logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Abdulla Peşêw

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Abdulla Peşêw yek ji helbestvanê herî mezin ê edebiyata Kurdî ye ku di asta cîhanê de nûnertîya helbesta Kurdî dike. Abdulla Peşêw di sala 1946an de li gundê Bêrkotê yê nêzîkî Hewlêrê ji dayik dibe. "Abdulla" navê wî yê rastî û "Peşêw" jî naznavê wî yê hunerî ye. Bavê wî Şêx Mihemedê Umer melayê gundê Bêrkotê bûye û dema Peşêw du salî ye, diçe ber dilovanîya Xwedê. Ji ber vê zaroktîya wî bi dijwarî derbas dibe ku tu carî naxwaze wan rojan bi bîr bîne. Ji ber vê, dema dest bi xwendingeha Xalîdîyeyê dike li Hewlêrê di mala mamê xwe da dimîne. Piştî temamkirina xwendingeha navendî û lîseyê di sala 1969an de bawernameya peymangeha (enstîtu) mamostatîyê ya Hewlêrê bi dest dixe û wek mamosta tê wezîfedarkirin. Di navbera salên 1970 û 1973yan da bi dorê li gundên Kendal, Gelyawe, xwendingeha Herdî ya nav bajarê Hewlêrê û xwendingeha Ronakîyê mamostatîyê dike.

Peşêw ji ber ku di maweya Şoreşa Eylûlê de xortekî nûgihîştî ye, di temenekî biçûk de dikeve nav karûbarên sîyasî. Di sala 1963yan de dibe endamê Yekîtîya Qutabîyên Kurdistanê ku organeke Partîya Demokrat a Kurdistanê ye. Her di wê salê de ji bo maweyekê dibe pêşmerge û dema bajarê Koyeyê tê valakirin, dibe şahidê şehîdbûn û birîndarbûna gelek pêşmergeyan. Di 1964an da dema dubendî dikeve nav pêşengên Şoreşa Eylûlê li hember Barzanî li alîyê Mekteba Sîyasî dimîne lê piştî demekê ji nêrîn û tevgerên wan jî aciz dibe. Di encamê de di sala 1969an de bi yekcarî dest ji karê partîzanîyê dikêşe û biryar dide ku ji vir û pê da bi rêya qelema xwe xizmeta ramana serxwebûnxwazîyê bike.

Cara yekem helbestên xwe weke berhevokekê sala 1963yan weşand. Jê pê de heyşt berhevok weşandin. Ya herî dawî bi navê Berew Zerdeper di sala 2001ê de li Swêdê hate weşandin. Herwiha ji edebiyata dinyayê berhemên gelek nivîskar û helbestvan wergerandin Kurdî, weke Walt Whitman û Alexsandr Puşkin. Di sala 1970yan de bû endamê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Bexdayê.

Dabirîna ji sîyasetê, şikestina hêvîyan, têkçûna evîna wî ya yekem, guvaşên hikûmetê û tengavkirina wî ji alîyê maoîstên tundrew ên Kurdistanê ve, dibin sedem ku Peşêw di sala 1973yan de bi hewla çend kesayetên dîyar, bi taybetî jî bi alîkarîya Salih Yûsifîyê serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd, bursekê ji Sovyetê wergire û bi mebesta xwendinê berê xwe bide vî welatî. Li Sovyeté sala pêşî li bajarê Veronêjê zimanê Rûsî dixwîne û paşê jî li Enstîtuya Moris Torezê ya zimanên bîyanî ya Moskovayê di beşa Îngîlîzî û Rúsí ya koleja wergêranê de dixwîne û di sala 1979an de di warê wergêrana Îngîlîzî-Rûsî de bawernameya mastirê werdigire. Piştî wê xwendina xwe berdewam dike û di sala 1984an da li Enstîtuya Rojhilatnasîyê ya Moskovayê di warê edebîyata Kurdî de li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebîyat û zanistên filolojîyê werdigire.

Peşêw piştî temamkirina doktorayê ji sala 1985an heta 1990î li Libyayê li zanîngeha el-Fatihê ya Terablûsê mamostetîyê dike û ev welat dibe rawestgeha wî ya duyem a jîyana xerîbîyê. Li vir di maweya pênc salan de dersên edebîyata berawirdî dide, paşê dîsa vedigere Sovyetê û ji salên 1990î heta 1995an li vir mijûlî wergêran û vekolînên edebî dibe. Di nav van salan de piştî serhildana 1991ê û avakirina hikûmet û parlementoya Kurdistanê cara pêşî di 1992yan de û cara duyem jî di sala 1994an de diçe Kurdistanê. Lê tevî dûrketina salên dûrûdirêj û bêrîkirina welatî jî ji ber rewşa giştî ya xirab, kêşeya debara jîyanê û ji hemûyan jî girîngtir ji ber nebûna azadîyê û guvaşên siyasî nikare bi yekcarî li welat bi cih bibe û dawî li jîyana xerîbîyê bîne. Ji ber vê di 1995an da wek wargeha dawî ya jiyana xerîbîyê berê xwe dide Finlandîyayê û li vir dijî.

Di danasîna pirtûka wî ya bi navê Şevnameya Şa’irekî Têhnî de wiha hatîye nivîsandin: “Bêguman Peşêw ji bo bigihîje vê astê ne tenê di nav gol û rûbar û bîrên zimanê Kurdî de avjenî kiriye, di heman demê de xwe noqî derya û oqyanûsên cîhanê jî kiriye û bi rêbaz û teknîkên nû bergehên teze li ber helbesta Kurdî vekirîye û vedike. Ji ber vê Peşêw, bi nûnertîya deng û rengê Kurdan îro di nav senfonîya helbesta cîhanê de bi awazê xwe yê taybet xwedan cihekî girîng e. Jixwe raza cîhanîbûna wî jî di vir de ye.

Şevnameya Şa’irekî Têhnî cildê yekem ê hemû berhemên Abdulla Peşêw e. Di vê cildê de pênc berhemên şair ên bi navê Hêsir û Birîn, Pûta Şikestî, Şevnameya Şa’irekî Têhnî, Diwazdeh Wane Ji Bo Zarokan, û Çend Şi’rên Qedexe cih digirin.”

Ji sala 1967an û vir ve bi dehan diwan çap kirine. Ji bilî çapên resen çapên sexte ji ber dîwanên wî hatine amadekirin. Helbestên Peşêw di van salên dawîyê de wergerî Kurmancî jî bûne û hatine çapkirin. Di kurmancîyê de çar weşanxaneyan pirtûkên wî weşandine. Ji bilî Weşanxaneya Belkî (Hilbijartin-Ji Hemû Dîwanên Wî), Weşanxaneya Dîwan (Xewa Min Nayê) û Weşanxaneya Avestayê (Veger – Birakujî), Weşanxaneya Peywendê hemû berhemên helbestvan weşandîye. Peywendê berga yekem bi navê “Şevnameya Şa’îrekî Têhnî” di sala 2016ê de, ya duyem jî bi navê “Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min” di sala 2019ê de çap kiribû. Zulkuf Ergun ji bo Weşanxaneya Peywendê helbestên Peşêwî wergerandibû Kurmancî.

Zulkuf Ergun, di derbarê jiyan û nirxandina helbestên Peşêwî de pirtûkek serbixwe jî weşandîye. Di danasîna vê pirtûkê ya bi navê Abdulla Peşêw/Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî de jî ku piraya vê nivîsa me ji wê pirtûkê hatîye stendin, wiha hatîye nivîsandin:

“Peşêw yek ji stûnên diyar ên helbesta Kurdî ye, lê ne tenê bi hunera xwe, bi helwesta xwe ya ronakbîrane jî xwedî pêgeheke girîng e. Ji ber vê ye ku wek siwarçakekî meydana kurdayetîyê li ser tixûbên herî berfireh ên huner û ronakbîrîyê hespê xwe dibezîne û navê xwe li tenişt navên Xanî û Hacî dikole. Lê ev tenê alîyekî wî ye, bi alîyekî xwe yê din jî noqarekî wêrek ê deryaya evînê ye ku dersa xwe ji Cizîrî û Nalî wergirtîye û hevîrê wan bi heyvanê serdema modern straye. Ji vî alîyî ve Peşêw hem dibe dengekî zelal ê nasnameya me hem jî birçîbûna ciwanîperestîya me bi gotinên xwe yên sêhrawî têr dike. Bi vê dubaskîyê ne êşên takekesî di nav derdên nasnameya neteweyî da ji bîr dike, ne jî di nav gerîneka fikarên takekesî da xema hevbeş paşguh dike.”


ÇAVKANİ

Abdulla PeşêwRizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî, Zulkuf Ergun, Weşanxaneya Nûbihar, 2022

https://www.avestakitap.com/abdullah-pesew#

https://m.bianet.org/kurdi/pirtuk/259065-pirtuka-abdulla-pesew-rizgarkere-dawi-ye-helbesta-kurdi-cap-buye

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate


Yekta Ûzûnoglû

Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran


Arjen Arî

Welatperwerê dilsoz Arjen Arî, cara pêşî di sala 1979an de di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin. Dema derbeya leşkerî (12 Îlon 1980), helbestê wê demê jî ji dest diçe bêyî ku vegera wan hebe û mîna talan bûye aciz dibe. Piştî derbeya leşkerî helbestên xwe dişand Swêdê, di kovarên weke Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem û Çira de dihatin weşandin. Dûra li Tirkiyê jî di kovarên wekî Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, W de û li Herêma Başûrê Kurdistanê di kovarên wekî Peyv, Nûbûn, Karwan de helbest û nivîsên wî hatin belavkirin. Di rojnameyên Azadîya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de qunciknivîsî jî kirîye.


Husên Duzen

Husên Duzen, li gundekî Mêrdînê ҫêbûye. Ji ber ku dibistan li gundê wan tunebû, dibistana seretayî li gundê cîran xwend. Dibistana navîn li navenda Mêrdînê qedand. Sala 1974an li Amedê dest bi dibistana mamostatiyê kir. Piştî ҫend mehan ji dibistanê hat nefîkirin bo rojavayê Tirkiyê. Li navҫeya Savaştepeya Balikesirê jî pir nema, ji alî karbidestên dibistanê ku hîngê di destê faşîstên Tirk de bû hat bidurxistin...