logo Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopedîya Kurdistanê

×
Dîrok Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo Erdnîgarî
Desteya Amadekarîyê Têkilî Armanc Kedkar Derbarê malperê de
Silava Bajariyan(pirtûk-pdf)

Nivîskar: Menaf Osman

Silava Bajariyan(pirtûka Menaf Osman)

Ji pêşgotina pirtûka çîrokan “Silava Bajariyan” ya nivîskar Menaf Osman:

Piştî ‘ŞÎNOK’e, ev pirtûka çîrokan ya min a duduyan e. Ji hêla mijar û naveroke ve, çîrokên min ên vê carê jî berdewamiya ‘Şînok’ê tên hesibandin. Jixwe piraniya van çîrokan jî di heman demê de hatine nivîsandin. Ji hela ziman ve, ji hela sazkirin ê sazkariya wêjeyî ve kêmanî tê de hebin jî, min nexwest ku ez dest bidim wan, wan biguherînim. Ez tirsiyam ku ez zirarê bidim ruhê çîrokan.

Çîrok jî mina me xwedî ruh in. Veca min nexwest ku tekildarî hest û ruhê wê dema ku tê de hatine nivîsandin, bibim. Ez bawer dikim ku her nivîs, xwedî ruhekî taybet e. Her çi qas ku tevnsazî û plana avahiyeke ferazî ji xwe re esas digire jî, ji ber ku nivîskar bi xwe nikare xwe ji rastiya xwe ya civakî qut bike, her car û di hemû nivîsên xwe de bêhemdî xwe be jî, di riya hestên xwe ên wê kêlîkê de ruhê wê pevajoya ku tê de dijî, dide nivîsên xwe. Berhemên wêjeyî jî mîna mirovan e, kengî diwelidin, ruhê wê serdemê digirin.


ÇAVKANİ

https://wesanxaneyaazad.net/wp-content/uploads/2020/08/Menaf-Osman-Silava-Bajariyan.pdf

Hin nivîsên têkildar

Evdilsemedê Babek

Evdilsemedê Babek(972- 1019) helbestvan û nivîskarek Kurd e, yek ji yê ku herî pêşî bi zimanê Kurdî, bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsandîye. Evdilsemed kurê hozan Mensûrê kurê Hesenê kurê Babek e. Leqebê wî Ebûl Qasim (Bavê Qasim) e, li gelek bajaran, cîhên wek Bexda, Nîşabûr, Mûsil û Hamedan xwendiye û gerîyaye...


Behrûz Çemenera

Dr. Behrûz Çemenera (Behrooz Chamanara) li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî qedandina xwendina xwe ya seretayî û navîn a li herêmê, ji bo xwendina bilind berê xwe da Almanyayê da ku li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî û Îranî lêkolînên kûr karibe bike. Di sala 2014an de, wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê ‘Şahnameya Kurdî û Wateyên wê yên Edebî û Olî’ (The Kurdish Shahnama and its Religious and Literary Implications) ji Enstîtuya Lêkolînên Îranî ya li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê bi serkeftî wergirt...


KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf

KERA BOZ-çîrok-Hûtî Aslan-pdf


PDF
f-140-161274935863712fc75d8004.26147671.p