logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Zera Elî Yûsûpova

Nivîskar: Eskerê Boyîk

Profesor Zera Elî Yûsûpova

Zimanzana Kurd a navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê Profesor Zerê Ûsiv (Zara Aliyevna Yûsûpova), sala 1934a li bajarê Tilbîsê di malbeteke Kurdên êzdî da ji dayik bûye. Malbata wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbatên Êzdî ji herema Wanȇ, ji zulma Roma Reș û olperestên fanatîk reviyaye.

Fîlolog û şarezaya diyalektên Kurdî Profesor Zerê Ûsiv ku tevaya jiyana xwe ya zanistî ji bo lêkolînkirina diyalêktên zimanê Kurdî terxan kiribû, li pey xwe zêdetirî 80 berhemên zanistî hiştin.

Zerê Ûsiv, yek ji zanyarên kedkar a dibistana Kurdolojiya Yekîtiya Sovyetê bû ku di bin serpereştiya Kurdzanê mezin Qanato Kurdo de bûbû pispora fîlolojiyê û di warê diyalektolojiya zimanê Kurdî de şarezaya herî bi otorîte bû.

Perwerdeya wê li Tiblîsê dest pê dike. Sala 1953ya bi qîmetê herî bilind mekteba bajarê Tiblȋsȇ xilas dike. Li welatê Sovyêtê şagirtên ku bi qîmetên herî bilind dawî li xwendina xwe ya dibistanê dianîn, madalyaya zîv yan zêr didan wan. Li welat  deriyê her îdareke xwendina bilind li ber wan vekirî bû. Zerê madalya zêr distînê û berê xwe dide Zanîngeha Lênîngiradê ya Rojhilatzaniyê û li para fîlologiya Îranî tê qebûlkirin.

Li pey qedandina xwendina bilind, sala 1958 keça zîrek dikeve beşa doktora ya Enstîtûya Lênîngradê ya Rojhilatzaniyê (niha Saint Petersburg) ya Akadêmiya Rûsyayê ya Zaniyariyê, Beşa Fîlologiya Kurdî. Serokê wê, yê zanyariyê Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo bû. Mijara xebata wê ya zaniyarî, lêkolîna ser zaravê Kurmanciya Jêrîn (Soranî) bû.

Li pey dawîanîna xwendina doktorayê di “Kabîneya Kurdî” ya wê Enstîtûyê da wek xebatkara zanyarî derbasî ser kar dibe. Hêjayî gotinê ye, ku Kabîneya Kurdî sala 1959 bi pêsdanîn û destpêşxeriya rojhilatzanê din ê eyan Îosîf Orbêlî hatiye damezirandîn. Paşwextiyê Kabîne bû navendeke Kurdzaniya cihanê ya herî bi nav û deng.

Kurdzanên eyan ên wek Q. Kurdo, Î. Sûkêrman, M.Rûdênko, Y. Vasîlyêva, Î. Smîrnova, K, Eyûbî, J. Mûsayêlyan, O.Celîl û yên din li wir xebitîne û xebatên xwe yên giranbiha di warê Kurdzanêyê da nivîsîne.

Zera Ûsiv 1965 doktoriya xwe ya ewil diparȇze û navê kandîdatiya zanyariya (phD) fîlologiyê distîne.

Devedevî nîv sedsalî Zera Ûsiv li wê navenda Kurdzaniyê xebitî û hêz û zanîna xwe pêşkêşî lêkolîna pirsgirêkên zimanzaniya Kurdȋ kir. Guhdariya wê hîmlî li ser zaravên Kurmanciya Jêrîn bû. Di zimanzaniya Kurdî de eyan e ku zaravên Kurdî ser du beşan par dibe; beşa bakur û ya başûr. Di nav beşa bakur Kurmancî û Zazakî (dimilî)ne, beşa başûr li ser sê komika tê parvekirin:

  • 1. Soranî, Silêmanî, Mûkrî
  • 2. Goranî, Hewramî, Kendûleyî, Bacelanî û yên din
  • 3. Kêrmanşahî, Sînêyî, Gêrûsî, Korûnî û yên din

 

Zimanzana bi şûret bi xwe wiha dinivîse:

“Van salên dewî ez gelek mijûlî lêkolîna Goranî û Hewremanî bûm. Bi matêriyalên sertacêd edebiyeta Kurdî ya bi nivîsar, ku sedsalên 18-19an hatine afirandin, ji wan in. Dîwana Seîdî (sedsala 18an), Dîwana Welî-Dêwane (s 18), “Şîrin û Xusrow” ya Xanay Qubadî (s 18), Dîwana Mewlewî (s 19), Dîwana Cefayî (s 19). Lê gerekê bê gotin, ku gavên pêşin ji bo lêgerîna zaravê Goranî li aliyê Îranîstê bi nav û deng Muhemmed Mukrî va hatibûne kirin, yê ku çend destnivîsarên Goranî (piranî bi naveroka dîndariyê) çap kirine."

Sala 1992 bi têma zaravê Goranî bi heykelên edebiyata nivîsar a sedsalên 17-19an, tȇza doktoriyȇ diparȇze û navê Doktora Fîlologîyê distîne.

Tevî çendîn monografiyan, Kurdzana bi nav û deng ji 80ȋ zȇdetir gotar, li ser pirsgirêkên zimanzanî, edebiyet û folklora Kurdî weşanndiye.

Xêncî karê zaniyarî bi karê pêdagojiyê ve jî mijûl bûye. Li Zanîngeha Saint Petersburg dersa zimanê Kurdî daye.

Zerê Ûsiv piştî nexweşiyeke demdirêj, di 88 saliya xwe de di roja 03/02/2022, li bajarê Saint Petersburg ê Rûsyayê wefat kir.

Navên çend xebatên Profesor Zera Elî Yûsûpova yê li ser zimanzanîya Kurdî:

  • Ferhenga Kurdî-Rûsî (zaravê Soranî) tevî Qanatê Kurdo
  • Zaravê zimanê Kurdîyî Silêmanî
  • Lêkolîna zaravê Kurdiyî Goranî bi heykelên edebîye sedsalên 18-19
  • Lêkolîna zimanê Kurdî bi seretacên edebiyeta nivîsar (ya sedsalên 18-19)
  • Zaravê Kurdîyî Hewremanî li ser hîmê heykelekî edebiyeta nivîsar: Dîwana Saîdî
  • Têkstên zargotina Kurdîya Başûr
  • Lîrîka Şayîrê Kurdayî Sedsala 19an Mewlavî (zaravê Goranî)
  • Mem û Zîn a Ehmedê Xanî heykela çanda cihanê ye

ÇAVKANİ

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0302202221

https://krd.riataza.com/2016/07/03/zera-eli-yusupova-yek-ji-rojhilatnas-lekoliner-u-kurdzanen-navdar/

https://www.youtube.com/watch?v=F6VP8puH8Hg&t=34s

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Samî Tan

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye.


Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate


Husên Duzen

Husên Duzen, li gundekî Mêrdînê ҫêbûye. Ji ber ku dibistan li gundê wan tunebû, dibistana seretayî li gundê cîran xwend. Dibistana navîn li navenda Mêrdînê qedand. Sala 1974an li Amedê dest bi dibistana mamostatiyê kir. Piştî ҫend mehan ji dibistanê hat nefîkirin bo rojavayê Tirkiyê. Li navҫeya Savaştepeya Balikesirê jî pir nema, ji alî karbidestên dibistanê ku hîngê di destê faşîstên Tirk de bû hat bidurxistin...