logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dîroka Keleh û Sûrên Amedê

Nivîskar: Omer Dilsoz

Amed, wekî bajar xwedî dîrokeke bi qasî 8000 salan e û ji berê de bûye jîngeha mirovan. Jiyan li vî bajarî, ji roja ava bûye û heta îro, bênavber berdewam kiriye. Keleha Amedê mînaka herî baş a kelehên Kurdistanê ye. Keleha Amedê li ser rojhilatê platoya bazalt ya ku ji Çiyayê Qerejdaxê heta Çemê Dîcleyê dirêj dibe, cî digire. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê tê texmînkirin ku di salên 3000î yên Beriya Îsa de cara yekem di serdema Hûrî-Mîtaniyan de hatiye avakirin.

Keleha Amedê ji jor de wekî masîkartûxkê xuya dike û li ser sûrên wê şopên li dora 30 şaristaniyan hene. Bi rolyef û kîtabeyan hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê ye ku Albert Gabrîel Keleha Amedê, wekî “Muzeya Kîtabeyan ya Servekirî” bi nav kiriye.

Keleha Amedê ji beşên keleha derve û keleha navîn pêk tê. Keleha navîn li rojhilata bakurê keleha derve cî digire. Piştî ku dema Romayiyan de sûrên niha hatin avakirin girîngiya keleha navîn zêde bûye û heta îro jî ev girîngiya xwe domandiye. Her dem wekî qada rêvebertiyê hatiye bikaranîn. Li vê qadê girê bi navê Amîda heye. Ev gir li Amedê cara yekem ji bo mirovan bûye warê jiyanê. Di lêkolînên arkeolojîk de, berhemên 8000 sal berê hatine dîtin. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê di dema Romayiyan de, di sala 349ê piştî mîladê ji hêla Constantînûsê IIyê ve hatine zexm û firehkirin. Bi vî awayî şiklê dawî yê Keleha Amedê derketiye holê. Piştî vê demê jî her şaristaniya ku li Amedê hukimdar bûye, beşên nû lê hatine zêdekirin û car caran jî, ji hêla van şaristaniyan ve kem û kortên wê hatine veçêkirin.

Her weh dirêjahiya sûran qasî 5.7 km ye. Bilindahiya wan jî 10 an 12 mîtro ye. Ber û pahniya wan jî 3 an jî 5 mîtro ye. Bi giştî 82 birc lê hene û ev birc xwedî planên cûr be cûr in. Hinekên wan gilover, hinekên wan çargoşe û hinek jî pirgoşe ne. Bircên herî bedew û girîng ev in:

  • Birca Xarpêtê
  • Birca Keçikê
  • Birca Şagirtê
  • Birca Hosta
  • Birca Nûrê

Li ser Keleha Derve (Amedê) çar deriyên Amedê hene. Ev derî di dîroka mîmariyê de xwediyê girîngiyekê ne û bi çar aliyan ve vedibin.

  • Li hêla bakur Deriyê Çiyê (Deriyê Xarpêtê)
  • Li hêla başûr Deriyê Mêrdînê
  • Li hêla rojava jî deriyê Rihayê
  • Li hêla rojhilat Deriyê Nû

Ji bilî van sûrên heyî sûreke din jî hebûye. Ev sûra duwemîn Sûrên Derve dorpêç dikirin. Ji çavkaniyên dîrokî tê zanîn ku di navbera her du sûran de valahiyek hebûye ku bi avê tijî bûye. Di serdema serwerê Eyûbiyan Melîk Kamîl de ev sûra duwemîn hatiye xirakirin û kevirên wê di zexmkirina sûra îro de hatine bikaranîn. Bermahiyên vê sûrê li hin ciyan têne dîtin…


ÇAVKANİ

https://www.yuksekovahaber.com.tr/yazi/2013-bila-bibe-sala-suren-amede-3035.htm

Nivîsén tékildar

Memdûh Selîm Begê Wanî

Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an...


Danasîna Pirtûka “Eşîretên Behdînan(1514–1919)”

Ev nivîs danasîna pirtûka bi navê “Eşîretên Behdînan: Danasîna Cografî û Kurteyek ji Dîroka Wan(1514–1919)” e ya ku ji alîyê Hêriş Kemal Rêkanî ve, wek vekolîneke dîrokî-belgenameyî hatîye amadekirin û ji alîyê Zankoya Duhokê/Sêntera Beşikçî beşa Vekolînên Merovayetî ve sala 2019an hatîye çapkirin. Pirtûk ji çar beşan pêk hatiye...


Mîra Meyan Xatûn

Meyan Xatûn di sala 1874an de li gundê Baedrayê yê ku bi ser navçeya Şêxanê ve ye, di malbateke esîl a Êzîdîyan de ji dayik bûye.  Ew keça mîrê Baedrê yê bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji Mîrîtîya Xanedana Çolê bû. Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû. Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêreka xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm e...