Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Osman Sebrî
Nivîskar, helbestvan, wergêr û tekoşer Osman Sebrî, 5ê Rêbandana 1905an li bakurê Kurdistanê, li gundê Narincê ku bi ser navçeya Kolikê ya şarê Semsûrê ve ye ji dayik bûye. Bavê wî, serokeşîrê Mirdêsiyan bû. Navê bavê wî Sebrî, navê diya wî Emîne ye.
Di bîranînên xwe de Osman Sebrî li ser eşîra xwe dibêje; “Eşîra me Mirdês beşek ji emareta Mirdês e ku sernîveka wî bajarî Egilê bûye. Piştî qelsî û jihevdeketina emareta mîrekan her yekî aliyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe. Ji kalê min Mihemed ku tevî eşîra xwe (Mirdêsê Gawestî) hatiye erdê ku îro bi Mirdêsan hatiye nasîn, heya digehe min, em neh bav di wî erdî de rûniştine.”
Osman Sebrî di deh saliya xwe de bavê xwe winda dike. Piştî ku bavê wî diçe ber dilovaniya Xwedê, diya wî Emîne, bi apê wî re, ango Şikrî Axayê Mirdêsiyan re dizewice. Îcar li şûna bavê wî apê wî yê mezin (Şikrî) bi kar û barên Eşîreta Mirdêsan ve radibe û bi dilovaniyeke mezin jî Osman Sebrî li ser rêz û rêdanên eşîretî xwedî dike.
Osman Sebrî li ser xwendina xwe ya destpêkê dibêje; “Di dawiya sala 1917an de mamosteyek ji me re hat û wê salê min şehadeta îptîdaî stand. Sala din apê min ez şandim Kolikê dibistana rişdiyeyê. Di nava sê salan de min şehadeta xwe li wir jî stand.”
Osman Sebrî, piştî ji rişdiyeyê vedigere hînî rê û rêbazên eşîrê dibe. Di payîza sala 1922yan de, 17 salî dizewice. Piştî salekê jî kurekî wî bi navê Welat ji dayik dibe. Demeke kurt, heta şoreşa Şêx Seîdê Pîran li ba apê xwe Şikrî Axa karûbarên eşîreta Mirdêsan dike. Wan jî xwest ku di hawara şoreşê de biçin; soz û peymanên xwe bi Şêx Seîd re bibin serî, lê şoreş zû qediya û Şêx Seîd û 48 hevalên wî di havîna 1925an de li Diyarbekir hatin darvekirin. Piştî raperîna Şêx Saîd, herdu apên wî ên bi navê Şukrî û Nûrî ji aliyê hukûmeta wê serdemê ve bi îdeaya “piştgiriya raperîna Şêx Seîd” hatin derdestkirin. Herdu apên Osman Sebrî bi wê dozê hatin darêzandin. Ji hêla dadgeha ve ku navê wê “Dadgeha Îstiqlalê” bû, ji her yekî ji wan re 15 sal cezeyê zindanbendiyê hate birîn. Li ser vê yekê Osman Sebrî, herdu apên xwe li şarî Riha ji destê dewletê rizgar kirin. Vê carê ew li herêma xwe, bi serê xwe ketin nav hewldanên nû. Ji ber ku ew di vê mijarê de bi ser neketin, careke din ji hêla dewletê ve hatin derdestkirin. Vê carê herdu apên wî li Amedê hatin darvekirin(1926), Osman Sebrî jî bi cezeyê zîndanbendbûna 6 salan hat cezekirin. Dema Osman Sebrî di zindana şarî Denizliyê de, di sala 1928an de ‘efûyek giştî derket, ev jî rizgar bû.
Piştî ku ji girtîgehê derdikeve vedigere Meletiyê, karê xwe yê welatparêziyê û dijberiya rejîmê didomîne. Di sala 1929 an de careke din tevî 26 serokeşîr û axayên Kurdan tên girtin û hinekî li Girtîgeha Meletiyê dimînin. Piştî heft heyvan ew û axayên din tên berdan lê hikûmet dîsa bi pey Osman Sebrî dikeve. Careke din biryara girtina wî ji bo bidarvekirinê derdikeve, lê Osman Sebrî xwe neda dest û di 24ê Berfanbara 1929an de ji bakurê Kurdistanê derbasî rojavayê Kurdistanê dibe û li bajarê Kobanê xwe li Eşîra Berazan digire. Seroke vê eşîrê Mistefa û Bozan Şahîn Beg bûn û ew jî endamên Komeleya Xoybûnê bûn.
Piştî bi Mîr Celadet Bedirxan re li hev dicivin, Osman Sebrî dibe endamê partiya Xoybûnê. Li ser daxwaz û biryara Xoybûnê Osman Sebrî, ji bo ku nameya Seyîd Riza li herêma Dêrsimê belav bike derbasî Bakurê Kurdistanê dibe; lê ew karê wî naçe serî û vedigere. Piştî ku Osman Sebrî derbasî Sûriyeyê dibe hikûmeta Tirkan, ji hikûmeta Frensiyan ya ku li Sûriyeyê bû, daxwaza wî dike lê rêberên Frensî ji ber hin berjewendiyên xwe wî nadin dest Tirkan û ji bo ku ji sînor dûr bikeve sirgûnî bajarê Reqayê dikin.
Di sala 1930î de, endamên Komeleya Xoybûnê biryara alîkariya şoreşa Agirî werdigrin; kar û barê xwe dikin ku ji sînorê rojava derbasî bakur bibin. Di vê êrîşê de ji ber ku axa û began soza xwe neanîn cih, tenê Osman Sebrî û çend peyayên Berazan sînor derbas dikin, şer dikin û hinek belavok belav dikin; lê ji neçarî ew jî bi şûn de vedigerin. Piştî vê rewşa dijwar cih li wî teng dibe û berê xwe dide başûrê Kurdistanê. Li wir têkoşerê mezin Şêx Evdirrehmanê Garisî nas dike û wextekî dirêj dibin heval. Osman Sebrî wextê 1930-1931ê ku ji Iraqê vedigere, ji aliyê hikûmeta Îngilîzan ve li Mûsilê tê girtin û bi rewşeke perîşan xwe ji nav lepên Îngilîzan xelas dike; diçe Ûman û Felestînê, ji wir jî vedigere û berê xwe dide bajarê Şamê û xwe li welatparêz û ronakbîrên penaber digire.
Civata pêşî ya wan penaberan, li mala welatparêzê Kurd Elî Zilfo Axa li Taxa Kurdan li bajarê Şamê bi serokatiya Mîr Celadet Elî Bedirxan tê girêdan. Di wê civîna pêşîn de Mîr Celadet Elî Bedirxan ev gotina xwe ya dîrokî pêşkêşî wan dike û dibêje: “Gelî Kurdan..! Gelî rewşenbîr û welatparêzên delal… Şoreş û raperînên me bi çekan bi serneketin û negihan armancên xwe… Niha ji me tê xwestin ku em bi pênûsê, bi zanîn û rewşenbîriyê, gelê xwe hişyar bikin û pê şerê dijminê gelê xwe bikin. Em dîrok, tore, folklor û rewşenbîriya xwe nas bikin û xwe bi cîhanê bidin naskirin… Bila zanîn çekê me be..”
Bi piştgiriya Celadet Bedirxan, Osman Sebrî ji eniya şer û cengan cihê xwe di eniya rewşenbîriyê de, di rêz û benda pêşî de, bi pênûseke hêja digire. Ne tenê wek nivîskar, helbestvan û wergêr belê wek hîmdar û rêveberê kovara Hawarê jî tevdigere.
Osman Sebrî ji bo yekitiya Kurdan jî gelek kar kirin û gelek caran ket nav hewldan û tevgerên ku xeterî dihêwirandin. Osman Sebrî yê ku di nav welatparêzên Sûrî de navekî wî jî Apo bû, ji bilî kar û xebatên çand û wêjeyî, di sala 1937an de tevî hevalên xwe “Civata Azadî û Yekitiya Kurd” damezrandin. Di sala 1938an de Osman Sebrî ji Xoybûnê derket, “Yekîtiya Xortan” saz kir. Di sala 1954an de li Qamişloyê “Civata Yekitiya Xortên Demokrat ên Kurd”, di sala 1954an de “Civata Aşitîxwazên Sûrî”, di sala 1955an de tev gelek welatparêzan “Komela Vejîna Çanda Kurdî” saz kir û bi rêxistin kir. Armanca sereke ya kar û xebatên van saziyan hînkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî û geşkirina hestên neteweyî bû. Di sala 1957an de di pêşengiya wî de “Partiya Demokrat a Kurd a li Sûrî” hat damezirandin. Bi damezirandina partiyê re, di nav Kurdên Sûrî de, şiyarbûneke baş û bi coş peyda bû. Belê rewşeke bi vî rengî li hesabê Dewleta Sûrî nedihat, li ser vê yekê endamên vê hizbê girtin, gelekên wan sirgûn û asteng kirin. Bi salan cezeyê zindanê li Apê Osman hat birîn û ew gelek caran hat sirgûnkirin.
Di jiyana xwe de Osman Sebrî, 18 caran hatiye girtin, 12 salan bi heps û zindanbendiyê hatiye cezekirin, 8 caran sirgûnî war û welatên weke Şerq El-Urdun, Filîstîn (Yafa), Arîtêriya, Tudmîr/ Palmêra, Rêka bendera Cide, Hama, Humus, Lubnan û Madagaskara Efrîqayê bûye. Li wan war û welatan weke mişextî û penaber geriyaye. Ji bilî van êş û tengezariyan, ji bo nekeve zindanê bi salan ji derekê çûye dereke din, lê dîsa li xebatê welatparêziyê vegeriyaye û herdem gotiye; “Yan Kurdistan yan Goristan”.
Gava Frensî ji Sûrî derketin, hikûmet ket destê Ereban, ew karê rewşenbîrî li ber Kurdan qedexe bû û hat girtin. Kovarên bi navên “Hawar û Ronahî” hatin girtin. Dema di sala 1951ê de Celadet Elî Bedirxan koça dawî kir, Osman Sebrî giraniya xwe da ser kar û barên zimên. Lew ku bar ketîbû ser milê wî, wî dixwest valahiya ji çûyîna Mîr Celadet dagire.
Dema jina Osman Sebrî ya li Semsûrê koça dawî kir, ew di sala 1944an de bi xanimek Çerkes re zewicîbû û sê kurên wî bi navên “Hoşeng, Hoşîn û Heval”, du keçên wî jî bi navên “Hingîr û Hêvî” çêdibin.
Di sala 1969an de dadgeha Dewleta Sûriyeyê biryar dide ku Osman Sebrî bê girtin, lê ew xwe nasipêre destê wan û berê xwe dide bakurê Kurdistanê. Piştî du-sê heyvan vedigere lê li vegerê tê girtin, di Zindana Qel’e de li Şamê heta sala 1973yan dimîne. Di sala 1971ê de hikûmeta Sûriyeyê nasnameya wî jî jê distîne û piştî ji zindanê derdikeve her di bin çavdêriya dewletê de ye. Ji vê qonaxê û pê de mala Apê Osman li bajarê Şamê, Taxa Kurdan dibe mîna dibistana perwerdekirina kurdayetî û fêrkirina zimanê Kurdî. Gelek xortên Kurdan ji vê dibistanê hînî kurdayetî, rastnivîsandin û rastxwendina zimanê Kurdî dibin. Wekî din jî deriyê mala wî ji her kesî re vekirî bû. Ji ber ku kesayetiyeke dilnizm, rastgo, mêvanperwer û çalak bû, gelek kes lê diciviyan û bi rêberiya wî gelek aloziyên civatî çareser dibûn.
Di 11ê Cotmeha 1993yan de li bajarê Şamê, li Taxa Kurdan, di 88 saliya xwe de koça dawî kir û bi marasîmeke mezin û girsayî, termê nemir Osman Sebrî ji Şamê tînin herêma Cezîrê û li gundê Berkevirê ya rojavayê Kurdistanê dispêrin axa welat.
Berhemên Osman Sebrî:
Elfebeya Kurdî ya Latînî, Sûriye, 1954
Bahoz, Şam, 1956
Derdên Me (Gotar û Çîrok), Şam, 1956
Elîfbêya Tekûz, Şam, 1982
Çar Leheng, Şam, 1984
Gotinên Xav Napijin Bê Tav, Helbest, Almanya, 1981(Helbestên vê dîwanê, Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê dane hev û çap kiriye.)
Divana Osman Sebrî(Ji hêla nivîskar A, Bali ve li Stokholmê hat weşandin-1998)
Li Goristaneke Amedê (Çîrok) Weşanên Lis, 2007
Hevalê Çak (Pexşan) Weşanên Lis, 2011
Bîranînên Min, Weşanên Lis, 2012
Şerên Sasûnê, Dîrok(Komkirin û Amadekirin: Dîlawerê Zengî), Lîs, 2016
https://dilawerkurdi.files.wordpress.com/2011/04/osman_sebrisasun.pdf
http://avestakurd.net/blog/2013/10/09/osman-sebr-1905-1993/
Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, 2022
https://acikbilim.yok.gov.tr/bitstream/handle/20.500.12812/71163/yokAcikBilim_10271616.pdf?sequence=-1&isAllowed=y
https://web.archive.org/web/20160305065833/http://amouda.com/osman-sebri.htm
Nivîsén tékildar