Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Nivîskar, helbestvan Hesen Silêvanî, di sala 1957an de li gundê Tirkija, di danika geliyê Zaxo ji dayik bûye. Piştî şikestina şoreşa Kurdan di sala 1975an de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan şewitandin û Ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn.
Derçûyê peymangeha teknîkî ya Resasafe ye-Bexda sala 1979. Derçûyê Kulîja Adabê ye -Pişka Edebê Îngilîzî- li Zankoya Duhok, sala 2006. Serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd e li Duhokê ji sala 2001 heta niha. Xwedanê îmtiyaza Kovara Peyv e, Kovara Yekîtiya Nivîserên Kurd-Duhok. Endamê Civata Parêzgeha Duhokê ye. Bi her du zimanên Kurdî û Erebî, çîrokê, helbestê û kurteromanê dinivîse, her wesa bi karê wergêranê ji Kurdî bo Erebî û berovajî radibe. Di destpêka salên heştêyan de, ji çerxê bîstê dest bi nivîsînê kiriye, li pêşîyê bi zimanê Erebî, lê di sala 1982yan de dest bi nivîsîna Kurdî kiriye. Nivîsên xwe di rojname û kovarên Kurdî û Erebî de belav kirîne.
Berhemên Hesen Silêvanî yê çapkirî bi zimanê Kurdî:
- Hozanen Sava, helbest, bi tîpên Latînî, 1993, Hewlêr
- Balulika Şekire, kurtecîrok, bi tîpên Latînî, Weşanxaneya Abîk, 1994, Swêd; çapa duyem, Weşanên Yekîtiya Nivîserên Kurd, 2006, Duhok, bi tîpên Erebî, Çapxaneya Hawar
- Gulistan û Şev, kurteroman (Di sala 1987an de nivîsîye), çapa yekê, bi tîpên Latînî, 1996; çapa duyem bi tîpên Erebî, 2000, Duhok; çapa sêyem, 2007, Weşanxaneya Lîsê, Amed
- Dara û Nisirîn, çîrokeka perwerdeyî bi hevkarî digel nivîser Arif Hîto, bo UNICEF
Berhemen çapkirî bi zimanê Erebî:
- Demî Alezî Seydhek (Xwîna Min ya ku Wê Bikene), helbest, 1995, Duhok
- Lîlet Alimetir (Şeva Baranê), çîrokên wergerê yên kurt, 1997, Duhok
- Qesa'ed Min Bîlad Alnercis (Helbest Ji Welatê Nêrgizan), helbestên wergêrayî, 1999, Duhok
- Qîses Min Bîlad Alnercis-Terce qisesî ye (Çîrok Ji Welatê Nêrgizan), komeka çîrokên wergêrayî, 2002, çapa duyem 2005
- Gulistan We Eleyîl, (Gulistan û Şev), kurteroman, 2010, Duhok
- Eger Xwêvizangî Gotiba Min, helbestên Erebî ne bo 26 helbestvanan wergerandîne ser zimanê Kurdî, Çapxaneya Hawar, 2019, Duhok
-Bêje Wan Bila Min Nekujin, çîrokên ji zimanê Erebî wergêrî Kurdî bûne, 2020
- Qesayid Teşequlşems, helbestên Kurdî wergêrî Erebî bûne, 2012
https://www.lisyayinevi.com/hesen-silevani
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hesen_Sil%C3%AAvan%C3%AE
Nivîsén tékildar