logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mûrad Ciwan

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan nivîskar û siyasetmedarekî Kurd e. Ciwan di sala 1956’an de li Amed’ê hatiye dinyayê. Heta dawî Xwendingeha Mamostetîyê li Amedê xwendiye, lê destûrnameya xwe ya mamostetîyê ji Xwendingeha Mamostetîyê ya Akşehîr-Konya wergirtiye. Salekê li Amedê mamostetiya Zimanê Îngilîzî û salekê jî li Zanîngehe Stembol dad xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî xwendina xwe temam nekirîye. Di kovara wêjeyî ya Kurdî ya bi navê Tîrêj de bûye koordînatorê giştî. Di Avrêla 1980’yî de derketîye derveyî welêt, piştî Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî ya li Tirkiyeyê li Swedê bi cîh bûye. Li Dibistana Teknîkî ya Bilind a Kraliyeta Swêdê 3 salan endezyariya kompîturê xwendiye.

Heta dawîya sala 1992’yê aktîf di xebata çalak ya şoreşgerîya Kurdewarî de cîh girtiye, Di sala 1992’yê de ji xebata siyasî ya çalak vekişiyaye û xwe daye kar û barê lêkolîn, rojnamegerî û nivîskariyê. Ji 1981’ê heta Tîrmeha 1997’a bûye berpirsyarê redaksiyona rojnameya Armancê. Di kovarên bi navê Pêşeng, Jîna Nû, Devrîmci Demokrat Gençlîk (Ciwanên Demokratîk yê Şoreşger), Armanc, Tevger, Sol Birlik(Yekitiya Çep) û Berbangê de berpirsyariyên cuda hilgirtiye. Gelek meqaleyên wî yên bi Tirkî û Kurdî li ser pirsgirêkên siyasî, li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî di kovar û rojnameyên cûrbicûr de hatine weşandin. Li Swêdê mamostetiya zimanê Kurdî û tercumanî kiriye. Bûye berpirsyarê kovarên zarokan yê bi navê Hêvî ve Hêlîn yê li Swêdê derketine. Li Weşanxaneya Jina Nû ya li Swêdê bûye koordînatorê giştî. Yek ji damezrînerê Weqfa Çanda Kurdan ya li Swêdê ye. Di xebatên ziman, çand û edebiyata Kurdî, yê weqfê de cih sitendiye. Di navbera salên 2004 û 2012an de di malpera nûçeyên Kurdî NETKURD de wek rêvebirê weşanê kar kiriye. Li ser Kurdan û dewletên pêwendîdar lêkolîn û nivîskariya wî berdewam dike. Zewicî ye û bi navê Rûken, Nûşîn, Rûgeş û Ariya çar zarokên wÎ hene.

Berhemên Mûrad Ciwan

Turkçe Açiklamali Kurtçe Dîlbîlgîsî - Kurmancî Lehçesî (Rêzimana Kurdî bi Şîrovekirina bi Tirkî-Lehçeya Kurmancî), Weşanxaneya Jîna Nû, Stockholm, 1992

Ahmed Hanî’nîn Yaşami, Duşuncelerî ve Eserlerî/Ahmedê Xanî-Jîyan, Berhem û Bîr û Baweriyên Wî, Weşanxaneya Doz, Stenbol, bi Tirkî/1992, bi Kurdî/1996

Berhevkirin û wergera çîrokên zarokan ên Kurdî:

- Dîkil Ağa, berhevkirin, çîrokên Kurdan, weşanên Weqfa Çanda Kurdan ya li Swêdê Stockholm, 1994

- Kêz Xatûn, berhevkirin, çîrokên Kurdan, weşanên Weqfa Çanda Kurdan ya li Swêdê, Stockholm 1994

- Silko, berhevkirin, çîrokên Kurdan, weşanên Weqfa Çanda Kurdan ya li Swêdê, Stockholm, 1994

- Şengê û Pengê, berhevkirin, çîrokên Kurdan, weşanên Weqfa Çanda Kurdan ya li Swêdê, Stockholm, 1994

- Manga Sor û Qiriko, wergera ji Swêdî, 12 çîrokên zarokan, Weşanxaneya Apec, Stockholm, 2005


ÇAVKANİ

https://muradciwan.com/

https://kurdipedia.org/default.aspx?q=20150401220017120741&lng=21

https://www.avestakitap.com/murad-ciwan

Nivîsén tékildar

Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...


Mehmed Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî

Kemaledîn Xarpêtî, ji maleke ulema û mudderîsê namdar ê bajarê Xarpêtê ye. “Kemaledîn Efendî yê Xarpêtî, di 21ê Kanûna 1867an de li mehela Axa ya Xarpêtê (Elezîzê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Ebdulhemîd bû û yê dayika wî jî Mumîne Xanim bû. Kemaledîn Xarpêtî, torinê Hecî Omer Naîm Efendî yê mudderîs, mutesawif û hafizê navdar ê Xarpêtê bû...