logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Musadiq Tovî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Lêkolîner, nivîskar, Musadiq Tovî di sala 1955an de li gundê dîrokî yê bi navê Bamernê ji dayîk bûye ku bi ser navçeya Amêdîyê ve ye. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Tovê yê Colemêrgê ne yê li quntara Çiyayê Cîlo ye ku niha wêran bûye, paşnavê xwe jî ji wir girtîye. Şerê ku di sala 1961ê de li başûrê Kurdistan dest pê kir û bi taybetî li Amêdîye û derdora wê giran bû, bandor li malbata wî jî kir û di sala 1963yan de koçî Silêmanîyê kirin.

Ji ber ku Silêmanî bajarekî ku welatparêzîya Kurd lê zêde ye, ji zarokatîya xwe ve ketîye bin bandora vê derdorê. Piştî qedandina dibistana seretayî û navîn li Silêmanîyê, ji bo xwendina amadeyî diçe Zaxoyê. Piştî qedandina xwendina xwe, demekê li dijî rejîma Baas di nava refên Pêşmerge de cih girtîye.

Ji ber ku pir bi xwendin û nivîsandinê re mijûl bû, helbest û gotarên wî di rojnameya Hawkarî de ya li Bexdayê dihat weşandin, di 15 salîya wî de hatin weşandin.

Bi Peymana Otonomîyê ya ku di Adara 1970yî de di navbera Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rejîma Baasê de hat îmzekirin rehetîyeke qismî hat başûrê Kurdistanê û weşanên radyo, rojname û kovaran zêde bûn. Di radyoya bi navê Êzgî Kurdistan de ku di navbera salên 1974-1975an de di bin kontrola PDKê de bû, bi rewşenbîrên navdar Reşîd Findî û Xelefê Zêbarî re xebitî. Dema ku Peymana Otonomîyê di sala 1975an de ji alîyê Saddam Huseyn ve hat betalkirin, karê radyoyê rawestîya. Piştî salekê, Musadiq Tovî bi fermî dikeve xizmeta leşkerî ya mecbûrî. Di sala 1978an de ji leşkerîyê vedigere û di kargehekê de dest bi karmendîyê dike.

Bi destpêkirina şerê Îran û Iraqê re li seranserê Iraqê seferberî tê ragihandin. Berî ku derfeta wî ya revê çêbibe, ew ji nû ve wekî tedbîr digirin eskerîyê. Piştî demeke kin ji aliyê Îranê ve dîl tê girtin û 8 salan li qampeke nêzî Tehranê jiyana xwe di girtîgehê de berdewam dike.

Di vê esaretê de êşên mezin dikişîne. Lê bi biryardarî li ber xwe dide û bi ser dikeve. Piştî ku ji esaretê rizgar dibe, vedigere bajarê xwe û ji cihê ku lê hiştîye xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Musadiq Tovî berhevkarekî çandê ye, dîroknasê demên dawî ye ku bi piranî xwe dispêre belgeyan. Çi belgeyên ku bi dest ketîne nirxandîye.

Birayetî, Beyan, Botan, Peyman, Evro, Behdînan, Newroz, Metîn, Peyv, Gazî, Nûbûn, Dîrok hwd. di kovarên çand, dîrok û edebîyatê de li ser çand, edebîyat û dîrokê di mijarên cur be cur de gotaran dinivîse. Çi pirtûkên ku ji gotarên wî yên di kovarên navborî de pêk tên, çi jî pirtûkên wî yê serbixwe, heta niha bi giştî 16 pirtûkên Musadiq Tovî hatine çapkirin.

Di van hemû xebatan de li gel xebatên taybet yê li ser Duhok û derdora wê, her weha wî merceka xwe dirêjî dîroka civakî û siyasî ya erdnîgariya berfireh a ku Kurd lê dijîn, kirîye. Di vê çarçoveyê de; Çend Berperek Ji Rojnamevanîya Kurdî, Serhildana Şêx Se'îdê Pîran, Serhildana Sasonê, Salên Penaberî ji Jiyana Îhsan Nurî pirtûkên girîng ên bi belge têr û tije ne yê ku Musediq Tovî amade kirine.

Musadiq Tovî ku zaravayên Kurdî yên Soranî û Kurmancî, Erebî û Farisî baş dizane, pirtûkên xwe bi zaravayê Kurmancî dinivîse. Her wiha ji Erebî û Farisî wergeran ji bo Kurdî dike. Pirtûka Dr. Sidqî Hirorî ya bi navê Bilad-i Hekkarî, ku teza wî ya doktorayê ye, bi navê "Welatê Hekkarî" ji Erebî wergerandîye Kurdî. Ev berhem ji derketina Îslamê heta salên 1300î yê zayînî yek ji girîngtirîn çavkanîya herêma Hekariyê ye.

Ansîklopedîya parêzgeha Duhokê ku ji 9 cildan pêk tê jî bi serpereştîya Musadiq Tovî hatîye amadekirin. 120 kes di nivîsandin û amadekirina wê de beşdar bûne, 5 salan ev kar berdewam kirîye û tê de gelek zanyarî li ser devera Behdînan hatine berhevkirin. Yekem car e ku bi vî awayî; dîrok, çand, nasname û her tiştê di derbarê Duhokê de bi awayê ansîklopedîyê hatîye amadekirin.

Musadiq Tovî hîn jî li Duhokê dijî, karê xwe yê lêkolîn û nivîsandinê berdewam dike. Niha li ser pirtûkeke girîng a bi navê Perwerde û Hînkirin li Duhokê di Belgeyên Fermî de dixebite.


ÇAVKANİ

https://www.indyturk.com/node/94191/k%C3%BClt%C3%BCr/musadd%C4%B1q-tovi-ve-duhok-ansiklopedisi

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Dîroka Keleh û Sûrên Amedê

Amed, wekî bajar xwedî dîrokeke bi qasî 8000 salan e û ji berê de bûye jîngeha mirovan. Jiyan li vî bajarî, ji roja ava bûye û heta îro, bênavber berdewam kiriye. Keleha Amedê mînaka herî baş a kelehên Kurdistanê ye. Keleha Amedê li ser rojhilatê platoya bazalt ya ku ji Çiyayê Qerejdaxê heta Çemê Dîcleyê dirêj dibe, cî digire. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê tê texmînkirin ku di salên 3000î yên Beriya Îsa de cara yekem di serdema Hûrî-Mîtaniyan de hatiye avakirin...


Danasîna pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”

Danasîna pertûka Zaxo Kurtiyek li ser çapa dûyemîn ya pertûka "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir (Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)”: Nivîskar:Seîd Rezvanî Dem û cihê çapkirinê:2014, Duhok


Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.