Nivîskar: Jîn Aryen
Pêşengeke Êzidî: Meyan Xatûn
Meyan Xatûn di sala 1874an de li gundê Baedrayê yê ku bi ser navçeya Şêxanê ve ye, di malbateke esîl a Êzîdîyan de ji dayik bûye. Ew keça mîrê Baedrê yê bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji Mîrîtîya Xanedana Çolê bû.
Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû. Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêreka xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm e. Lewre Mîrîtîya Baedreyê xwedî dîrokeke kevnar bû. Bêguman vê rewşê di heman demê de gelek berpirsyarîyên giran û biêş jî bi xwe re dianîn…
Baedre herçiqas ji alîyê erdnîgarîyê ve cihekî wek navçeyê biçûk be jî, ji alîyê sasî û bawermenda Êzîdîyan ve cihekî taybet, bibandor û pîroz e. Ev der ne tenê navenda rêvebiriya mîrîtîyê ye, di heman demê de wek wargeha ‘meclîsa çilan’ a qedîm tê qebûlkirin û ji bo Êzîdîyan piştî perestgeha Laleşê cihekî herî pîroz tê dîtin. Herwiha Baedre ji bo Êzîdîyan wek pireke dîplomasîyê ye ku bi riya wê bikaribin maf û hebûna xwe li cîhanê jî bidin pejirandin û ji alîyê gel û bawerên din ên cîhanê ve bên nasîn û bên famkirin.
Zewaca Meyan Xatûn û Elî Beg
Meyan Xatûn di nav van kar û barên mîrîtîyê de mezin bûbû û ji biçûktîya xwe bi fam û zanîna xwe, bi jîrbûn û zîrekbûna xwe derdiket pêş. Dema ku ew hatibû 18 salîya xwe, ji bo ku Mîrîtîya Baedreyê bihêztir bibe û têkilîyên wan ên xurt bi pêş bikevin, malbatê biryara zewaca Meyan Xatûn û pismamê wê Elî Beg, ku ew jî kurê mîrekî bû dan.
Elî Beg bi temenê xwe ji Meyan Xatûnê gelek mezintir bû. Lê li gor çand û kevneşopên Êzîdîyan zewaca kur û keçên mîran divê bi kesên di heman astê de bûna. Pergala çînî ya wek ‘kast’ jî tê binavkirin, di nav civaka Êzîdîyan de bi pêş ketibû. Ji ber vê, bi taybetî di malbatên mezin ên wek mîr an jî şêxan de zewacên pêk dihatin bi gelemperî li gor berjewendî û ‘kast’a malbatan dihat lidarxistin. Meyan Xatûn jî li gor şert û mercên wê demê û ji ber temenbiçûkîya xwe, nikaribû li dijî vê biryarê derketa, lê dema ku em li pêvajoya zewaca herduyan dinêhêrin û têkilîyên wan dinirxînin em dikarin bibêjin ku ev zewac ne bi dilê wê bû û bi demê re ev têkilî dê bûbûya sedemên hinek pirsgirêkên cudatir jî.
Meyan Xatûn û Elî Beg di navbera salên 1892-1893an de dizewicin. Piştî zewaca wan bavê Elî Beg jiyana xwe ji dest dide û Elî Beg di dewsa wî de dibe mîrê Êzîdîyên Baedreyê.
Bêguman peywir û erka Mîrîtîya Êzîdîyan ne hêsan bû û bi xwe re gelek êş û azarên giran jî dianî. Lewre civaka Êzîdîyan li Rojhilata Navîn a ku bi giranî di bin bandora Îslamiyetê de bû, ji ber kurdbûna xwe ya resen û ji ber bîr, bawerî û çanda xwe rastî gelek êrîş, êşkence û dijwarîyan dihatin, ku ev yek heta roja me jî dom kirîye. Bi taybetî di serdema Dewleta Osmanîyan de Êzîdî bi gelek fermanên komkujîyê re rû bi rû mane û di encama van fermanan de bi hezaran Êzîdî hatine qetlkirin, gund û bajarên wan hatine desteserkirin û şewitandin; perestgeh û cihên wan ên dîrokî hatine hilweşandin, mal û milken wan hatine talankirin, zarok û jinên wan rastî destdirêjîyê hatine, bi polîtikayên mişextkirin û bicîhkirina ji war û welatê wan dûr gelhe, cih û jîngehên wan hatine guhertin.
Civaka Êzîdîyan ji dîrokê heta niha ji ber ku ji alîyê siyasî, civakî û dîplomasê ve ne xwedî rêxistinbûyineke xurt bûn, li dijî ewqas êrîş, talan, desteserkirin û fermanên ku li ser serê wan dihatin rakirin nikaribûn zêde li ber xwe bidin û ji bêçaretê mişextî, koçberî û parçebûyin her dibû para wan…
Komkujîya Êzîdîyan û Mişextî
Meyan Xatûn û hevjînê wê Mîr Elî Beg jî di sala 1892-1893an de ku hê nû zewicîbûn şahidîya dûbarekirina vê dîroka bêyom kiribûn û çarenûsa Êzîdîyan careke din rûyê xwe yê reş nîşanî wan jî dabû.
Dewleta Osmanîyan bi riya Tuxgeneral Omer Wehbî Paşa di derbarê Êzîdîyan de careke din ferman rakiribû ku yan divabû Êzîdî dest ji bawerîya xwe berdana û bûbûna misilman û leşkerên Osmanîyan an jî dê bi qirkirinê re rû bi rû bimana.
Di encama gelek êrîşên dijwar û çespandinê de gelek êzîdîyên ku li gundên ser sînor û derdorê diman ji ber ku nikaribûn xwe biparêzin hatibûn qetilkirin. Perestgeha Êzîdîyan Laleş hatibû talankirin û desteserkirin. Vê talan û desteserkirinê heta salên 1907an berdewam kiribû û heta vê demê jî Laleş di bin desthilatdarîya Osmanîyan de ji bo berjewendîyên misilmantîyê hatibû bikaranîn.
Wan salên zor û zehmet bandora xwe li ser Meyan Xatûnê û Mîr Elî Begî jî kiribûn. Dewleta Osmanî ji bo ku li pêşberî cîhanê serê Êzîdîyan bitewîne û wan bixe bin kontrola xwe pêwist bû ku pêşîyê rêber û pêşengên Êzîdîyan ji hêz bixista û şertên xwe bi wan bida qebûlkirin; lê Meyan Xatûn jî hevjînê wê Mîr Elî Beg jî ligel hemû zilm, zordestî, gef û êşkenceyan misilmantîya ku ji alîyê rayedarên Dewleta Osmanîyan li wan dihat spartin nepejirandine û ji ber vê sedemê ji war û welatê xwe hatine mişextkirin.
Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg mişextî bajarê Sêwasê bûne û 3 salan li vir di bin şert û mercên pir giran de mane.
Meyan Xatûn ji ber van şert û mercên mişextîyê nexweş dikeve û di encama vê nexweşîyê de li ser hev zarok ji ber diçin. Ev rewş li ser derûnîya wê jî bandoreke giran pêk tîne. Em dikarin bibêjin ku ev 3 salên dijwar ên mişextîyê bandor li ser teşegirtina kesayetîya Meyan Xatûnê kirine. Ew piştî ku kurê wê Sêîd çêdibe û wî digire hembêza xwe, di roj û şevên dirêj ên di mişextîyê de li ser rewşa ku civaka Êzîdîyan di nav de dijîya zêdetir difikire û bi vê rewşa kambax xemgîn dibe. Ev êş û xemgînîya wê lêhûrbûnên kûr pê re tîne ku emrê xwe yê mayî dê bidaya ser parastin û birêxistinkirina Êzîdîyan.
Van salên dijwar û pirsgirêkên dîrokî yên Êzîdîyan jî bi Meyan Xatûnê dabûn famkirin ku divê ew hê baştir bixebite û civaka Êzîdîyan ji nû ve birêxistin bike û yekitîya wan ava bike. Ew di wê zanebûnê de bû ku Êzîdî ji ber ku yekitîya xwe pêk neanîne û bê pêşeng mane rastî ewqas neheqî, zilm û zordarîyê hatine. Ji ber vê yekê wan divê wek pêşengên vê civakê ew kêmasîyên dîrokî ji holê rakirana, da ku bikaribin ji civaka xwe re pêşengtîyê bikin û ew çarenûsa reş û bêyom bi dawî bikin.
Rêbereke Xwezayî
Meyan Xatûn jineke jîr, wêrek û pêşbîn bû. Ji alîyê avakirina têkilîyan û meşandina dîplomasîyê ve zîrek û pêşketî bû. Bi fikr û ramanên xwe gelek caran rê li ber mîrîtîyê vedikir û pirsgirêkên civakî û sîyasî çareser dikirin. Vê taybetmendîya wê li ser Mîr Elî Beg jî pir bandor dikir, mîr bêyî ku bi wê bişêwire biryar nedigirtin. Lê ew ji şêwirmendekê wêdetir, rêvebireke esas a mîrîtîyê bû, lê mixabin ew ji ber ku jin bû tu car bi awayekî fermî û aşkera nikaribû kar û barên mîrîtîyê bi rê ve bibira.
Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg piştî berxwedana xwe ya 3 salan a li dijî Osmanîyan û hewldanên dîplomasîyê careke din vegerîyan ser axa xwe Êzîdîxanê. Li ser van salên mişextîya Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg gelek çîrok û klam jî hatine gotin û nivîsandin. Di van çîrok û klaman de jan û serpêhatîyên Êzîdîyên li Sêwasê jî xwe teyisandine deng û newaya çîrokbêj û stranbêjan.
Roja ku Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg, ji mişextîyê vedigerin ser axa xwe ya pîroz ji bo Êzîdîyan wek rojeke dîrokî tê qebûlkirin. Berxwedan û serînetewandina herdu pêşengên Êzîdîyan a li dijî Dewleta Osmanîyan bîr, bawerî, hêvî û hêza Êzîdîyan mezintir dike. Meyan Xatûn û Mîr Elî Beg di civaka Êzîdîyan de cihekî taybet digirin ku hê jî wek pêşengên dîrokî tên qebûlkirin.
Herwiha di serdema Mîrîtîya Meyan Xatûn û Elî Beg de Laleş di sala 1907an de careke din ji destê Dewleta Osmanîyan tê rizgarkirin û dikeve bin kontrola Êzîdîyan. Ev ji bo Êzîdîyan xaleke girîng a serketinê ye. Di bidestxistina vê serketinê de hewldan û bandora Meyan Xatûnê, bi taybetî ji alîyê meşandina dîplomasîyê ya bi hêzên herêmî û bîyanîyan re gelek girîng e.
Meyan Xatûn di vê serdemê de li gel mîr Elî Beg û birayê xwe Îsmaîl Beg bi Êzîdîyên Qefqasyayê re jî têkilîyan datîne û ji bo doza Êzîdîtî û yekitîya civaka xwe têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Heta dawîya emrê xwe ji bo ku civaka Êzîdîyan ji xetereyên komkujî û fermanên Osmanîyan û hikûmeta Iraqê biparêze li ber xwe dide.
Li Baedreyê Serdemeke Nû
Baedre navenda desteya bilind bû û di heman demê de wek baregehekê bû. Cihekî taybet û stratejik bû. Ji ber vê di Mîrîtîya Baedreyê de meşandina karên sîyasî, civakî û pêkanîna hevsengîya têkilîyên di navbera eşîran de ne hêsan bû helbet. Mîr Elî Beg jî piştî ewqas tevlîhevî, hevsengî û pêvajoyên dijwar, di sala 1913an de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dide.
Mîr Elî Beg li qesra xwe ya Baedreyê, di şeveke ku serkêşê eşîra Doskî yê bi navê Safîr Axa kiribû mêvan jiyana xwe ji dest dide. Mirina Mîr Elî Beg a bi vî awayî dibe sedemên gelek nîqaşên cuda lê dîsa jî sedema mirina wî tu carî nayê zelalkirin.
Ji ber sedema bidestxistina mîritîyê demeke dirêj bû ku di navbera malbata Mîr Elî Beg û malbata Çolê, bi taybetî jî birayê Meyan Xatûnê Îsmaîl Beg de nakokîyên kûr bi pêş ketibûn. Ji ber vê yekê Meyan Xatûnê ji bo mirina Mîr Elî Beg birayê xwe sûcdar dikir, lê ji alîyekî ve di nav eşîran de gumanên li ser Safîr Axa jî hebûn û dibû sedema nîqaşên cuda.
Piştî mirina Mîr Elî Beg, Meyan Xatûn li dijî birayê xwe Îsmaîl Beg têkoşîneke navxweyî dide meşandin û ligel hemû hewldanên wî yên ji bo bidestxistina mîrîtîyê rê li ber venake û bi hemû eşîran re têkilîyê datîne, wan qanî dike û kurê xwe Seîd Beg dike mîrê nû ya Baedreyê. Lê ji ber ku Seîd Beg bi temenê xwe hê zarok bû, dê hemû kar û barên mîrîtîyê êdî Meyan Xatûn bi rê ve bibirana û bi awayekî fîîlî dê bûbûya jinemîra Baedreyê. Bi vî awayî li Baedreyê piştî mirina Mîr Elî Beg pêvajoyeke nû dest pê kir.
Jinemîra Baedreyê
Mîr Seîd Beg bi temenê xwe hê zarok bû û ji kar û barên birêvebirina mîrîtîyê zêde fêhm nedikir. Ew wek kesayet jî ji alîyê girtina berpirsyarîyê ve ne xwedî helwesteke xurt bû û bi hestyarî tevnedigerîya. Ew ji kar û pirsgirêkên civakî zêdetir bi kêf û şadîya xwe mijûl dibû û haya wî ji dîroka kambax a Êzîdîyan tunebû ku bikaribe li ser pêşeroja civaka xwe bifikire û ji bo wan bixebite.
Meyan Xatûnê bi rewş û sekna kurê xwe dizanîbû û li gor wê di helwest û hewldanên xwe de hê zêdetir bi baldarî tevdigerîya. Ji ber ku di serdema Mîrîtîya kurê wê de alozîyên di navbera xal û pismaman de ya ji bo mîrîtîyê derketibû Mîr Seîd Beg zêde dernedixist pêş. Ji ber vê, ew bi têkilîyên malbatî û herêmî re mijûl dibû û bi pêşengîyeke xurt hem mîrîtî bi rê ve dibir hem jî kurê xwe Mîr Sêîd perwerde dikir da ku Mîr Seîd di rojên pêş de bikarîba bêyî wê rêvebirîya mîrîtîyê pêk bianîya.
Mîr Seîd Beg jî ji vê rewşê zêde aciz nebû. Ew bi zanîn û cerebeyên dayika xwe mezin dibû û li bin sîya wê kar û barên mîrîtîyê hîn dibû.
Meyan Xatûnê piştî serdema duyemîn a mîrîtîyê bandora xwe ya li ser Mîrîtîya Baedreyê jî xurtir kiribû. Di vê serdemê de têkila wê ya bi eşîrên herêmê re ji her demê zêdetir bi pêş ketibû û êdî serwerîya wê di nav serkêşên eşîran de jî dihat qebûlkirin. Em dikarin bibêjin ku hemû kar û xebatên mîrîtîyê, hevdîtinên sîyasî û dîplomasîyê ji alîyê Meyan Xatûnê ve dihatin meşandin.
Meyan Xatûn êdî ne tenê di nav Kurdên Êzîdî de, li gelek deverên cuda jî dihat nasîn û bi nav û deng bû. Ew di nav civata xwe de û li herêmê, xwedî qedr û qîmeteke mezin bû û dihat hezkirin.
Qesra ku Meyan Xatûn û kurê wê Mîr Seîd Beg lê diman her tim bi mêvanên ku ji herêmê û ji welatên din dihatin tijî dibû. Meyan Xatûnê li gel Mîr Seîd Beg hemû kar û barên mîrîtîyê li vê derê didan meşandin, mêvanên xwe li vê derê pêşwazî dikirin. Serkêşên eşîrên Kurd û Ereban, wezîr û rayedarên payebilind ên dewletên cuda jî dihatin li qesra Meyan Xatûnê rûdiniştin û li ser êzîdîtîyê, pirsgirêkên Iraqê, Rojhilata Navîn û yên cîhanê nîqaş dikirin.
Meyan Xatûnê ji xeynî birêvebirina mîrîtîyê û pêşwazîkirina mêvanên payebilind, di vê qesra qedîm de şevbihêrk û dîwanên dengbêjîyê jî dida lidarxistin û di şevên dirêj de heta destê sibehê guhdarîya dengbêjan dikir.
Meyan Xatûnê ji stranên dengbêjîyê pir hez dikir û qedr û qîmetekî mezin nîşanî dengbêjê dida. Herwiha wê dixwest çand û hunera êzîdîtîyê her dem zindî bimîne û ji bo vê di van dîwanan de xelatên serketinê jî dida dengbêjên pêşketî û piştgirîya wan dikir. Yek ji taybetmendîya Meyan Xatûnê jî ew bû ku di dîwanên dengbêjîyê de tu caran nedihîşt stranên pesn û mezinkirina li ser kesayetîya wê bên gotin û destûr nedida ku dengbêj li ser navê wê û ji bo wê bistirên.
Serîrakirina Êzîdîyan
Serdema ku Meyan Xatûnê pêşengîya civaka Êzîdîyan dikir, herçiqas serdemeke gelek dijwar, zor û zehmet bû jî, ji alîyê pêşeroja Êzîdîyan ve ewqas jî girîng û stratejîk bû. Lewre herdu şerên cîhanê jî di vê serdemê de pêk hatibûn û Rojhilata Navîn ji alîyê dewletên dagirker ên wek Brîtanyayê ve ji nû ve dihat parvekirin û sazkirin. Civaka Êzîdîyan jî ji vê pêvajoya hişk û xedar para xwe bi rengekî neyînî girtibûn û gelek caran rastî êrîşên komkujîyê hatibûn.
Meyan Xatûn herçiqas ji bo ku yekîta Êzîdîyan ava bike bi hemû derfetên heyî têdikoşîya jî pêkanîna vê ne tiştekî hêsan bû. Kurdên Êzîdî li bin navê eşîretbûyinê hatibûn parçekirin û ji alîyê sîyasî, civakî û bawerîyê ve ne xwedî feraseteke hevpar û yekpare bûn. Lê dîsa jî xebat û hewldanên Meyan Xatûnê encam didan û şîyarbûna ku di nav Êzîdîyan de çêbûbû her ku diçû bi pêş diket.
Di encama vê de, di salên 1930-1935an de serkêşên bi navên Hemoyê Şero û Dawûdê Dêwid jî li alîyê Şengalê rêxistina xwe xurt kiribûn û pêşengîya civaka Êzîdîyên Şengalê dikirin. Êzîdî piştî demeke dirêj li dijî zext û zordarên li ser wan xwe birêxistin dikirin û li dijî hêzên Dewleta Iraqê û yên Brîtanyayê daxwaza mafên xwe dikirin. Êzîdî di dîrokê de cara ewil ji bo nasnameya xwe ya kurdbûnê û bawerîya xwe ya êzîdîtîyê derdiketin pêşberî qada cîhanê û daxwazên xwe yên polîtîk bi awayekî birêxistinkirî bilêv dikirin. Li gor serdema xwe ev rêxistinbûyin û pêşketin ji bo parastina hebûna wan di asta dîrokî de bû. Lê ev rêxistinbûyina ku derketibû pêş herçiqas hêz û moral dida civaka Êzîdîyan jî, ji alîyekî din ve xetereyên mezin jî di nava xwe de dihewand.
Herwiha Dewleta Brîtanyayê piştî dagirkirina axa Iraqê serwerîya xwe li vê derê pêk anîbû û bi hikûmeta Iraqê re li hev kiribûn. Ji ber vê, li dijî serîrakarina Êzîdîyan -a bi armanca nasandina nasname û mafên xwe- derdiket û dixwest daxwazên Êzîdîyan bitepisîne. Ji ber vê yekê berîya ku ji Iraqê derbikeve, bi ser herdu pêşengên êzîdî Hemoyê Şero û Dawûdê Dêwid ve çû û rêxistinên wan belav kir. Dewleta Brîtanyayê piştî ku herdu pêşengên Êzîdî ji hêzê xistin, ew mişextî Sûrîyeyê kirin û zorî da Baedreyê ku bi hikûmeta Iraqê re li hev bikin.
Fermana Reş
Meyan Xatûnê ji bo ku civaka Kurdên Êzîdî mafên xwe yên sîyasî û bawerî bi dest bixin, bi berpirsyarên Brîtanyayê re hevdîtin pêk anîn û hin şertên xwe bi wan dan qebûlkirin. Lê Hikûmeta Iraqê salekê piştî ku hêzên Brîtanya ji herêmê vekişîya hêza xwe xurtir kir û peymana ku bi Meyan Xatûnê re hatibû destnîşankirin betal kir.
Hikûmeta Iraqê di sala 1934an de zagona leşkerî ya mecbûrî derxist û ji Êzîdîyan jî daxwaz kir ku ew jî bibin leşkerên Iraqê. Meyan Xatûn û hin pêşengên din ên Êzîdî li dijî vê zagonê derketin û çûyina leşkerîyê red kirin. Civaka Êzîdîyan bi vê helwesta xwe di dîroka xwe de cara duyemîn ‘Dijderketina Wijdanî’ pêk anîne û spartina leşkerîyê ya ji alîyê dagirkeran ve qebûl nekirine. Meyan Xatûn û pêşengên din ên Êzîdî ji hikûmeta Iraqê xwestin ku civaka Êzîdîyan derveyî vê zagonê bigirin, lê hikûmetê ev daxwaza wan qebûl nekir û careke din bi awayekî hovane êrişî wan kir.
Di sala 1935an de, di meha îlonê de Hikûmeta Iraqê bi tanq û topên xwe kete bajarê Şengalê û axa Kurdên Êzîdî talan û wêran kir. Gelek Êzîdî di vê komkujîyê de hatin qetilkirin û gelek jî ji wan ji warên xwe hatin dûrxistin û mişextî welatên cuda bûn. Gelek jinên Êzîdî yên ji bo ku nekevin destê neyaran xwe ji zinarên bêser û binî avêtin xwarê, gelek ji wan jî xwe berdan çemê Dîcleyê û mîrateyeke xedar hiştin li dû xwe.
Mirina Mîr Seîd Beg û Pêvajoyeke Nû
Meyan Xatûnê demeke dirêj xwest êş û birînên vê komkujê haş bike, lê her êrîşa ku li ser Êzîdîyan pêk dihat paşdeçûyinek jî bi xwe re dianî û pirsgirêkên civakî zêdetir kûr dikir. Li dijî vê pêwist bû ku Êzîdîyan hêz û têkoşîna xwe jî mezintir bikirina, lê di vê mijarê de wê tikîtenê pir kûr dijîya. Kurê wê Mîr Seîd Beg jî wek hevjînê wê Mîr Elî Beg, bi awayekî bigûman li bajarê Mûsilê di Hotela Kevkeb El Şark de hatibû kuştin...
Wê di rojeke bêyom a kelekela meha tîrmehê de agahîya mirina kurê xwe stendibû û ketibû nav êş û elemeke giran.
Lewre mirina Mîr Seîd Beg jî wek a bavê wî Mîr Elî Beg bi gûman bû û tu caran nehat zelalkirin. Helbet vê rewşê jî li ser Meyan Xatûnê zêdetir bandor dikir, lê li alîyekî jî derdora wê bi feq û fîtneyan hatibû dorpêçkirin. Divabû ku wê li dijî vê dorpêçkirina berfireh a neyaran berjewendîyên civaka xwe û yên mîrîtîyê bi awayekî xurt biparasta. Meyan Xatûnê jî dizanibû ku êdî ji bo wê û Mîrîtîya Baedreyê pêvajoyeke nû dest pê dikir.
Meyan Xatûnê piştî mirina Mîr Seîd Beg, careke din xwe di nav şerê desthilatdarîya ji bo mîrîtîyê de dît û ji bo parastina mîrîtîyê têkoşîya. Wê nedixwest ku bi nîqaşên nav malbata mezin a ji bo bidestxistina mîrîtîyê paşveçûyinek çêbibe û ji bo vê destpêkê kesên ku li dijî wê tevdigerîyan beralî kir û di sala 1944an de nevîyê xwe Tehsîn Beg anî ser peywira mîrîtîyê.
Mîr Tehsîn Beg kurê Mîr Seîd Beg bû û dema hat ser Mîrîtîya Baedreyê hê 11 salî bû. Dayika wê Xoxê keça mîr Naîf Beg bû. Piştî mirina Mîr Seîd Beg, wê jî piştgirîya kurê xwe dikir ku mîrateya bavê xwe bidomîne, lê bandora herî mezin a li ser mîrîtîyê bêgûman bi sekn û hêza xwe Meyan Xatûn bû.
Meyan Xatûnê bi mîrîtîya nevîyê xwe Tehsîn Beg dê serdema sêyemîn a Mîrîtîya Baedreyê jî bi rê ve bibira û ji bo pêşerojê, Tehsîn Beg perwerde bikira. Mîr Tehsîn Beg asta êrîşên li ser Kurdên Êzîdî, dek û dolabên sîyasî yên li Rojhilata Navîn, şerên desthilatdarîyê, têkoşîn û hunera rêvebirinê dê ji kiryar, cerebe û şîretên pîrika xwe Meyan Xatûnê hîn bûbûya û bi demê re bipijîya.
Serhildan, Bêbextî û Welatperwerî
Di sala 1945an de serhildana Kurdên li başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkerîya Dewleta Iraqê dest pê kiribû, lê mixabin hinek eşîrên Kurdan jî bi hevkarîya dagirkerîya Iraqê bêbextî li neteweya xwe dikirin.
Dewleta Iraqê ya dagirker û hinek eşîrên Kurd ên Misilman ji bo ku Kurdên Êzîdî jî bibin alîgirê wan û piştgirîyê bidin wan, bi Meyan Xatûnê re hevdîtin pêk dianîn û carinan jî bi riya navbeynkaran name jê re dişandin. Lewre li gor agahîyên wê demê 600 hezar Kurdên Êzîdî girêdayî Mîrîtîya Baedreyê anku Meyan Xatûnê bûn. Dewleta Iraqê, hinek şêx û serkêşên din ên eşîrên Kurd û Ereban hay ji vê hêza Meyan Xatûnê hebûn û dixwestin wê bikişînin alîyê xwe.
Meyan Xatûn jineke welatperwer, jîr, têgihiştî û zana bû. Wê nedixwest civaka Êzîdîyan a ku rastî gelek komkujîyan hatibû bixe nava şerekî navxweyî ku careke din xwîna wan bê rijandin. Wê bi hewldanên dîplomasîyê nêrinên xwe wiha peşkeş kirin:
“Qewmê Kurdên Êzîdî ku bi sedan sal in rastî gelek komkujîyan hatine û ji hêzê hatine xistin, em rast nabînin ku bi Misilmanan re bikevin nava şerekî din ê navxweyî û careke din xwîna wan bên rêtin.”
Meyan Xatûnê bi vê sekna xwe ya bibiryar, pêşî li komkujîyeke din a li ser Êzîdîyan girt û bi riya dîplomasîyê nehişt ku eşîrên Êzîdî û Misilman careke din bên dijberî hev.
Koçkirina Dawî ya Meyan Xatûnê
Meyan Xatûnê di sê serdemên Mîrîtîya Baedreyê de, bi tevahî 44 salan bi awayekî çalak kar û barên mîrîtîyê bi rê ve bir û pêşengîya civaka Kurdên Êzîdî kir. Ew piştî jiyaneke ewqas têr û tijî ya di nava têkoşînê de derbas bûbû, di sala 1957an de li Baedreyê çû ser dilovanîya xwe.
Ew heta dawîya temenê xwe ji bo ku rizgarî û yekîtîya Êzîdîyan ava bike û wan ji xetereyên komkujîyê biparêze têkoşîya û xebitî; di jiyana xwe ya têkoşer de gelek berdêlên giran jî dan, lê dîsa jî paş ve gav neavêt. Wê di nav civaka Êzîdîyan de -ku ji alîyê hişmendîya jinê ve paşverûtîyeke pir kûr jî hebû- 44 salan rêbertî kir û bi hêz, pêşbînî, zanebûn û sekna xwe ya polîtîk pêşengîyeke serketî kir.
Meyan Xatûn jineke bîrewer û bibiryar bû. Bi jiyan û têkoşîna xwe, hêz û pêşengîya nirxbiha ya jina Kurd, bi taybetî jî ya jina Êzîdî pêk dianî. Ew wek jineke Kurd û Êzîdî nirxên xwe, nasnameya xwe ya neteweyî, çand û hebûna gel û axa xwe bi awayekî dewlemend parast û li gel nav û dengê xwe mîrateyeke giranbiha ya dîrokî jî hişt li dû xwe. Piştî koça dawî ya Meyan Xatûnê, nêvîyê wê Tehsîn Beg birêvebirina Mîrîtîya Baedreyê berdewam kir.
Çavkanîyên Xebatê:
Nivîsén tékildar