mela Xelîlê Sêrtî, Sofî Huseyîn Efendî, Huseyîn El Qarasewî, Abduhadî El Arwasî, Mela Mûradê Xorosî

Hin alimên Xîzanî: Şêxul Îslam Mewlana Ebdulxaliq, Şêx Hesenê Xîzanî, Mewlana Xizir Bîbî, Mele Emerê Gulpîkî, Mela Mûradê Xorosî

Edebiyatnasên Xîzanî yên Kurdînivîs: Selîmîyê Xîzanî, Mela Xelîlê Gulpîkî (Sêrtî), Axaokê Bêdarî

Alimên bi Xîzanê re pêwendîdar: Seyda Şêx Ebdurrehmanê Taxî, Seyyîd Sibxetullahê Arwasî, Abduhadî El Arwasî

Seyyahê navdar Evlîya Çelebî di Seyahatnameya xwe de, dema behsa mîrekîyên Kurdan dike, behsa Xîzan û Mîrektîya Xîzanê jî dike. Şerefxanê Bitlîsî wek mîrzade û dîrokzanekî wê herêmê, di Şerefnameyê de beşek ji Mîrektîya Xîzanê re veqetandîye. Di gel ku gelek mîrên Xîzanê çêbûne, em tenê navê çendan ji wan zanin. Şerefxanê Bitlîsî, navê deh mîrên Xîzanê yên berî şerê Çaldiranê û piştî wê dide û di derbarên wan de agahîyên berfireh dinivîse; ev agahî li jêr hatine danîn. Navên du mîrên Xîzanê jî li ser kêla Feqîyê Teyran a li gundê Şandisa Xîzanê hatine dîtin. Ji vana yek Mîr Huseyn e ku qebra Feqî daye çêkirin û jê re weqif ava kirîye. Navê mîrê din jî Mîr Şeref e ku bavê vî Mîr Huseyn e.

Di hin lêkolînên li ser çand û dîroka Xîzanê de navê mîrekî Xîzanê jî wek Mîr Cîhan yan jî Cîhan Paşa derbas dibe û wek hevçaxê Feqîyê Teyran qala wî tê kirin. Li gor van qeydan Feqî gava hatîye Xîzanê û di Medreseya Etîq de xwendîye, bûye aşiqê keça wî ya bi navê Sînemê. Feqîyê Teyran çawa ku ji lêkolîn û derca dîrokê ya di helbestên wî de jî derdikeve holê, di navbera nîveka duduyan a sedsala XVIan û serê sedsala XVIIan de jiyaye. Ew çax meriv dikare serdema Mîr Cîhanê Xîzanî bi teqrîbî wek dawîya sedsala XVIan û serê sedsala XVIIan nîşan bide.

Navên du mîrên din ên Xîzanê jî li ser kêlikên qebrên li qebristana Medreseya Taxê ya li gundê Taxê hatine dîtin. Navê mîrekî Mîr Ebdî ye di sala 1825an de wefat kirîye. Li gor nivîsa li ser vê kêlikê Mîr Ebdî kurê Mîr Suleyman e. Li gor qenaeta me Mîr Suleyman jî di salên 1750yî de bûye mîrê Xîzanê. Selîmîyê Xîzanî yê ku di edebiyata Kurdî de ciyekî wî yê girîng heye û xwedîyê mesnewîya Kurdî ya bi navê Yûsuf û Zuleyxayê ye, ew mîrê Xîzanê yê ku Selîm mesnewîya xwe îthaf kirîyê û di beytekî de jî dibêje “Selîmê dil Suleyman im / Hêsîrê mîrê Xîzan im”, ev Mîr Suleyman e. Vê gavê nayê zanîn ka çima qebra vî mîrî li vir e. Lê ev kelha Taxê ya mezin û ji bo parastinê munasib, wek cihekî stratejîk e ji bo rêveberîyê. Dibe ku ji ber vê sedemê ev der hatibe hilbijartin.

Navê mîrekî Xîzanê yê din jî Mîr Şerefeddîn e ku di salên 1840î de li ser text bûye. Ev yek ji wesîqeyên arşîva Osmanî yên bi navê Mesaîl-î Muhimme-î Kurdistan yên salên 1830-50 tê fêmkirin. Li gor agahîyên arşîva Osmanî, têkilîyên Mîr Şerefeddîn him bi Mîrên Kurdan yên wek Mîr Bedirxanê Cizîrî û yên din re baş in û him jî bi Dewleta Osmanî re baş e.

Di hin qeyd û belgeyan de navê mîrê Xîzanê yê dawîn jî derbas dibe. Li gorî van çavkanîyan navê mîrê dawî Mîr Muhyeddîn e. Di salên 1845-50î de gava Osmanî mîrektîyên Kurdan ji holê radikin, ev mîr li ser text bû.

Lêkolînerê dîroka edebîyata Kurdî Feqî Huseyn Sağniç jî di pirtûka xwe de gava qala Selîmîyê Xîzanî dike, dibêje ku li gor gotinên ehlê Xîzanê, berî Selîmîyê Xîzanî du mîrên Xîzanê yên bi navê Mîr Şeref hebûne. Lê ji ber ku xêncî van gotinên li nav gel, tu belgeyeke dîrokê neketîye destê me, me navê van herdu mîran nexist nav lîsteya mîran. Her wisa Ûsivê Welî ku wek avakarekî medreseyeke kevn a Xîzanê navê wî derbas dibe, me navê wî jî nexiste nav lîsteya mîrên Xîzanê. Ji ber ku di derbarê mîrtî û rêvebertîya wî ya Xîzanê de tu agahî û belge di dest me de nînin. Wek texmîn û qenaetekê em dikarin bibêjin ku Ûsivê Welî jî mîrekî Xîzanê ye. Lewra bi gelemperî avakar û fînansorên medreseyên serdema mîrektîyan, mîr û mîrzade bûn yan jî xanedanên wan bûn. Lêbelê ji ber ku di vê derbarê de belge û qeyd di dest me de tunene, me Ûsivê Welî wek mîrekî Xîzanê nîşan neda.

Li goristana li nav Xîzana kevn ku jê re Sûra Xîzanê tê gotin, digel du mezelên sehabîyan ên bi navê Şêx Muhemmed û Şêx Bahaeddîn û nozdeh mezelên malbata wan, qasî şeş-heft mezelên din jî hene. Li gorî gotina xelkê ehlê vir, ev mezel ên mîrên Xîzanê ne. Lêbelê ji ber ku ev mezel bêxwedî mane, piranîya wan şikestine û nivîsên li ser şahîdeyên kêlikên van mezelan rind nayên xwendin, me vê gavê ev mîr jî nexistin nava vê lîsteyê. Ew çax gava em navên van hemû mîrên Xîzanê li gor kronolojîyê rêz bikin, lîsteyeke wiha derdikeve holê(Vefata wan weke v. hatîye nivîsandin):

1-Mîr Dil (Teqrîben: v. 1200) 2- Emîr Suleyman (Teqrîben: v. 1400) 3-Emîr Melîk (Teqrîben: v. 1470) 4- Emîr Dawud (Teqrîben: v. 1540) 5- Sultan Ahmed (Teqrîben: v. 1560) 6- Sultan Muhammed (v. 1575) 7- Mîr Dawudê II. (Teqrîben: v. 1582) 8- Mîr Melîk Xelîl (v. 1583) 9- Mîr Mehmûd (v. 1585) 10- Mîr Hesen (Teqrîben: v. 1600) 11- Murteza Beg (Teqrîben: v.1620) 12- Ebdal Beg (Teqrîben: v. 1640) 13- Mîr Şerafeddin (Teqrîben: v. 1660) 14- Mîr Şeref (Teqrîben: v. 1680) 15- Mîr Huseyn (v. 1706) 16- Mîr Cîhan (Teqrîben: v. 1750) 17- Mîr Suleyman (Teqrîben: v. 1775) 18- Mîr Abdî (v. 1825) 19- Mîr Şerefeddîn (Teqrîben: v. 1845) 20- Mîr Muhyeddîn (Teqrîben: v. 1850)

Di Şerefnameya ku di sala 1597’an de qedîyaye, hin agahîyên di derbarê mîrê Xîzanê de wiha ne:

Emîr Dawudê Kurê Emîr Melek

Wekî di nav xelkê de tê gotin û belav e, ji hukumdaran, piştî Emîr Suleyman kurê wî, yê ku demeke dirêj hukum kirîye û bi ‘ecelê xwe yê tabiî mirîye, Emîr Melek e. Emîr Dawudê Kurê Emîr Melek jî 39 salan bêastengî û bi awakî serbixwe li Xîzanê hukumdartî kir. Bi şev û bi roj wextê xwe bi vexwarina mey û bi rabûn û rûniştina xortên ciwan re derbas dikir. Bi ser vê de jî, meyla wî li ser pêkanîna karûbarên xêratê û li hemberî zana û kesên xwedî fezîlet jî hebû. Ji bo wan, di Xîzanê de bingehê Medreseya Dawudîye danî û temam kir. Heta niha jî di vê medreseya han de gelek zanayên bikêr û xwendevanên evîndarê zanistîyê hene. Emîr Dawud, sê zarokên kur li pey xwe hiştin: Sultan Ehmed, Mîr Suleyman Beg û Hesen Beg.

Sultan Ehmedê Kurê Mîr Dawud

Piştî mirina babê xwe Fermanrewatîya Xîzanê girt destê xwe, rêvebirîyek sipehî damezirand û gelek bi zîrekî û zanatî waridata navçeyê kir bin destê xwe. Ji ber vê, Eşîreta Nemiran, xelk û esker ên ji rûniştîyên li wir pêk dihatin, ji desthilata wî şad û dilxweş bûn. Dema ku mîr û fermanrewayên Kurdistanê bi Sultan Suleyman Xan re berê xwe dan diyarê aştî Bexdayê, Sultan Ehmed, xizmetên gelek girîng û mêrxasîyên nedîtî nîşan dan; ji ber vê, Sultan qedir û siyaneta wî girt û mulkîyeta Eyaleta Xîzanê ya bi hinek şert û sondan hatî teyîdkirin jê re hat dan. Ji wê tarîxê şûn de di ferman û hukmên derheqê mîrên vê malbata han de, gotina “Cenab” tê nivîsandin û ji wan re unvana “Hukumdar” hat dayîn. Bi vî awayî bi navê Fermanrewayên Xîzanê hatin naskirin.

Dan û sitandinên vê xanedana Xîzanê yên bi Emîr Şeref Xan ê Fermanrewayê Bedlîsê re, di destpêkî de li gor esasên dostayetîyên kevin ên adetî, baş bûn. Lê piştî ku Ulame pê xwe danî ser erdê Rûmê şûn de, wekî ku dema em behsa rewşa Şeref Xan bikin, em ê dûr û dirêj behsa wan serpêhatîyan bikin, çend bûyer qewîmîn û ew bûn sebeb ku ev dostîya qedîm a di navbera wan de, ciyê xwe ji dijminatîyê re vala bike. Çunkî Sultan Ehmed Beg, di nezdê Sultan de li dijî Şeref Xan komplo danîbû, ji bo xanedana Şeref Xan bi Ulame re yekîtî çêkiribû. Ji ber vê, Şeref Xan jî ajot ser Xîzanê û xwest îstîla bike û Ehmed Beg bigre. Bi vî awayî di navbera herdu milan de şer dest pê kir û ji herdu milan jî gelek kes hatin kuştin. Piştre hinek kesên aştîxwaz ketin navbera wan û şer dan sekinandin; Şeref Xan jî paş de vegerîya navenda xwe. Sultan Ehmed Beg ji vê firsetê îstîfade kir, mirov şandin Diyarbekrê û Ulame han da ku bi Şeref Xan re şer bike. Ulame jî bêsekin leşkerê Diyarbekrê berhev kir û ber bi Xîzanê ve hereket kir. Li wir, Sultan Ehmed Beg kir rêberê leşkerê xwe û ji wir bi hev re di riya nahîya Tatîkê re ajotin ser wilayeta Bedlîsê. Di navbera herdu milan de şer derket û Şeref Xan di şer de hat kuştin.

Demeke kurt şûn de Sultan Ehmed Beg jî ji vê cîhana fanî xatirê xwe xwest û çû ber rehma Xwedê.

Pênc zarokên kur li pey wî man. Emîr Mihemmed, Yûsif Beg, Melik Xelîl, Melik Xan û Xan Mehmûd.

 Mîr Mihemmedê Kurê Sultan Ehmed

Piştî mirina Sultan Ehmed, li ser fermana Sultan Suleyman Xan, wilayeta Xîzanê bû du beş. Beşek jê ji Mîr Mihemmed re û beşa din jî ji birayê wî Melik Xelîl re hat dan. Mîr Mihemmed, tenê salek fermanrewatî kir û piştre ji nişka ve mirinê pêsîra wî girt û sê zarokên kur li pey xwe hiştin û mir: Sultan Mistefa, Dawud Beg û Zeynel Beg. Piştî mirina wî, birayê wî Melik Xelîl, cardin wekî berê ji nû ve wilayet kir yek û di vî warî de ji Dîwana Sultan Suleyman beratek jî derxist.

Lê Sultan Mistefa bi alîkarîya xalê xwe Bahaeddîn Beg ê Fermanrewayê Hezzoyê, berê xwe da Asîtane(Stenbol) û beşa babê xwe ji xwe re sitand. Şeş salan fermanrewatî kir. Piştre, rojekê çû nêçîrê û êdî bi paş de venegerîya. Dema ketin pey û lê gerîyan, laşê wî di nav daristanekê de mirî dîtin. Gelek vekolîn li ser vê bûyerê hat kirin, lê ji wê rojê heta niha hê nehatîye zanîn ku ji ber çi û ji alîyê kê ve ev hat kirin. Dawud Begê birayê wî li ciyê wî rûnişt û wî jî salekê hukum kir û piştre mir.

Piştî Dawud Beg, Zeynel Begê birayê wî berê xwe da Asîtaneya Sultan Selîm Xan û herdu beşên Eyaleta Xîzanê wek berê kirin yek perçe û fermanrewatîya wê girt destê xwe. Lê berî ku bixwaze berên fêkîyên xwe tam bike, meygirê mirinê jehra mirinê pê da vexwarin û di vegera xwe ya ji Asîtaneyê, di rê de çû rehma Xwedê.

Melik Xelîlê Kurê Sultan Ehmed

Li jorê hinek behsa rewşa wî hat kirin. Niha jî em dixwazin bêjin ku, heta bira û birazîyên wî sax bûn, carna nîvê Xîzanê bi rê ve dibir û carna jî hemû Xîzan di bin destê wî de bû. Lê piştî ku birazîyên wî mirin, di dema Sultan Selîm Xan de bi piştgirî û alîkarîya rawêjkerê hêja û jîr Mehmed Paşa yê Wezîrê Mezin, herdu hîsseyên Xîzanê jî jê re hatin dan. Bi vî awayî tam 22 salan bêyî bi tu kesekî re bikeve nav şer û qirênan, welat bi rê ve bir. Lê ew di meşandina kar û barên desthilatê de mirovekî terkexem bû û jê nedihat ku erkên giran ên fermanrewatîyê bigre ser milê xwe û bimeşîne û hevsarên rêvebirîyê dabû destê ‘Ebdal Axa yê ji Eşîreta Bilêlanî û wî jî bi nav û dengîya fermanrewatîyê û feydeyên ku jê re dibexşand îdareya xwe dikir. Lê çi heye, ji bo serkeftinî di destê Xwedê de ye û ji kesê bixwaze re dibexşîne, Melik Xelîl di piranîya kar û barên xwe de bi ser diket û qezenc dikir.

Di sala 991’ê koçî (1583’yê z) de, ku demeke dirêj bû nexweşîya atiyê (sara) pê re hebû, bi vê nexweşîyê çû rehma Xwedê û zarokekî kur ê navê wî Hesen Beg û temenê wî biçûk li pey ma.

Mîr Mehmûdê Kurê Sultan Ehmed

Ev mîrê han, piştî mirina birayê xwe Melik Xelîl, bi îtîfaqa eşîret û qebîleyên Nemiran û bi fermana Sultan Murad Xan, rêvebirîya kar û barên Mîrektîya Xîzanê girt destê xwe. Bi rastî jî ew di kontrolkirina kar û barên mîrektîyê de bi kêrhatî û bi rêk û pêk bû û di parastina ewlekarîya eşîret û qebîleyan de gelekî sergiran û bi ‘ezm bû. Desthilat û hukumdartîyek xurt damezirand.

Di sala 1584’ê de, dema ku Osman Paşayê Wezîr bi leşkerê cîhangirtî ve ji bo girtin û îstîlaya Tebrîzê rabû pîyan, Mîr Mehmûd jî pê re bû. Rojekê ku Sînan Paşayê Wezîr li Se’dabada Tebrîzê bi hinek fermander û begên Qizilbaşan re ket nav şerekî giran û tam di esnayê giranîya şer de ku hevalên wî baz dan û ew tenê hiştin, Mîr Mehmûd bi çend giregirên Xîzanê re di meydana şer de bi merteba şehadetê bextewer bûn. Du zarokên wî yên kur ên navên wan Sultan Ehmed û Mîr Mehmûd hebûn. Mîr Mehmûd hê di salên xwe yên zaroktîyê de mir.

Emîr Hesenê Kurê Melik Xelîl

Piştî kuştina Mîr Mehmûdê mamê wî, her çend gelek zarok jî bû, eşîret û qebîleyên Nemiran ew danîn ser textê mîrektîya xwe û bi vî awayî ew li gor fermana Sultan Murad Xan bû Fermanrewayê Xîzanê. Di vê navê re, mamê wî Yûsif Begê kurê Sultan Ehmed, çû Asîtane û xwest ku Mîrektîya Xîzanê jê re bê dan. Li ser vê, di derheqê Mîrektîya Xîzanê de fermanek Sultan Murad Xan derket. Lê, dema ku Yûsif Beg ji Asîtane vegerîya û hat Xîzanê, ji eşîret û qebîlên Nemiran kesî rû nedayê û bi tu awayî ew ji xwe re mîr nehesibandin. Vê rewşa han ew mecbûr kir ku biçe Tebrîzê û ji Cehfer Paşayê Wezîr daxwaza alîkarîyê bike. Cehfer Paşa jî bêsekin destê alîkarîyê dirêjê wî kir, ji bo ku alîkarîya wî bikin û Xîzan jê re bistînin û bidin destan, sipartedarekî xwe şand. Bi ser vê de jî, xelkê rû nedayê û îta’etî wî nekirin. Çend carên din jî li derîyan xist û hawara xwe gihand vî milî û wî milî. Lê di netîceyê de aştîxwaz ketin navbera wan û ew li hev anîn û biryar dan ku, nahîya Nemiran weke sancaq ji wî re û wilayeta Xîzanê û derûdorên wê jî ji Emîr Hesen re bêne dan.

Demek kurt rewş wiha derbas bû. Lê di dawîyê dekesên fitne û fesad ketin binê û sewda daxwaza hemû Eyaleta Xîzanê ket serê Yûsif Beg. Li ser vê, Emîr Hesen hemû kesên terefdarên xwe berhev kirin û hinek kesên ji Eşîreta Şêrwan jî hatin hawara wî û tevan bi hev re êrîş birin ser Yûsif Beg. Yûsif Beg, li gundê Azê yê li navçeya Nemiran, sengerbendîya xwe kir û li hemberî wan sekinî. Dema ku şer germ bû, hevalên wî belav bûn û Yûsif Beg xwe di nav lexema avdestxanê de veşart, gelek bi awakî pîs di nav pîsîtîyê de hat kuştin û kesekî jî nezanîbû ka kê ew kuşt. Lê ji ber qewimîna vê bûyerê gelek serê Mîr Hesen êşîya û her wext di bin şikê de ma. Karbidestên Dewleta Osmanî lê ketin bahaneyan, destên xwe lê alandin û dest bi firotina şerê pê re kirin. Wî hemû hebûn û waridata xwe da bertîlan. Hetta çend perçe erdên xwe yên gelek baş ku li wilayeta Xîzanê hebûn, li gel hemû wan mulk û malên ji bab û bapîrên wî jê re mabûn, tevan kir berîkên karbidestên Dewleta Osmanî. Niha bi awakî rût û reben maye û di nav qerzan de fetisîye. Lê cardin jî hê ji bin wê şik û tohmetê xelas nebûye.

Li ser van tevan, Hacî Begê kurmamê wî yê kurê keça Hesen Begê Mehmûdî, li dijî wî derket û daxwaza navçeya Nemiran jê kir. Piştî şer û qirênên gelek giran, bi mercê rêvebirinî û rêk û pêkî kirina darayî ya welat di bin xizmeta Hesen Beg de be û herdu bi hev re di nav aştîyê de bijîn, biryar hat dan waridata nahîya Merwanan wek maaş ji Hacî Begê re bê dan. Li ser vê aştî ket navbera wan. Niha navbera wan xweş e û kar û barên Xîzanê gelek bi başî tê meşandin.

Dawîya Mîrektîyê

Di sedsala 19an de Dewleta Osmanî li gor dinyayê li paş mabû, ji bo xwe bi pêş bixe dixwest hin guhertinan pêk bîne; pê re tevlihevîyên mezin derdikevin holê. Sultan Mehmûdê IIyemîn sîyaseta hukmê merkezî meşand û xwest ku Kurdistan tevdî bi navendê ve girê bide, desthilatdarîyê ji destên Kurdan bistîne. Sedemê bingehîn ê bûyerên di navbera Dewleta Osmanî û Mîrektîyên Kurdan de qewimî, ji ber sîstema navendîparêzîyê derketîye holê. Bi vî awayî ew îtîfaqa dîrokî ya di navbera hukumetên Osmanî û xanedanên Kurdan de xerab dibû, statuya Kurdan a ku ji sala 1514an ve hebû û li gora rewşa mîrekîyan wek “Yûrtlûk, Ocaqlik, Lîwa û Hukumet” dihatin birêvebirin nedima. Li hember vê, mîrektî û eşîretên Kurdan li ber xwe didan û ber bi rewşeke serbixwe ve diçûn. Lê hin dewletên Ewrûpî ev yek nedixwestin, ev pêvajo li dijî berjewendîyên wan bû; çavê xwe berdabûn dewlemendîyên Kurdistanê yên binerd û sererd. Loma, ji bo dewlet li ser linga bimîne û rê bêhtir ji wan re vebe pê re dibûn alîkar.

Dewleta Osmanî bi leşkerên giran êrîş bir ser mîrektîyên Kurdan û şerên dûr û dirêj di navbera wan de qewimîn. Di vê demê de mîrektîyên Kurdan ên wek Baban, Soran, Behdînan, Mehmûdîyan, Bradost, Mukrîyan, Erdelan, Rojkan, Hekkarî, Xîzan, Mukus, Zîrkan, Palo, Êgil, Siwêdî û Çemîşkezekê feşkilîn. Di encama êrîşên artêşa Osmanî de, herêmên mîrektîyên Kurdan û xasma serbajarên wan ên bi dehan medrese, xan û qesr û kaşxaneyan mamûr û bi sed hezaran nifûs ve şên û şad, talan û wêran bûn.

Di salên 1850yî de Mîrektîya Xîzanê jî dibe hedefa vê keraset û felaketê. Di belgeyeke Osmanî ya berîya ji holê rakirina Mîrektîya Xîzanê de, Xîzan wek “Hukumet” tê nîşandan û navê mîrê wê hukumetê jî wek “Mîr Muhyeddîn” hatîye qeydkirin. Ji van qeydên dîrokî jî derdikeve holê ku statuya mîrektîya Xîzanê heta vê demê jî wek “hukumet” berdewam kirîye, her wiha mîrê dawîn ê Xîzanê jî Mîr Muhyeddîn e.

Piştî ku mîr û hukumetên herêmî yên Kurdan ji hêla Dewleta Osmanî ve ji holê hatin rakirin, li van herêm û wilayetan aramî û sikûnet nema. Anarşî û kaoseke mezin dest pê kir. Ew paşa û wezîfedarên dewletê li herêma Kurdan nikarîbûn Kurdistan bi rê ve bibin. Ji wê demê ve serhildanên Kurdan bêsekin berdewam dikin heya roja me.

 

 

NÎŞE: Ev xebat ji ber teza lîsansa bilind ya bi navê “Nêrînek Gelemperî li Mîrektiya Hîzanê: Ilm û Edebîyat” ya Nevzat Emînoglu û beşa pêwendîdar ya Şerefnameyê hatîye amadekirin.

 

 

ÇAVKANÎ

chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://acikbilim.yok.gov.tr/bitstream/handle/20.500.12812/101613/yokAcikBilim_10129790.pdf?sequence=-1&isAllowed=y

https://ansiklopediyakurdistane.com/naverok/serefname-pirtuk-pdf

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxanê Bedlîsî, bi esil ji malbata mîrên Bedlîsê, ji eşîra Rojkan e. Mîrekiya Bedlîsê di navenda Kurdistan de cih digre û yek ji mîrekiyên herî mezin e. Mîr Şerefxan nivîskarê kitêba p Kurdistan/ ŞEREFNAMEyê ye û di beşek vê kitêbê de di derbarê xwe û malbata xwe, e


Şerefname(pirtûk-pdf)

Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...


Dîroka Navdarên Kurd

Navê Pirtûkê: Dîroka Navdarên Kurd Nivîskar: Baba Merdûxê Rûhanî Wergera ji Farisî: M. Reşîd Irgat & İsmet Kılıçarslan