logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Pira Cendereyê(Genderê)

Nivîskar: Mehmet Oncu

Pira Cendereyê, li ser Çemê Cendereyê ku ew jî şaxek ji Çemê Gexteyê ye hatiye avakirin. Ev pir 55 kîlometreyan ji Semsûrê dûr e û di navbera navçeyên Kolîk(Gexte) û Sincikê de cih digire. Pir li cihê dolê yê herî teng hatiye çêkirin. Pira Cendereyê li ser kemerekê ye, her aliyiyekî pirê, li ser makezinarekî girs û di devê dolê de hatiye rûniştandin. Berê vê pireyê 7, dirêjiya wê jî 120 metro ye. Gewdeyê pireyê ji 92 keviran pêk tê ku ji van her yek bi giraniya 10 ton in. Bi firehiya kembera xwe, piştî Pira Mala Badê ev pir di cîhanê de ya 2yemîn e. Kevirên ku di avahiya vê pireyê de hatîye bikaranîn, nêzî pirê ji zinarên mezin hatine birîn. Pira Cendereyê yek ji pira herî kevn ya dinyayê ye ya ku îro jî tê bikaranîn. Pir piştî zayînê di navbera salên 193-211 an de hatiye çêkirin. Dema pir hatiye avakirin keyê bi navê Septîmûs Sewerûs li ser textê Romayê bûye. Tê gotin ku ew pir ji bo sefera rojhilat, ji hêla Romayiyan ve hatiye çêkirin. Li gor nivîsa Latînî a li ser kîtabeya Pira Cenderê; tê gotin ku ew pir, Keyê Romayê ê bi navê Septîmûs Sewerûs, piştî zayînê, di navbera salên 193 û 211an de, ji bo bîranîna jin û kurên xwe çêkiriye.

Pira Cendereyê Stûna Yekê (Septîmûs Sewerûs): Stûna yekê navê Septîmûs Sewerûs radigre, ew ji nivîsa li ser stûna pirê tê famkirin. Stûn ji deh kevirên çêkirî pêk tê, kevirên wê kevirên ji kilse ne, hemû gilower hatine birîn û dane ser hev. Bilindiya vê stûnê 5,95 m ye. li ser kîtabeya wê di derbarê Keyaniya Key Septîmûs Sewerûs de agahiyan dide. Fîgûrên heywanan ên li ser vê stûnê, di domaniya demê de li ber şert û mercên hewayê tune bûne.

Pira Cendereyê Stûna Duduyan (Jûlîa Domna): Dema mirov ji hêla başûr re dikeve ser pirê, stûna ku li hêla çepê (rojava) dimîne, li ser navê jina Key Septîmûs Sewerûs, dotmîr Jûlîa Domnayê hatiye avakirin. Ew stûn jî hîn li ser piya ye û xusareke zêde nedîtiye. Stûn tevî kevirê qaydeyê xwe ji 10 kevirên ku gilower hatîye birîn pêk tê. Bilindiya vê stûnê 5,95 m ye. Fîgûrên heywanan ên li ser vê stûnê, di domaniya demê de li ber şert û mercên hewayê tune bûne. Li ser kîtabeya vê stûnê nivîseke bi şêwaza “Magna Mater” heye ku ew nivîs bi Kurdî tê wateya “Diya Leşkeran”.

 


Pira Cendereyê Stûna Sisêyan (Caracala): Ew stûn li aliyê pirê yê bakur dikeve. Tê gotin ku Keyê Romayê ji bo herdu kurên xwe ên bi navên wek “Caracala” û “Geta” hesabê danîna du stûnan kiriye. Belê di dema avahiya vê pirê de Keyê Romayê Septîmûs Sewerûs miriye. Di navbera kurên wî de şer û pêvçûnên desthilatdariyê derketiye. Di wî şerî de kurê Keyê Romayê ê bi navê Caracala, birayê xwe Geta kuştiye û stûna ku li ser navê wî dikir bihata danîn dananiye. Caracala bi wê jî nemaye, ku li ser axa welatê Romayê li ser navê birayê wî Geta çi hebûye, ji holê rakiriye. Stûna sêyemîn navê “Caracala” radigre. Ew jî weke stûnên din tevî kevirê qaydeyê xwe ji 10 kevirên ku gilower hatine birîn pêk tê. Bilindiya vê stûnê jî 5,95 m ye. Fîgûrên heywanan ên li ser vê stûnê, weke ên din di domaniya demê de li ber şert û mercên hewayê tune bûne.

Dola Cendereyê: Dol ji zinarên ku ji kevirên kilsê pêkhatî hatiye holê. Di domaniya demê de bi maşîna avê di wê de dîwarên yekpare û ji zinaran di vê dolê de pêk hatine. Pireya Cendereyê li ser devê vê dolê pêk hatiye û devê dolê cihê ku pir li ser e, teng bûye. Di dîwarên vê dolê de bi necîrandinê gelek stargeh û şikeft hatine pê. Di derbarê warandina van şikeft û stargehan de agahî tunenin. Belê ew dol tevî pira li ber û ava ku tê re tê xwedî dîmenên gelek xweşik e.


ÇAVKANİ

Mehmet Oncu, Bi Çavê Yê Din ADIYEMAN, Weşanxaneya Sîtav, 2022

 

https://www.youtube.com/watch?v=uxMyXzs93jE

BERMAHÎ - PIRA GENDERÊ 

PELFİLM TV

 

https://www.youtube.com/watch?v=FxWP4NHYtL8

LI SEMSÛRÊ PIRA CENDEREYÊ BÛYE YEK JI NAVENDÊN GEŞTYARIYÊ

Kurdistan24

 

https://tr.wikipedia.org/wiki/Cendere_K%C3%B6pr%C3%BCs%C3%BC

Nivîsén tékildar

Di Pirtûka Pîroz de Med – Danasîna Pirtûkê

"Di Pirtûka Pîroz de Med" lêkolîneke hêja ye, tê de agahîyên cuda hene, behsa bajarê Şirnexê, çiyayê Cudî, tofana Nuh Pêxember çawa di pirtûkên olî de derbas dibe, wek mêr û mêrxasan Medan dewleta zalim ya Asûrî û Babîlîyan çawa hilweşandine, çawa Cihû ji bindestîyê xelas kirine û ew şandine welatê wan dike; behsa Magîyan hene, yên ku beşek ji Medan in û rêberên Zerdeştîyê ne, zana û stêrnas in, ew in yê ku cara ewil ji bo Îsa Pêximber ketine tevgerê...


Ezîz Gunel - Horepîskopos

Keşe, nivîskar û xetnivîskarê Suryanî Ezîz Gunel, axaftvanekî bihêz bû, xwedî bîreke xurt, zanîneke dîrokî ya berfireh, xweşsohbetvan û hezkirîyê mîzahê bû. Horepîskopos Ezîz Gunel gelek berhem li pey xwe hiştin, helbest jî nivîsandine û gotar weşandine. Di 21ê Nîsana 1985an de, wesîyeta xwe bi helbestî nivîsîye ku ji 328 rêzan pêk tê.


Ala Kurdistanê

Alaya netewî ya Kurdistanê, berhema xwîn û têkoşîna sed (100) salên miletê Kurd e. Ev ala ku ji Cimhûrîyeta Kurdistanê gihiştîye Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û çîroka wê digihîje destpêka salên 1920an. Di van salan de du nimûneyên alayê çêbûne; yek jê, alaya li ser huwîyetên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) ye û ya din jî piştî parçebûna cemîyeta navborî, alaya ku ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin...