logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Baba Îshaq

Nivîskar: Mehmet Oncu

Baba Îshaq (Serhildêrê Raperîna Babayiyan):Baba Îshaq, serwerê serhildana “Babayiyan”e ku ew serhildan bi navê wî jî tê zanîne. Di derbarê jiyana wî de agahiyên pir tunene lê belê hin kes ji bo Baba Îshaqê ku Kurdekî Semsatî ye de dibêjin; “ew kesk ji binemala Keyên Komageneyê ye.” Serhildana Baba Îshaq di sala 1240 an de, li derdora Şarî Semsat, li dijberê rêveberiya Dewleta Selçûkiyan destpêkir, hêzên Baba Îshaq 12 caran hêzên Dewleta Selçûkiyan têk birin lê raperîn dei heman salê de li deşta Malyayê têk çû. Baba Îshaq ew serhildan bi şêwra hevalên xwe ên wek Hacî Bektaşî Welî, birayê wî Menteş, Baba Rlyas û hîn gelekên din bi rêve dibir. 

 

Di derbarê Baba Îshaq û serhildana wî de çavkaniyên wê serdemê kêmin. Selçûknameya Îbnî Bîbî, Dîroka Cîhanê ya Ebû’l Faraç (Barhêbrîûs) û gotinên Eflakî ji van çend çavkaniyên wê serdemê ne. Ji bilî van çavkaniyan yek jî berhema neviyê Baba Elyas ê bi navê Elwan Çelebiye ku berhema wî ya bi navê “Menakubu’l Kudsıye Fi Menasıbi’l Ünsıye” di demeke nêz de hat dîtin û çap kirin. Elwan Çelebî kurê Aşiq Paşaye, Aşiq Paşa jî kurê Baba Elyase. Elwan çelebî di serdema Osmaniyan de jiyan kiriye. Di berhema xwe de rexne li vê raperîna li dijî dewletê kirine. herwiha hinekî jî xwestiye bapîrê xwe ji Baba Îshaqê raperîner û Kurd dûr bêxe. Hemû gunehên wê serhildanê li stûyê Baba Îshaq bar kirine. 

 

Lê belê di derbarê vê raperînê û lehengên wê de hin agahiyên zelal ên wê serdemê hene. Mesela Baba Elyas ji Nîşapûrê hatiye, pêşî li warê Baba Îshaq li Semsatê (li dergehê wî yê li gundê bi navê Kefersûtê) daniye. Paşê ji hêla Baba Îshaq ve ji bo wî gundek hatiye avakirin û ew jî çûye di ew gundê ku îro jî bi navê wî tê naskirin rûniştiye. Gava ku herêma Semsatê ya ku berê di destê binemala Eyûbiyan de bû ket destê Selçûkiyan, tengaviyên li herêmê zêde bûn. Baba Elyas jî li vê derê bar dike, bi piştgiriya Baba Îshaq diçe Şarî Amasya bicih dibe. Di wê serdemê de li Şarî Amasya binemaleke ku Kurd ku li wê derê xwedî Mîrîtiyekê bûn hebû. Ji wê binemalê re binemala mala Kurd begê digotin û mîrîtiyeke wan a bi navê Heretna hebû. Cihê ku Baba Îshaq lê jiyan dikir û tekkeyê wî lê bû, girêdayiyê Semsata wê demê bû, navê wî gundî jî Kefersût bû. Îro ew gund, di navbera Navçeyên Gexte û Gergerê de cih digire. Gund nêzî Çemê Fêrêt û pireya ku bi navê Nisêbîn tê zane ye. Di wê serdemê de li Şarî Gexte rêvebirî di destê binemaleke Ermen de bû, navê rêveberê Şarî Gexte Bersomê Kurê Awsan bû. Belê Gexte jî di wê serdemê de ji hêla rêveberiyê de bi Şarî Semsat ve girêdayîbû.

 

Ji berî raperînê du salan rêveberiya herêmê di destê binemala Eyûbiyan de bû, kurê Selehedîn yê bi navê Melîk Evdal rêveberê Şarî Semsat bû. Dema raperîna Baba Îshaq destpêkir, ew der jî di destê Eyûbiyan derketîbû, ketîbû bin destê Selçûkiyan. Selçûkiyan herêm bi destên begên ku ew bi şêwaza “Begên Îxtayê” binav dikirin rêve dibirin. Ji ber ku wan began ji bo dewleta Selçûkiyan leşker xwedî dikirin, piraniya bac û xeracên ku wan kom kirî di berîka wan de dima. Herwiha ew begên îxtayê li herêmê li pişta xelkê weke milkekî bar bûn.

 

Baba Îshaq weke çavkaniyên Tirkan ku wî nişan didin ne kesekî cahîl û nezan bû. Binemala ku ew jê dihat binemaleke esîl û xwedî saman bû, Baba Îshaq jî li dijî van gotinan perwerdeyeke pir baş dîtîbû. Kesên weke Ebû-l Wefayê Kurdî, Beyazid Bestamî, Îbnî Arabî, Baba Tahîrê Hemedanî nas dikirin û rêça wan jî dişopand. Lew ku wî li şarên wek Silêmanye û Mûsil perwerdeyeke pir bilind dîtîbû. Li şarî Sêwaz dersên olî dabûn, her wiha li ber destê Îbnî Arabiyê ku wê demê li şarî Adiyeman xwedî tekeyekî bû ders û perwerdeya li ser ilmê batinî dîtîbûn.

 

Belê Hûseyîn Hûsamedînê ku li ser dîroka Şarî Amasya 5 cîld nivîsandîbûn, di berhema xwe de di derbarê Baba Îshaq de dibêje; navê wî yê esas Îzak e û ew ji binemala Komegeniyane, xwestiye ku ji piştî vê raperînê dewleteke bi navê Komene damezirîne.

 

Di dawiya dawîn de Baba Îshaq, di sala 1240 an de, tevî deh hezaran kes, peyrew û şopînerên ku bi wî bawer dikirin, serê xwe li ber Selçûkiyan rakir. Di demeke kin de war û şarên weke Adiyeman, Gerger, Semsat, Gexte, Besnî, Sowreg, Meraş, Meletî, Elbistan, Sivas û Amasya wergirtin, paşê weke lêhiyekê xwe berdan, herikîn çûne deşta Malya a ku di wê serdemê de bi Qirşarê ve girêdayîbû. Siltanê Selçûkiyan li ber Baba Îshaq revî, çû û xwe veşart.

 

Belê paşê arteşa Selçûkiyan bi awayî Romayiyan weke lejyon pêkanî karîbû serhildana wî têk bibe. Piştî serhildan têk çû, Baba Îshaq bi awayekî hov hat kuştin û parçekirin.

Nivîsén tékildar

Ala Kurdistanê

Alaya netewî ya Kurdistanê, berhema xwîn û têkoşîna sed (100) salên miletê Kurd e. Ev ala ku ji Cimhûrîyeta Kurdistanê gihiştîye Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û çîroka wê digihîje destpêka salên 1920an. Di van salan de du nimûneyên alayê çêbûne; yek jê, alaya li ser huwîyetên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) ye û ya din jî piştî parçebûna cemîyeta navborî, alaya ku ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin...


Seyîd Mihemedê Şemzînî

Seyîd Mihemed, kurê Seyîd Abdulqadirê Şemzînî ye û sala 1879an li gundê Nehrî ya Şemzînanê ji dayik bûye. Ji ber tevgera sala 1880yî ya Şêx Ûbeydulayê Şemzînî, malbat bi giştî ji alîyê desthilatdarîya Osmanî ve hatine nefîkirin ji bo bajarê Hîcazê. Salên ciwanî û xortanîya wî li cî û warên bîyanî yên nefîkirinê derbas bûne. Perwerdeyîya xwe ya sereke di medreseyên terîqeta Neqşebendîyê de temam kirîye...


Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî

Ahmed Cemîl, di sala 1872yan de li bajarê Diyarbekir ji dayik bûye û lawê Hecî Îsmaîl Neşat Efendî ye. Ew, “Xwendina xwe ya seretayî û Ruşdîyeya Eskerî li bajarê Dîyarbekirê xelas dike û paşê xwendina xwe di Mekteba Eşîretan de didomîne. Ji wê şûn ve jî, ji bo temamkirina xwendina xwe, neqlê Mekteba Mulkîyeya Şehane dibe, li wê derê du sal di sinifa taybet de dixwîne û di sala 1897an de bi dereceya “herî baş” dîploma xwe digre.”...