logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Seîd Rezvanî

Nivîskar: Seîd Rezvanî

Seîd Hecî Sedîq Berniyas (Seîd Rezvanî)

Navê min, Seîd Hecî Sedîq Zaxoyî ye, Ez di sala 1944ê, li  taxek ji yên Zaxo yên kevin, bi navê Gereka Rûta ji dayik bûme. Ji binemaleka Zaxo yên kevnarim ya bi navê "Rezvan" lewra diêm bernasîn bi “Seîd Rezvanî”. Min qunaxa seretayî û amadeyî ya xwendina xwe li Zaxo bi dawî anîye, derçûyê xula perwerda mîsil im li sala 1963. Di sala 1965ê ez bûme mamoste, li gelek dibistana hatim‌ veguhastin, paşî sala 1975ê bûme rêveberê Qutabxana Zozan ya seretayê li Zaxo, li dumahiyê hatim veguhastin bo navçeya Zaxo.

Piştî 28 sala ji mamostayî min karê xwe bi dumahîk înat û xwe xaneşîn kir, min xwe terxan kir ji bo dîvçûn û nivîsîna vekolîna li ser mêjûya dîroka bajarê Zaxo ya kevin û nû. Min dest bi karê nivîsînê kir, ez bi serferazî dibêjim, yekemîn pertûk li ser mêjûya Zaxo hatî nivîsîn, ya bi navê "Zaxo Al Mazî Wel Hazir "(Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da). Çapa 1emîn li sala 2009ê û ji layê min ve, bi kurtî mêjûya Zaxo her ji kevntirîn dem û çerx min şiya ye pêzanîna bi dest xwe ve bînim, heta du‌mahiya çerxê bîstê. Eger min ev kare nekiriba dê gelek ji mêjû dab û nerît û şol û karêt me yêt kevin yên xelkê Zaxo bi êkcarî dê hinda bûba û bihata jibîrkirin. Min lêkolîna xwe berdewam kir û min hindek dî berhemêt berketî li ser Zaxo nivîsîn û çap kirin. Min nivîsîn û berhemêt xwe kirin sê pişk:

a- Pişka serekî mêjû, dîrok, kelepûr û efsanêt li Zaxo bi zimanê Kurdî û Erebî

b- Nivîsîna hindek berhemêt edebî ji çîrok û romana

c- Nivîsîna vehînana huzana, min dîwanek nivîsîye lê hîn çab nekiriye

Ji ber ko rewşenbîrîya min Erebî ye, lewra ‌gelek ji berhemêt min, min bi zimanê Erebî nivîsîne, Sereray piraniya jêdera Erebî bûn,digel hindek yê Kurdî.

Berhemên min ev in:

1-Yekemîn pertûkê da mêjûya Zaxo ya kevin û nû hatîye nivîsîn, digel wênêt Zaxo yêt kevin, di sala 2009ê, bi Erebî hate çapkirin. Piştî 15 sala ji dîvçûnek berfireh, çapa 2yemîn ya nûjenkirî di sala 2014ê de hate çapkirin. Navê kitêbê: "Zaxo; Al-Mazî Wel Hazir "(Mejûya Zaxo Di Kevin û Nû Da)

2-Pertûkek dî bi zimanî Erebî û Kurdî bi navê "Zaxo; Wêne û Mejû- Zaxo, Tarîx Wel Sur” cara 1emîn li sala 2010ê, li Weşanxaneya Xanî/ Duhok hate çapkirin. Çapa 2yemîn ya nûjenkirî, ya pertûka bi zimanî Erebî û Kurdî bi navê “Zaxo, Wêne û Mêjû” sala 2014ê hate çapkirin.

3-Pertûkek bi zimanê Kurdî, li ser Zaxo, di 2013ê da bi nave “Zaxo; Gelepur û Efsane û Pêzanîn di Navbera Salên 1900 û 1961 de” ji aliyê Weşanxaneya Xanî ve li Duhokê hate çapkirin.

4-Pertûka “Cuhiyêt Zaxo di kevintirîn akinçiya wan li Zaxo û heta mişextbûna wan li heya sala 1951”

5-Her wesa pertûkek dî bi zimanê dayîkê bi navê “Abûr Rûbarê Jîn û Jiyanê” hatiye amadekirin.

6-Pirojê dahatî; pertûke dî bi zimanê Erebî bi navê “Qonaxêt Perwerdê li Zaxo Li Dumahiya Çerxê Usmaniya û Heta Salêt 1970 da” amade ye, lê hîn çap nebûye

Roman û çîrokên min: :

1-Xêvzank, roman, Weşanxaneya Xanî, Duhok, 2009

2-Çapa duyê ji romana Xêvzank bi navê “Mezarê Evîndara”,  Weşanxaneya Gazî, Duhok, 2021

3-Perîxan, roman, Weşanxaneya Xanî, Duhok, 2010

4-Axînk, çîrok, Weşanxaneya Zana, Duhok, 2009, (Li Qahîre paytextê Misrê hate hilbijartin û veguhastin bo zimanê Erebî û bi navê “Al Ahat” di sala 2015ê hat çapkirin.)

5-Xewn, çîrok, Weşanxaneya Zana, Duhok, 2009

6-Mîrê Mîran, çîrok, Weşanxaneya Xanî, Duhok, 2010

7-Min Nefret Ji Xwe Kir, roman, hîn nehatiye çapkirin

Ew kitêbê min veguhastîne bo zimanê Erebî: Perîxan, Xewn, Mîrê Mîran

Min gelek gotar di rojname û kovaran de li ser dîrok û mêjûya Zaxoyê nivîsîn. Min şiyaye nama Zaxo bigehînim, ew jî bi rêka dezgehêt ragehandinê ji radyo  û tv ya. Min gelek xelek û çavpêketin digel‌ gelek ji dezgehêt ragehandinê kirin ji bo rohnîkirina hindek babetêt girêdayî bi mêjû û kelepûrê Zaxo. Ez dibêjm çi dezgehît ragehandinê nemayne li Kurdistanê û carna ji Bexda weku Al Şerqiye û ji Erebî û Tirkiye.

Min gelek spasname wergirtine digel diyarîyan:

1- Spasnameyek ji nik birayê gewre Berêz Mesrûr Barzanî, serokê ençumenê wezîran

2- Spasnameyek digel hindek diyariya ji Yekitiya Mamostayên Kurdistan ê kertê Zaxo

3- Diyariyek ji Kulîja Karkêrî û Aborî

4- Rêz û spasiyek ji Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî  ya Duhok

5- Destxweşî digel diyariyekê ji radyo ya Hîzil li sala 2010ê li bîreweriya damezrandina radyo ya Hîzil.

6- Spasnameyek ji bo zimanê Erebî

7- Spasnameyek ji Rêveberiya Hunerî û Rewşenbîrî ya Zaxo

8- Spasnameyek ji radyo ya Xabîr

9- Spasnameyek ji Televizyona Xabîr li Zaxo  

10- Du spasname  bi zimanê Erebî ji Zanko ya Mîsil 

12- Spasnameyek bi zimanê Erebî ji kovara Dengê Gunda

13- Spasnameyek ji serokatiya Zankoya Newroz

14- Spasnameyek ji serokatiya Zankoya Zaxo – Fakulteya Perwerdeyê

Ji bilî berhemên min nivîsîne û çapkirine min şiya nama xwe bigehînim hemwelatiyan, ji bo berdewam bîm di xizmeta bajêrî û hemwelatiyan de min hin karên din dane ber xwe. Bi harîkariya hindek hevala min şiya rêkxirawek saz bikîn bi navê "Rêkxirawa Fereşîn ya Parastina Jîngehê" li Zaxo di sala "2005a", hatim hilbijartin weko serokê rêkxirawê, heta evro berdewamim bi şol û erkên jîngehê weko xwebexş. Herwesa destxweşî bo min hatin kirin ji bispor û zanêt Zankoya  Zaxo û li Dihokê destxweşîyêt bê sinor ji layê hindek nivîser û zanayêt ekadîmî hate kirin.

Nivîsén tékildar

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...