Amadekarîya
Nivîskar: Koma Berhevkarîyê
Kovara Psychology Kurdî
Kovara Psychology Kurdî kovareke derûnnasiyê ye ku di sala 2016an de dest bi weşana xwe kiriye. Ev kovar di warê zanista derûnnasiyê de ji bo zimanê Kurdî pêngaveke dîrokî tê hesibandin. Armanca sereke ya kovarê ew e ku îspat bike zimanê Kurdî ne tenê zimanê wêje û axaftinê ye; ew zimanekî zanistê ye jî û mirov dikare pê xebatên têkildarî derûnnasiyê pêk bîne. Psychology Kurdî bi vê gavê xwest him li dijî pêvajoyên asîmîlasyonê bisekine û him jî valahîya têgih û çavkanîyên akademîk ên bi Kurdî dagire.
Kovar her ji 4 mehan carekê tê weşandin û heta niha 21 hejmarên wê derketine(temmûz 2026). Kovar bi piranî li ser pirsgirêkên sosyo-psîkolojîk ên civaka Kurd disekine. Dosyeyên kovarê mijarên taybet ên wekî koçberî û derûnîya koçberîyê, îstîsmara zarokan, trawmayên civakî, nasname, û nexweşîyên derûnî vedihewînin. Her wiha kovar li hemberî krîzên civakî jî aktîf tevgerîyaye; di dema pandemîya COVID-19an de yekem hejmara xwe ya dîjîtal weşandîye û piştî erdhejên 6-7ê Sibatê jî destpirtûkek bi navê ‘Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan’ ji bo piştevanîya derûncivakî amade kirîye.
Dema ku kovarê dest bi weşanê kir, di Kurmancî de kêmasîyeke mezin a termînolojîya derûnnasîyê hebû û çavkanîyên heyî (wekî ferhengên bi Soranî) têr nedikirin. Ji bo çareserîya vê pirsgirêkê, edîtoran di dawîya her hejmareke kovarê de beşek bi navê ‘Termên Derûnnasîyê’ weşandin. Keda ku di van salan de hat komkirin, paşê veguherî xebateke serbixwe û di sala 2026an de Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê hat amadekirin.
Kovar di salên xwe yên destpêkê de ji aliyê Weşanên J&Jyê ve hat çapkirin û ji hejmara 10emîn pê ve jî kete bin banê Weşanên Avestayê û xebatên kovarê berdewam e. Psychology Kurdî îro ji bo derûnnas, psîkiyatrîst, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên zanistên civakî yên Kurd platformeke sereke ye ku ew hem pîşeya xwe bi zimanê zikmakî fêr dibin û hem jî pratîkên xwe pêk tînin. Di edîtoryaya kovarê de Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Abdulsamet Doğan, Gulperî Gunduz, Leyla Turhan û Azad Dildar cih digirin.
Hin nivîsên têkildar